06 Mayıs 2012 Pazar Saat 15:03
Komalên Ciwan di 40’emîn salvegera darvekirina Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan de daxuyanîk da û ew bi bîranîn. Komalên Ciwan diyar kir ku ala Denîzan a ku beriya 40 salî bilind bibû îro li çiyayê Kurdistanê ba dibe.
Komalên Ciwan di daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Em pêşengên şoreşger ên salên 1968’an Denîş Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em wekî Rêxistina Ciwanên Apocî, di 40 saliya têkoşîna van şoreşgeran, bi rêzdarî, bi heyranî û bi hêza wane têkoşînê û wêrekiya wan ku tên naskirin, dişopînin. Em soz dikdin ku em ê heta dawiyê xwedî van nirxan derkevin û li dijî zordestiyê têkoşînê bilind bikin.
Komalên Ciwan bi bîr xist ku têkoşîna şoreşgerî ji bo bigihîje armanca xwe divê yekitiyeke gelan were avakirin û ev tişt hat gotin: “Îro ev yekitî ji hemû demê pêhtir ji bo gelên li Tirkiyeyê pêwîst e. Ji bo gelên Tirkiyeyê hebûna xwe bibarêzin û mafê xwe bi dest bixin divê li AKP’a ku ‘faşîzma kesk’ li ser gelan daye ferzkirin, têkoşîneke hevpar bê meşandin.
Komalên ciwan diyar kir ku bekî gelek kes li dijî desthilatdariyan bê deng bimîne û da zanîn ku ev ji bo ciwanan derbas nabe. Daxuyaniya ciwanan wiha domand: “Bi taybetî ji bo ciwanên kurd ên ku tu mafê wanên mirovî, civakî û her wext di binê komkujiyê de ne tu carî şanseyekî wanê wiha tune. Bila neyê ji bîrkirin ku ev celadên ku bi rûpoşên xwe yê sexte derketine hembêrî gel û gel di nava tirs û fikarê de dihêlin, ji derveyî helwesteke cala ne xwediyê tu tiştî ne.
Konalên Ciwan herî dawî diyar kir ku ev demek dirêje li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke dij mirovî tê meşandin û ev tişt got: “Dijmin bi têcrîda li ser Rêber Apo de, bi êrişên bê pêvan ên li dijî gerîlayan û bi girtin û binçavkirinan de jî dide xuyakirin ku hê gelek tiştên ku em bikin heye. Divê ciwanên Kurdistanê ji bîr neke ku ew pêşengê berxwedaneke xwedî bi şeref e. Ciwanên Kurdistanê xwedî kevneşopiyeke berxwedêr ku ji hêla Denîzan, Mahîran, Mazlûman û bi hezaran qehremanên hatiye destpêkirin e. Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê di her kêliyê de xwedî li vê kevneşopiyê derketiye. Dê îro şon ve jî derkeve û dê tu carî nehêle ev ala ku bi xwîna bi hezaran şehîdan hatiye xemilandin bikeve erdê. -Behdînan
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info