• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

Di Pêvajoyên Stratejîk de “Hêza Teorîk û Pratîk” – 1

Di hevdîtina İmraliyê ya 23’yê Cotmeha 2024’an de Rêber Apo ev peyam bi rêya Omer Ocalan dabû: “Tecrîd berdewam dike, şert çi dibin bila bibin hêza min a teorîk û pratîk heye ku ez vê pêvajoyê ji qada pevçûn û şîdetê veguherînim qada hiquk û siyasetê.”

Yayınlayan Lekolin
20 November 2024
Kategori: Analîz Siyasî, Rêze Nivîs
249 13
A A
Di Pêvajoyên Stratejîk de “Hêza Teorîk û Pratîk” – 1
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

“Tu kes bi qasî yê ku naxwaze bibîne kor nîne.” Îbn-î Sîna

Mirovên kor di nav tariyekî kur de jiyan dikin. Hestên wan çawane em bi temamî nizanin. Belkî em bikaribin bi wan re empatî bikin, lê sedî sed em nikarin wekî ku ew hêst dikin, hêst bikin. Dibe ku çavê wan nabîne lê dil û mêjiyê wan ji gelek tiştan re vekirîne. Hêst dikin, dibihîzin, difikirin, ji bo pêşerojê xeyalan çêdikin, dikarin wek herkesekî xebatên siyasî-civakî, perwerde,werzîş, karê hunerî, fikrî û hwd, bikin. Li derdora heryekî ji me, korên xwedî hêst û fikrên baş, kar û xebatên xwe dimeşînin hene. Hêst û refleksên wan ên jiyanê pir xurt in. Lome li wan nayê kirin.

Lome li wan kesên ku çavên wan hene û bûyerên li pêş çavê wan diqewimin nabînin tê kirin. Di heman demê de, yên ku çavên wan hene nabînin, yên ku guhên wan hene nabihîzin, yên mêjiyê wan heye û naxwazin fam bikin hene. Ji bo kesên wisa İbnî Sîna dibêje; “Tu kes bi qasî yê ku naxwaze bibîne kor nîne.”

Derfetên zêrîn li ber destê gelê Kurdistanê hene, lê îxaneta ku aqlê xwe bi aqlê dewleta dagirker ve girêdaye, çavê xwe bi çavê dewleta dagirker ve girêdaye nikare rastiyên li ber çavê xwe bibine û analîz bike. Ji ber vê yekî bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin nikarin bixwînin. PDK û yên pêve girêdayi li şûna ku bi dewletên dagirker re tevdigerin bi gele Kurd re tevbigerîna bêgûman rewşa Kurdistanê wê di qonaxeke cûdatir de bûya.

Rojhilata Navîn bi taybet di aliyê siyasî-leşkerî de, bi giştî di aliye jeostratejîk û jeopolitik de di nav guhertin û veguhertinên nû de ye. Ev rewşa nû, ji bo yên ku çavê wan heye û dibînin, yên ku guhên wan hene dibihîzîn, yên ku aqlê wan heye û dikarin analîz bikin derî û derfetên nû vedike. Yên xwedî ferasetên teng, di muhafazakarî û statukoya heyî de israr dikin, çavê xwe ji rastiyên diqewimin re digirin nikarin hebûna xwe biparêzin.

Wek tê zanîn di 7’ê Cotmeha 2023’yan de bi taybet ji bo Îsraîl û Filîstînê, bi giştî ji bo Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû dest pê kir. Ji wê rojê ve ye  aloziyên mezin li Rojhilata Navîn diqewimin.

KEVIRÊ GIRAN JI CIHÊ XWE LEQIYA!

Hevsengiya ku piştî şerê cîhanê yekemin li Rojhilata Navîn hatibû avakirin xera dibin. Herkesekî pêvajoya heyÎ bixwîne wê bibîne ku derfet û xeteriyên mezîn li ber deriyên wan hene. Kî bikaribe van derfet û xeteriyên heyi baş bixwîne, binirxîne û bi aqilane xwe amade bike û pêşwazî bike ew ê bi serbikevin.

Şert û mercên îro li Kurdistan û Rojhilata Navîn, dişibin şert û mercên Şerê Cihanê ya Yekemîn, 1914 û 1918’an. Di wê demî de Împaratoriya Osmanî hilweşiya, di pêşengtiya Brîtanya, Fransa û Rusya de herem ji nû ve hat dîzaynkirin. Her çiqas Rûsya piştî şoreşa 17’ê Cotmeha 1917’an xwe ji peymana Sykes-Pîcot vekişandibe jî, dîrokên piştî wê pêvajoyê bandora wî li ser welatên Rojhilata Navîn berdewam kir. Bi taybet li ser İranê. Di avabûn û hilweşandina Komara Mahabadê de rola Rusya (Sowyet) yê diyarkere û tê zanîn.

Di Şerê Cihanê Yekemîn de Rojhilata Navîn di navbera hêzên serdest, desthilatdar û dewletên dagirker de hate parvekirin. Gelek welatên ku îro hene wê demî bi peymana Sykes-Pîcot (1916) hatin avakirin. Qeyran-kaos, şer û pevçûnên ku niha li Rojhilata Navîn berdewam dikin encamên peymanên şerê cihanê yekemîn û peymanên li pişt wî hatine çêkirin in.

Di encama Şerê Cihanê ya Yekemîn de yên herî zêde wêran bûn, parçe bûn, ji mafê xwe yên bingehîn bêpar man gelê Kurd bû. Bi avabûna “netew-dewletên çêkirî” (Iraq, Tirkiye, Sûriye, Îran) hebûna gelê kurd ket bin metirsiya tunebûnê. Gelê Kurd di nav sînorên dewletên dagirker de bi qirkirinên mezin re rû bi rû hat hîştin. Li çar parçeyên Kurdistanê, çar dewletên dagirker xwestin hebûna Kurdan di nav “yek netewe” ya “homojen de” bihelînin.

Bi dehan salan li her çar parçeyê Kurdistanê li dijî dagirkerî û tunehesibandinê têkoşînên mezin hatin pêşxistin, gelê Kurd bi deh hezaran şehîd dan. Di encamê van têkoşînan de gelê Kurd hebûna xwe parast û di heman demê de îradeya xwe bi dagirkeran da qebûlkirin. Li Bakurê Kurdistanê têkoşîn berdewam dike, li Rojhilatê Kurdistanê dengê azadiyê her diçe bilindtir dibe. Li Rojava’yê Kurdistanê kurdan îradeya xwe xistin destê xwe. Li Başûrê Kurdistanê her çiqas taxrîbatên PDK û malbata Barzaniyan hebe jî gelê Kurd biryara azadiya xwe daye û li dijî îxanetê xwedî helweste.

(BEŞA 2: Nexşeya Rojhilata Navîn)

Hîwa AZAD

Etiketler: EmerikaFilistinİsrailkurdistanPDKRêber APORojhilata NavinRusyaŞerê Cîhanê yê SêyeminSurîTecridTirkî
Önceki yazı

MÎT Ji Idlibê Çeteyên DAIŞ’ê Dişîne Ewropayê-NÛÇE TAYBET

Sonraki Haber

Di Pêvajoyên Stratejik de ‘Hêza Teorîk û Pratîk’ -2

Benzer Haberler

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk
Analîz Siyasî

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

15 July 2026
Di Germahiya Tîrmehê De Azadî
Analîz Siyasî

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

14 July 2026
Manîfestoya Civaka Demokratîk a Komûnal – BEŞA 5
Perspektîfên Azadiyê

Manîfestoya Civaka Demokratîk a Komûnal – BEŞA 5

12 July 2026
Sonraki Haber
Di Pêvajoyên Stratejik de ‘Hêza Teorîk û Pratîk’ -2

Di Pêvajoyên Stratejik de ‘Hêza Teorîk û Pratîk’ -2

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    587 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    567 Paylaşım
    Paylaş 227 Paylaş 142
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

Andok: Em Qanûnek Yek alî Qebûl Nakin

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist