No Result
View All Result
  • Anasayfa
No Result
View All Result
  • Anasayfa

Helebçe Birîneke Hêj Xwîn Jê Tê

Lekolin by Lekolin
15 Mart 2020
in Gençlik
Reading Time: 2 mins read
A A
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

15 Mart 2010 Pazartesi Saat 15:55

Berpirsyarê Komeleya Kîmyabaranê ya Helepçeyê Lokman Abdulkerîm, bi munasebeta 22’yemîn salvegera Komkujiya Helepçeyê daxuyaniyek da

0

21

TR

:” ”

:””

” “,” ”

” ”

Berpirsyarê Komeleya Kîmyabaranê ya Helepçeyê Lokman
Abdulkerîm, bi munasebeta 22’yemîn salvegera Komkujiya Helepçeyê daxuyaniyek da
û komkujî şermezar kir. Abdulkerîm, diyar kir ku birîna helepçeyê hêj xwîn jê
tê.

 

Berpirsyarê Komeleya Kîmyabaranê ya Helepçeyê Lokman
Abdulkerîm, bi munasebeta 22’yemîn salvegera 16’ê Adarê Komkujiya Helepçeyê
daxuyaniyek da. Abdulkerîm, diyar kir ku hêj nexweş û birîndarên Komkujiya
Helebce nehatine dermankirin. Abdulkerîm got ku li gorî îmkanan li ser birîndarên
Komkujiyan Helepçeyê lêkolîn pêkanîne û di encama lêkolînê de derketiye holê ku
hêj gelek kesên ku nehatine dermankirin hene. Abdulkerîm wiha got: “Em
wekî komeleyê ji 65 kesên birîndar re bûn alîkar. Lê 500’î zêdetir kesên ku di
komkujiyê de birîndar bûne hene û divê bêne dermankirin. Hikûmeta Herêma
Kurdistanê ji bo nivîskar û helbestkaran fonê dide. Divê ji bo birîndar û
nexweşên Helebçeyê jî ev yek bê kirin. Ji sedî 50’î gelê Helebceyê pirsgirêka
bêhnçikandinê dijî û kezaba wan îflas kiriye. Hikûmetê heta niha ji bo van
nexweşan tu tişt nekiriye.”

 

Ji 10 Hezarî tênê 418 kes hatin diyarkirin

 

Abdulkerîm diyar kir ku ji 10 hezar kesên ku ji kimyabarana
Helebce seqet mane tenê 418 birîndan hatin komkirin û wiha axivî: “Ev
birîndar ji 3 beşan pêk tên. Ji 418 birîndaran jê 264 kes xwedî birînên pir
xeterin. Birînên 64 kesan giranin û yên 90 kesî jî normalin.”

 

Berpirsiyarê Navenda Helebce a Dijî Enfal û Jenosîda Kurdan
(CHAK) Xebat Newzat jî, derbirî ku li gorî daneyên fermî di komkujiyê de 5
hezar kes mirine. Newzat, anî ziman ku ji 10 hezarî zêdertir kes jî birîndar
bûne û waha axivî: “Niha eger mirov li rewşa Helebçeyê dinêre, hê jî
bandora wê demê heye. Li Halepçeyê hêj jî 300 kes li benda alîkariyê ne.
Bikaranîna derman ji bo wan parçeyekî jiyanê ye. Ji sala 2000’î heta niha 50
kes ji ber bêdermankirinê mirine. Divê em xwedî li birîndaran derkevin.
Wezareta Tenduristiyê di sala 2006’an de 69 birîndar ji bo ku bên dermankirin
şandin Îranê.” Lê ligorî agahiyên ketine destê ajansa me ji wan 69 birîndarên
şandibûn Îranê 4 kes ji wan di demê tedawiyê de mirine.

 

Butceya 2010’an a Hikumetê Herêmê jî naheqî li Halebçeyê
dike

 

Butceya 2010 ya Hikumeta Herêma Kurdistanê 11 tirlyon û 433
milyar dînarê Iraqiye. Hikumeta Herêmê 47 pirojeyên xizmetkariyê ji bo Qezayê
Zaxo qetandiye û ji bo Helebce jî pare tenê 7 piroje pêşniyar kiriye.

 

Serbaz Siyamend

 

Navenda
Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.org
– www.lekolin.net – www.lekolin.info

 

Tags: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Share208Tweet130
Previous Post

İnsanlığın Lanetlendiği an: Halepçe Katliamı

Next Post

AKP Hükümeti Suriye Topraklarında Tampon Bölge İçin Düğmeye Bastı

Lekolin

Lekolin

RelatedPosts

Gençlik

Gençlikte Zihniyet Devriminde Fedailiği Yakalamak Özgür Toplumun Sarsılmaz İnşasıdır

by Lekolin
15 Nisan 2021
0

Örgütlü, bilinçli, ne yaptığını bilen gençlik bu çağda hayat kurtarma enerjisidir. Hareketliliğin, coşkunun, sevincin, korkunç cesaretin timsali ve özgür geleceğin...

Read more

21. Yüzyılda Soykırım ve Toplumsal Direnişte Gençliğin Rolü

17 Mart 2021

DOĞRU VE BÜTÜNLÜKLÜ MÜCADELE

10 Eylül 2020

Türk Devletinin Özel Savaş Kurumu Haline Gelen Eğitim Kurumları; Gençlerin ve Çocukların Kültürel Soykırımının Merkezi Haline Gelmiştir

5 Mayıs 2020

53 ÜNİVERSİTELİ GENÇ, GERİLLA SAFLARINA KATILDI

15 Mart 2020
Next Post

AKP Hükümeti Suriye Topraklarında Tampon Bölge İçin Düğmeye Bastı

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi