Çalakiyên leşkerî yên ku di hefteyên dawî de li Serêkaniyê û derdora wê têne dîtin nîşan didin ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî mîmariyeke ewlehiyê ya nû ava dike. Modernîzasyona pergalên radarê, zêdekirina firandina balafirên keşfê, veguhestina erkên krîtîk bo HTŞ û operasyonên paqijkirina mayînan, hem di hêla leşkerî û hem jî di hêla îstîxbaratî de nîşaneya ji nû ve avakirina dagirkeriyê ye.
Ev wêne nîşan dide ku her çend dewleta Tirk hebûna xwe ya leşkerî ya xuya li herêmê kêm dike jî, ew mekanîzmayeke kontrolê ya nedîtî û mayînde ava dike.
TEVGERIYA HEWAYÎ Û BEJAYÎ
Di du hefteyên borî de, gelek balafirên bêmirov û bêpîlot ên dewleta Tirk li herêmê ji Serêkaniyê û Girê Spî ber bi Kobaniyê ve firînên zêde pêk anîn, di heman demê de Zirgan, Til Temir, Şikriya û gundên derdorê bi berdewamî geriyan. Piraniya firînan ji baregehên Enîq El Hawa, Dawûdiyê, Menax, Ezîziyê û El Saîd rabûn. Ev tevgeriya zêde nîşan dide ku herêm careke din di bin planên leşkerî de ye.
Ji aliyekî din ve, hêzên artêşa Tirk pergalên radarê li hemî baregehên li ser xeta rojhilat-başûr a Serêkaniyê tamîr kirin. Rêyên li ser xeta Dawûdiyê-Enîq El Hawa hatin girtin ku qada leşkerî berfireh kir. Tîmên paqijkirina mayînan ên girêdayî HTŞ’ê di bin navê paqijkirina mayînan de li kêleka artêşa Tirk li ser rêyên gundan operasyon pêk anîn. Ev yek piştrast dike ku HTŞ bûye beşek organîk a pergala dagirkeriyê.
BICÎHKIRINA NÛ YA MÎT’Ê
Operasyona ku li taxên Hewarna û Meheta hat kirin nîşan dide ku MÎT’ê noqteyên kontrolê yên bajêr ji nû ve organîze kiriye:
Li xaçerêya Mebeayê xalek kontrolê ya sabît hat danîn û qereqolek polîs a du odeyî ya piçûk hat avakirin. Li gorî agahiyan, komek ji 7 çeteyên çekdar û gelek wesayîtên zirxî li wir hatine bicihkirin. Ev model mînakek tîpîk a stratejiya MÎT’ê ya kontrolkirina bajêr bi rêya HTŞ û çeteyên herêmî ye.
STRATEJIYA DAGIRKIRINA NAYÊ DÎTIN A DEWLETA TIRK
Piştî dagirkirina Serêkaniyê di sala 2019’an de, dewleta Tirk wê ji herêmeke dagirkirina leşkerî ya klasîk vediguherîne herêmeke kontrolê ya bi teknolojiya îstîxbaratê. Çekên giran tên vekişandin, teknoloji dikeve navendê û radar, kamera, balafirên keşfê û pergalên çavdêriya elektronîkî tên xurtkirin. Dema ku hêza mirovî tê kêmkirin, milîsên herêmî erkên xeternak distînin. Ev rêbazek e ku lêçûna dagirkirinê kêm dike û di heman demê de mayîndetiya wê zêde dike.
Lê belê, rolên krîtîk jî ji HTŞ re hatine danîn. Piştî Peymana 29’ê Çile ya di navbera Hikûmeta Demkî ya Şamê û QSDê de, dewleta Tirk bi esasî HTŞ wekî hêzek wekîl li herêmê bikar tîne da ku ji zextê dûr bikeve.
Bi rêya kesên ku ji hêla MÎT’ê ve hatine erkdarkirin, endamên HTŞ wekî yên wisa têne pêşkêş kirin, erkên wekî berhevkirina îstîxbaratê, danîna mayînan, çavdêriya xetên pêşîn, zextê li ser nifûsa herêmî û eşîran û wergirtina endaman di bin navê “Artêşa Eşîran” de pêk tînin.
Rola HTŞ nîşan dide ku bermahiyên din ên neyekgirtî yên Artêşa Azad a Sûriyeyê (ASA), Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SNA) û DAIŞê di planên herêmî yên Tirkiyeyê de têne bikaranîn. Wekî din, hewldanên avakirina binesaziya demdirêj ji bo dagirkeriyê berdewam dikin. Avakirina avahiyên nû bi vîncên mobîl, avakirina daîmî ya xalên leşkerî û ji nû ve rêxistinkirina binesaziya sivîl ji bo pêdiviyên dagirkeriyê îspat dikin ku Serêkaniyê ne wekî herêmeke operasyona leşkerî ya demkurt, lê wekî herêmeke dagirkeriya demdirêj hatiye sêwirandin.
PÊVÇÛNÊN NAVXWEYÎ YA HTŞ’Ê Û HEVSENGIYÊN HEREMÎ
Ji aliyekî din ve, krîzên aborî, siyasî, îdarî û ewlehiyê yên li Sûriyeyê, bi taybet zextên DYA û Îsraîlê ji bo şerkirina li dijî hêzên Hizbullaha Lubnanê, bûne sedema derketina holê ya du aliyên sereke di nava HTŞ’ê de. Baskê alîgirê Tirkiyeyê li dijî planên herêmî yên DYA ye û dixwazin HTŞ tevlî planên dewleta Tirk a heremê bibin. Ew bawer dikin ku şerek li eniya Lubnanê dê HTŞ’ê qels bike.
Baskê din baskê alîgirê Amerîkayê ye: ew dixwaze HTŞ wekî aktorek herêmî xurt bibe û ji bo destpêkirina şerekî li dijî Hizbullahê li Lubnanê alîgir e.
Ev nakokî rasterast bandorê li rola rêxistinê li bakurê Sûriyeyê dike.
HEWLÊN TIJÎKIRINA ENDAMÊN DAIŞ’Ê NAVA VÊ VALAHIYÊ
Ji ber sedemên ku li jor hatine gotin, hewl tê dayîn ku ev valahî bi çeteyên DAIŞ’ê yên ku di her tim ji aliyê dewleta Tirk ve hatine amadekirin werin dagirtin. Rastiya ku sewqiyatek mezin a çekan ku HTŞ’ê dixwest di 6’ê Hezîranê de ji Sermedê bişîne Dêra Zorê ji aliyê komên çeteyên DAIŞ’ê ve hate rawestandin û her wiha komek çeteyên DAIŞ’ê di destpêka meha Hezîranê de ji Iraqê bi rêya Deriyê El-Welîd derbasî Sûriyeyê bûn, nîşan dide ku herêm careke din tê kişandin nav hevkêşeyek ewlehiyê ya ku ji hêla sêgoşeya DAIŞ-HTŞ-MÎT’ê ve hatî şekilkirin.
ENCAM: QONAXEKE NÛ YA DAGIRKIRINÊ LI SERÊKANÎYÊ
Hemû nîşane piştrast dikin ku dewleta Tirk li herêma dagirkirî ya li ser sînor, di serî de li Serêkaniyê, pergaleke dagirkeriyê ya bi tevahî rêxistinkirî û demdirêj ava kiriye ku deverên leşkerî, îstîxbaratî, civakî û demografîk dihewîne. Rola HTŞ’ê hem rûyê xuya û hem jî yê veşartî yê vê dagirkeriyê pêk tîne.
Heta ku Tirkiye ji herêmê venekişe, hemû encamên vê pêkhateyê dê li ser erdê berdewam bikin.
Firat ALÎ



