KURDÎ
No Result
View All Result
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Politik Analiz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Serbest Yazılar
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
KURDÎ
No Result
View All Result

KONGRA-GEL:Em Hêvî Dikin Ku Cejna Qurbanê Bibe Wesîla Aştiyê

by Lekolin
15 Mart 2020
in Kürdistan Tarihi ve Dili

16 Kasım 2010 Salı Saat 15:05

Em hêvî dikîn ku, ev cejn bibe wesîleya aştî û azadiyê.Dem dema xwedî derketina zimanê Kurdî ye.

Em hêvî dikîn ku, ev cejn bibe wesîleya aştî û azadiyê.Dem dema xwedî derketina zimanê Kurdî ye. Pêwîst dike ku Gelê Kurd di hemû qadên jiyanê de bi zimanê Kurdî jîyan bike û zimanê Kurdî bide jiyankirin.

Cejna Qurbanê, di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên azadiyê, li Gêrîlla û hemû xebatkarên şoreşê, li Gelê Kurdistanê û hemû alema İslamê pîroz be. Em hêvî dikin ku, ev cejn bibe wesîla aştî û azadiyê.

Her wiha peyama KONGRA-GEL wihaye:

Gelê me bi qurbanîyên mezin, bi tekoşîna hezaran şehîdan xwe gîhandin vê merhelê. Bi wesîla vê cejnê, em şehîdên xwe yên qehreman, bi minnet û hurmet wan bi bîrtînin. Emê her tim di şopa wan de bimeşin.

Gelê Kurdistanê cejna Qurbanê di demeke girîng de, di pêvajoya bêçalaktîyê de pêşwazî dike. Di vê merhelê de mijara bingehîn çareserîya pirsgirêka Kurde. Ji bo aştî û çareserîyê, Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadîya gelê Kurd firsetên pir mezin amade kirine.

Lê belê hikumeta AKP’ê di vê pêvajoya dîrokî de kelema herî mezine. Jiber vê yekê, di vê cejna pîroz de sîyasetmedar û nûnerên gelê Kurd di zindanê de ne. Jiber vê yekê, zimanê Kurdî ji aliyê dadgeha Tirk wek zimanekî ne diyar tê navkirin û parastina bi zimanê Kurdî nayê pejirandin. Helwesta dadgehê, helwesta hikumeta AKP’ê ye. Ev nêzîkatî ji gelê me re heqarete.

Ev rewşa li hemberî zimanê Kurdî, rastiya siyaseta AKP’ê pir vekirî diyar dike. Li hemberî vê rewşê pêwîste gelê me qiyametê rake. Bi taybet ew kurdên deng dane AKP’ê em dibêjin ku, êdî pêwîste vê rastiya AKP’ê bibînin û li hember wê helwest bigirin.

Li hemberî vê nijadperestîya dewleta Tirk û hikumeta AKP’ê, helwesta siyasetmedarên Kurd ya parastina bi zimanê Kurdî, em bi dil û can pîroz dikin. Zimanê me nasname û rûmeta gelê meye. Azadîya zimanê Kurdî, azadîya nasnama Kurda ye.

Li hemberî bêhurmetîya zimanê Kurdî em dibêjin “êdî bese . Dem dema xwedî derketina zimanê Kurdî ye. Pêwîst dike ku Gelê Kurd di hemû qadên jîyanê de bi zimanê Kurdî jîyan bike û zimanê Kurdî bide jiyankirin.

Bi munasebeta vê cejnê em carek din bang li gelê xwe dikin ku, li hember êrîş û bêhurmetîyên li ser zimanê Kurdî rawestin, yekîtiya xwe xurt bikin, xwedî li nirxên xwe derkevin, bi vî rengî cejna Qurbanê pêşwazî bikin.

Li ser vî bingehî em car din cejna Qurbanê li gelê Kurd û alema İslamê pîroz dikîn.-ANF

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistane

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Tags: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Previous Post

Kürdistan Halk İnisiyatifi Halkı Adliye Önlerine Çağırdı

Next Post

KÜRT ALEVİLER VE GERÇEKLER

Son Haberler

Kadın

Tanrıça Kültürüne Yüreğini ve Zihnini Dayayan Kürt Asıllı Hitit Kraliçesi Puduhepa

Din ve inançlarda ahlaki politik...

by Lekolin
13 Nisan 2021
1.8k
Kürdistan Tarihi ve Dili

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-15

Bu cemiyetler içerisinde en önemli...

by Lekolin
15 Mart 2020
1.9k
Kürdistan Tarihi ve Dili

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-14

Modernite, çokça iddia edildiği gibi...

by Lekolin
15 Mart 2020
1.7k
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et