KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Polİtİk Analİz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
    • Serbest Yazılar
KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster

Fêrmêskên Bi Jan

15 March 2020
Kategori: Kadın
246 15
1.5k
GÖRÜNTÜLEME
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

19 Kasım 2010 Cuma Saat 07:22

Ew kêlî, ew kêlîya ku hemû heyam rawestiyan û reşiya şevên tarî bi ser me de rûxiya.

0

21

TR

:” ”

:””

” “,” ”

” ”

:” ”

Eyî hawar çi bêjim ji bo te felek, dil perçe bi perçe, weke
stêrka xemgîn û melûl lı ser gıyana mın 
û li ser erdê hûr hûrî bûn.

Ew kêlî, ew kêlîya ku hemû heyam rawestiyan û reşiya şevên
tarî bi ser me de rûxiya. Ew kêliya ku hestên, giyana me bi ber babîlûskên
berfanbarê ketin û di pêlên jandariyê de werbûn. Ew kêliya ku çav di çerçoveya
dîmenên jar de eliqîn û awirên dıjwar raberkirin. Hevala min dîmenên wê
şikestin. Wê kêliyê, tevî hizir û bizav hemû bedenên min qerisandın, mirov dibê
qey tufaneke cemedê rabû û her yek ji me bû peykerekî qeşayî. Mîna awirên
şikestî, bask jî şikestin û tevger ji hemû bedenan weşiyan mîna gula ku xemgîne
û çılmisıye pelên wê diweriyan. Êdî guhên min dengê ku ji cıyayê bilind bilind
dibû nedibihîstin. Guh kerr bûn, deng têkîlhev bûn, xişinî û xuşiniyê di
perdeya guhên min de olan didan. Peyv  di
gewriyên min de asê man û hemû di qeraxên golên çavan re herikîn.

Berfanbarê  dîsa bi ya
xwe kir, dilê min sotand û dîsa bayê xwe yê reş di serûçavên min de şerqand. Li
ber çûyîna xwe, derbeyeke xedar di dilê min de der kir û çû. Ezê ji te re
nebêjim oxir be, berfanbara  bêyom û
xayin, ezê ne li dûv te, ezê li dûv Newala bedew  reşiya çûyinê girê bidim. Li pey ew çûyîna
xedar a bêxatir şînê bigrim. Li ser giyana te ezê maka Adarê bi rondikên xwe av
bidim, da ku di malzaroya wê de nûnewroz şîn werin. Gûl û kulîlk vejenin, hemû
weke  Newala bedew keça rojê, bejin
berdin, bigihên, bedewbibin, bixemlin û li semyan mezin bibin.

Şeva yekê Adarê çîksayî ye, ji derveyî hîva kevan û Gelawêja
rûgeş a aso, hîna stêran xemla xwe bi ser rûyê asîmanan de bernedaye. Keça rojê
te dilê min kir lehiya giryanan. Derveyî dengê bayê ji lutkeyên çiyayên bilind
ên, Qendîlê dipeke û di rûyê min de diteqe û ji dengê giryana dilên mahsum tu deng
nayên bihîstin, dernakevin. Şînahiya asîman xwe nixumandiya ser rûyê me, raveya
rewşê, bi pêjna Newalê a kelegirî xwe li ber çavan radixîne. Çirûskên hîva
kevan weke şewqa banuya şevan xwe li berfa lûtkeyên çiyan radipêçe mîna
fîstanekî spî… Hîv û stêrk bi hev re ahengeke bêhempa ya avsûndar, roniyê ji
bedenên hev diafrînin, gerdûn roniyeke zelal û bêpayan li ser bedena xwe dike,
lê tarîya kûjer bi ser û çavên me ve herifiye.

Di bîr û hişên min de wêneyên te naçin heval Newal eyî keça
rojê, em li hev dinihêrin, her kes li benda yê dine ku peyvekê bibêje, dengekî
derbixe û da ku dılê mın kêliyek bejî hêdî bibe. Bi dengê xwe yan jî bi peyveke
avsûndar vê bêdengiyê, vê şînê û vê xemgîniyê ji hev biqetîne. Lê deng
dernakeve, gotin lal dimînin, awir li hev dikevin, çav ji hev direvin, mifte li
devan dikeve, lêv bi ser hev de dişkên, kêliyên hestyar melûlin û bêdengî dîsa
weke perdeyeke giran û bi xof  xwe bi ser
bedena min de dike. Bahoz jî şerm dike, lal 
û  bêdeng e, hîv jî xemgîn dikeve,
lewma xwe di paş qetek ewrê demsalê de vedişêre û Gelawêj jî pê re diçelmise,
melûl û jar dibe.

Ger niha yek xençerekê li min  bide, xwîn ji min naherike. Newal keça
rojê?  Nexêr! Dil vê yekê napejrîne û
nikare li xwe mûkir were. Nergiz digrî, bi her hinaseya wê re milên min ê li
stûyê wê pêçayî radibe û dadikeve. Di hundirê dilê min de awazeke xemgîn bilind
dibe, hema weke lorîna jı dilekî jikestî dike hawar e û pêl bi pêl rondik xwe
li qeraxên çavên min didin, ez digrîm. Yan ne gengaze ku dil ji bo te negrîn,
him bi axîn û him jî bi fîxan.

Bayê serê sibê xwe hêdî hêdî li bedena min dialand û
nûçegihan her nûçeyan dixwîne û peyva keça delal û bedew Newal , weke tîrên tûj
di dilên min de diçikîne. Newal  şehît
keti, hey hawara te bikim xwedeyo ma çawa ev dil li ber vê rastiya malkambax
xwe hilbigre! Rêhevala min a delal û dil soz şehîde. Parmenda heyamên ken û
girîn, hevriya jînên xem û şahiyan ne dikanim te bibînim. Tu yek  ji mêrxasa lehengbûyî. Te bi bedewbûna xwe
ava ku diherike ji ber te har û dinbû. Weke kulîlka şînebiharên zozanan,
weke  kevoka şînebanên asîmanan. Tû bûyî
keça rojê û li asîmanan baskên te mîna kevoka li asîmanê şîn difirya û li
badibû.

Keça bedew heval Newal çend caran bi xezeba gerdonêre rabûyi
cengan û bahoz di sînga xwede êrî kirin. Çend caran bi aşûtên demsala reşre
ketın halana heyîn û tinebûnê û pêlên mirinê bi zendên xwe yên qeyim,
narîn  ve tewandin.

Niha asîman sayî ye, lê her çar aliyên min stêrkan govend
digerînin tevî çiyayê me bi pêlên kûr ên tariyê ve vepeçaye. Niha bayê zozanan
razaye , lê di hundirê min de tofan diqewimin û hinava min mîna qazana li ser
tifikê dikele û difûre. Perdeya xemgîniyê xwe li min lefandiye û tevî çavan
dilê min jî digrî. Peyv têra raveyê nakin, hemû bêwate û bi rave mane. Lewra
niha şev jî digrî, hîv digrî, ba digrî, çiya digrîn, payîtext Amed digrî, tevî
dar û ber, tevî çem û kanî, tevî gir û rûbarên ava zapê digrî. Hey hawar de
were û bi lehiya van hêsir û rondikan van xwînxwaran nede ber xwe û hemûyan
nexeniqîne. Lehiya giryanê ye heyî hawar ! Weke ku dê ev lehî xwîna Newal bişo,
dê neyaran jî di nava pêl û herikînên xwe yên dijwar de bifetisîne û tola te ji
dîroka rûreş hilîne.

Dîsa berfambarê  bi ya
xwe kir hogirno, şitlên rîhanan di pûka bê wefada xwe bêgiyan hiştin, lê emê ji
nû ve di Adaran de biharan biwelidînin û tevî kulîlkên rûxweş ezê şitlên
rîhanan jî vejînim û henasa te di dilê xwede hertim nûbikim û biafrînim.

Havîn Welat

Navenda Lekolînen Stratejîk e Kurdistan e

www.navendalekolin.com -www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info

Paylaş203Paylaş127
Önceki yazı

PYD: Sê Daxwazên Kurdan Li Sûriyeyê Hene

Sonraki Haber

Komalên Ciwan: Komplonun Kiri Ateşle Temizlenmelidir!

Son HABERLER

Haberler

Önder Apo’dan Kadın Hareketine Mektup

Yayınlayan Lêkolîn
7 March 2026
0
1.5k

PAJK Koordinasyonu, 8 Mart Dünya...

Daha fazla okuDetails

Kürt Kadının Saçı, Rojava Başarısının Anahtarıdır!

25 January 2026
1.7k

YJA Star: Tek Kurtuluş Yolu Direniştir!

22 January 2026
1.5k

Kastik Zihniyet Bir Kez Daha Şêxmeqsûd ve Eşrefiye’de Kendini Gösterdi

13 January 2026
1.6k

Öne Çıkan Yazılar

  • MİT ve Parastin’ın Yeni Ajan Ağını Deşifre Ediyoruz!- ÖZEL HABER

    842 Paylaşım
    Paylaş 337 Paylaş 211
  • MİT’in İran İle İş birliği Ve Aşiretler Üzerindeki Planları- HABER ANALİZ

    562 Paylaşım
    Paylaş 225 Paylaş 141
  • Demirtaş: Önder Apo’nun İçinde Olmadığı Her Türlü Gelişmeyi Kuşkuyla Karşılarız

    507 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Hazreti İbrahim’in Mirası, Kürtler, Yahudiler ve Ortadoğu’da Demokratik Barış Arayışı

    540 Paylaşım
    Paylaş 216 Paylaş 135
  • Emperyalist Komploya İlişkin Bazı Notlar

    12777 Paylaşım
    Paylaş 5111 Paylaş 3194

KCK: Rojava Halkımız Kazanımlarını Rêber Apo Çizgisinde Koruyup Geliştirmesini Bilecektir!

19 Temmuz Devrimi: Bir Halkın Hafızası, Kazanımları ve Geleceğe Dair Dersler

Demirtaş: Önder Apo’nun İçinde Olmadığı Her Türlü Gelişmeyi Kuşkuyla Karşılarız

Kalkan: Barışın Kilit Noktası İmralı, Siyasetin Önü Açılmalı

MİT’in İran İle İş birliği Ve Aşiretler Üzerindeki Planları- HABER ANALİZ

Hazreti İbrahim’in Mirası, Kürtler, Yahudiler ve Ortadoğu’da Demokratik Barış Arayışı

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç