26 Aralık 2010 Pazar Saat 13:19
Endamê Konseya Serokatiya Rêveber a KCK’Ê Cemîl Bayik derbarê nîqaşên ‘Xweseriya Demokratîk û daxuyaniyên rayedarên Tirk de daxuyaniyên girîng dan. Bayik diyar kir ku nîqaşên ku bên kirin divê ku bikeve di bin xizmeta çareserkirina pirsgirêka Kurd de. Ji bo vê, ez vê komxebatê baş dibînim û got “Tevgera Azadiya Kurd PKK, dixwaze pirsgirêka Kurd bi pêşnûmeya Xweseriya Demokratîk çareser bike. Herwiha Bayik bal kişand li ser biryara ‘du-zimanî’ ya BDP’ê û diyar kir Serfermandariya Tirk ji AKP’ê hêz girt, lewra gef li BDP’ê xwar.
Endamê Konseya Serokatiya Rêveber a KCK’Ê Cemîl Bayik derbarê nîqaşên ‘Xweseriya Demokratîk û daxuyaniyên rayedarên Tirk de daxuyaniyên girîng dan û got “Tevgera Azadiya Kurd PKK, dixwaze pirsgirêka Kurd bi pêşnûmeya Xweseriya Demokratîk çareser bike. Ji bo vê têkoşîn dike. Bi vê pêşnûmeyê jî dixwaze li Tirkiyeyê demokrasiyê pêş bixîne. Eger li ser bingehê xweseriya demokratîk pirsgirêka Kurd were çareserkirin, ev ne tenê li Kurdistanê civakek demokratîk pêş bixîne, li Tirkiyeyê jî civakek demokratîk derxine holê.
*Komxebata Xweseriya Demokratîk a ji aliyê KCD’ê ve li Amedê pêk hat, di çareserkirina pirskirêka Kurd de weke model çarçoveya Xweseriya Demokratîk hate diyarkirin. Vê komxebata ku ji gelek aliyên weke rewşênbîr, hunermend û nivîskar jî têvlîbûn, hûn vê komxebatê çawa dinirxînin?
-Li Amedê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) kom bû, nîqaş kir û gihîşt hinek encaman. Ev girîng e. Mîrov dikare bêje kongreyeke wisa dereng jî hatiye li darxistin. Ev civînana divê ku KCD ê hîn zêdetir pêş bixîne. Divê ku him aliyê Kurd him jî aliyê tirk tevlî van civînan bike. Çiqas tevlibûn çêbibe ewqas encamên baş wê derbikevin holê. Ji ber ku ev nîqaş li ser xweseriya demokrat çî ye? Divê ku çawa were fêmkirin? Mirov çawa dikare fêm bike? Pirsgirêka Kurd çawa li ser bingeha xweseriya demokratîk çareser bibe? Divê ku bersiva van pirsan bide. Ew dîtinên berovajî, çewt, nebaş û yên kêm divê hemû bi van nîqaşan ji holê werin rakirin. Nîqaşên ku bên kirin divê ku bikeve di bin xizmeta çareserkirina pirsgirêka Kurd de. Ji bo vê, ez vê komxebatê baş dibînim.
PKK DIXWAZE PIRSGIRÊKÊ BI XWESERIYA DEMOKRATÎK ÇARESER BIKE
Tê zanîn ku Tevgera Azadiya Kurd PKK, dixwaze pirsgirêka Kurd bi pêşnûmeya Xweseriya Demokratîk çareser bike. Ji bo vê têkoşîn dike. Bi vê pêşnûmeyê jî dixwaze li Tirkiyeyê demokrasiyê pêş bixîne. Eger li ser bingehê xweseriya demokratîk pirsgirêka Kurd were çareserkirin, ev ne tenê li Kurdistanê civakek demokratîk pêş bixîne, li Tirkiyeyê jî civakek demokratîk derxine holê. Ev di siyaseta Tirkiyeyê de jî demokratîkbûyîn pêş bixîne, di pergala komara Tirkiyeyê de jî guhartinan bide çêkirin. Li şûna dewleta olîgarşîk, dewletek demokratîk derxine holê. Pirsgirêka Kurd li ser bingeha xweseriya demokratîk çareserkirin, di komara Tirkiyeyê de demokratîkbûyîne pêşxistin, bandora xwe li ser Rojhilata Navîn jî bike. Rojhilata navîn jî xizmeta demokrasiyê bike. Ji bo vê pirgirêka Kurd bi riya xweseriya demokratîk çareserkirin, ne tenê pirgirêka Kurd çareser dike, li Rojhilata Navîn demokratîkbûyîne pêşdixine. Ev jî xizmeta mirovahiyê dike. Divê ku mirov wisa nêzîkî vê pirsgirêkê bibe.
Niha pirsgirêka Kurd dîrokî, civakî, siyasî û rojanê bi her alî ve çareseriyê dixwaze. Pirsgirêk gîhîştîye vê qonaxê. Divê ku ev pirsgirêk, bi pêşnûmeya xweseriya demokratîk çareser bibe. Berjewendiyê Kurd, tirk û hemû gelê heremê jî vê dixwaze. Li derveyê vê pirsgirêka Kurd çareserkirin ne rast e. A rast bi xweseriya demokratîk çareserkirin e. Niha Tevgera Azadiya Kurdistan ew bingeh û derfetana xuliqandiye. Gelê Kurd bi her awayê amade ye û li ser vê bingehê çareserkirina pirsgirêka Kurd jî dipejirîne. Di nav civaka Tirkiyeyê de, rewşenbîr, hunermend û nivîskaran de jî ev pêş ketiye. Bi giranî civaka Tirkiyeyê jî dixwaze pirsgirêk li ser vê bingehê çareser bibe. Yên ku ji vê re ne amadene dewlet e û hinek partiyên oligarşiyê bingeh werdigirin û israr dikine. Hin saziyên ku ji dewletê ve girêdayîne ew jî vê re ne amade ne. Ew di zîhniyeta berê a înkar û îmha de israr dikin. Lê, çiqas di vê de israr bikin jî ev zîhniyeta êdî di vir de nameşe. Li gorî vê zîhniyetê dixwazin li Kurdistanê de qirkirina siyasî, çandî, civakî, aborî û leşkerî pêş bixinin, diyar e ku êdî nikarin vê pêşxinin. Ji ber ku gelê Kurd de guhartinên gelek mezin çêbûn in. Gelê Kurd xwe mehkûmê azadiyê kiri ye. Dervê jiyana azad ti tiştî napejirîne û qebûl nake. Gelê Kurd dixwaze bi nasnameya xwe, xwe rê ve bibe. Li ser vê esasî xwe him rêxistin bike him jî bi nav bike. Gelê Kurd dixwaze bi zimanê xwe perwerdeya xwe bibîne, çanda xwe pêş bixe û bi çanda xwe bijî. Di nava pergalek demokratîk de xwe bi nav bike, xwediyê li nirxên xwe derkeve. Dixwaze di Kurdistanê de qedera xwe bixwe vebuhtin (tayîn) bike. Vê vebuhtinê di warê siyasî, civakî, aborî, çandî, dad, ekolojî û parastina cewherî rêxistin bike. Vê bi xweseriya demokratîk dixwaze pêk bîne. Ji bo ku bedelên hîn girantir neyên dayîn, divê ku pirsgirêk hîn zûtir werê çareserkirin. Di nav civaka Kurd de divê ku her Kurdek bi şeref yên ku li ser nasnama xwe azad dixwaze bijî, xwe rêxistin bike û rêve bibe, divê ku di bajaran de meclîsên gel pêşbixine û bi hêz bike. Divê ku derdorên wan bajaran çiqas nehye û gund hene meclîsên xwe avabikin. Li gundan bigire heyanî navçê û bajaran xwe rêxistin bikin. Di van meclîsan de vîna xwe derxînin holê. Bi vê Kongra Civaka Demokratîk bikaribe di warê siyasî de çareserî pêşbixîne. Vîna xwe xurt bike ku pirsgirêkê çareser bike.
DIVÊ HEMÛ KURD JI BO ÇARESERIYÊ NÊRÎNÊN XWE BÎNIN ZIMÊN
Ew civîna ku KCD ê Amedê li ser xweseriya demokratik darxist, nîqaşên ku li ser vê hîmê pêşketin, encamên ku derketin holê divê xizmeta çareseriyê bike. Ji bo destpêkê ev civîna baş e, lê divê ku hîn zêdetir kes çi Kurd û çi jî tirk dibe têvlî bike. Bi taybetî rewşenbîr, akademîsyên, hunermend, nivîskar û heta siyasetmedarê tirkan jî tevlî vê kongrê û nîqaşan bike. Hemû Kurd divê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd nêrîn û dîtinên xwe di kongrê de bi lêv bikin. Pêwiste yekbûna Kurdan di wir de pêşbikeve. Ew civîn xizmeta vê bike. Gelê Kurd yekîtiya xwe çiqas dê pêşxine û bi hêz bike, pêşnûmeya xwe ya çareseriyê gelê tirk, nivîskar, rewşênbîr, hunermend û siyasetmedarê wan bide fêmkirin û qebûlkirin, dê pirsgirêk hîn zûtir çareser bibe. Ev nêzikatî dikevin di bin xizmeta çareserkirina pirsgirêkê de. Li Tirkiyeyê guhartin di pergalê de jî dê bide çêkirin. Ew komxebata ku KCD ê li Amedê darxist, xizmeta demokrasiyê dike. Xweseriya demokratîk çiqas werê fêm kirin û pejirandina çaresrî jî ewqas zûtir pêşbikeve.
KURD AMADE NE PIRSGIRÊKÊ BI XWESERIYA DEMOKRATÎK ÇARESER BIKIN
*Pêşnûmeya xweseriya demokratîk ji aliyê gelê Kurd ve, ji niha ve bi coşeke mezin tê peşwazîkirin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek nîqaş jî bi xwe re anîn, di mijara xweseriya demokratîk de nîqaşên tên kirin divê mîrov çawa binirxîne?
-Niha gelê Kurd ji her alî ve ji bo ku pirsgirêka Kurd li ser esasê xweseriya demokratîk were çareserkirin amade ye. Û Xweseriya Demokratîk pejirandiye. Vê bi meşên xwe diyar kiriye, bi meşên xwe xwedî xweseriya demokratîk derketiye. Ji alî Kurdan ve ti pirsgirêk nîne, Kurd amade ne ku di warê siyasî û civakî de pirgirêka xwe bi riya xweseriya demokratîk çareser bikin. Yên ku nayên vê çareseriyê, yên ku vê napejirînin aliyê Tirkiyeyê ye. Kongra Civaka Demokratîk civîna ku pêşxist, divê ku hîn zêdetir rêve bibe ku ji bo aliyê Tirkiyeyê ji vê re amadeke. Dema ku mirov dişopîne, yên ku tevlî vê civînê bûne nêrînê wan de jî guhartin çêbûne. Xweseriya demokratîk hîn baştir fêm dikin. Ev çi dide diyarkirin, civînên wisa hîn zêdetir dê bêne pêşxistin. Divê tevlîbûn hîn xurtir be, bi taybet ji alî Tirkiyeyê ve ev çêbibe. Tevlîbûn çiqas çêbibin di nêrîn de guhartin jî ewqas di eksenê fêmkirinê de pêş bikevin. Ev jî wê xizmeta çareseriyê bike.
TENÊ NÎQAŞ NABE
Ev civîna nîqaş kir û hinek encam derxistin holê. Hîn civîn û nîqaş bidawî nebûne û berdewam dikin. Lê tenê nîqaş nabe, xweseriya demokratîk bi van nîqaşan divê ku were fêmkirin. Nîqaş û biryar divê li ser bingeha çareserkirina pirsgirêkê be. Nîqaşê ku çêbûn, biryar û encamên ku derketin holê, ji bo destpêkê berdewam bikin. Tu dinêrî yên ku rast nêzîkî dibe û vê baş dibînin hene, yên ku dixwazin baş fêm bikin hene. Ev kî ne, yên ku bi rastî dixwazin pirgirêka Kurd bê çareserkirin. Yên ku dixwazin li Tirkiyeyê û Kurdistanê demokratîkbûyîn pêş bikeve. Yên ku dixwazin rast nêzîkî pirgirêkê bibin, dixwazin di komara Tirkiyeyê de guhartin çêbibe, demokrasî pêş bikeve û jiyanek demokratîk bê avakiri. Kesên wisane. Lê yên ku naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe, di komara Tirkiyeyê de demokratîkbûyîn pêşbikeve, yên ku Tirkiyeyê heznakin, li ser şer rantê aborî û siyasî bidest xwedixine. Yên ku di fikrê şoven û faşîst de jiyan dikin, naxwazin xweseriya demokratîk fêmbikin. Bi zanebûn rê derxistin û berovajîkirinê pêş dixinin. Wisa dibêjin “ne dema van tiştan e, KCD’ê hin tiştan zû tîne rojevê. Bi vê jî nahêle ku pirsgirêk çareser bibe an jî wiha dibêjin “ KCD ê tiştên pir mezin dixwaze. Tiştên ku Tirkiye nikare qebûl bike. Nêvenga çêbûye sabote dikin. Bi van helwestên xwe nahêlin pirsgirêk çareser bibe.
DIXWAZIN HEMÛ KURDAN WEK TAWANBAR NÎŞAN BIDIN
Dîsa dixwazin KCD ê, PKK ê, Rêber APO weke gunehbar derxînin û tawanbar bikin. Hemû Kurdan tewanbar bikin. Bi zanebûn vê dikin. Ji ber ku hedef û armanca wan de pirsgirêka Kurd çareserkirin nîne. Di armanca wan de demokratîkirina Tirkiyeyê nîne. Dixwazin Tirkiye weke xwe bimîne û tunekirina Kurd berdewam bike. Hin kes vê pir bi vekirî tînin ziman, hin kes jî naynin ziman. Rêber Apo, PKK, KCD ê û gelê Kurd hemû dibêjin em dewlet naxwazin! Em parçebûnê naxwazin! Em dixwazin di nava sînorên Tirkiyeyê de pirsgirka Kurd bi riyên siyasî û demokratîk de bi aştiyane çareser bikin. Em dixwazin civakek, jiyanek, kesayetek azad ava bikin. Civakek exleqî û polîtîk bê avakirin. Em nasnamê xwe dixwazin, bi nasnama xwe bi nirxên xwe, xwe rêxistin bikin. Yên ku bi komara olîgarşî dijîn û îmhakirinê de israr dikin wisa dibêjin “ Kurd van tiştana dibêjin lê ev ne rast in, Kurd dewletê dixwazin. Dixwazin dewletê parçe bikin. Bi zanebûn vê propogande pêş dixînin. Naxwazin gelê tirk xweseriya demokratîk fêm bike. Fikrê şovenîst dixwazin, ew tovên ku li hemberî PKK ê û Kurdan di nava gelê tirk de hatiye çandin berdewam bike. Ji bo berjewendiyê xwe yên aborî û siyasî berdewam bikin wisa dikin. Hinek kes dibe ku xweseriya demokratîk fêm nekin, sedemê fêmnekirinê jî zîhniyeta ku hatiye avakirin û çandin e.
YEKITIYA BI DARÊ ZORÊ NAMEŞE
Xweseriya demokratîk Tirkiye parçe nake, yekîtiyê Tirkiyeyê hîn bi hêztir dike. Ew naxwazin vê fêm bikin. Naxwazin fêm bikin ku ew yekîtiya bi darê zorê çêbûye. Ew yekitiya bi darê zorê nameşe, zirarê dide Tirkiyeyê. Rêber Apo, PKK û gelê Kurd dixwazin ku yekîtiya bi darê zorê û zilmê çêbûye, dixwazin vê li ser hîmê biratî û azadiyê bidin rûnişkandin. Pirsgirêka wan a fênekirinê heye. Hinek fêm dikin xweseriya demokratîk Tirkiyeyê parçe nake. Yekîtiya Tirkiyeyê li ser hîmê azadiyê, xweseriya demokraîk hîn zêdetir xurt dike. Lê ji ber ku îmhayê bingeh werdigirin, zulimkarin, bi vê jî berjewendiyê siyasî û aborî qezenc dikin, naxwazin vê winda bikin. ji ber vê çendê ye ku ên ku fêm dikin jî, nahêlin fêm bikin. Naxwazin rastî were fêmkirin.
KCD ê bi vê komxebatê di Tirkiyeyê de rojevek ava kir. Hemû kes li ser vê rojevê nîqaş dikin. hinek rast nîqaş dikin û dixwazin rast fêm bikin. Hinek jî ketine di nava liv û tevgerê de wê çi bikin ku ev rojev neyê fêmkirin. Ji bo neyê fêmkirin kar dikin û dixwazin rojevê jî biguherînin. Nîqaşên şaş pêş dixînin. Mebest û armanca wan bi van nîqaşên şaş, navenda ku xizmeta çareseriyê dike holê rabikin. Êrîşeke dijwar pêş dixînin. Heqaretek e mezin dikin, ji rê derxistin û berovajîkirinek heye, çi rast e çi şaş e bê ku neyê fêmkirin. Ev nîqaşana jî ji bo berdewamkirina îmhakirinê ye. divê ku hemû kes vê bizanibin. Bi van nêzîkatiyên xwe dixwazin pêşiya nîqaşên rast jî bigirin. Hemberî nîqaşên şaş jî helwest pêwist e. Bi helwest mirov dikarê pêşiya nîqaşên şaş bigire.
SERFERMANDARIYÊ JI HELWESTA AKP’Ê HÊZ GIRT
*Mijarek e din a girîng jî, biryara du zimanî û perwerdeya zimanê dayîkê ye. Tevî ku mafek e herî rewa a mirovahî û civakî ye jî, di çareserkirina pirsgirêka Kurd de jî wê bibe alîkar. Lê dijî vê biryarê AKP’ê û serfermandariya Tirkiyeyê pir hişk bertek nîşandan û gef li BDP’ê xwarin. Gelo ev tê çi wate yê?
-Li ser xweseriya demokaratîk li Tirkiyeyê hin nîqaş pêş ketin û rojevek çêbû. Dema dîtin hin kes dixwazin fêm bikin û rojeva ku avabûye bişopînin û têbigîhêjin, wê demê teng bûn di wan de çêbû. Di cî de AKP ê mûdexelê ya vê kir û tehdît pêş xistin. Heke di pîştre serermandariya Tirkiyeyê tehdît li ser BDP’ê , KCD’ê û Kurdan pêş xist, sedemê tehdîda serfermandariyê jî rêvekirina AKP’ê bû. Serfermandariya Tirkiyeyê ji helwestên AKP ê hêz girt. Eger AKP’ê ew tehdîdana ji bo Kurdan pêşnexistana, serfermandarê Tirkiyeyê jî werekî nedikir ku tehdît pêş bixîne. Zehmet bû serfermandarî tehdît partiyeke siyasî bike. Ew hêz a AKP ê da serfermandariyê. Rastî ev e û divê ku her kes vê fêm bike. Pîşt re AKP ê de hinekan gotin ku gerê serfermandariyê ev gotinana nekiriba. Ev nêzikatiya jî durûtiyeke mezin e. AKP ê dît ku ev nêzîkatî partiya wan rûreş dike û rastiya wan di nav Kurdan de derdixîne holê. AKP’ê di vir de zerarek mezin dît. Dema ku vê zerarê dîtin wê demê hinek axaftin derbarê daxuyaniya serfermandariyê de kirin. Weke ku vê daxuyaniyê nerazîbûne xwestin bidin diyarkirin. Ev nêzîkatî xapandin û derewek mezin e. Ji bo ku AKP ê şerê derûnî (psîkolojî) dimeşîne, partiya wî ye, hikumet ya wî ye. Rastiyê nadin diyarkirin, ji bo ku rastî neyê fêmkirin her tiştî dikin. Heke AKP wisa diaxife ji ber vê çendê ye, ji ber ku şerê taybet dimeşîne. AKP şerê derûnî li hember Kurdan bê sînor dimeşîne. Ji bo ku siyaseta qirkirinê a ku li ser Kurdan tê meşandin neyê fêmkirin, şêlûbûn û berovajîbûnê pêş dixin. Heke di rastiya xwe de hikumeta AKP ê pirsgirêka Kurd qebûl dike û dixwaze bi riya demokrasî û aştiyane çareser bike, wê demê lazim dikir ku dema Amedê komxebata KCD ê çêbû, nîqaşên ku di wir de hatine kirin, encamên ku derketine holê de dibû ku AKP ê jî tevlî wê civînê bibûya.
HERÎ ZÊDE AKP JI NÎQAŞÊN XWESERIYÊ BÊZAR BÛ
A ku ji AKP ê dihate xwestin van gavna hîn zêdetir bibira pêş û pêş bixista. Heke niyet û mebesta AKP’ê a çareseriya pirsgirêka Kurd hebûya wê demê dibû ku ew van gavna hîn bi xurtir bikirana. Eger yên ku di mebest û niyeta xwe de çareserî tine be, yên ku li ser xapandinan xwe dixwaze bipêş ve bibe, bi van nêzikatiyan wext qezenc bike, tesfiye pêş bixîne encex civînên wisa eciz û teng bibin. Li Tirkiyeyê li pêş herkesî yê ku herî tengbûn da diyarkirin AKP ê bû. Ji nîqaşên derbarê xweseriya demokratîk de bêzar bû. Ev tengbûn çi derdixine holê, mebest û armanca AKP ê de pirsgirêka Kurd çareserkirin tine ye. Di hemû nêzikatiyên wan de xapandin û li ser derewan pêş dikeve. Bi zanebûn hêviyê avadike lê bi vê jî dixwaze tasfiyeyê çêbike. Ew komxebata ku di Amedê de çêbû, rastiya AKP ê careke din raxist li berçavan. Ji ber vê çendê ye AKP ê ewqas teng bû. Û dest bi tehdîtan kirin.
Serokê meclîsa Tirkiyeyê Mehmed Alî Şahîn pir bi vekirî tehdît kir. Serokkomarê tirk jî tehdît kir. Serfermandarî jî ji van tehdîtan wêrekî girt û ew jî dest bi tehdîtan kir. Pîştî ve MHP û hinek akademîsyên û nivîskar jî dest bi tehdîtan kirin. Êrîşek pêş xistin. Weke ku Kurd dixwazin Tirkiyeyê parçe bikin, Kurd cudaxwaziyê dixwazin, dixwazin hêzên xwe ên parastinê ava bikin û hwd. Û gotin ‘Ev Tirkiyeyê parçê dike kî ve bike em nahêlin, dibe ku xwe encamê van re jî amade bikin’ Mehmed Alî Şahîn bang li dadê kir û got, pêwîste dozger têkevin di nav tevgerê. KCD, BDP û saziyên legal ên Kurdan deng wergirtin. Yên ku deng girtine û van nîqaşana didin meşandin dibe ku bikevin girtigehan. Pêwiste qirkirina siyasî, çand berdewam bike. Ji ber ku di armanca xwe de naxwazin pirsgirekê çareserbikin, dixwazin têk bibin. AKP’ê ji bo wê hatiye desthilatiyê. Ji bo çareseriyê nehatiyê desthilatiy. 2007 Erdogan û Yaşar Buyukanit li Dolma Bahçe li ser vê bingehê li hev kirin. Bush û Erdogan jî dîsa li ser ve li Emerîkayê li hev kirin. Li ser AKP’ê di pergala Tirkiyeyê de cih bigire, dewleta Tirkiyeyê jî bikaribe li Kurdistanê qirkirinê pêş bixîsne. AKP’ê vê qirkirinê ji bo ku pejirandinê, di nava pergalê de hate pejirandin. Li ser qirkirina Kurdan tevlî pergalê bû û cihê xwe di nav pergalê de girt. AKP ê dixwaze di nava sîstemê de bi her awayî serwer be. Serwerbûna xwe jî li ser îmhakiria Kurdan dixwaze avabike.
DIXWAZIN STRATEJIYA ÎSLAMA SIYASÎ PÊŞ BIXÎNIN
Di warê siyasî de li ser Kurdistanê desthilatdariya xwe xurt bike, bi vê desthilatdariyê bikaribe qirkirinê berdewam bike û li Tirkiyeyê jî îxtîdara xwe rêve bibe û berdewam bike. Bi vê siyaseta xwe dixwazin di nava pergalê de xwe serwer bikin, an jî desthilatdariya xwe pêşbixinin. Pergala modernîta kapitalîst jî vê dixwaze. Ji ber ku wan AKP’ê anîn li ser desthilatiyê. Bi AKP ê dixwazin li Tirkiyeyê stratejiya îslama siyasî pêş bixînin. Tirkiyeyê li ser vê hîmê amade dikin. Ji bo ku Tirkiyeyê li ser vê lihevkirinê, di Rojhilata Navîn de bikaribin AKP’ê li ser berjewendiyên modernita kapilasîst û saziyên wê anîn li ser desthilatiyê. AKP’ê li ser vê bingehê dimeşe. Dixwaze Kurdên azad ji holê rakin. Ne ku pirsgirêkê çareser bikin. Hemû Kurdan bikin di bin xizmeta pergala modernîta kapîtalîst d.
AKP RÊ LI BER ÊRIŞAN VEDIKE
Komxebata ku li Amedê hate li darxistin, li ser bingeha çareserkirina pirsgirêka Kurd nîqaş hatin pêşxistin. Ev nîqaşana xizmeta çareseriyê dikin. Lê AKP ê êrîş dibe li ser vê xebatê. Di heman demê de rê li ber êrîşan jî vedike. Ev jî vê dide diyarkirin ku, mebesta AKP ê de çareserî nîne, îmhakirin heye. Yên ku dixwazin pirsgirêk di warê siyasî de were çareserkirin çima tehdîtan pêş dixin? Çima nerehet dibe? Çima dozgerî dixin di nav tevgerê? Ev durûtî û sextekariya wan derdixine holê. Ji bo ku nerehet dibin diçin li ser vê mijarê, pê ku pêşiya çareseriyê bigirin û îmhayê pêş bixînin.-ANF
TÊBINÎ:
-Hilbijartin, xebata AKP’ê a li Kurdistanê û sedemê serdanên rayedarên AKP’ê yên Kurdistan.
-Çima Gever û Cizîr…
-Endamê Konseya Serokatiya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik jib o Kogreya PDK’ê û gotinên Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî ku gotibû “Mafê Kurdan heye ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin çi got?
-Peyama Bayik a ji bo sala nû ya 2011 çî ye?
Sibe li bendê bin…
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info