• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên GOTAR

Dixwazin Projeya Kembera Erebî Veguhezînin Kembera Tirkitî

Dewleta Tirk a dagirker bicihkirina malbat û çeteyên Uygur, Tirkmenîstanî, Azerbeycanî, Şîşanî û hwd ên li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablûs û Ezazê dixwaze projeya Kembera Erebî ku ji aliyê desthiladariya Esad ve di sala 1966’an de dabû destpêkirin veguhezîne Kembera Tirkitî.

Yayınlayan Lekolin
23 April 2025
Kategori: GOTAR
259 3
A A
Dixwazin Projeya Kembera Erebî Veguhezînin Kembera Tirkitî
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Cara yekemîn di sala 1963‘an de Berpirsê Ewlekariya Siyasî (Emin El Siyasî) Mihemed Teleb Hîlal ve projeyeke nijadperestî ku hebûna Kurdan dike hedef pêşkeşê desthiladariya dewleta Sûriyê kir. Li ser vê esasî lêkolîna projeyê ya aliyê wê ya siyasî, civakî, aborî û netewî ve hate kirin di sala 1966’an de di Sêyemîn Kongreya Partiya Baas de hate gotibêjkirin û di encamê de jî biryara guhertina demografî ya ji herêma Cizîrê destpê bike hat girtin. Li gor biryarê xeta sînorê ya ku bi dirêjahiya 275 km ji rojhilatê Dêrikê heya rojavayê Serêkaniyê û bi kurahiyê ve jî 10-15 km pêk bê.

Armanca projeyê ewbû ku eşîr û malbatên ku li heremên hawirdora serxet û binxetê (Rojavayê Kurdistan û Bakurê Kurdistan) ji hev dur bikin an jî tevahî têkiliya wan ji hev qût bikin. Jixwe ji vê xetî re ku navê Xeta Deh lê hatibû kirin xwedî axeke bi bereket û dewlemend e. Ji bo ku malbat û eşîrên vê heremî ji hev qût bikin, bi hezaran malbatên Ereb ên ji gundewarên Helebê yên wek e Sifîrê, Meskenê heya Minbic û Tebqayê bi awayek organîzekirî kişandin vê heremî û bicihkirin. Dema vê yekî kirin jî hincetek jî jê re peydakirin. Cih û warên van malbatan ji ber ava bendava Firatê serde çûye û di bin av de mane. Ji bo vê jî rêjeya Ereb ên li Dêrikê sedî 12, Qamişlo sedî 12, Serêkaniyê 12 û ji sedî 6 jî ji Erebên Mexmûrî yên li Hesekê hate danîn. Pêkanîna vê projeyê ji sala 1974 heya 1976’an dirêj kir. Lê piştre ev proje bê ku fermî berdewam bike di bin navê çandiniyê de hin malbatên Ereb dem bi dem anîna heremê re berdewam kir.

Bêguman ev proje wilo bêalî nînbû, di heman demî de hin malbatên Kurd jî ji bo dûrê sînor bixin, li ser xeta Çiyayê Kezwana hatin bicihkirin û xwestin di hêla ziman û çandê de di nav pêkhateya Ereb de werin helandin. Di berdewamiya projeyê de ne tenê di hêla helandina çand û ziman de di heman demî de ji bo tundiya fizikî jî gelê herêma Cizîrê metirsiyekê bide avakirin gelên Ereb ên Mexmûrê ku wek e pêkhateyek di perwerdeya Partiya Baas de derbas bûne hatin biçekkirin. Ev yek kopiyek ji projeya ku bi Cihuyan didan kirin li ser sînorê başûrê Sûriyê hate avakirin. Ev yek tehdîtên tundwar hişt ku piraniya Kurdên vê heremî neçar bimînin dev ji cih û warê xwe berdin û ber bi heremên din ên Sûriyê wek e Şam, Heleb û hwd ve biçin.

Di dawiyê de armanca vê projeya nijadperest, encama hemahengiya navbêra îstîxbarata rejîma Sûrî ya Baasê û dewleta Tirk a dagirker de ji bo guhertineke demografî ya li herêma Cizîrê were kirin bû. Hêjayê gotinê ye ku aliyê Komara Tirkiyê ku serokatiya wê Mistefa Kemal Ataturk dikir, Plana Islah Şarq ku heman şêwazî li Bakurê Kurdistanê dabû destpêkirin ve bibû yek.

NIHA JÎ DI SÛRIYÊ DE KEMBERA TIRKÎTΠ

Niha jî li ser bingeha heman projeyê dewleta Tirk a dagirker bicihkirina malbat û çeteyên Uygur, Tirkmenîstanî, Azerbeycanî, Şîşanî û hwd ên li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablûs û Ezazê dixwaze projeya Kembera Erebî ku ji aliyê Partiya Baas ve di sala 1966’an de dabû destpêkirin veguhezîne Kembera Tirkitî. Di heman demê de hewil dide di rêya rûsipiyên Eşîrên Mexmurî yên ku li herêmên dagirkirî dimînin rêxistinbûnekî wan bidin avakirin da ku li hember Rêveberiya Xweser rabin û rojevê jî di nav civakê de bidin çêkirin. Ji xwe ev yek di rêya çeteyên girêdayî Tirkiyê ve tê kirin. Wek e hincet jî qaşo ‘wê Rêveberiya Xweser dest deyne ser mal û milkên mexmuriyan’ li herêmê û bi vê yekê dixwazin metirsiyekî di nav civakê de bidin çêkirin. Bi taybet ev mijar herî zêde piştî hilweşandina rejîma Sûrî rojevên bi vî rengî ya şerê taybet didin avakirin da ku gelê Ereb ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dûr bikevin.  Nêzî 60 salin di ser vê projeyê derbas bû û bi salan pêkhateyên herêmê li ser vê axê jiyan dikin, lê dewleta Tirk a dagirker careke din dixwaze di rêya rêxistina olperest a HTŞ û çeteyên pêve girêdayî vê projeyê temam bike anjî veguhezîne plana Kembera Tirkitî. Li ser vê bingehî rûsipiyên eşîrên vê heremî derbarê vê mijarê de tewcih dikin da ku projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk ku hemû civak, bawerî û pêkhateyan di nava xwe de dihewîne bi ser nekeve. Lewma dem bi dem bi mijarên wiha dixwazin gelê Ereb dijbertiya gelê Kurd bike û fitneyekî di nav pêkhateyan de bidin çêkirin. Lê heya niha ev kiryarên dewleta Tirk a dagirker bi ser neketiye û lê xeterî hêj jî berdewam dike.

Viyan TOLHILDAN

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: CERABLUSEfrinezazGirêspîKembera ErebanKembera TirkitîSamSerekaniyeŞîşanîSurîUygur
Önceki yazı

PDF’a Nexşeya Barergehên Veşartî Yê Dagirkeriya Tirk Ên Li Başûr

Sonraki Haber

Dewleta Tirk Pêvajoyên Agirbestê Wekî Amadekariyên Leşkerî Dibîne – DOSYA TAYBET

Benzer Haberler

Rewşa Dawî ya Îranê û Pêşbîniyên Gengaz
GOTAR

Rewşa Dawî ya Îranê û Pêşbîniyên Gengaz

10 July 2026
Qirker Dîsa Vedigerin Peravê…
GOTAR

Qirker Dîsa Vedigerin Peravê…

27 June 2026
Di Civaka Kurd De Aqilê Civakbûyîn, Berhevkirina Siyasî û Lawaziyên Pêkhatî – 2
GOTAR

Di Civaka Kurd De Aqilê Civakbûyîn, Berhevkirina Siyasî û Lawaziyên Pêkhatî – 2

18 June 2026
Sonraki Haber
Dewleta Tirk Pêvajoyên Agirbestê Wekî Amadekariyên Leşkerî Dibîne – DOSYA TAYBET

Dewleta Tirk Pêvajoyên Agirbestê Wekî Amadekariyên Leşkerî Dibîne - DOSYA TAYBET

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    587 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    568 Paylaşım
    Paylaş 227 Paylaş 142
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist