• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên GOTAR

Keziya Jina Kurd, Kilîta Serkeftina Rojavayê Kurdistanê ye!

Keziya jina Kurd yekbûna gelê her çar parçeyên Kurdistanê dike yek, dike yek gulî, heyanî zulfa dawiyê li hevdu dialîne.

Yayınlayan Lekolin
25 January 2026
Kategori: GOTAR, Jin
259 3
A A
Keziya Jina Kurd, Kilîta Serkeftina Rojavayê Kurdistanê ye!
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Keziya jina Kurd yekbûna gelê her çar parçeyên Kurdistanê dike yek, dike yek gulî, heyanî zulfa dawiyê li hevdu dialîne. Yekbûna gelan bi keziya jina Kurd bi hêz û bi hîm dibe, mezin dibe û dibe pira azadiyê ji her çar parçeyên Kurdistanê re. Ew pira ku îro jin û ciwanên Kurdistanî di dilê Rojavayê Kurdistanê de xist yek ruh û yek beden.

Keziya jina Kurd, jina Kurdistanî, jina cîhanî, ku xeleka azadiya jinên cîhanê bi hevdu re dineqişîne, dîrokê vedibêje, ji xwezayê heya heyvê, xelek bi xelek evînê li gerdûnê hembêz dike. Ji zarîfeyan, Besêyan, Leyleyan, Arînan, Avêstan, îro jî bi dehan Denîzan û bi milyonan bi ruhê van şervanên azadiyê ji herî dûr û herî nêz, xwedawend bi keziyên xwe naaletê li dijminê barbar tînin.

Ey Qatilê Kastîk! Bizane wê xew li we heram bibe, ew destê ku keziya firîşteya azadiyê birî, wê bibe volkan di dilê we de, bibe jehir di damarên xwîna xwinmijan de, bibe werîsê mirina tarî di stuyê we dehak û Enkîdoyan de. Di dîrokê  û ta roja îro de ji Medan, ta Hûriyan, ji Agirî ta Mihabadê, ji Helebçe ta Geliyê Zîlan, ji Rojava ta Rojhilat û ji Bakur ta Başûrê Kurdistanê hemû kujerên Kastîk hewldan Kurdan ji ser rûyê gerdûnê tune bikin lê belê, ew tune bûn. Ey qatilên Kastîk Çeteno! Ma hûn ê bikarin îro Kurdan tune bikin?! Nexêr, bê guman gelê ku ji hevdu re palpişt bin, yek dest, yek giyan û yek armanc bin tu kujer nikarin buhostekê jî nêz bibin.

Pêwîst e dunya hemû bizane û ji bîr neke ku Rêber Apo got: “Kurd êdî bûne xwebûn û Hebûn”, ma kî dikare êdî Kurdan bê deng bike? Ji bo vê jî îro bi vê germahiya ruhê Kurdan, ger Qatilên Kastîk keziyeke jina Kurd bibire, ger tiliya kurdekî/ê xwîn bike, ew ê di xewna xwe de dojeha bê dawî ya volkanî bibînin.

Rêber Apo, di manîfastoya Banga Aştî û Civaka Demokratîk de, rastiya Kujerê Kastîk ji dunyayê re dide nasîn. Her kesî/ê dipirsî gelo! Kujerê Kastîk kî ye? Vaye, Êdî pêwîst nake tu kes bipirse û lêkolîn bike ku Kujerê Kastîk kî ne. Vaye, îro hemû li Rojavayê Kurdistanê kom bûne û xwîna mirovahiyê vedixwin, serê mirovan qut dikin, zarokan qetil dikin, keziya jina Kurd dibirin û tecawiz dikin, laşê ciwanan parçe parçe dikin. Vaye, êdî her kes bi çavê xwe vê rastiya Kujerên Kastîk dibînin û şahidiyê jê re dikin. Lê belê, mixabin û bi hezaran car mixabin hîna dunya li beranberî van kujerên kastîk bê dengin û nizanin çawa wan biparêzin.

Ey Qatilên Kastîk! Em Kurd ji jiyana bi rûmet a azadiyê hez dikin, em aşiqên jiyaneke demokratîk in û di oxira wê de jî em fedayî ne. Ji bo vê dîroka Kurdan bixwînin û nas bikin, bizanin! Çawa ku xeyalê Iskenderê Mekdonî xwe gihandina tavê bû, lê dawiya dawî bi mêşekê mir û neghîşt xeyalên xwe, hûn ê jî dê mîna wî neghîjin Kelha Berxwedanê Kobanê û tevayî Rojavayê Kurdistanê. Ev xaka Kurdan a bi rûmet we vedireşîne û eger bi hezaran can ji bo vî welatî bibin canbexşan e, ew ê ev xak ji Qatilên Kastîk re bibe goristana tarî ya ku tu kes wê peyda neke.

Keziya jina Kurd wê bibe welatekî azad, kombûna her çar parçeyên Kurdistanê, bibe yekbûna gelê Kurd, wê bibe şoreşa dawî lê anîna zihniyeta desthilatdar û qirker. Her wiha wê ji zarokên di nava şer de bibe jiyaneke dilşad û azad. Keziya jina Kurd ji dîrokê ta roja îro wê bibe kilîta serkeftina Rojava û Tevayî Kurdistanê.

Zîn KOBANÊ

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: BerxwedanîKeziyên hunandîkurdistanQastîk KatilRêber APOROJAVAYêkbuna Kurd
Önceki yazı

YJA Star: Rêya Azadiyê Berxwedan e!

Sonraki Haber

Gendeliyên Di nav HTŞê de Eşkere Bun – NÛÇE TAYBET

Benzer Haberler

Rewşa Dawî ya Îranê û Pêşbîniyên Gengaz
GOTAR

Rewşa Dawî ya Îranê û Pêşbîniyên Gengaz

10 July 2026
PAJK: Em ê bi Zîlanbûnê Bigihêjin Serkeftinê
Jin

PAJK: Em ê bi Zîlanbûnê Bigihêjin Serkeftinê

30 June 2026
Qirker Dîsa Vedigerin Peravê…
GOTAR

Qirker Dîsa Vedigerin Peravê…

27 June 2026
Sonraki Haber
Gendeliyên Di nav HTŞê de Eşkere Bun – NÛÇE TAYBET

Gendeliyên Di nav HTŞê de Eşkere Bun - NÛÇE TAYBET

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    587 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    567 Paylaşım
    Paylaş 227 Paylaş 142
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

Andok: Em Qanûnek Yek alî Qebûl Nakin

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist