• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

MIT Beriya Hevdîtinên Parîsê Talîmat ji Şamê re Şand – NÛÇE TAYBET

NAVENDA NÛÇEYAN - Me naveroka talîmatên ku dewleta Tirk bi rêya MİTê berî civîna ku bi navbeynkariya Fransayê li Parîsê tê plankirin ji Şamê re şandî bi dest xist.

Yayınlayan Lekolin
2 August 2025
Kategori: Nûçe
257 2
A A
MIT Beriya Hevdîtinên Parîsê Talîmat ji Şamê re Şand – NÛÇE TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Di navbera Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de civîna ku di 24ê Tîrmehê de li Fransayê hatibû plankirin, ji ber ku Hikûmeta Demkî ya Şamê “ne amade bû” hatibû taloqkirin, dewleta Tirk vê fersendê bi kar anî û dest bi tevgerê kir.

Berî civîna ku di rojên pêş de li Parîsê bi navbeynkariya Fransayê û bi beşdariya Nûnerê Taybet ê DYAyê yê Sûriyê Tom Barrack di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de were kirin, me wekî lekolin.org naveroka talîmatên ku MÎTê ji Daîreya Operasyonên Hevpar ên Şamê re şandî bi dest xist.

Heta niha MÎT di civînên di navbera desthilata Şamê û Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de her tim amade bû û bi her awayî destwerdan dikir; lê ji ber ku ji civînên Parîsê de nehatiye vexwendin, tê zanîn ku talîmat ji endamên heyeta ku dê ji desthilata Şamê beşdarî civînê bibin re şandine.

Li gorî agahiyên ku me wekî lekolin.org bi dest xistin, di 27ê Tîrmeha 2025an de dewleta Tirk bi rêya MÎTê talîmatek ji bo heyeta ku dê biçe Parîsê amade kiriye û ev talîmat ji Odeya Operasyonên Hevpar a Şamê re şandiye.

Talîmatên ku MÎTê ji Odeya Operasyonên Hevpar a Şamê re ji bo civînên li Parîsê şandine de, xalên ku divê heyet di rojevê de bi cih bike wiha ne:

– Redkirina entegrasyona Hêzên Sûriyê Demokratîk (HSD) wekî hêzeke rêxistinbûyî di bin banê Wezareta Parastinê ya Sûriyê de.

– Entegrasyona hêzên ku ji aliyê Wezareta Parastinê ya Sûriyê ve hatine rêxistinkirin, bi taybetî HSD, bi awayekî gav bi gav bi bicîhkirina wan.

– Di çarçoveya bicîhanîna peymana ku di 10ê Adara 2025an de hatibû îmzekirin de, girtina kamp û zindanên ku tê de bi taybetî endamên DAIŞê li bakur û rojhilatê Sûriyê hene.

– Radestkirina çekên giran di bin çavdêriya Wezareta Parastinê ya Sûriyê de.

– Bi çavdêriya Hêzên Ewlekariya Navxweyî, dagirkirina parêzgehên Ereb (Reqqa, Tebqa, Dêrazor).

– Ferzkirina prensîba yekîtiya axa Sûriyê û ne parçekirina wê.

– Cîbicîkirina zûtirîn dem a bicîhkirina hêzên Artêşa Ereb a Sûriyê li bakur û rojhilatê Sûriyê di bin çavdêriya hêzên DYAyê de.

– Entegrasyona saziyên sivîl di Rêveberiya Xweser de û avakirina meclîsên taxan ji bo serjimêriya giştî ya li herêman.

– Pêkanîna bicîhkirina personelên Wezareta Parastinê ya Sûriyê li sînorê Sûriye-Tirkiye-Iraqê.

– Radestkirina kontrola qadên petrolê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hikûmeta Sûriyê re.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: MITParisRêveberiya XweserROJAVASamTIRKIYE
Önceki yazı

Şengal Çîroka Berxwedanê û Biryara Azadiyê Ye

Sonraki Haber

MIT bi Piştgiriya Tirkmenan Li Başurê Suriyê Dixwaze Çi Bike ?- NÛÇE ANALÎZ

Benzer Haberler

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!
Nûçe

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

19 July 2026
Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ
Lêkolîn

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

16 July 2026
KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!
Nûçe

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

13 July 2026
Sonraki Haber
MIT bi Piştgiriya Tirkmenan Li Başurê Suriyê Dixwaze Çi Bike ?- NÛÇE ANALÎZ

MIT bi Piştgiriya Tirkmenan Li Başurê Suriyê Dixwaze Çi Bike ?- NÛÇE ANALÎZ

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    587 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    568 Paylaşım
    Paylaş 227 Paylaş 142
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist