KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Polİtİk Analİz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
    • Serbest Yazılar
KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster

Kenê Hevalê Îlan

15 March 2020
Kategori: Makaleler
265 8
1.5k
GÖRÜNTÜLEME
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

19 Mart 2018 Pazartesi Saat 11:04

Li Tirkiyê pêşbirka faşîzmê heye

Erdoxan dibêje faşîstê mezin ez im û Dewlet Bahçelî dibêje, ya tu ji ku derketî? Heta niha hemû kesî behsa faşîstî, nemerdî, bêrûmetiya min dikir ma tu ji kuderê derketî qeşmer!? Xwedê bela xwe bide te êdî te wisa kiriye kes behsa min nake. Hemû kes tê û diçe behsa faşizim, nişatperestî, diktatorî û zayendperestiya te dikin.
Hele li vî zalimî binêrin cîhan li himberî xwe ker û lal kiriye. Ne dîn û ne jî îmana wî heye. Lê hemû rojan ew bi xwe behsa dîn û îmanê dike. Ji wî re ji dibêjin mirov, serok, misilman û evdê xwedê! Bila mirovahî hemû rabe û destê xwe dane ser wijdana xwe û bêje, ev ne mirov, ne serok û ne jî misilman e! Ma kesekî ku xwe bixe cihê xwedê, misilmantiya wî li ku dimîne? Her roj fermana mirin û qetilkirina jin û zarokên Kurdan dide. Ger tu tenê bikevî destê dayîkên Kurd wê te bi nînok û diranên xwe parçe parçe bikin. Dema em li dîrokê dinêrin bi qasî rojên qetilkirin û qirkirinê hene li himberî wê rojên serhildan û berxwedanê xwe bi cih kirine û her roja diçe hêjmara van rojên serhildan û berxwedanê zêde dibin.
Qedexe cil û bergek din li hiş û bîra mirovan dike. Mirov çendî qedexeyan guhdar bike ewqas kirasê bê nirxî û bê rûmetiyê li qirika mirovan dişide û mirov nikare henase bigire. Ji bo wê jî ger jinan qedexe û înkara faşist û dagirkeran guhdar kiriba ma wê jinan kariba henase bigire û bihêlin henase girtinê, ma wê çavên wê dîtiba berê xwe bide çeper û qadên têkoşîn û berxwedanê. Ronahiya dil û mejiyê Apo xwe li giyana hemû jinan pêçaye û wê ti qedexe û qanûn nikaribin wê ronahiyê vemirînin. Ger tu dixwazî ji mirovbûn, rûmet, keramet û hebûna xwe dûr bikevî wê demê fermo bila hemû qedexe li serê te kom bibin û bibe êsîr û miriyê qedexeyan. Ger bi qasî misqalekê jî wijdan û rûmet di mirov de hebe mirov tenê kêliyekê jî ji nirx û hebûna xwe tawîzan nade. Bila ti kes ne bêje jin û ciwanên Kurdistanê bêdeng in. Helbet tiştekî ew jî dihizirin heye û em ê di rojên pêşiya xwe de van teyîsîn û encaman bibînin. Em ê bersiva herî baş û rast di meydana pêxistana agirê Newrojê de bibînin. Mohleta wan heta agirê Newrozê pêxistin e, ji wê û şûnde ez bawer nakim ku ti hêz û qedexe bikare wan bide sekinandin. Tenê kêmek din em sebir bikin heta li lûtkeya çiyan agirê Newrozê pê dikeve. Bedelê wê çi dibe bila bibe jin û ciwanan nehiştine pêta agirê Newrozê bi qasî kêliyekê jî nizim bibe. Her ku çûye agirê Newrozê li hemû kolan, çeper û lûtkeyekê hatiye bilindkirin. Dema ku sebra me di ser de fûriya wê ti kes nikaribe pêşiya me bigire. Çarenûsa me ne Helepçe, 12’ê Adarê û gelek mînakên wek wê ne.
Ger roja îro li hemû welatan jin li ser piyanin ev hêz û vîna berxwedaniya Efrînê ye. Em dibînin hemû jinên ku navê têkoşîna jina Kurd bihîstiye xwedî li berxwedanî û vîna wê derdikeve û berxwedaniya wê berxwedaniya xwe dibîne. Ew jina ku navê têkoşîn û berxwedaniya jina Kurd û Efrînê bihîstiye bêyî ku ti astengî û qanûnên dewletên faşîst û dîktator guhdar bike berê xwe didin qadên serhildan û berxwedanê. Ger bi sedan jin ji nav her cûre bawerî, ziman, çand û axê derdikeve û berê xwe dide çeperên şer û berxwedanê hêvî û jiyanê dibîne. Agirê bedena Mazlûman xwe li dil û mejiyê Avesta û Barînan pêçaye û xwe digihînin kenê Îlan Dara. Ciwanên Kurd ne cil û bergan diyarî dayîka xwe dikin. Bi bedewiya giyana xwe çalakiyê diyarî pîrozî û wateya hebûna dayîka xwe dikin. Îro em di kesayetiya hevalê Îlan Dara de fêrbûn ku jin û ciwanên Kurd giyan û çalakiya xwe diyarî bedewiya dayîkan dikin. Bi fermana diyariya çalakiya hevalê Îlan Dara hat misogerkirin ku wê êdî Helepçe û komkujiya 12’ê Adarê li pêşerojên me zêde nebin. Wê ken û çalakiyên Îlan Dara, Avesta Xabûr û Barîn Kobanê bibe berxwedana bihara gelan. Bila dil û giyana we şad be ken û çalakiya we bû navê berxwedana gelên Kurdistanê.

Bihar Denîz

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Paylaş212Paylaş133
Önceki yazı

ENKS NEDEN KÜRTÇEYE VE EĞİTİMİNE KARŞI ÇIKIYOR?

Sonraki Haber

Hemû Direwan Bıkujın

Son HABERLER

Makaleler

14 Temmuz Direnişleri Özgür Bir Halk Yarattı

Yayınlayan Lêkolîn
13 July 2026
0
1.5k

12 Eylül faşizmi Kürdistan ve...

Daha fazla okuDetails

İran’daki Son Durum Ve Olası Gelişmeler

10 July 2026
1.5k

Kürtler Ne mi İstiyorlar?

28 June 2026
1.5k

Katliamcılar Sahile Geri Dönüyor…

27 June 2026
1.5k

Öne Çıkan Yazılar

  • MİT ve Parastin’ın Yeni Ajan Ağını Deşifre Ediyoruz!- ÖZEL HABER

    842 Paylaşım
    Paylaş 337 Paylaş 211
  • MİT’in İran İle İş birliği Ve Aşiretler Üzerindeki Planları- HABER ANALİZ

    562 Paylaşım
    Paylaş 225 Paylaş 141
  • Demirtaş: Önder Apo’nun İçinde Olmadığı Her Türlü Gelişmeyi Kuşkuyla Karşılarız

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Hazreti İbrahim’in Mirası, Kürtler, Yahudiler ve Ortadoğu’da Demokratik Barış Arayışı

    540 Paylaşım
    Paylaş 216 Paylaş 135
  • Emperyalist Komploya İlişkin Bazı Notlar

    12777 Paylaşım
    Paylaş 5111 Paylaş 3194

KCK: Rojava Halkımız Kazanımlarını Rêber Apo Çizgisinde Koruyup Geliştirmesini Bilecektir!

19 Temmuz Devrimi: Bir Halkın Hafızası, Kazanımları ve Geleceğe Dair Dersler

Demirtaş: Önder Apo’nun İçinde Olmadığı Her Türlü Gelişmeyi Kuşkuyla Karşılarız

Kalkan: Barışın Kilit Noktası İmralı, Siyasetin Önü Açılmalı

MİT’in İran İle İş birliği Ve Aşiretler Üzerindeki Planları- HABER ANALİZ

Hazreti İbrahim’in Mirası, Kürtler, Yahudiler ve Ortadoğu’da Demokratik Barış Arayışı

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç