• Latest
  • All
  • Haberler
  • Editörden
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Politik Analiz
  • Dizi Yazı

Ji KCK’ê Peyama Cejna Zimanê Kurdî

15 Mart 2020

Demokratik Toplum Sosyalizmi ve Öz Savunma

1 Temmuz 2025

Zilan’ın Fedailiği: Özgürlük Aşkının Manifestosu

30 Haziran 2025

Önder Apo’nun Manifestosu Ve Yaşanan Gelişmelere Etkisi

30 Haziran 2025

MİT ve HTŞ, Uyuşturucu Kaçakçılığında Baas Rejiminin İzinden Gidiyor!- HABER ANALİZ

28 Haziran 2025

Küresel ve Bölgesel Hegemonik Rekabetin Bir Yansıması

27 Haziran 2025

Emperyalist Savaşlar Ve Devrim İmkânları

26 Haziran 2025

Efrin’de El Emşat Çeteleri Yeniden Aktifleşiyor- ÖZEL HABER

25 Haziran 2025

‘Niyeti İyi Olan Bir Devlet, Kongre Sonrası İkinci Gün Komisyon Kurardı’

25 Haziran 2025

‘Doğu Kürdistan’da Alternatifi Olan Tek Güç PJAK’tır’

24 Haziran 2025

Şam’daki Kiliseye Yapılan Saldırı HTŞ Üyeleri Tarafından Yapıldı-ÖZEL HABER

23 Haziran 2025

Demokratik Ulusta Demokratik Komün Yaşamı

23 Haziran 2025

Yeni Ortadoğu’nun Kalıcı Kaos Düzeni ve Stratejinin Temel Ayakları

21 Haziran 2025
  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi
  • Anasayfa
No Result
View All Result
Home Bölümler Kürdistan Tarihi ve Dili

Ji KCK’ê Peyama Cejna Zimanê Kurdî

Lekolin by Lekolin
15 Mart 2020
in Kürdistan Tarihi ve Dili
Reading Time: 4 mins read
A A

14 Mayıs 2012 Pazartesi Saat 14:42

Serokatiya Koma Civakên Kurdistanê bi boneya 14-15-16’ê Gulanê Rojên Zimanê Kurdî peyamek weşand û Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.

Serokatiya Koma Civakên Kurdistanê bi boneya 14-15-16’ê Gulanê Rojên Zimanê Kurdî peyamek weşand û Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. KCK’ê got “Helwesta li hemberî asîmlasyona ku di çarçoveya stratejiyek mezin a zilmê de hatî pêkanîn, qirkirin û oto-asîmlasyonê, sekna neteweyî ya ji bo avakirina xweseriya demokratîk, ango Kurdistana azad e. Divê bi vê seknê rê li ber sazîbûna zimanê Kurdî bê vekirin .

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya 14-15-16’ê gulanê, Cejna Zimanên Kurdî daxuyaniyek da û diyar kir ku Kurdistan welatên herî kevin yê herêmê û cîhanê ye û got “Zimanê kurdî û hemû şîve û zaravayên wê jî zimanên kevin in. KCK’ê di daxuyaniyê de da zanîn ku ligel hemû polîtîkayên asîmîlayonê xwe heta îro aniye û cejn heq kiriye , bila Cejna Zimanê Kurdî li hemû gelêkurd pîroz be.

ROJA DAYÎKAN PÎROZ BE

KCK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Keda Rêber Apo ya ji bo zimanê kurdî zêde ye. Bila li Rêber Apo pîroz be. Her wiha em Ehmedê Xanî, Ehmedê Xanî, Melayê Cizirî, Feqê Teyran, Cîgerxwin, Osman Sebrî, Dildar, Feqî Huseyîn Sagniç, Musa Anter û Ferhat Kurtay wana jî bi bîr tînin. Em li ber şoreşgerên azadiya Kurdisatnê ku kedan wan ji bo ziman gelek zêdeye em bejna xwe ditewînin. Ji bo ku zimanê kurdî di dîrokê de neyê tunekirin, jinên kurd û dayikên şehîdan têkoşînek bê hempa dan. Em wan silav dikin. Em roja hemû dayikên şehîdan pîroz dikin. “

DEWLÊET JI BO ASÎMLEKIRINA KURDAN HER TIŞTÊ KIR

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Komara Tirk bi awayekî stratejîk hewl dide ku zimanê kurdî tune bike, û ji bo ku Kurdistanê ji dîrokê û mêjiyan paqij bike her tişt kiriye. KCK’ê got “Netew-dewleta tirk stratejiya xwe ya tunekirina kurdan, di çarçoveya Plana Islahat a Şarqê de, Aanûna Îskan a Mecbur û dadgehên Îstîklalê, ji bo qedexekirina ziman û çanda kurd hate avakirin. Ji bo ku hemû kurdan asîmîle bike û kurdan parçe bike çi ji destê wan hatiye kirine. Ji qedexekirinê bigirin, heta biçûkxistinê, ji hekartan bigire heta tunekirinê her tişt ceribandine. Di serî de jî i ser ziman û çandê kirine. Îro jî bi awayekî xayîn ev polîtîka mafê mirovan tune dike û hewl tê dayîn maf bi sînor bike.ev pêvajoya ku Plana Şark Islahatê dest pê kir, heta îro hemû ji bo tunekirina kurdan bû. Niha jî bi pergala 4+4+4 hewl didin ku hemû kurdan biqedînin. “

KESÊN LI HELEBÊ JIYANA XWE JI DEST DAN BI BÎR ANÎ

Di berdewamiya daxuyaniya KCK’ê de hate destnîşankirin ku bi avakirina komarê re ku fermana tunekirina kurdan dan, dixwazin ku sedemîn salvegera Komarê de kurdbûnê ji dîrokê paqij bikin. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Bi vî awayî em li bi rastiya AKP’ê ya nîjadperest û faşîst re rû bi rû ne. Tecrîda li ser Rêber Apo bûye îşkence. Operasyonên li hemberî siyasetmedarên kurd her diçe zêdetir dibe. Di 9’ê Gulanê de li Helebê 4 welatparêz ji aliyê şovenên ereb ve hatin qetilkirkin. Ev êrîşa ya çeteyane. Li her derê hewl didin ku statuya siyasî ya kurdan asteng bikin. Em wekî tevgera azadiya kurd kesên ku jiyana xwe ji dest dane Ehmed Koçer, Ehmet Reşîd, Erdal Ebdo û Emîne Diyabî bi bîr tînin. Em li vir dibêjin ku em ê dilsozê bîranîna wan bin.

KCK’ê got “Kurd li Bakûr, Başûr, Rojhilat, Rojava û metropolên Tirkiyeyê, hema bêje her roj li gel êrîşên nijadperest-faşîst, bi qirkirina çandî re rû bi rû dimînin. Lê hemû hewldanên faşîstên mêtînger û nijadperest pûç in. Stratejiya tunekirina Kurdan a sed salan a mêtîngeriya dewleta Tirk, di bin pêşengiya Rêber Apo de, ji aliyê gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê û Gerîlayên Azadiyê ve hatiye pûçkirin. Her çendî hikûmeta mêtînger a AKP’ê bi xwaze bi nivîsandina makeqanûna nû rewatiya xwe ya li Kurdistanê wenda kiriye, ji nû ve ava bike jî, ev yek êdî ne mimkun e. Gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya berxwedana neteweyî ya çil salan, hişmendiya neteweyî, hişyarî, rêxistinbûnî, serhildan, siyaset û hêza xwe ya gerîlayan a ku tu carê bin nakeve, nîşan daye dê bi biryardarî ji bo statuya xwe ya li herêmê li ber xwe bide.

KCK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser bandora sîstema perwerdehiyê û çapemeniya Tirk û bandora oto-asîmlasyonê ya li ser Kurdan û diyar kir ku divê Kurd li hemberî vê yekê baldar bin û li ser rawestin. KCK’ê got “Ji ber ku zimanek çiqas pêş bikeve, azad bibe, ew kesên ku bi wî zimanî jî diaxivin ewqas pêş dikevin û azad dibin.

AXAFTINABI KURDÎ PEYWIREK NETEWEYÎ YE

KCK’ê destnîşan kir ku divê bi boneya Hefteya Cejna Zimanê Kurd, hemû Kurdên li Kurdistanê û ji neçarî li derveyê welat dijîn, li cewhera xwe vegerin, serbilindî û kêfxweşiya xwe ya bi dîrok, çand û zimanê xwe bînin ziman. KCK’ê got “Helwesta li hemberî asîmlasyona k udi çarçoveya stratejiyek mezin a zilmê de hatî pêkanîn, qirkirin û oto-asîmlasyonê, sekna neteweyî ya ji bo avakirina xweseriya demokratîk, ango Kurdistana azad e. Divê bi vê seknê rê li ber sazîbûna zimanê Kurdî bê vekirin.

Bi vê boneyê di serî de jin û ciwan, em bang li hemû gelê me dikin ku bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin, vê yekê di 4’emîn Pêvajoya Statejîk de, yanî dema parastina hebûna xwe û pêkanîna azadiyê de, weke peywireke neteweyî û serbilindiyê bibînin. Divê hizirîna bi zimanê xwe yê zikmakî, pêkanîna zîhniyeta wê, axaftin, nivîsandin û xwendinê bi vî awayî were nirxandin. Bi vê hişmendiyê em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin, xwedî li ziman û çanda xwe derbikevin, li hemberî yên weke Bulent Arinç ku zimanê Kurdî kêm dibînin, aliyên faşîst û nijadperest, li hemberî kesên ku ji ber ciwanên Kurd bi Kurdî diaxivin an jî stran dibêjin êrîş dikin, hebûna xwe ya neteweyî û rûmeta xwe biparêzin û li ser vî esasî xwe bi rêxistin bikin û serhildanan pêş bixin. -Behdînan

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Tags: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Share210Tweet131
Previous Post

DUYURU…

Next Post

TÜRKİYE SURİYE’DE NE ARIYOR?

Lekolin

Lekolin

Next Post

TÜRKİYE SURİYE’DE NE ARIYOR?

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi
  • Anasayfa
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi