Proje ya ku di sala 1974’an de li Sûriyê hat sepandin û bi rasterast an jî bi nerasterast bandor li sed hezaran kesan kir, yek ji mijarên herî girîng ên gotûbêjên adaletê yên dema veguhestinê ye ku piştî rejîma Beşar Esad dest pê kir. Rapora ku ji aliyê Rêxistina Dad û Heqîqetê ji bo Suriyan (STJ) hatiye weşandin, dixwaze ku desteserkirinên axê, polîtîkayên bicîhbunê yê mecbûrî û nakokiyên milkî yên ku wan afirandine bi awayekî berfireh bêne gotûbêjkirin û mafên mexdûran bên parastin.
PROJE YA “KEMBERA EREB” ÇI BÛ?
Proje ya “Kembera Ereb”, yek ji polîtîkayên endezyariya demografîk ên herî berfireh ên ku beriya 2011’an li Sûriyê hatine sepandin tê dîtin. Tevî ku sepana fiîlî di 1974’an de dest pê kir, pêvajoya amadekariya projeyê li ser rêzikname û polîtîkayên dewletê yên ku deh sal berê vedigerin pêk tê.
Proje di 24’ê Hezîrana 1974’an de bi biryara hejmara 521 ya Fermandariya Herêmî ya Partiya Baasê bi awayekî fermî hatibû pêkanîn. Li gorî biryarê, bi hezaran malbatên Ereb ên ku ji ber avakirina Bendava Tebqayê ji cihên xwe bûbûn, li gundên nû yên li ser xeta sînor a Sûriye-Tirkîyeyê hatin bicihkirin. Ji ber ku ew ji gundên di bin avên Bendava Firatê de manhatin, ev malbat wekî “Erebên el-Gamr” (Erebên di bin avê de man) hatin binavkirin.
Di çarçoveya polîtîkaya bicihkirinê de li Hesekê li deverên ku nifûsa Kurd lê zêde bû, li hin deverên gundewarên Reqayê û li zeviyên çandiniyê yên fireh ên bakurê Helebê ax hatin desteserkirin û deverên iskana nû hatin afirandin.
DI ÇAR QONAXAN DE “KEMBERA EREB”
Li gorî rapor a STJ, proje di çar qonaxên bingehîn de hate teşegirtin:
Qonaxa amadekariyê (1931-1962): Pêşniyar û polîtîkayên fermî yên yekemîn ên ji bo guhertina avahiya demografîk a herêmên ser sînor ên ku nifûsa Kurd lê zêde bû hatin pêşxistin.
Qonaxa desteserkirina axê (1958-1973): Di çarçoveya Qanûna Reforma Axê ya hejmar 161 de zeviyên çandiniyê yên fireh hatin desteserkirin. Ji vê pêvajoyê xwediyên axê Kurd û hin xwediyên milk ên Suryanî û Ereb jî bandor bûn.
Qonaxa iskaniyê (1974-1980’î): Proje ya “Kembera Ereb” bi awayekî fiîlî dest bi sepandinê kir. Malbatên ku ji ber Bendava Firatê ji cihên xwe bûbûn, li gundên ku di çarçoveya projeyê de hatibûn avakirin hatin bicihkirin.
Qonaxa xurtkirinê: Bandorên polîtîkayê di dema Hafiz Esad de berdewam kirin û pirsgirêkên milkî û hemwelatiyê yên derketine piştî hilweşîna rejîmê jî nehatine çareserkirin.
XALÊN BERBIÇAV ÊN PROJEYÊ
Li gorî raporê, raman a guhertina avahiya demografîk a xeta sînor a ku nifûsa Kurd lê dijî heta salên 1930’î vedigere, lê sepana pergalî bi biryara hejmar 521 a sala 1974’an dest pê kir.
Lêkolîn nîşan dide ku beriya polîtîkaya bicihkirina nifûsê pêvajoyeke desteserkirina axê ya bi salan dom kiriye. Bi taybetî li herêma Cezîrê beşekî girîng a axên desteserkirî paşê ji eşîrên Ereb ên herêmî re an jî ji malbatên ku di çarçoveya projeyê de hatine bicihkirin re hatine veqetandin.
Proje ji Dêrikê dest pê dikir, di navbera Qamişlo, Serêkaniyê û Girê Spî re derbas dibû û li hin plansaziyan de jî heta Efrînê dihat firehkirin; xeta sînor a zêdetirî 300 kîlometreyî digirt. Li hin deveran firehiya kemberê digihîşt 10 heta 15 kîlometreyan.
Her çend gotara fermî projeyê li ser bingeha ewlehiyê diparêze jî, gelek lêkolînên dîrokî û raporên mafên mirovan vê pêkanînê wekî polîtîkayeke endezyariya demografîk dibînin ku armanc dike têkiliyên di navbera nifûsa Kurd a li Sûriyeyê û civakên li aliyê din ê sînor de qels bike.
GIRÊDANA BI SERJIMÊRIYA 1962’AN
Rapor destnîşan dike ku projeya “Kembera Ereb” nikare ji serjimêriya awarte ya 1962’an a ku li Hesekê deh hezaran Kurd ji hemwelatiyê hatine derxistin serbixwe were nirxandin.
Kesên ku ji hemwelatiyê hatine derxistin di qeydkirina milkên xwe, ispatkirina tapûyan û sûdwergirtina ji parastina hiqûqî de windahiyên mezin ên mafan dîtin. Li gorî raporê ev rewş bû yek ji hêmanên ku polîtîkayên desteserkirin û iskana paşerojê hêsantir kir.
HEMÛ NIŞTECÎHAN PIŞTGIRIYA NEDAN PROJEYÊ
Li gorî lêkolînên qada ku STJ berê weşandibû, ne hemû malbatên Ereb ên ku di çarçoveya projeyê de li herêmê hatibûn bicihkirin vê sepandinê wekî rewa dibînin. Hin malbatan nerehetiya xwe ya ji jiyana li ser axên ku dizanîn yên kesên din in anîn ziman.
SERDEMA VEGUHESTINÊ YEK JI MIJARÊN KRÎTÎK E
Li gorî raporê, polîtîkayên desteserkirin û bicîhbunê ku bi dehan salan dom kirine, nakokiyên milkî yên tevlihev ên heta roja me ya îro didomin afirandine. Li hemberî vê mîrasê rûbirûbûn di dema nû ya piştî rejîma Esad de wekî yek ji hêmanên bingehîn ên adaleta dema veguhestinê tê dîtin.
STJ dibêje ku dosyaya “Kembera Ereb” divê bi polîtîkayên serjimêriya 1962’an a awarte û derxistina ji hemwelatiyê re bi hev re were girtin û ev yek ji aliyê dewleta hiqûqê, hemwelatiya wekhev û lihevkirina neteweyî ve krîtîk e.
PÊŞNIYARÊN DI RAPORÊ DE DERKETINE PÊŞ
Rapor pêşniyar dike ku dosyaya “Kembera Ereb” bi lêpirsîneke serbixwe û berfireh di mekanîzmayên adaleta dema veguhestinê de bê girtin.
Li gorî vê, mafê mexdûran ê vegerandina milkên xwe an jî wergirtina tazmînata adilane divê were garantîkirin, binpêkirinên milkî bi awayekî hûrgilî werin belge kirin û komîsyoneke serbixwe ya ku ji hiqûqnas, lêkolîner û nûnerên civaka herêmî pêk tê were damezrandin.
Rapor her wiha pêşniyar dike ku nêzîkatiyeke nû li ser bingeha wekhevî û qedexekirina cudakariyê were pejirandin, encamên polîtîkayên cudakar ên di paşerojê de hatine sepandin bên çareserkirin û ji bo malbatên ku ji ber Bendava Firatê ji cihên xwe bûne lê di projeyê de wekî amûr hatine bikaranîn jî çareseriyên bicîhbuna alternatîf an tazmînatê bên pêşxistin.




