• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Jin

Ji bo armanc û hedefên qirêj jin tên bikaranîn

Yayınlayan Lekolin
15 March 2020
Kategori: Jin
248 10
A A
Ji bo armanc û hedefên qirêj jin tên bikaranîn
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

08 Eylül 2017 Cuma Saat 08:50

Bi her roj, dîktatorê faşîst Erdogan dikeve di nav liv û tevgerekî cuda cuda ji bo pêkanîna xeyalên xwe ên qirêj yên dewletekî mîna demên Osmaniyan

Ji bo îlankirina fermî wekî
‘Paşayê nû’ Erdogan hewl dide bi her awayî û rengî gel bikêşe bin deste xwe, da
ku ti kes li hemberî serweriya wî dernekeve. Dibe ku ji niha ve wekî paşayekî
nû tevdigere, hişmendî di nav axaftinên wî xwe dide der û di pratîka wî de ya
qirkirina gelan, bi taybet gelê kurd, armanc û hedefên wî tên pêk anîn, lê da
ku bigihije serweriya total û yekser, ew dixwaze hin gavên tedbîr û parastinê
ji bo xwe biavêje. Di şaxsê Erdogan de zilamê desthilatdar ê pergala
sermayedaran dixwaze êdî bi rengekî nû xwe ji nû ve biaferîne, umrê xwe dirêj bike.
Ji ber ku ger ev pergal tedbîrên xwe negire, wê di şerê cîhanê ê seyemîn de ku
li Rojhilata Navîn de tê meşandin, hilweşe û pergalekî nû dê were bi cih kirin.
Aloziya ku pergala kapîtalîzm jiyan dike, xwe pir zelal di deryayê aloziyên
Tirkiyê nîşan dide : aboriyek tevlîhev û bê hêz, jiyana sosyal ê têkçûyî,
pirsgirêkên hindurîn û bê exlaqtiyên mezin ku ketina mirovatiyê nîşan dide û
hwd. Li vê derê Erdogan di serî de ser jin û ciwan diçê, da ku ew hêza xwe ê
guhertina rewşa cîhanî di her milan ve, bikar neyinin, ango dixwaze çavê wan
bitirsîne. Ji xwe ev bi hezaran salan tên meşandin ji aliyê zilamên serdest ve.
Rewşekî ku newê qebûl kirin, nîn e.

Berî, di mijara
binpêkirina hewldanên azadiyê yên jin û dûrxistina jin ji civaka ku bi resenî
aîde jin e, giştî zilamên cîhanê destê hevdû digirtin û qirêjahiyên xwe pêk
dianîn. Mixabin, yekîtiya ku bi sedsalan bang lê dikirin, xwe tenê di demên
perçiqandina jin nîşan dida. Li Tirkiyê jî di mijara jin de desthilatdarên
welêt her bi yek nêrîn bersîv dan : ‘Pêwîst e jin bê deng bimîne yan ew ê were
kuştin.’! Jin ku bê nirx tê dîtin, bi kêr nayê dîtin, heta wekî objeyekî tê
şîrove kirin, di wan deman de di bin tundiyan giran jiyan dike. Li Tirkiyê, bi
her roj bûyerên tacîz û tecawîzê kêmtir nabin, heta ku êdî di zindanan de
hişmendiya xwe ê faşîst bi yekkirina cilan û işkenceyên giran îfade dike. Li vê
derê pirsgirêkên yekbûyîna zilaman nîn e – dema ku pêwîst e jin were binpê
kirin, piçûk xistin û tepisandin, zilam piştgiriya hevdû didin, tawîz nadeynin.

Lê belê ev ‘yekîtiya’ ku
em ji wê qal dikirin di demên dawî de her ku diçê, wekî malekî ku diruxe,
hildiweşe. Zilam êdî baweriya xwe bi zilam re nayenin. Her kes li hemberî hevdû
bi pêşderazî û tirs nêz dibe. Ji xwe li hemberî Erdogan hem nêzîkatiyên bi vê
rengî derdikevin hole, hem jî nerazîbûnên ji liv û tevgera wî dihele ku zilamên
wî jî êdî xwe paş ve didin. Ev qaşo yektiya wan êdî nema dişuxile. Erdogan êdî
nikare xwe ser piştgiriya xwe yê berî bigire an li benda arîkariyên nû bimîne.

Ji bona vê yekê
rêûrêbazekî nû bikar tîne : bicihanîna xeyalên xwe yên împaratoriyek faşîst bi
riya jin re. Dema ku Erdogan biryara bi çekkirina hêzên xwe yên AKP, bi taybet
yên jin da, ne ji bo parastina wan dayê. Dema ku Erdogan li her bajarekî pirsa
hijmara jin dike, ne ku hewldanên wî yên qaşo pêşxistina bandora jin hene,
dipirse. Û ger Erdogan zagonên malbatî û zewacê da guhertin, bizanibin ku êdî
cihekî ewle ji bo jin li Tirkiyê nema ye. Binêrîn, aliyekî deste xwe ê
serweriya ser jin dişdîne û aliyek din, jin ku ji xwe beriya vê wekî objeyekî
tê dîtin, ji bo pêkanîna armanc û hedefên xwe yên kirêt bikar tîne. Li vê derê
Erdogan girêdanbûna jin ku dihele heta dawî li pişt tiştekî bisekine, bikar
tîne. Û vê liv û tevgera xwe ji xwe wekî pêşxistina aktîfbûna jin di cîhanê
dide nirxandin. Ji bo wê her rêûrêbazekî bikar tîne ji bo qezenkirina jin di
rêzên xwe de. Bi çi bangkirina ji bo wijdantiyê be, çi bişaftina mêjiyê di nav
dibistanan de be, çi bi reşbînî û propganda be – repetoira xwe pir e. ‘Qezenc
bike, rêxistin bike û bikar bîne.’ – gorî vê Erdogan derbarê siyaseta xwe ser
jin tevdigere. Û da ku jin nekevin hewldanên din yên ji bo azadiyê, dixwaze
çavên jinan bitirsîne bi bê exlaqtiyên mezin ku di demên dawî de her ku diçin,
dijwartir dibin. Bi sedan jin bi riya destgirtina namûs û bedena wê tên
tinekirina di milê derûnî ve. Destdirêjîkirina zilamê pergala sermayedar li her
derê xwe belav kiriye, çi li malê, li dibistanê, li cihê kar û xebatê, li
zindanan be.

Mirov dikare bêje ku
Erdogan resmen ji jin re dibêje : ‘Yan tu ê bi min re bimeşî, yan tu ê gefên
pîs bixwî.’ Ya herî dijwar jî, jin li vê derê li hemberî hevdû tên bikar anîn.
Bi vî awayî, Erodgan dixwaze gef li jina azad lê bide û heta ku henekên xwe jî
ser vê mijarê dike. Ango dixwaze bêje ku çiqas hesan ku jin ji bo armancên
zilam dikarin werin bikaranîn. Lê bizanibin ku jin bi hezaran salan di bin
serweriya zilam mayê û li hemberî vê tekoşînekî dijwar pêwîst dike. Çiqas jî ev
polîtîkaya wî dijwar be jî, çiqas jî xwe bi tundî belav bike jî, jin ew ê her
li beramberî vê yekê têbikoşin. Pratîka ku Erdogan bi jin re dimeşîne, deşifre
bûye, ew nikare bixapîne – çiqas jî ew dixwaze kirêtiyên xwe pîne bike. Dem
dema yekîtiya jin e !

Koçber Yıldız

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net
– www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html

Koçber YıldızNavenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanêwww.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net
– www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html

Etiketler: araştırmaarmancbikaraninbohedefenJijinkurdiKurdishkurdistanLekolinqirejTENTurkishTürkiyeU
Önceki yazı

Xerîb: PDK bi vê pratika xwe bi AKP’ê re siyasetek paralel dimeşîn e

Sonraki Haber

Geleceği Öldürmek

Benzer Haberler

PAJK: Em ê bi Zîlanbûnê Bigihêjin Serkeftinê
Jin

PAJK: Em ê bi Zîlanbûnê Bigihêjin Serkeftinê

30 June 2026
Keziya Jina Kurd, Kilîta Serkeftina Rojavayê Kurdistanê ye!
GOTAR

Keziya Jina Kurd, Kilîta Serkeftina Rojavayê Kurdistanê ye!

25 January 2026
YJA Star: Rêya Azadiyê Berxwedan e!
Jin

YJA Star: Rêya Azadiyê Berxwedan e!

22 January 2026
Sonraki Haber
Geleceği Öldürmek

Geleceği Öldürmek

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    587 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    568 Paylaşım
    Paylaş 227 Paylaş 142
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist