22 Ekim 2016 Cumartesi Saat 12:03
Şerên ku li ser vê xakê hatine kirin dijwarîya wê tu dema ku dikevi
bajar, navçe û gundan baş dibînî. Çeteyên DAÎŞ nêsîbê xwe ji mirovahîyê ne
girtiye li bajar navçe û gund wahşêtek mezin dane meşandin. Şengal heta Helebê
şopên dijî mirovahîye weke bermahîyên diroke rexistine ber çavin.
Ji Şam heta Helebê her bajarekî tê de
derbas dibi wêrantî xeyalên ku temenekî biçuk de winda bun heye. Rojhilata
navîn bûye dika lîstokvanan deshilatdar, xwe li ser wê xakê diceribinin? Li
Suriye û Rojavaye Kurdistane de hesab çine ki dixwazi çi bike ew pir diyar
nine. Yên ku ji bo gelan û mirovahiyê tekoşin didin tine YPJ, YPG, QSD û azadî
xwazê di nav refên her sê can fedayande cih digirin. Destê kê di berîka kê deye
ne diyare hindek weke Rus u Êmerîka qaşo xwe hêza? Rastî ji ne eve rastî geleki
cudaye. Hêzên desthilatdar hemu qirêjîyê pêş dixin, piştre ji xwe weke hêza
çareserîyê didine nişandan, mixabin ew jî rastîyê gelek û gelekî dure. Pergalên
li ser xwîna mirovan xwe didin jîyan kirin li kur hatiye dîtin ku ji bo
mirovahîyê tiştekî baş bikin.
Ser wê erdnîgayarîyê tinê yêk hêz, bîrdozî
û felsefe heye ku hemu gelên azadî xwez ji bo xwe xilasîyek tê de dibînin ew jî
bîrdozîya Rêber APO ye.
Ev dasthilatdar ji kur hatine û wê biçin
kur: Ser xwîna mirovan bazirganî dikin dewlemendîyên axa piroz hemu weke guleke
ku bê av dimine û di çilmisî, dixwazin mirovahîyê biçewîsînin û bi çilmisînin.
Ev ne gotine ew rastîyên ber bi çavin. Di wê dika listoka dirokê de baş-xirap
desthilatdar, azadî xwaz di nav tekoşînekêdene a rastî yên ku ser bikevin
bêguman azadî xwazin. Êş wê bên jîyan kirin wê bedel tên dayîn û wê bên dayîn
ji lê belê dawîyê de wê serkeftin bibe male ên ku ji bo mirovahîyê tekoşîn
didin.
Osmanîyên xedar dubare ji bo dagirkirina
axa kurdistanê derketine ser dikê. Çawa di diroka qumarê de ku bihosteki axa
wan ne bi zora şûr îro erdnîgarîyekî mezin bi dest xistine dixwazin derdura xwe
tar û mar bikin li ser axa Kurdistanê ji xwe re jîyan bikin. Lê belê tiştekî
wan dagirkeran jibîrkirîye heye, gelo axa Kurdistanê a ku bi xwîna sêdan keç û
xurtên leheng hatiye avdan dagir kirin ewqasi rêhete. Gotinekî bab û kalan heye
“yên neken gotinên mezinan lê tên şaxê bizinan hikûmeta Erdoxan şansê xwe
winda kir, gotina mezinan nekir. Her roj bi dehan leşkerên wan tên kuştin vê
berûvaji dikin weke ku windayi ne yên wanin didin nişandan, di wirde binkeftina
wan jî dîyar dibe. Ji hêrsan weke gûrê birîndar êrîşî derdura xwe dike.
Erdoxan weki vampîrê xwin mêj, ji xwina
kurdan vexarinê têr nabe. Ji aliyeki ji bo Şengal ê Başîka bi alîkarîya Mesud
Barzanî kirye pira derbasbuna DAİŞ, û planên xwe yên qirêj li wir dixwazin
mayîndar bikin. Ji aliyê dinve li ser sinorê Efrinê her roj pêşda tên dixwezi
‘dîktatoriya Osmanlîyan’ li wir zindî biki. “Sultan Erdoxanê ku ji xwina
zarokê Kurdan têr nabe çav sor buye, nikare xew bike, her roja ku şervanên
azadîyê axa Rojava û Surîyê ji çeteyên hov rizgar dikin, “Vampir Erdoxan
nikare xew biki. Hevkarên wî hevalên wî DAİŞ dema têk diçe tê wetaya ku ew têk
diçi, ji ber wê j’i êrîşî Rojava diki. Erdoxanê xwin mêj cilên DAİŞ’ê dixe ber
leşkerên xwe û wîsa êrîş pêk tine, her wiha li Başurê Kurdistanê cil û bergên
leşkerên xwe wê bide peşmergeyên Barzanî û êrîşî deskeftiyên kurdên azad biki.
Ji xwe feraset yêke tine cil û cîh cudaye.
Lê tinê vê bêjim ji bo Erdoxan û hevkarên
wî, wê roj bê ev gel wê bi tifa xwede we bifetisîne. Gelê bêhna azadîyê kiriye
û bi sedan zarokên xwe bi destê xwe diyarê wê axê kirine tu û hewkarên te we
dizanin ku wê wisa rehetî ji bo we nahêlin. Dayikên şehîdan li hemberî xwîn
mêjiya we ewqasî bi hêrsin ku xilasîya we tuneye.
Zenda Orêmar
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi
www.lekolin.com – www.lekolin.org –
www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com
-http://kursam.org/index.html
0
21
:” ”
:””
” “,” ”
Zenda OrêmarKürdistan Stratejik Araştırmalar Merkeziwww.lekolin.com – www.lekolin.org –
www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com
-http://kursam.org/index.html