10 Temmuz 2017 Pazartesi Saat 02:07
Pergala sermayedar û
azweriya serdestiyê jî ku ji berhemên zihniyeta zilamin, her ku diçe li van aloziyan zêde dike û hêzên
hejmonîk bi pêşbirka şîrketên çekirina çekan xwe amade dikin ji bo destpêkirina
fermî a şerê cîhanê ê seyemîn. Pergala sermayedaran ku xwe wekî pergala dawî û
muhteşem nîşan dide. Lê gor xûya dike nema dikare xwe bi van pazar û dolarên
zêde jî li ser piyan bigire. Xetimandinên ku îro di warê siyasî tên jiyîn yek
ji sedema xwe sermaya cihanî ku ji xetê derketiye û di destê hin tefeciyên şer
daye. Xetimandinekî kûr û veşartî di nava van hêzan û pergala wan ya global ku
roj bi roj milekî wê hildiweşe tê jiyan
kirin. Rêbazên qirêj û hovîtiya cihanî ya di vê pergalê tên ceribandin wekî
pençeşêr her ku diçe jiyan, xweza, civak û di serî de wan bi xwe jî dirizîne,
ji ber van sedeman cihan ber bi şer û
qeyranên hê kur ku her kêliya wê mirinê tîne birin. Civaka mirovan niha
bendoriyê vê nexweşiya ku weke kuna reş teqiya û îro pêl bi pêl belav dibe dijîn.
Gelo rewşa ku li Rojhilata Navîn tê jiyîn em dikarin ji vê siyaseta hêzên
hegemonîk û fînaskapîtala penceşêr bûyî qut bigrin dest!? Li ser axa
Mezopotamyayê şer û hovîtiya ku tê meşandin ji ber hirsa van hêzan ya
parvekirina vê axê bû. Bi dehezaran zarokên vê erdnigariyê di van şeran de
hatin kuştin, ji xwe çarenûsa 10 hizaran zarokên di bendavên Yunanê winda bûne
hê jî nediyare. Yê wan zarokan sibê ji bona kîjan şerê xwe yê qirêj bi kar
bînin ew jî nediyare. Gelo ev DAİŞ, El Nûsra, Taliban, Exwan Elmûslimîn van makîneyên şer ji kû tînin. Ya rast, her
kes baş dizane, lê 3 meymûnan dilîzin.
Di pêvajoyekî ku dehezaran jin û
zarok winda ne, milyonan mirov ji welat û axa xwe hatin koçber kirin û di
rewşên herî dijwar yê jiyanê de derbas dibin. Mirin, teqîn, serjêkirin hemû jî diyariya
Rojavayîyan ya projeya Rojhilata Navîna
mezin e, ku pêşkêşê parzemîna Rojhilata
Navîn kirine. Diyariya hêzên cihanî, hêzîn dadê û demokrasiya pêşketi ye! Qaşo vê re jî dibêjin mûdaxila mirovahi yê,
belê mûdaxilaya ji bo perçekirina Rojhilata Navîn, xwarina keka ku bi xwîn û
bedenên mirovan hatiye strandin. Diyariya demokrasiya Ewrûpa û Emerîka ya
sedsala 21. ji bona gelên Rojhilata Navîn ev bû. Weke ku bi xwe ne sedemê
bingehîn yê vî şerî ne, her roj bi riya medya û projeyên xwe yê mûdaxileyê behs
ji demokrasî, mafê mirov û mafê zarokan dikin!
Lê belê ev hemû şer û hovîtî tenê ji ber tirsa mezin
ya windakirina desthilatdariya dest xwe de birêve dibin. Ew tirsa ku bi hezaran
salin her veşartî maye, tirsa ji aşkarabûna
dîroka wan ya direwîn û çanda dizî û talanê ye. Dîroka desthilatdariya, ku bi
diziya nirxên Rojhilata Navîn xwe weke avakerê cihan û hebûnê nîşan didin her ku diçe maskeya rûyê wan dikeve. Her ku
proje û planek di milê van hêzan ve ji
bona Rojhilat Navîn tê darijandin di bin wê de, ya rast hewl didin ku li ser
hişê dîrokê bigrin û hegemonîbûna xwe biparêzin. Ev tirsa mezin ji dema ku zilamê desthilatdar
berhemên jin û çanda jin dayîkê bê bandor kir û nirxên Rojhilata Navîn diziye, heya
roja me ya îro bi awayekî dijwar tê jiyîn. Êrîşên ku ti zagon, exlaq nasnakin û
dûr ji wijdanin bi hezaran salin ku ser jinan tê bi rêvebirin, di encama
dijwarî û hovîtiya van şeran de, jin hate dîl xistin û jiyan, cihan heya gerdûn
ji jinan re kirin zindan. Jina ku dîl ket, xwe ji her tiştê ve vekişand û bê
deng bû, rê ji koledariya ku civak jî xist bin lepê xwe vekir. Ger niha jî nûnerên
heman hişmendiyê li Rojhilata Navîn di serî de jin dikin armanc, sedemê xwe ji
heman pergal û siyasete tê. Rojhilata navîn ku bûye navenda metîngeriya
hegemoniya cihanî û dewlet-netwan bi êrişa li ser jin û hovîtiya di serî de li
ser jin ceribandin xistin vê rewşê. Jinên ku hatin revandin, yê li ber medayayê
hatin perçe perçekirin, yên li bazaran tên firotin, yên ku ji bona nekevin deste
van hovan de xwe bi xwe kuştin. Belê, em li serdema 21. jiyan dikin, qaşo navê
vê sedemê serdema demokrasiyê bû. Qaşo Avrûpa û Emerîka dewletên pêşketî bûn û
ji bona rizgarkirina mirovan hatibûn herêmê. Raste, hatin û bi navê mudaxileyê ketin herêmê! Lê ne
ji bona çareserî û rizgariyê ji bona bazirganiyê li ser can û terme yên ku li
ser vê axê canê xwe dane.
Ji bona ku nirxên binerd û
bermahiyên ji şerê xwe yê xwînin ji gelê xwe re bibin û carekî din li rûpelên
dîrokê behs ji vê serkeftina xwe ya mezin bi navê demokrasiyê bikin!
Her ku mûdaxileya derve li herêmê
zêde dibe rêjeya zilm û qirkirinan zêdetir dibe. Di demên dawî de jî bi ketina
van hêzên demokrasiya sexte li herêma Rojhilata Navîn, êrîşên ser jin bi qatan dijwartir bûne.
Agahiyên rojane ên dawî nîşan didin ku tûndiya li ser jin tê kirin xwe bi her
aliyan ve girantir kiriye. Li Bakurê Kurdistanê, di 5 mehên davî yê 2017’an 75 jin bi destê
zilaman ve hatin qetil kirin. Ji ber aloziyên kûr di milê aboriyê û demografiyê
de 33 bûyerên xwekujî li başûrê Kurdistanê di nav mihekî de pêk hatine. Tenê di
miha borî li Rojhilatê Kurdistanê 160 jinan dawi li
jiyana xwe anin ! Tevî vê jî, bi leystokên qirêj pergala sermayedar
fuhuş di kolanên Nîsebîne û Amedê de bi darê zorê pêş dixîne û dike ku bi vê jî
vîna hêyî ya berxwedêr ya gel di şexsê jin de bişkênin. Aloziyên aborî, siyasî
û civakî ku tê jiyîn herê zêde jî li herêmê bûye sedem ku di van qadan de jin
tên perçiqandin. Bedenê jinan di bazaran de ji her demê zêdetir difiroşin. Hey adi
hin welatan de weke, Îran, Îraq, Efganistan, Misir, Lîbya di van 4 salan de 12
hezar keçen jêr temen 9 salî ji kesên ne diyar re hatine firotin, li pir ji van
welatan ji ber şerên dijwar û qeyrana aborî ji parçeyê bedenen jin wekî gûrçik,
dil tên firotin. Hin şaneyên tacirên van tiştin bi awayekî erzan wan gûrçik û
parçeyên din yê mirovan dibin li qadên weke Ewrûpa bi nirxekî pir mezin
difiroşin. Mirov gihiştine astekê ku ji ber bêçaretiyê bi xwe zarokê xwe taybet
jî yê keç didin van taciran. Ji xwe pir ji wan hema li cihê xwe de dimirin.
Em
dibînin ku her ku diçê şerê pergala sermayedaran zêdetir di şaxsê jinê de tê
meşandin. Çiqas aloziyên hêyî xwe kûrtir
bikin, ser jin de çûn ewê hîn xedartir be. Pergal bi kîjan rê û rêbazî vîna jin
ji kokê ve tine bike, di milê hêzên pişt perdeyê rojane tê plansaz kirin. Gelo
sibê, du sibê bi kîjan awayî, li kû dere, kengî carekî din ev pergala qirêj
destdirêjiya kîjan jinê bike ? Gelo ev pêvajoya hêyî ber bi kîjan riyê ve here
û jin li kû derê cihê xwe bigire ? Gelo têkoşîna jin di cîhanê çawa gav bavêje
û çawa li hemberî pergala sermayedaran
berteke çewa nîşan bide ? Ev mijareke ku pêwîste her jinek ji xwe pirs bike.
Yên ku dibin sesdemê van şeran bi navê jinan nikarin biryar bidin.
Di
civîna G20 li Hamburg mijarek bi navê rewşa jin tê diyarkirin. Ya rast yên ku
rewşa jin ber vê kanbaxiyê dibin ji xwe heman desthilatdarên li G20 ‘an de cih
digirin bi xwe ne. 18 rayedarên dewetên dethilatdar yê zilam kom bûne û dibên rewşa jin. Gor xûya dike
piştî vê kombûnê rewşeke hê xedar li benda jine. Xûdayên Modernîteya Kapîtalîzm
kombûne û behs ji çaresî dikin. Ya rast dema ku mijar dibe jin, em nikarin li bendê
bin şopdarên çanda Zeos, Mardokan derveyê derbeyên kujer diyariyekê bidin
jin. Ya rast mijara ku yê bê niqaş kirin
ewe ku, gelo bi bikaranîna jin çewa yê careke din pergala xwe li ser lingan
bigrin. Di pêvajoyekî wiha aloz de ku pergal dixwaze xwe ji nûve ava bike,
risteke din ji bona jin diyar bikin. Li beramberî vê, bertek û têkoşîna jin
girînge. Demeke wisaye ku, derketineke jin bi rihê ku 8’ê Adarê xûliqand
pêwîste. Careke din dixwazin jin bikin qûrbanên şerên xwe yê qirêj û peragala
ku bi xwîn û qirkirinan ava bûye bi jin ser lingan bigrin.
Dema
wê hatiye ku jin çarenûsa gelan û xwe diyar bikin, bi yek dengî ji van şeran re
bejin Na! Ev dema kaosa pergalê derfeteke wisa dide jin. Ya girîng di demeke
wisa de rabûna jinane. Di vê serdema xwînîn û bê ewle de jin ger bi yek dengî û
di nava yekitiyekê de rabin derfeta wê heye ku derbeke mezin li zihniyeta pişt
van şeran bidin û çekan bidin sekinendin.
Koçber
Yıldız
Navenda Lêkolînên
Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com –
www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com
-http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html
Koçber
YıldızNavenda Lêkolînên
Stratejîk a Kurdistanêwww.lekolin.com –
www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com
-http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html