• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên GOTAR

Ji Berxwedanê Heta Serkeftinê: 14 Salên YPJ’ê

Mîrateya van jinên qehreman, ku jiyana xwe ji bo azadî û rûmeta gelan feda kirin, bûye çavkaniya avakirina civakeke azad, demokratîk û wekhev.

Yayınlayan Lekolin
3 April 2026
Kategori: GOTAR
242 18
A A
Ji Berxwedanê Heta Serkeftinê: 14 Salên YPJ’ê
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Di destpêka sala 2011an de li Rojhilata Navîn rojên bi tevger û serhildanê li Tunusê dest pê kir. Erebên ku mafên wan dihat binpêkirin, li dijî malbatên desthilatdar serî hildan. Ji vê serhildana Ereban a li dijî hikûmetên dîktator re Bihara Ereba/Bihara Gelan hat gotin.

BIHARA GELAN

Ev peyam daxwaza jiyaneke wekhev, bi rûmet û azad bû. Dirûşmeya “Nan, Azadî û Rûmet” ya ku li kolanên Tunisê bilind dibû, li Sûriyê jî bersiva xwe dît. Ji ber ku desthilatdar li her cihê erdnîgariyê xwediyê heman zihniyetê ne, tekoşîna li hemberî wan jî her çiqas carinan rengê xwe biguherîne, lê armanca wê tenê yek e: Azadiya civakan. Li  Bakûr û Rojhilatê  Sûriyeyê dirûşmaya gelan xwedî felsefeyeke firehtir û bilindtir bû jî lewra bi dirûşmeya JIN,JIYAN AZADÎ bilind bû.

AVABÛNA YXG-YPG

Desthilatdar bi hovîtiyeke mezin hewl didan ku daxwaz û çalakiyên gelan bêdeng bikin, lê li Sûriyê rewş gelek cuda bû. Ji ber ku Rêber Apo 20 salan xebatên amadekariya avakirina civakeke azad kiri bû. Ev ked di guherandina gelê Sûriyeyê de roleke diyarker lîst. Di pêşengtiya ciwanên Kurd de, ji bo ku civak xwe di her alî de ji pergala desthilatdar biparêze, biryara avakirina yekîneyan hate dayîn. Li ser vê seasê di sala 2011’an de li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, bi fikra civakeke demokratîk û azad, ciwanan bi navê Yekîneyên Xweparastina Gel (YXG) xwe rêxistin kirin. Di destpêka avakirina YXG de jinan jî cihê xwe girtin.

Her ku yekîneyan mezin dibûn, ciwanên herêmê pêl bi pêl ber xwe didan hezên YXG’ê. Ev bu sedem ku di sala 2012’an de YXG wekê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwe ji nûda rêxistin bike.

AVAKIRINA YPJ’Ê

Jinên Kurd ên  Rojava li hemû bajaran xwe rêxistin kiribûn û pêşengtiya şoreşê dikirin,  ji ber vê jî pêwistî hat ditin ku jin Artêşek ava bikin li ser vê bingehê di 2 Avrelê 2013’an de li bajarê Dêrîkê konferansa yekemîn hate li darxistin. 4’ê Nîsanê ji raya giştî re hate ragihandin. Konferansa yekemin bi armanca xwe ava kirin û rêxistin kirina jinan biryareke stratejik bû. Di vê konferansê de stratêjiya yekîneyên jinan xwe li ser xeta rizgariya jin a ji bo civakeke demokratîk, ekolojik û azadîxwaziya jin çawa were rêxistin kirin, hate şênber kirin. Jinên hemû pêkhateyên li Sûriyê bi xweseriya xwe cihê xwe di nav refên YPJ’ê de cîh girtin; YPJ tenê hêzekê parastina jinan nîne, lê hêza parastina hemû gel û welat e; di tekoşîna xwe de tu cudahî di navbera pêkhateyan nayê kirin; li hemberî zihniyeta baviksalarî tekoşîna azadî û wekheviya zayendan tê meşandin. Bi vê konferansê re, YPJ di 4’ê Avrêla 2013’an de bi fermî avakirina xwe îlan kir.

2’emîn Konferansa YPJ’ê di dîroka 1-2 Pûşber 2019’an de pêk anîn. Di vê konferansê de YPJ hemû rewşa xwe girte dest. Sal bi sal hejmara hêzên YPJê her diçe zêde dibu û rêxisitinkirina YPJê ji jinên cihanê re dibe îlhamek. Jin li her derê cîhanê tevlê YPJ’ê dibun û wekê hêza xwe didîtin/dibînîn.

Konferansa YPJ’ê ya 3’emîn di 30 Avrelê 2022an de hat lidar xistin. Di vê konferansê de rewşa heyî bi awayekî berfireh nirxand û encamnameya konferansê ji raya giştî re hate ragihandin.

BANDORA YPJ’Ê Lİ SER JİNÊN CÎHANÊ

Tekoşîna jinan ya li hemberî pergalên desthildar her demê bi rengên cûda xwe daye nîşandin. Jinên partizan di salên 1945’an de jî li hemberî faşîzma Hîtler û di salên 1970’yan de jî li hemberî faşîzma Franco ya li Ispanyayê  berxwedan. YPJ’ê jî bi şoreşa jinan a li Rojava re dîroka jinên kurd car din nivîsandin. Lehengiya şervanên YPJ’ê ya ku li Kobanê destpê kir û bi taybet jî weke hêzeke ku warê birdoziya rizgariya jinê de xwe rêxistin kir û heta niha jî bi heman awayî hîn xûrttir jî didome. YPJ’ê ji ber berxwedana xwe a heyî ji gelek jinên cîhanê jî pişgirî girt. Ji gelek welatan jin tevlî refên YPJê bûn û şehîd ketin. YPJ êdî ji bo hemû jînên Cîhanê bû modela jiyana ku  dihate xeyal kirin.

WARŞÎN HETA DENÎZAN

YPJ bû sembola tekoşîn, berxwedan û mîrateyekê ku di dîroka gelan û jinan de şopên xwe hiştiye. Jinên werek û dilsoz di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn navê xwe nivîsandin.

Mîrateya van jinên qehreman, ku jiyana xwe ji bo azadî û rûmeta gelan feda kirin, bûye çavkaniya avakirina civakeke azad, demokratîk û wekhev. Dilên wan, bi evîna welat û gelan dagirtî, heta dawiyê ji bo hebûna azad lê dan.

Navên şervan û fermandarên YPJ’ê yên di dilê hemû jinan de hatinê çandin wekê Warşîn Dêrik, Rûksen Efrîn, Sozdar Dêrik, Azadî Girgêlêgê, Berîvan, Silava, Arîn, Barîn, Rêvan, Sosin Bîrhat, Jiyan Tolhildan û Roj Xabûr, heta Toprak Denîzan ne.

Asmîn SENAR

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: 4ê NîsanêBerxwedanMîrateROJAVAŞoreşa JinYPJ
Önceki yazı

Şerê DYA-Îsraîl-Îran û Asta Krîtîk a Tirkiyeyê-JI EDÎTOR

Sonraki Haber

Piştperdeya Lûtkeya Sêalî ya li Şamê- NÛÇE ANALÎZ

Benzer Haberler

Rewşa Dawî ya Îranê û Pêşbîniyên Gengaz
GOTAR

Rewşa Dawî ya Îranê û Pêşbîniyên Gengaz

10 July 2026
Qirker Dîsa Vedigerin Peravê…
GOTAR

Qirker Dîsa Vedigerin Peravê…

27 June 2026
Di Civaka Kurd De Aqilê Civakbûyîn, Berhevkirina Siyasî û Lawaziyên Pêkhatî – 2
GOTAR

Di Civaka Kurd De Aqilê Civakbûyîn, Berhevkirina Siyasî û Lawaziyên Pêkhatî – 2

18 June 2026
Sonraki Haber
Piştperdeya Lûtkeya Sêalî ya li Şamê- NÛÇE ANALÎZ

Piştperdeya Lûtkeya Sêalî ya li Şamê- NÛÇE ANALÎZ

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    587 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    568 Paylaşım
    Paylaş 227 Paylaş 142
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist