• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

Kapîtalîzma Kûrevî Pêngaveke Dijber Da Destpêkirin

Çawa ku pirsgirêka Kurd bûye pirsgirêkeke navnetewî, pêngava ku ji bo azadiya Rêber APO hatiye pêşxistin jî ji dewleta Tirk zêdetir hêzên komploger ên sermayedarên kûrevî xistiye nava tengasiyan.

Yayınlayan Lekolin
23 May 2024
Kategori: Analîz Siyasî
255 8
A A
Qirkeriya Sedsalî û Dîroka Berxwedanê – JI EDÎTOR
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Pêngava “Dem Dema Azadiyê Ye!” ya ku nêzî çar sal beriya niha ji aliyê Tevgera Azadiya Kurdistanê ve hatibû destpêkirin, bi pêngava “Ji Rêber APO Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareseriya Siyasî” ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de li heftê û çar navendên cîhanê hate destpêkirin re derbasî qonaxeke nû bû. Ev qonaxa nû ya pêngavê ji aliyekî ve di salvegera komploya navnetewî de ji hêzên komploger re dibû bersiv, ji aliyekî ve jî 74 saliya Rêber APO îfade dikir. Her wiha, li rex Kurdan cihgirtina di pêngevê de ya gelek siyasetmedar, akademîsyen, hiqûqnas, dîrokzan, zanyar, parêzer, çalakvan, hunermend û hwd. ên cîhanê wateyeke cuda hildigirt.

Her ku çû piştgiriya ji pêngavê re zêde bû û di asta gerdûnî de daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber APO gihişt lûtkeyê. Hema hema ji her welatekî cîhanê kesayet, sazî, partî, sendîka, tevger, komele û navendên cuda cuda beşdariya xwe ya ji bo pêngavê ragihandin û diyar kirin ku di têkoşîn û doza wan a mafdar de wê li gel Kurdan cih bigirin. Girtiyên azadiyê yên li zindanên bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi sedema piştevaniya bi pêngavê re çalakiya grevên birçîbûnê dan destpêkirin û malbatên girtiyan jî li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê ketin nobedên edaletê. Di dema vê pêngavê de bi ragihandina “Roja Xwendina Pirtûkên Rêbertî” re parêznameyên Rêber APO li her devera cîhanê belav bû, hate xwendin û girîngiyeke mezin bi fikir, raman û felsefeya Rêber APO hate dayin. Êdî ne tenê gelê Kurd, ji Asyayê heta Ewrûpayê, ji Nîvgrava Erebîstanê heta Efrîqa û Kafkasyayê hemû gelên demokrat û azadîxwaz, karker, xwendekar, ciwan û bi taybetî jinên cîhanê Rêber APO weke rêberê xwe yê sembolîk dîtin. Li gelek welatan di waneyên zanîngehan de ji Parêznameyan sûd hate wergirtin û li ser paradîgmaya Rêber APO nîqaş hatin meşandin. Li salonên konferansan, li dibistanan, li kargehan, li kolanan, li malan derbarê projeya Neteweya Demokratîk, xeta bîrdoziya azadiya jinê û hwd. de semîner hatin dayin. Heta, jiyana Rêber APO ku bi têkoşîn û berxwedanê tijî ye bû mijara xêze-romanan.

Ger biwêj di cih de be, têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO hemû rojeva cîhanê karîwer kir û dostên Kurdan bi xwedî-derketineke watedar di nava çalakî û hewldanan de bûn.

Ev pêşketinên ku ji bo Kurdan di asta navnetewî de dikare weke destkeftiyên sedsalê were nirxandin, bi şêweyekî erênî teyisîna xwe da têkoşîna Kurdan a li herêmê jî û hişt ku di qadên siyasî, civakî û leşkerî de encamên serkeftî werin bidestxistin. Gêrîlayê Azadiya Kurdistanê ku jixwe di nava berxwedaneke bêhempa de bû darbeyên mirinê li hêzên artêşa dagirker xist û anî ber têkçûnê; DEM Partî bi stratejiyeke qet faşîzm ne li bendê bû di hilbijartinên xwecihî de serkeftineke dîrokî bi dest xist; gelê Kurd di pîrozbahiyên 8’ê Adarê, Newrozê û 4’ê Nîsanê de herikî qadan û qêrînên dirûşmeya “Bijî Serok APO” mohra xwe li van pîrozbahiyan da. Ev serkeftinên ku wekî şeqamekê li rûyê faşîst ê AKP-MHP’ê ket di berxwedana gelê Wanê ku hemû dekûdolabên wan pûç kir de yekpare bû. Lewma, dikare were gotin ku di pêngava “Ji Rêber APO Re Azadî” de WAN bûye navenda heftê û pêncemîn a li cîhanê!

Li hember ev sekna biryardar, têkoşîna rewa û berxwedana hemtayê wê nehatiye dîtin a gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê, bîrdoziya faşîst a dewleta Tirk ku serkêşiya wê Erdogan-Bahçelî dikin ketiye nava hewldanên ji bejna xwe mezintir. Ji ber ku desthilatdariya wan li ber hilweşînê ye û hatine ber qeraxa kendalê êdî hemû derfetên aborî, siyasî, dîplomatîk, îstîxbarî û leşkerî yên dawî yên di destê xwe de xistine dewrê. Giranî dane têkiliyên bi hêzên derve re û hema bêje ji herkesî alîkarî û piştgiriyê dixwazin. Tê fêmkirin ku di vî warî de gelek encam jî bi dest xistine û di nava amadekariyên êrişên dorfireh de ne.

Çawa ku pirsgirêka Kurd bûye pirsgirêkeke navnetewî, pêngava ku ji bo azadiya Rêber APO hatiye pêşxistin jî ji dewleta Tirk zêdetir hêzên komploger ên sermayedarên kûrevî xistiye nava tengasiyan. Ev hêzên ku xwedêgiravî xwe weke nûnerên demokrasiyê dibînin li hember hewldanên civak û saziyên girêdayî welatên xwe yên di mijara azadiya fizîkî ya Rêber APO û çareseriya pirsgirêka Kurd de, nerehet dibin û ji bo pêşî li vê pêngavê bigirin ketine pey leystik û hesabên krîmînalîzekirina Kurdan. Bi awayekî pirr zelal tê dîtin ku hêzên kapîtalîst-emperyalîst bi rehenda ku Şerê Cîhanê yê Sêyem gihiştiyê re xitimînekê jiyan dikin û li ser bingeha hevsengiyên nû hebûna xwe ya li herêma Rojhilata Navîn a siyasî, leşkerî û aborî ji nû ve dinirxînin. Asta rewş û pêşveçûna Kurdan a di pêşengtiya Tevgera Azadiyê de li dijî berjewendiyên xwe weke xeteriyekê dibînin; ji ber vê sedemê jî di têkiliyên xwe yên bi dagirkerên Kurdistanê re de Kurdan dikin mijara bazarê û bi piştevaniya xwe ve di êrişên dagirkeriyê de roleke diyarker dileyzin.

Piştî hevdîtinên dîplomatîk ên Hakan Fîdan ên li welatên Ewrûpayê û serdana Erdogan a Bexda û Hewlêrê, di salvegera rojnamegeriya Kurdî de bi awayekî hemwext li Ewrûpa û Tirkiyê êrişên li dijî ragihandina azad bal kişandin ser xwe. Jixwe ragihandina Kurdî ji kanala yekem a Kurdan Med TV û vir ve her di bin zext, astengkirin, girtin û êrişan de ye. Ji ber rastiya polîtîkayên wan ên şer li ber çavan têne raxistin dibe ku êrişan dawî jî asayî werin dîtin. Lê belê, divê baş were zanîn ku bi biryara dewleta Firansayê ji aliyê polîsên Fransî û Belçîkî ve bi serdegirtina li hember televîzyonên Stêrk TV û Medya Haber’ê kapîtalîzma kûrevî li dijî pêngava azadiya Rêber APO pêngaveke dijber daye destpêkirin.

Nêzîkatî û nirxandinên herî dawî yên derbarê rewşa Îmralî yên rêxistina CPT ya sîxurbûyî û radestbûyî jî nîşan dide ku ew bi xwe jî bûye parçeyekî ev pêngava dijber.

Di mijarên wekî endambûyina NATO, penaberan, Sûriye, şerên Rûsya-Ûkrayna û Hemas-Îsraîlê de dewleta Tirk a dagirker bi awayekî xasûk têkiliyên xwe yên bi hêzên derve re bi kar tîne û hewl dide encamên ku ji van têkiliyan bi dest bixe veguherîne êrişên dijî Tevgera Azadiyê û civaka Kurd. Ji aliyê din ve jî, di têkoşîna xwe ya bûyina hegemona herêmî de bi taybet li qada Iraqê livûtevgera xwe ya dîplomatîk, bazirganî û leşkerî zêde kiriye û bi armanca xwe-gihandina sînorên Mîsak-i Millî dixwaze axa Başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bike. Bi hevdîtinên dîplomatîk ên demên dawî re beramberî hin tawîzan hewl dide hukumeta navendî ya Iraqê jî bikişîne nava şerê dijî PKK’ê. Bi awayekî giştî rêxistina hevkar PDK’ê venêrîn kiriye, bi gefxawrin û êrişan dixwaze YNK’ê jî PDK’yî bike an jî têkiliya wê ya bi Tevgera Azadiyê re qut bike.

Di serî de dewleta Îran hemû hêzên ku li hember ev gavavêtinên dagirkeriya Tirk nerehet dibûn, di rewşa heyî de bêdeng bûne. Bi awayekî vebirrî dikare were diyarkirin ku sedema bingehîn a vê bêdengiyê jî pêşîlêgirtina pêngava azadiyê ya ji bo Rêber APO ya ku êdî sed-milyonan, dibe ku milyaran kes beşdar bûne. Bizanibin ku piştî dewleta Tirk bigihîje armancên xwe û şûn de wê wan bi zehmetiyên mezin re rû be rû bihêle jî, bi destê qirkeriya Tirk pêşîlêgirtina têkoşîna gelê Kurd, tasfiyekirina Tevgera Azadiyê û astengkirina azadiya Rêber APO kirine armanca xwe ya hevbeş.

Ji ber vê yekê, divê civaka Kurd û hemû rêxistin, sazî û partiyên Kurd lê serwext bibin ku jiholêrakirina hemû destkeftiyên netewî yên Kurd di rojeva dijminan de ye. Ji bo bidawîkirina statuya herêma Başûrê Kurdistanê, tunekirina Şoreşa Rojava, belavkirina Wargeha Mexmûr, radestgirtina qada Şengalê, tasfiyekirina Tevgera Azadiyê û temamkirina qirkirina gelê Kurd di nava plan, hevkarî û amadekariyên qirêj de ne.

Beralîkirina van xeteriyan û parastina hebûna xwe ya neteweyî tenê bi bilindkirina asta têkoşînê û gihandina encamê ya pêngava azadiya Rêber APO ve gengaz e. Ev yek jî bi yekitî û hevgirtineke netewî dibe.

Ferhat ŞAHİN

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: Başurê KurdistanBexdaerdoganhewlerPDKPirgirêka KurdQapîtalîzmRêber APOTecrîda İmralîTevgera AzadiyêYNK
Önceki yazı

Pergala Ku Li Rojhilata Navîn Tu Carî Nehatiye Ceribandin…

Sonraki Haber

Êrîşên Îdeolojîk ên li ser Tevgera Ciwanên Şoreşger

Benzer Haberler

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê
Analîz Siyasî

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

19 July 2026
Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk
Analîz Siyasî

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

15 July 2026
Di Germahiya Tîrmehê De Azadî
Analîz Siyasî

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

14 July 2026
Sonraki Haber
Êrîşên Îdeolojîk ên li ser Tevgera Ciwanên Şoreşger

Êrîşên Îdeolojîk ên li ser Tevgera Ciwanên Şoreşger

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    587 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    568 Paylaşım
    Paylaş 227 Paylaş 142
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist