• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

Destpêka Plana TC a Îlhaqkirina Başûr: Sîxûrkirina Mixtarên Berwarî -NÛÇE TAYBET

NAVENDA NÛÇEYAN - PDK’ê dema ku rê li ber artêşa Tirk a dagirker û MÎT’ê vedike ku li Başûrê Kurdistanê bi awayekî azad tevbigerin, hewl dide ku zemîna plana dagirkirinê ya li herêma Berwarî bike ajan û heta dixwaze PDK’ê ji navberê derbixe û bi temamî bixwe ve girê bide.

Yayınlayan Lekolin
16 July 2024
Kategori: Nûçe
259 3
A A
Destpêka Plana TC a Îlhaqkirina Başûr: Sîxûrkirina Mixtarên Berwarî -NÛÇE TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Di çarçoveya qanûnên nû yên di çarçoveya “Plana Çokdayînê” ya di sala 2016’an de ji aliyê hikûmeta şer a  AKP-MHP’ê ve hatibû destpêkirin, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê bi hevdîtinên bi muxtarên gund û bajaran re polîtîkaya sîxurtiyê pêşxistin, hewl dide heman siyasetê li Başûrê Kurdistanê jî bimeşîne. Hate hînbûn ku ji bo pêkanîna vê polîtîkayê komeke taybet a ji berpirsiyarên heremî yên MÎT’ê pêk tê hatiye erkdarkirin. Hêjayî gotinê ye ku herêma Berwarî weke herêma pîlot a yekemîn a vê projeyê hat hilbijartin ku piranî sînorên Bakur û Başûrê Kurdistanê dike hedef.

BERPIRSIYARÊN PROJEYÊ  BERPIRSIYARÊN HEREMÎ YÊN MÎT’Ê SÎNAN UZE TAK Û ADIL UZERE HENE 

Bi taybetî di sala dawî ku lez dane pêkanîna vê projeyî, wek e berpirsiyar endamê MÎT’ê Sînan Uze Tak û Adil Uzere nin. Endamên MÎT’ê yên bi navê Cemal û Îsa jî wek e cigirên wan hatine erkdarkirin. Hat diyarkirin ku nûnerên PDK’ê yên herêmê jî ev demeke dirêje ji bo rê li pêşiya wan vekin destpêka hevdîtinên bi mixtar û kesayetên heremê re bi hev re pêkanîne û wan bi erkdarên projeyê re daye naskirin. Vê yekî jî di çerçoveya tenê berjewendiyên xwe yên heremî ya PDK’ê tên kirin.

YÊN HEVDÎTINÊN MÎT’Ê DIDA ÇÊKIRIN EWNÎ Û WALIYÊ DUHOKÊ TATAR BÛN

Hat zanîn ku yên ku bi salane dibin sedem ku MÎT û artêşa Tirk li herêmê bi hêsanî fealiyetên xwe bimeşînin û li dijî hêzên gerîla gelê herêmê razî bikin, Endamê Polîtburoya PDK’ê Elî Ewnî û Waliyê Dihokê Elî Tatar in. Hate hînbûn ku kesên ku endamên MÎT’ê bi taybet di van 2 salên dawî de gelek caran li herêma Behdînanê bi giregir û rêveberên herêma Behdînanê re hevdîtinan eyar kirine Ewnî û Tatar in.

Lê belê piştre tîma MÎT’ê ya ku di vê projeyê de berpirsyar bû, PDK’ê ji navberê derxist û bi taybetî li herêma Berwarî mixtarên ku ji mêj ve ji Bakurê Kurdistanê hatine bicih bûne, nasnameya du hemwelatî girtine re hevdîtinan kirine. Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên pêbawer girtin, berpirsiyarê heremî ya  MÎT’ê Sînan Uze Tak û ekîba pê re di hevdîtina bi muxtaran re ev tişt gotin: “Divê hûn jî mîna muxtarên Tirkiyeyê bi me re bixebitin. Tenê em dikarin we û herêma we biparêzin. Heke hûn alîkariyê bikin, em ê 400 $ jî fonê bidin we, lê em dikarin li gorî kalîteya agahiyên ku hûnê bidin me hûnê pereyek zêdetir jî bigirin. Hûn dizanin ku herêma we li derveyî hakimiyeta hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistana Federe ye. Em ê nehêlin tu kes zirarê bide we û tenê em dikarin we ji PKK’ê biparêzin. Em we ji hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Federe jî diparêzin. Bi her awayî nikarin zêde mudaxeleyî me bikin. Karê we di çarçoveya polîtîkaya ji holêrakirina PKK’ê de ye û hûn ê agahiyên derheqê kes an jî kesên alîkarî û lojîstîkê didin gerîlayan bidin me.”

LI HERÊMA BERWARIYÊ PEYAMA TAYBET: ‘HÛN BI XÊR HATIN TIRKIYÊ’

Hate hînbûn ku di çarçoveya projeyê de di dawiya sala 2023’an de li herêma Berwarî Îstasyona Xeta Telefonê ya Turkselê hat avakirin û piştre xetên Turksel û qevdeyên (bêtêl) ên destan li muxtar û kesayetên ku bi wan re hevdîtin hatiye kirin belav kirine. Li gorî vê yekê ji kesên ku xeta telefonê ya Turkselê vedikin peyameke taybet ku ji aliyê şîrketa Turkselê ve hatiye amadekirin a wek e “Hûn bi xêr hatin Tirkiyeyê” tê şandin. Ev yek jî asta îlhaqkirin û dagirkirina siyasî, leşkerî û îdarî ya Başûrê Kurdistanê ku PDK bi destê xwe pêşkeş kiriye radixe berçavan.

Di heman demê de, di çarçoveya projeyê de, bi serpereştiya hêzên pêşmerge yên ser bi PDKê ve, bi temamî li devera heta Garê ya devera Berwarî, bi dehan xalên kontrolê yên wesayîtan, navendên polîsan û qalekule (bircên kelehê) hatine çêkirin radestî dewleta Tirk a dagirker hatine kirin, dixwazin bi temamî Başûrê Kurdistanê îlhaq bikin.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: Başurê KurdistanBerwarîDagirkeriya TirkİlhakMITMuxtarParastinPDKSîxur
Önceki yazı

Dewleta Tirk Asê Ma! Çeteyên Roj li Herêma Metîna bi cih kir- NÛÇE TAYBET

Sonraki Haber

Vaye Navên Li Pişt Hewldana Kuştina Ekrem Salih Ev in! NÛÇE TAYBET

Benzer Haberler

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!
Nûçe

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

19 July 2026
Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ
Lêkolîn

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

16 July 2026
KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!
Nûçe

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

13 July 2026
Sonraki Haber
Vaye Navên Li Pişt Hewldana Kuştina Ekrem Salih Ev in! NÛÇE TAYBET

Vaye Navên Li Pişt Hewldana Kuştina Ekrem Salih Ev in! NÛÇE TAYBET

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    587 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    568 Paylaşım
    Paylaş 227 Paylaş 142
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist