23 Ocak 2012 Pazartesi Saat 15:25
Lî ser wê salê 66 sal derbas bûn. Ew sal kurt bû, lê tîje bû jî rojên xweş. Rojên ku hê jî jî bîra dîrokê neçûne. Yadîgarên wê salê dema lî ser wan rojan dîaxîvîn, hîm dîkenîn û hem jî dîgîrîn. Kena wan rojên nejbîrkîrî û gîrîya bîdawîhatîna wan rojên ku sanîye bî sanîye jî wan re bûne xatîre û bîranînên herî xweş.
Gelo ew rojên xweş çawa çêbûn û lî pey wê jî çîma ew rojên geş wîha zû ber bî tarîtîyê ve çûn?
Kurd berîya komarê
Berîya pêkhatîna komarê lî rojhîlatê Kurdîstanê jî mîna beşên dîn “hîşyarîya netewî dest pê kîrîbû. Ev hîşîyarî lî pey şoreş û serhîldanên: Kela Dîm-Dîm, Şêx Ubeydulahê Nehîrî, Şêx Mehmudê Berzencî, Sîmkoyê Şîkak, Şêx Seîdê Pîran, Seyîd Rîza Dêrsîmî û Şêx Ehmedê Barzan lî rojhîlatê Kurdîstanê jî kemîlîbû. Ev serhîldan lî pey çêbûna peymanên Sêver û Lozan germtîr bîbûn û sal bî sal dîjberîya lî dîjî sînorên destçêkîrî lî Kurdîstana mezîn berfîrehtîr dîbûn. Êdî Kurd gehîştîbûn wê bawerîyê ku dîvê bî serdemê re ew jî reng û rûyê bîzava xwe ya netewî bîguherînîn ku dî nava koma mîletên cîhanê da ew jî bîbîne xwedî welatekî serbîxwe.
Berîya pêkhatîna komara du komel an jî rêxîstînên sîyasî lî Rojhîlatê Kurdîstanê hebûn: Kesên weke Kerîm Yaho, Ezîz Zendî, Husên Fîruher(Zêrîngeran), Xefûr Mehmudîyan û Husên Mîkayîlî lî sala 1938’an da rêxîstînek lî jêr navê “ Komeley azadîxwazanî Kurdîstan lî Mehabadê ava kîrîbûn. Pîştre lî gor çavkanîyên Sovyetê vê rêxîstînê navê xwe guherîye û dî 16. 08. 1942’an da lî Mehabadê wek “Komeley Jîyanewey Kurd- J.K û bî awayekî berfîrehtîr dest bî çalakîyên sîyasî kîrîye. Endamên damezrîner ên J.Kê hemen endamên komela “azadîxwazanî Kurdîstanê bûn, lê vê carê endamên komîta bîrêveber zêdetîr bûn û kesên weke Ebdulrehman Zebîhî, Mîstefa Sûltanîyan, Qasîm Qadîrî Qazî, Elî Rêyhanî û kesên dîn jî tê de hebûn. Elbete tevaya van bîzavên sîyasî kêm-zêde dî bîn bandora serhîldana Sîmkoyê Şîkak da jî bîbûn xwedî hîşyarîyek netewî û dîxwestîn rêbaza wî bîdomînîn. Lî pey serhîldana Sîmkoyê Şîkak Kurd bîbûn xwedî cesaretekê û şexîsyeta wan ya tehqîrkîrî careke dîn bî kar û xebatên Sîmko re zîndî û kemîlî bû.
Roja 25. 08. 1941’an leşkerê Îngîlîzan jî Xaneqînê ber bî Kîrmaşan, Hemedan û Qezwînê hatîn û başûrê wîlayeta Xuzîstanê jî dagîr kîrîn, lê nehîştîn ku gel lî dîjî desthîlatdarîya dewleta navendî karekî bîke. Pîştre ew hêz jî Îlam heya Seqîzê ket rojhîlatê Kurdîstanê jî. Artêşa Sovyetê jî jî bajar û herêmên Maku, Xoy, Selmas, Urmîye, Şîno û Neqede bîgîre heya Mehabad, Mînyanduaw û Bukanê xîstîn bîn desthîlatdarîya xwe.
Sala 1941’an 30 kes jî serok êl û gîregîrên Kurda jî hêla rayedarên Sovyetê ve hatîn vexwedndîn. Qazî Mîhemed(1900-1947) bî kesên weke Hacî Baba Şêx Sîyadet, Mecîdxanî Mîrmukîrî, Reşîd Begê Herkî û gelek mezînên dîn yên Kurd re çûn paytexta komara Azerbaycanê Baku yê. Hîngî “Hayder Aktay berpîrsekî konsolosa Tîrkîyê lî ser vê banghîştînê nerazîbûna komara Tîrkîyê dabû xuyanîkîrîn. Ew gelekî jî peywendîyên Sovyet û Kurda dîtîrsîyan.
Lî pey serhîldana Sîmkoyê Şîkak ku Urmîye weke navendeke Kurdînyê lêhatîbû, êdî Mehabad bîbû navendeke bîzava azadîxwazîya Kurdên nîştîmanperwer lî Rojhîlatê Kurdîstanê.
Lî pey pêkhatîna konferansa Tehran dî 28. 11. 1943’an da serokkomarê Amerîka, serokwezîrê Îngîlîstanê û serokkomarê Sovyetê dî bîryarekê da dan dîyarkîrîn ku “ pîştî şerê cîhanî yê duyemîn şeş meh lî pey bîdawîbûna şer yê hêzên xwe jî Îranê ber bî paşve bîkîşînîn û serbîxweyî û azadîya wî welatî bî awayekî fêrmî bînasîn.
Lî ser esasê vê bîryarê pîştre sîyaseta Sovyetê ya pîştgîrkîrîna jî du komarên Kurdîstan û Azerbaycanê tê guherandîn. Tevî dayîna hînek hevkarîyên mîna radîo, alatên çapxanê û hînel hevkarîyên dîn ew mafên sîyasî-cîvakî yê du netewên Kurd û Azerî dîkene qûrabana berjewendîyên xwe yên sîyasî-aborî. Roja 03. 09. 1945’an fîrqeya demokrata Azarbayîcanê lî pey gelek cîvîn û xebata sîyasetmedarên Azerî lî Tebrêzê hate îlankîrîn û yekemîn kongîra xwe dî 02. 10. 1945’an da çêkîr. Caafer Pîşewerî wek sekreterê gîştî yê komîta navendîya fîrqê hate hîlbîjartîn.
Dî vê rûnsîhtînê da Qazî Mîhemed bersîveke wîha dîde wî: Gelê Kurd jî mîna gelê Azerbaycanê jî bo bî destxîstîna mafê xwe yê sîrûştî têdîkoşe. Pîştî vê cîvînê û lî pey vegera Qazî û hevalên wî roja 24. 10. 1945’an J.Kê cîhê xwe da Hîzbî Demokratî Kudîstan“. Damezîrandîna HDK bî beşdarbîna gelek kesayetî û sîyastemedarên Kurd bî yekemîn kongîrê re hate îlan kîrîn. Manîfestoya HDK lî ser esasê edalet, rastî û medenîyetê hate ragehandîn.
Jî mehên dawî yên sala 1945’an û pê de Sovyetê dest bî hevkarîya Kurd û Azerîyan kîr, lê ya eşkera ewe ku wan zêdetîr bîha dîdane hevkarîya fîrqa Azerbaycanê û bî awayekî wekhev lî wan û Kurda nenêrîne. Lê Pêşewa Qazî baş bî vê rastîyê hesîyabû ku tenê bîzaveke bîhêza gel dîkare hemû xwezîyên wan bî cîh bîne.
Pîrsgîrêkên du komaran
Baqîrof, Pîşewerî û rêberên dîn yên fîrqa demokrata Azerbaycanê hemû axa bakurê rojhîlatê Kurdîstanê, herêma Mûkîryîan heya dîgehe Nawşar û nêzî bajarê Hemedanê wek axa Azerbaycanê danîbîn. Jî bo vê armancê jî roja 10. 12. 1945’an dî vekîrîna parlmana Azebayîcanê da pênc endamên komîta navendîya HDKê deîwetkîrbûn ku lî parlmanê sondê bîxun ku yê dîlsozên hîkûmeta Azerbaycanê bîn. Dî wê merasîmê da Mîstefa Dawûdî lî hemberî parlmenterên Azerî sekînî û wîha got: Emê pîştgîrîya netewa Azerbaycanê bîdîn, lê sondê naxuyîn ku fîdayî û endamên hîkûmeta Azerbaycanê bîn… lî pey wê ew jî wê cîvînê derketîn û bêagehdarîya hîkûmeta Azerbaycanê jî Tebrêzê vegerîn Mehabadê. Lî Mehabadê bî şandîna nameyekê bo rayedarên komara Azerbaycanê ew agehdar kîrîn ku beşek jî Azerbaycanê nînîn û dîxwazîn serbîxwe bîn. Elbete komara Azerbaycan û Kurdîstanê bî temamî dî bernamên xwe da nedane dîyarkîrîn ka ew serbîxwe ne an jî dî çarçova axa Îranê da xwedî komareke otonomîn. Komara Azerbaycanê roja 12. 12. 1945 û komara Kurdîstan jî 22. 01. 1946’an pêk hatîn.
Îlana komara Kurdîstan
Mehabad wan salan bîbû dîlê bîzava azadîxwaza Kurd. Roja 15. 12. 1945’an bî teşwîqa çend kes jî enadmên HDK gel ket nava kuçe û kulanên bajar û ala Îranê lî ser hemû bînayên dewletî anîn xwarê. Pîştre lî du bajarên Neqede û Bukan jî karekî wîha çêbû. Roja 17. 12. 1945’an bî merasîmeke taybetî ku hezaran kes têda beşdar bîbûn ala Kurdîstanê lî cîhê ala Îranê hate bîlîndkîrîn. Rojnama Kurdîstana organa HDKê hîngî lî jêr navê“ helkîrdînî alay moqedesî Kurdîstan le Mehabad“ bî dîrêjî behsa wê roja gîrîng û taybetî dî dîroka Kurdîstanê da dîke.
Pîştre saet 08:00ê sîbeha roja 22. 01. 1946’an bî merasîmeke 20 hezar kesî lî qada Çîwar Çîra komara Kurdîstan hatîye ragehandîn ku dî wê merasîmê da Qazî wek serokkomarê Kurdîstanê û çend roj pîştre jî kabîna wezîrên komarê tê dîyarkîrîn.
Wê rojê gel xwe mîna wê bîlbîla ku bî hemû evîna xwe ber bî gulê ve bîçe, hîss kîrîye. Lî pey gotîna marşa netewî(Ey Reqîb) şaredarê Mehabadê nemîr Xenî Xusrewî bernama mêtînga wê rojê jî gel re xwend.
Pîştî xwendîna duayê jî hêla Mela Husên Mecdî, Pêşewa Qazî Mîhemed bî dengekî bîlînd dest bî axftîna xwe ya dîrokî kîr. Lî pey wî jî kesên weke Hacî Baba Şêx Sîyadet, Mîhemed Husên Xanê Sêyfî Qazî, Hejar Mukrîyanî, Hêmîn Mukrîyanî, Omerxanê Şîkak, Weyleme Seyadîyan, Xedîce Heyderî û çendîn kesên dîn jî lî ser komar û yekîtîya Kurdan axîvîn. Lê gotara pêşewa Qazî lî ser dîrok, erdnîgarî, serhîldan, serokên Kurd, feydên yekîtî û hevgîrtîna eşîretên Kurd û cîvaka Kurdîstanê her kes xîste bîn bandora xwe. Wê rojê ew wîha qêrîya bû:
„Ger welatekî we hebe, azadîyeke we hebe û ax û nîştîman ya we bîxwe be, hîngî hûn xwedî hemû tîhstekî ne. Hîm mal, hîm dewlet. Heya hûn hev negîrîn, sernakevîn. Zîlm û zordarîyê lî hev nekîn, çîmkî xwedê gelekî zû zalîman jî holê radîke. Hêvîdarîm vana jî bîr nekîn û Xwedê yê we bî ser dîjîmîn da bîser bêxe…“
Wê rojê wî berê xwe da cîwanên Kurd û jî wan re wîha got:“ Kurda dî jîyanê da pêwîstî bî sê tîştan heye: Xwendîn, perweda baş û fîdakarî…
Ew roj yek jî xweştîrîn rojên jîyana Kurda bû. Gelek kesan nekarî hêsîrên çavên xwe bîgîrîn û jî keyfa jî gelek kesa kîrîza dîl derbas kîrîn.
Gotarên hemû kesên beşdar dî roja îlankîrîna komara Kurdîstan da rojên pîştre dî rojnama „Kurdîstan“ da hatîne çapkîrîn.
Qazî wê rojê lî hemberî 20 hezar kesan sond xwarîbû ku dî xweşî û nexweşîyan da yê dî nava gelê xwe da bîmîne. Wî lî ser wê sondê canê xwe jî da, lê gel bî tenê nehîşt.
Lî pey wê roja pîroz şahîyên jî bo serxwebûna Kurdîstanê berdewam bûn:
Roja 23. 01. 1946 pêşmergên Kurdîstanê sonda wefadarîyê jî komar û pêşewa re xwarîn û rojek pîştre jî cejîneke mezîn jî bo pêşmergên komarê hate sazkîrîn. Wê rojê Hêmîn sahêîrê mîllî wîha qêrîyabû:
“ Rojî cejîn û şadîye têper bû rojî derd û xem
Hat şîne bayekî rehmet ray refand û bîrdî tem…
Roja 25. 01. 1946’an jî cejîneke taybetî lî çapxana Kurdîstanê hate çêkîrîn û nîvîskar û sîyasetmedrên Kurd têda amade bûn.
Roja 26’ê mehê “komela Yehûdîyan û “şîrketa Terqî Kurdîstan du cejînên dîn bîrêve bîrîn.
Kabîna Komara Kurdîstanê
Roja 02. 02.1946’an kabîna Komara Kurdîstanê bî awayê jêr hate ragehandîn:
Hacî Baba Şêx Sîyadet – Serokwezîr
Mîhemed Husênxanê Seyfê Qazî –Wezîrê Şer
Mîhemed Emîn Muînî – Wezîrê welat
Ehmed Îlahî – Wezîrê aborî
Kerîm Ehmedîn – Wezîrê post û telegîraf
Menaf Kerîmî – Wezîrê perwerdê
Sîdîq Heyderî – Wezîrê propagandê û ragehandînê
Hacî Mîstefa Dawûdî – Wezîrê kar
Mîhemed Welîzade – Wezîrê kîşt û kal
Îsmaîl Îlxanîzade – Wezîrê rê û ban
Seyîd Mîhemed Eyyûbîyan –
Wezîrê tendurîstîyê
Ebdulrehman Îlxanîzade –Wezîrê şîwîrmendîyê
Mela Husên Mecdî – Wezîrê Edlîyê
Dî 11 meh temenê komarê destkeft pîr bûn: Kurd xwedî çapxane, yasaya îdarî, lî ber çav gîrtîna mafê keç û jînan, sembolên neteweyî wek ala, çêbûna radyoyê, şandîna 60 xwendevanên Kurd bo Sovyetê, artêşa mîllî, sînema, şano, xwendîngeh, pîrtûkxana netewî, damezîrandîna yekîtîya jînan, rojname, kovar û gelek pîrtûk jî hatîne çapkîrîn.
Yekemîn hejmara rojnama Kurdîstan(organa fêrmîya a HDKê) roja 10. 01. 1946’an lî Mehabadê hate çapkîrîn û dî nava gel da belav bû. Wîha bû ku Kurd û Azerîyan êdî jî dewleta navendî re peyameke wîha dan:“ dev jî me berdîn û rê bîden em bîxwe mala xwe bîrêve bîbîn.“
Bî gîştî mîrov dîkare bêje ku hewladnên rayedarên Komara Kurdîstanê jî bo çêkîrna sîstemekî îdarî û demkorat bû ku ew bîngeha wê bî çanda Kurdewarî ve gîrêdayî bû. Bîhayekî gîran jî zîmanê Kurdî re hatîye dayîn û heta îmam cumê bajarê mehabadê Mela Husên Mecdî dev jî zîmanê Erebî berdaye û gotara roja înê tenê bî zîmanê Kurdî xwendîye. Hewrîha lî ser rênmonîyên Pêşewa Qazî pêwîst bû ku xutbên roja înê lî ser van xalên jêr bîn: xebat lî dîjî cehalet û nezanînê, rêzgîrtîna jî yasayên dînî, durîstkîrîna nexweşxane û malên tendurustîyê, çespandîna emnîyeyêtê, bajarvanîya Kurdîstanê ya dêrîn, bî xwe bawerî û gîrîngîdan bî karê pêşmergayetîyê, jîn dîvê dî cîvakê da çawa be, danîna baxçê zarokan, zanîyarî lî ser rêyên zanîstî jî bo pêşgîrîkîrîna jî nexweşîyan, bîhêzkîrîn rîha qehremanîyê, yekîtîya neteweyî, encama xîrapkarîyê û dehan babetên dîn.
Vê meselê gel wîsa bî komarê ve gîrêdayî kîrîbû ku Kurdan bî can û dîl pîştgîrîya komara xwe dîkîrîn.
Nîşanên demkoratîkbûnê
Lî Mehabadê tenê 60 malên Cîhûyan hebûn, lê ew jî mîna Kurdan xwedî hemû mafekî bûn. Herwîha jî wan re îzîn hate dayîn ku bî zîmanê Îbrî dersê bîxwînîn û xwedî hemû taybetmendîyên xwe yên netewî bîn. Jî ber wê jî Cîhûyên Mehabadê bî vê mînasîbetê cejîneke çêkîrîn ku rojek û şevekê berdewam bû û Qazî wek pêşewayê xwe naskîrîn.
Wan salan jîn dî cîvakê da xwedî mafên berçav nebûn, lê Qazî Mîhemed jînên Kurd teşwîq kîrîn ku ew jî xwedî yekîtîyeke xwe bîn. Jî ber wê jî berî her kesekî jî xanîma xwe Mîna xanîmê daxwazeke wîha kîr. Jînên bîrêveber dî yekîtîya jîyan da kesên weke: Kubra Ezîmî, Weyleme Seyadîyan, Îsmet Qazî, Merze Bîlezade, Seltenet Dawudzade, Şasultan Fetahî, Xedîce Baba Sorî, Îşret Ezîmî, Ferîde Zendî û çend kesên dîn.
Qewam Elseltene dîçe Sovyetê
Lî pey pêkhatîna du komaran, rayedarên Îranî jî bêtîr jî berê dîkevîn nava lîv û lebatê dîplomasî. Dî mehên destpêka sala 1946’an da Qewam Elseltene dîçe Sovyetê û bî wezîrê derve yê Sovyêtê Molotov re hevdîtînê çêdîke. Ew hêdî-hêdî behsa lîhev hatînan dîkîn û wîsa xuya dîke ku Sovyet yê Kurd û Azerîyan mîna morkên şetrencê dî lîstîkekê da bîkar bîne.
Jî roja 11. 03. 1946’an axaftîn lî ser bîryara vekîşana leşkerê Sovyetê lî Îranê ket rojeva du welatê Îran û Sovyetê. Lî hemberî vê rewşê Pîşewerî helwesteke tund da xuyanîkîrîn û jî Baqîrof û Stalîn re dest bî nîvîsandîna nameyên nerazîbûna jî vê sîyastê kîr. Ew carekê pîştî ku jî berpîrsekî Sovyetê dîbîhîze ku Baqîrof gotîye:“ dîvê komara Azerbaycanê bî hêza xwe ve pîştrast be û zêde lî benda hevkarîyên me nebe“ wîha dîbêje:“ Bî bîhîstîna vê gotînê bûyerên sala 1920an yên Gîlanê ketîn bîra mîn. wê demê jî dostên me yên şoreşger em xapandîn û kevneperestên wê demê jî hêdî-hêdî zexta xwe lî ser me zêde kîrîn û em jî holê rakîrîn. Hîngî tenê ew kes rîzgar bûn yên ku karîn ber bî welatên dîn ve koç bîkîn. Nîha jî dîsa ew rewş dubare dîbe…“
Bî vî awayî xuya bû ku du komarên Kurdîstan û Azerbaycanê ketîbûn nava du agîra û rojên nexweş hêdî- hêdî ber bî du welatên azad ve dîhatîn.
Roja 15. 04. 1946’an leşkerê Îranê hêrşî fîdayîyên Azerbaycanê lî Qezwîn kîr. Du roj pîştre jî ber bî „Sayînqela“ û „Tîkantepe“ hatîn û hêrîşî hêzên fîdayî kîrîn, lê vê carê leşkerê Azerbaycanê bersîva da wan û xîsareke mezîn lî artêşa Îranê da.
Lî pey van çalakîyên Îranê roja 23. 04. 1946’an peymana hevkarîyê dî navbera du komarê Kurdîstan û Azerbaycanê da hate îmzakîrîn. Naveroka heft xalên peymanê lî ser bîratî û dostanîya du netewan bû û bîryar hatîbû dayîn ku dî mercên dîjwar da ewê hevkarîya hev bîkîn. Dî madeya pênv a vê protukulê da wîha hatîye nîvîsandîn:“
Roja 18.04.1946’an heyetek jî berdevkên Azerî û Kurd bî serokatîya pîşewerî jî Tebrêzê çûne Tehranê.
Rojek pîştî çûyîna rayedarên Kurd û Azerî bo Tehranê yanî roja 19. 04. 1946’an dî enîya „Qarawa“ da hêza leşkerîya Îranê hêrîşeke gîran anî ser hêza Pêşmergên Kurdîstanê. Lê berxwedana Kurda bû sedem ku 80 leşkerên Îranî bêne kuştîn û 120 kes jî bî dîlî bîkevîne destê wan. Vê serkeftînê moraleke mezîn dî nava gel da belav kîr. Dî enîya „Serdeşt“ê da jî dîsa ew rastî şîkestê hatîn ku jî xeynî 30 kesan kuştî gelek dîl û çek jî ketîn destê Kurdan.
Pîştî şerê Qarawa, vê carê artêşa Îranê lî enîya „Seqîz“ dest bî hêrîşeke gîrantîr lî dîjî Kurda kîrîn. Vê carê lî pey sê hêrîşên gîran ew dîsa şîkestîn û 500 kes jî çekdarên wan hatîne kuştîn û 200 kes jî bîrîndar bûn. Du tank hatîn şewîtandîn û du fîrokek jî ketîn xwarê. Dî wî şerê han da tenê deh pêşmerge bîrîndar û du pêşmerge bî navên Mîhemed Axa û Xoşewî Xelîl Mîzorî jî hatîn şehîd kîrîn.
Serleşkerê Kurd Mîhemed Nanwazade jî roja 14. 06. 1946’an lî pey ketîna fîroka leşkerî cane xwe jî dest da.
Hevdîtînên sîyasî
Roja 26. 06. 1946’an Pêşewa lî ser vexwendîna Qewam Elseltene jî bo çareserkîrîna pîrsgîrêka Kurd bî çendîn kes jî mezînên Kurd û Azerî re çû Tehranê. Ew jî roja 16.07.1946’an bê encama hîç deskeftekê vegerî Mehabadê.
Dî hevpeyvînên ku rojnamên hîngî yê Tehranê bî Qazî re çêkîrbûn, sîyasetmedarên Îranî û gel bêtîr bî zanîyarî û rewşenbîrîya Qazî Mîhemed hesîyan.
Barzanî û komar
Lî pey şer û xebateke dîjwar şoreşa nemîr Şêx Ehmed Barzanî û Mîstefa Barzanî lî hemberî artêşa Îraqê rastî şîkestê hat.Lî pey wê şîkestê roja 11. 10. 1945’an Barzanî û gelek jî Kurdên başûrê Kurdîstanê bî rêya „Kêleşîn“ ketîn nava axa Rojhelatê Kurdîstanê. Hêza artêşa komarê bî hatîna Barzanîyan re xurtîtr bû ku hîngî hemû hêza wan ya leşkerî 12750 kes bû. Jî wê hêzê 2200 jî pêşmergên Barzanî bûn.
Rojên dawîya du komara
Roja 20. 10. 1946’an dî navbera Caafer Baqîrof û Pîşewerî da lî “Nexcewan ê hevdîtînek hate çêkîrîn. Wî dî wê hevdîtînê da îşare bî pêwîstîyên wan yê jî bo berxwedana lî hemberî Îranê kîr, lê Baqîrof carê çî sozên hevkarîyê nedan wî.
Roja 21. 11. 1946’an Qewam Elseltene da xuyakîrîn ku jî bo dabînkîrîna asayêş û aramîyê dî çaxê hîlbîjartînan da dî roja 07. 12. 1946’an da hêzên jandarma û asayêşê yê bîşîne hemû deverên Îranê û dî vê derbarê da ferqê naxe nava herêmên Îranê.
Artêşa Îranê saet 07:00ê sîbeha roja 04. 12. 1946’an hêrş kîre ser Azerbaycanê û saet 10:00ê wê rojê radyoya Tebrêzê xebera hêsrîşa artêşa Îranê belav kîr. Wê rojê balefîrên Îranî belavokek bî ser xelkê Tebrêz û herêmê da belav kîrîn û jî xelkê xwestîn ku rejîma komonîstî têk bîdîn. Êdî rejîma demkora an jî fîdayîyên Azerbaycanê ber bî hîlweşînê ve dîçû.
Dî rewşeke wîha da roja 04. 12. 1946’an balyozê Emerîka lî Tehranê ragehand ku Azerbaycan pareke jî axa Îranê û nîkare jî vê fam bîke ka çîma çûyna hêzên leşkerî lî herêmeke welat bo herêmeke dîn, Sovyetê dîtîrsîne .
Roja 10.12. 1946an Qewam telegrafek jî walîyê Azerbaycanê re şand û jê dawa kîr ku hêzên Azerbaycanê xwe teslîm bîkîn.
Xîyaneta Sovyetê
Xîyaneta Sovyetîstanê hîngî jî bîzavên azadîxwaz yên Kurdîstan û Azerbaycanê re eşkere bû ku dî nameya Stalîn ya jî Pîşewerî re wîha hatîbû nîvîsandîn:“ Qewam wek serokwezîrê Îranê, mafê şandîna hêzê bo her dereke Îranê heye û jî wan jî bo Tebrêzê. Jî ber vê jî berdewama bî berxwedana çekdarî, ne berjewendîye, ne pêwîste û ne jî çî sûda wê heye. Rabîgehînîn ku hûn jî bo teîmînkîrîna aramîyê dî çaxê hîlbîjartînê da, ne lî dîjî hatîna hêzên dewletê bo Azerbaycanê ne…“
Dî rewşeke wîha da hîm lî Tebrêz û hîm jî lî Mehabadê rêberên her du komaran dî halê şîwîr û çêkîrîna cîvînên navxweyî da ne. Roja 11. 12. 1946’an rêberên fîrqeya demokrata Azerbaycanê jî nîşkave dan dîyarkîrîn ku Pîşewerî û Padîgan wek rêberên fîrqê nemînîn. Sedem jî ew bû ku Pîşewerî lî dîjî xwe paşve kîşandîna hêzên Azerbaycanê lî hemberî hêzên leşkerê Îranê bû.
Dî rewşeke wîha da cesareta dîjberên her du komaran zêdetîr û paşvero û feodalên herêmê bî artêşa Îranê re dest bî qîrkîrîna fîdayîyên Azerî kîrîn. Lî Azerbaycanê dî çaxê çend rojan da hejmara kesên ku hatîne tîrbaran kîrîn gehîşte sêhezar kesan. Rêber û endamên parlmana Azerbaycanê hatîn kuştîn.
Rewşa Komara Kurdîstanê
Lî Kurdîstanê Pêşewa Qazî bî gel re dîkeve nava şîwîrê ka jî du rêyên şer û berxwedanê an jî ketîna artêşa Îranê bo nava sînorên komarê kîjanê hîlbîjêrîn. Dî şertên wîha hesas da general Mîstefa Barzanî hevdîtînekê bî Pêşewa Qazî re pêk tîne. Ew jî wî dîpîrse:“ dîxwazî çî bîkî?“ û ew jî dîbêje:“ dîxwazîm xwe fîda bîkîm ku xwîna xelkê Mehabadê neyê rojandîn. Ezê xwe teslîm bîkîm û heta bo karekî wîha mîn peywendî bî general Humayonî re jî kîrîye….“ Dî demeke wîha da wek Mîstefa Barzanî dîde dîyarkîrîn hêsîr jî çavên Pêşewa têne xwarê û dîsa jî Barzanî re wîha dîbêje:“ jî xeynî zîlamên xwe, pîşta xwe nede tîkesî. Mehabadê jî zû bîterkîne da ku lî vîra bî artêşa Îranê re nekevîne nava şer…“ Wî ev got û pîştre ala Kurdîstanê jî berîka xwe derxîst û da Barzanî û wîha got:“ ev remza Kurdîstanê ye, ez dîdeme te, bîla mîna emanetekî lî cem te be, çîmkî ez dî wê bawerîyê da me ku tu yê jî herkesî baştîr parêzvanîyê jê bîkî….“
Lî pey derketîna hêza Barzanîyan jî Mehabadê artêşa Îranê ket Mehabadê, lê berîya wê Qazî Mîhemed serleşker Humayonî hîşîyarkîrîbû ku ger bî rêya hînek eşîretên alîgîrê dewletê an jî artêşa xwe bîxwaze ya ku lî Tebrêzê kîrîye lî Mehabdê jî bîkîn, ewê heya dîlopa xwîna xwe ya dawîyê şer û berxwedanê bîkîn. Jî bona wê jî komek jî mezîn û dewlemendên bajar: Mîrza Rehmet Şafîî, Mîhemed Husên Xanê Seyfî Qazî, Seyîd Elî Huseyînî û çend kesên dîn roja 14. 12. 1946’an jî bo pêşwazîya serleşker Humayonî çûne Mîyanduawê. Roja 16. 12. 1946’an Qazî Mîhemed wek serokkomar, Mîhemed Husênxanê Sêyfî Qazî û Hacî Baba Şêx Sîyadet peymana teslîmbûna Komara Kurdîstanê îmza kîrîn. Roja 17. 12. 1946’an artêşa Îranê bî serokatîya serheng Xefarî ketîn nava bajarê Mehabadê û duruîst salek pîştî bîlîndkîrîna ala Kurdîstanê careke dîn dewleta Îranê Kurdîstan dagîr kîr.
Nexweştîrîn roja serokkomar û Kurdên şoreeşger ew roj bû.
Lî pey wê jî Qazî Mîhemed û çendîn bîrêveberên dîn yên komarê lî Mehabad û Bukanê hatîne gîrtîn. Roja 06. 01. 1947’an mehkemekîrîna Pêşewa Qazî û hevalên wî dest pê kîr û ew bî 12 tawanên cûr bî cûr hate tawanbarkîrîn. Tawanên mîna: bazîrganîkîrîna petrolê bî Sovîyetê re, guherîna xerîta Îranê û cudakîrîna çar wîlayetên Urmîye, Kîrmaşahn, Îlam û Sîne jî îranê, hîlanîna ala Kurdîstanê bî nîşanên mîna das û çekuç, anîna bîyanîyan bo Îranê, îlana serxwebûna Kurdîstanê û hwd dan pal Pêşewa Qazî û hevalên wî. Lî pey mehkemekîrîna Qazî Mîhemed, Mîhemed Husên Sêyfê Qazî û Sedîrê Qazî ew her sê roja 31. 03. 1947’an lî qada Çîwar Çîra hatîn îdam kîrîn. Dî dadgehê da Pêşwa Qazî bî awayekî sîyasî û hîqûqî xwe û doza Kurdîstanê parast û hemû tawanên ku danbûn pal wan, red kîrîn. Gotînên pêşewa Qazî rayedarên artêşa dewleta şahê Îranê sosretgîrtî kîrîbûn û heta ew jî ketîbûn bîn bandora nêrîn û ramanên Qazî Mîhemed.
Roja îdma Pêşewa û hevalên wî Mehabad yek jî xemgîntîrîn bajarên cîhanê û ew roj jî Kurdan re yek jî nexweştîrîn rojên dîrokê bû.
Lî pey şehadeta Qazî û hevalên wî roja 06. 04. 1946’an Hamîd Mazoçî, Resûl Neqedeyî, Ebdulah Rewşenfîkîr û Mîhemed Nazîmî jî lî Mehabadê hatîne îdamkîrîn. Dî hemen rojê da lî bajarê Seqîz jî Şêx Emîn Esîedî, Hesenxanî Feyzulabegî, Elî Axa Cewanmerdî, Mîhemed Begê Feyzulabegî, Resûl Axa Mehmûdî, Ehmedxanê Faroqî(Salar), Ebdulah Xanê Metîn, Mîhemed Xanê Danîşwer, Elîxanê Fatîh, Şêx Emîn Esîedî û Ehmedxanê Şecîî hatîn îdam kîrîn. Elîbegê Şêrzad jî hemen rojê lî bajarê Bokanê hate îdamkîrîn.
Hejmarek jî wezîrên kabîna komkarê kesên weke Husên Fîruher, Menaf Kerîmî û wezîrên dîn berê dî dadgeha leşkerî da bî îdamê hatîn mehklumkîrîn, lê pîştre ketîn ber efûyê û çend sal şûnda hatîn berdan.
Jî 22. 01. 1946’an heya 17. 12. 1946’an ev bûn rojên xweş û nexweş yên Komara Kurdîstanê. Dî wî temenê kurt da gelek pêngavên baş hatîn avêtîn ku jîyana Kurda ya sîyasî-cîvakî jî derabasî qonaxeke nû bû.-Kakşar Oramar /Bruksel
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info