06 Ocak 2014 Pazartesi Saat 14:43
Ji ber kû Tirk bû û salên dirêj ji ber nivîsên xwe yên li ser mijara Kurd û Kurdistanê di zîndanên dewleta Tirk de girtî ma, berdêlên giran dabûn heskirin, rêz û destnedanek mezin ji civaka Kurd qezençkir. Bê gûman jî mafê wî bû kû wê heskirin, rêz û destnedanê qezenç bike. Dema kû birêz Beşîkçî li ser Kurd û Kurdistanê nivîs û pirtûk di nivîsîn kêm kesan di wêra di mala xwe de, li bin lihêfa xwe behsa Kurd û Kurdistanê bike. Tiştên bi nirx û heta pîroz kirin.
Lê pêwîste birêz Beşîkçî jî bizane, tiştê Îsmaîl Beşîkçî kiriye Beşîkçî, ew di qada navnetewî de dayî naskirin, bûye rêvekir ji bo her platformê bê vexwendin û nêrînên wî ciddî bên girtin hebûna, Kurd û Kurdistanê, hebûna Tevgera Azadiyê û birêz rêberê gelê Kurd Abdullah Öcalan’e. Eger ew nebana gelo wê Beşîkçî ev qas binav û deng bibûya? Ez nizanim, bila herkes bersiva xwe bide.
Birêz Îsmaîl Beşîkçî ji beriya çend rojan nivîsek bi sergotara ‘’Roboski-Goyiler’’ (Roboskê-Goyî) nivîsandiye. Divê nivîsa mijara gotinê de birêz Beşîkçî çendîn mijarên kû kesek nikare dengê xwe li hember derxe nivîsîne. Heta tiştên kû kes nikare rexne bike, heta pir kes piştgirya wî bike nivîsî bûn. Bi taybet nêrînên wî yên di derbarê zimanê Kurdî de pir keyfa min anîn. Destên wî saxbin.
Lê ev mijara zimanê Kurdî jî di nav de di çend xalande birêz Beşîkçî agahiyên şaş dane rayagiştî. Ji ber kû nivîs ya birêz Beşîkçî’ye gelek kesan jî ew agahî weke rastiyên misoger pejirandine. Wisa fêmkirine.
Ez dixwazim li vê derê li ser hinek ji wan xeletiyan rawestim.
Ya yekem di mijara ziman de birêz Beşîkçî dibêjê:’’pêwîste mirov rewşa Kurdan (li vê derê mebest Kurdên Bakûrin) û Filistîniyan bîne berhev. Gelo ji Erebên Filistînî yên bi zimanê Îbranî dixwînin û di nivîsin hene?’’
Armanca Beşikçî li vê derê tenê biçûkxistin û êrişkirina siyasetmedar û tevgera Azadiyê ya gelê Kurde. Ji ber kû bi deh salane zimanê Kurdî li Tirkiye û bakûrê Kurdistanê qedexeye. Lê ji sala damezirandina dewleta Îsraîlê bigirin heya niha qet carekê jî zimanê Erebî ne hatiye qexekirin. Li Îsraîl û Filistînê her kes bi şêweyek azad dikare bi Erebî bi axive. Li herêmên piraniya wana Yahûdî, perwerde bi zimanê Îbraniye û ji refa 7 heya refa 9 dersên bi zimanê Erebî jî tên dayîn. Herêmên kû piraniya wana Erebin, zimanê perwerdê Erebiye, ji refa 3.ve jî dersa îbranî neçariye. Divê mijarê de ji ber rewşa tê de jiyayî beramber kirina Kurdî û Erebî bê wijdaniye. Navek yê wê yê din nîne.
Ji ber vê sedemê bi vê pirsiyarê li gorî min yekane armanca Beşikçî tevlîhevkirina mejiyê civakêye. Ev tişte qet hêjayî Beşikçî nebû. Rexnên wî yên di derbarê zimande erê di cih debûn, lê rewşa Kurdiya bakûrê Kurdistanê û Erebiya Filistînê têde anîna berhev qestiyek tê de heye.
Ya duwem dema behsa herêma Goyan dike li wê derê jî dibêje:’’ Kurdên hestên wana yên netewî bihêzin. Lê ji ber pirsgirêkên xwe yên aborî cerdevantî pejirandine. Debara xwe bi qaçaxçîtiyê dikirin’’
Eger em şîroveyek giştî bînin mijarê Li bakûrê Kurdistanê ne tenê Goyî, gelek eşîretên din jî bûne cerdevan. Weke beşek ya Goyiyan niha hinek ji eşîretên din jî cerdevanin. Birêz Beşîkçî hem dibêje hestên wana yên netewî bi hêzin, hem jî dibêje cerdevanin. Dîsan dibêje debara xwe bi qaçaxçîtiyê dikin, lê ji ber pirsgirêkên xwe yên aborî bûne cerdevan. Her hevokek bi hevoka din re dinava nakokî û bê îstixrarek mezin daye. Yek peyv, peyva din nagire.
Na birêz Beşîkçî, kesên hestên wana yên netewî xurt û bi hêzbin ji birça bi mirin jî naçin li hember zarokên gelê xwe, zarokên xwe şer bikin. Wana ji bo peran na kujin û serên wana na firoşin dewleta dijmin û dagirker. Ne tenê ya eşîretekê, hestên netewî yên piraniya Kurdan heya bi hêz bûna PKK’ê lewazbûn. Ji ber nebûn û lewaziya hest û têgihiştina netewî eşîretên Kurd bûne cerdevan. Ji xwe li başûrê Kurdistanê jî bi heman şêweyî bûne caş (cehş).
Ya din jî dema debara xwe bi qaçaxçîtî, çandinî û terşdariyê bike çi pêwîstiya wî bi pereyê dewleta dagirker heye. Ji kerema xwe re ji cerdevaniyê re çi qilifên mafdar çênekin. Hûn kê di xapînin. Piraniya Kurdan ji zûve ev pêvajo derbazkiriye.
Ya sêyem birêz Beşîkçî dibêje:’’ li Başûrê Kurdistanê dahata ji petrolê tê bi destxistin li gel tê vegerandin (li gel tê xerc kirin). Li Enqere, Stenbol, Amed, Meletî û Parîs’ê xazok (parsek) hene, lê li Hewlêr, Silêmanî û Duhok’ê nînin.’’
Birêz Beşikçî tişta em dixwazin jî eve. Lê mixabin ne wisaye. Ev 20 sale em li başûr dijîn. Ev tiştên hûn dibêjin gotinên bê nirxin. Di jiyana rastî de beramberek yê wana nîne. Raste hûn hatin li başûrê Kurdistanê geriyan, we seredan kirin, madalya wergirtin. Lê biborin, hûn bi qasî me rewşa başûrê Kurdistanê nizanin. We dîtiye!… Em jiyanbûne, jiyan dibîn!…
Diyare we qet li amar (îstatîstîk), rapirs (anket) û lêkolînên li başûrê kurdistanê hatî kirin ne nêriye. We ne xwendine. Kesê ji we re ne gotine. Beşa herî mezin ya dahata petrola başûrê Kurdistanê diçe berîka rêveber û berpirsiyaran. Başûrê kurdistanê li ser asta cîhanê yek ji herêmên herî zêde gendelî (yolsuzluk)lê tê kirine. Qey hûn vê nizanin?. Yan hûn naxwazin bizanin?
Dîsan we behsa nebûna parsektiyê kiriye. Ji serî heya binî xelete. Ne li bakûrê Kurdistanê, ne li Tirkiye û ne jî li Parîsa kû we behskirî weke başûrê Kurdistanê parsek têde nînin. Hûn dizanin sedema wê jî çiye? Sedema wê xala yekeme, ango bi şêweyek mafdar û yeksan parvenekirina dahata petrola Kurdistanêye birêz Beşîkçî.
Ya çarem û dawî rexneyên birêz Beşikçî yên di derbarê Rêberê gelê Kurd birêz Abdullah Öcalan dane. Ev demek dirêje we tam kampanyayek ya reşkirinê li hember birêz Abdullah Öcalan û tevgera Azadiyê daye destpêkirin. We pêşniyar û rexne, tespîtên zanistî danane aliyekî, hûn tenê heqaret û reşkirinê dikin. Heta hûn bê rêziyek mezin li hember gelê Kurd, Rêberê gelê Kurd, Tevgera gelê Kurd û xwîna zarokên wana yên can û ciwan dikin.
Ji kerema xwe li vêderê rawestin. Bi zîhniyeta sed sala 20.an hûn dixwazin dewlet netewekê bi Kurdan bidin avakirin. Hûn di vê de jî bi israrinin. Hûn li pêyî xîyalek xavin. Tişta kû hûn nikarin bi pejirînin hilweşîn û têkçûna teoriya damezirandina dewleta netewe.
Fikrên birêz Beşîkçî yên di derbarê dewleta netew de, di şibin çîroka Melayê Meşûr. Dibêjin rojekê Mela û çend hevalên xwe li hev komdibin û pirsa temenê hev dikin. Her kes temenê xwe dibêje. Ji melayê Meşûr di pirsin, dibêjin: Mela temenê te çend? Dibêje: 45 sale. Piştî deh salan dîsan ji Mela di pirsin, dibêjin: Mela temenê te çend? Dîsan dibêje: 45 sal. Jêre dibêjin mane mela beriya 10 salan temenê te 45 sal bû ma çawa çêbû, qey temenê te nayê guhertin? Mela dibêje:’’ zilam carekê di axivin. Eger min gotibe ez 45 salim, wê demê xilas ez 45 salim.’’
Vêca vî camêrê Beşîkçî jî carekê gotiye pêwîste Kurd ji xwe re dewleteke netewî damezirînin, êdî nikare ji gotina xwe bê xwarê. Di nêrîna wî de eger dinya xirab bibe pêwîste Kurd dewletekê damezirînin. Ji berk û wî wisa xwestiye û wisa nivîsiye. Eger nebe, ewê vala derkeve. Birêz Beşîkçî jî baş dizane, xwîna îro li îraqê, Suriyê, Misrê, Efxanistan û hwd…tê rijandin berhemê dewletên netewiye. Dewletên netewî felaketa herî mezine kû hatiye serê mirovahiyê. Berhemên wê li holêne.
Vêca Rêberê gelê Kurd birêz ÖCALAN rêya we û gelek kes û derdorên din yên weke we biriye. Ew derfet û desthilat ji destên we derxistiye. Ez dibêjim dibin ev qas êrişkirina rêberê gelê Kurd birêz ÖCALAN de ev niyet di razê.
Erê birêz Beşîkçî raste we ji bo Kurd û Kurdistanê berdêlên giran dane. Lê ev wî mafî nade we kû, hûn di her firsetê de êrişî nirx û pîroziyên Kurdan bikin?
Na. Mamostayê hêja û birêz, ka lêbinêrin kîjan kes yan derdora kû êrişî rêberê gelê Kurd birêz ÖCALAN û tevgera Azadiyê kirî di dilê Kurdan de cihê xwe hiştiye? Kîjan êrişkarê vana qezenç kiriye?
Nînin û hûn nabînin jî.
Raste kesê madalya û doktorayên fexrî li ser dike û salonên xemilandî ne dane rêberê gelê Kurd Abdullah Öcalan û Tevgera Azadiyê. Lê gelê Kurd, zarok, ciwan, keç û kurên vî gelî canê xwe, malê xwe, xwîna xwe kirine madalyayên herî mezin, binirx û pîroz, li qadên şer û şoreşê, li kolanên Kurdistanê bi singê rêberê gelê Kurd û Tevgera Azadiyê vekirine. Bi bore, madalyayên me yên zêr yên em bidin te nînin kû tu pesnê me jî bidî.
Nızar Buldan / Tevn.org
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi
www.navendalekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info