• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

Çeteyên El Emşat li Efrînê Ji Nû Ve Çalak Dibin – NÛÇE TAYBET

EFRÎN - Desthilata HTŞ’ê, li Efrîna di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, çeteyên El Emşat ên ku digot tevlî artêşa giştî kirine, navendên xwe yên li Efrînê dîsa çalak dikin.

Yayınlayan Lekolin
25 June 2025
Kategori: Nûçe
252 3
A A
Çeteyên El Emşat li Efrînê Ji Nû Ve Çalak Dibin – NÛÇE TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Piştî hilweşîna rejîma Esed, HTŞ ku ketibû Efrînê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, ragihandibû ku wan koma çeteyan li herêmê belav kirine û tevlî artêşa giştî kirine. Lê berevajî vê yekê, koma çeteyên bi navê ‘Sultan Suleyman Şah’ ku wekî ‘El Emşat’ tê zanîn, li gelek deverên Efrînê hebûna xwe didomîne û bi hatina demsala zeytûnan re navendên xwe dîsa çalak kirine.

Li gorî agahiyên ku me wekî Lekolin.org bidest xistine, bi destpêkirina demsala zeytûnan re, di 11’ê Hezîrana 2025’an de, koma çeteyên El Emşat ku girêdayî dewleta Tirk a dagirker e, li navçeya Şiyê ya Efrînê 3 navendên xwe dîsa çalak kirine. Tê zanîn ku çeteyên El Emşat navendeke ku berê Posta Telefonê bû û kirine qerekola leşkerî, ligel navenda ewlehiyê û navenda îstîxbaratê ya li derdora wê, dîsa çalak kirine.

ZEYTÛNÊN GEL TÊN DESTSERKIRIN

Koma çeteyên El Emşat ku di bin serokatiya Mihemed El Casim Ebû Emşa de li navçeya Şiyê hebûna xwe didomîne, li hemberî gelê herêmê talan, dizî, revandin û îşkenceyên nemirovane didomîne, di heman demê de zeytûnên gel jî bi zorê têne desteserkirin.

Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên herêmê bidest xistine, zeytûnên gelê ku dest bi çinîna zeytûnan kirine, bi zorê têne desteserkirin û li navendên ku dîsa hatine çalakkirin têne komkirin.

Wekî tê zanîn, ji 20’ê Çileya 2018’an ve Efrîn ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, bi destê çeteyan qetlîam, talan, revandin û îşkenceyên nemirovane gihîştine lûtkeyê. Her sal bi destpêkirina demsala zeytûnan re, milkên gelê herêmê têne desteserkirin.

Di rapora Komîsyona Lêkolîna Navneteweyî ya Serbixwe ya Sûriyê ya Neteweyên Yekbûyî (BM) ku di sala 2020’an de hate weşandin, hatiye belge kirin ku li Sûriyê, bi taybetî li herêmên wekî Efrînê ku Kurd bi giranî lê dijîn, koma çeteyên di bin fermandariya Ebû Emşa de talan, dizî, destavêtin, revandin û hwd. sûcên şer encam dane. Tevî vê yekê, koma çeteyên ku di nav HTŞ’ê de hebûna xwe didomîne, sûcên şer ên nû li yên berê zêde dike.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: DesteserkirindiziEbu EmşaEfrinEl EmşathtşMITŞiyêZeytûn
Önceki yazı

Êrîşa li ser Dêra Şamê ji aliyê Endamên HTS ve hatiye kirin – NÛÇE TAYBET

Sonraki Haber

Teyisandinek Ji Rikberiya Hegemonîk a Cîhanî û Herêmî

Benzer Haberler

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!
Nûçe

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

19 July 2026
Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ
Lêkolîn

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

16 July 2026
KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!
Nûçe

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

13 July 2026
Sonraki Haber
Teyisandinek Ji Rikberiya Hegemonîk a Cîhanî û Herêmî

Teyisandinek Ji Rikberiya Hegemonîk a Cîhanî û Herêmî

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    587 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    568 Paylaşım
    Paylaş 227 Paylaş 142
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist