01 Şubat 2014 Cumartesi Saat 08:26
Sê kantonên (herêm) Rojavayê Kurdistan li pey hev bi coşeke mezin xweseriya xwe ya demokratîk ragihandin. 21’ê Çile Cezîrê, 27’ê Kobanê û 29’ê jî Efrînê deste û serokên desteyan diyar kirin û piştî sundxwarinê jî gel bi pîrozbayiyên bi heybet van rojên dîrokî xemiland.
Rojavayê Kurdistan di aliyê serhejmarî de parçeyê herî biçuk yê Kurdistanê ye. Lê bi welatparêziyeke berz û bilind her tim ji bo şoreşên parçeyên din fedekariyeke mezin daye nîşan dan. Ji ber wê yekê jî îro gelê Kurdistan bi çar parçe û ji heft salî heta heftê saliyên xwe ve bi şoreşa Rojava geş û xweş dibin. Dilê hemû Kurdistaniyan li aliyê Rojava ve lê dide.
Em niha binêrin ev her sê kantonên Rojava taybetiyên xwe çi ne…
CEZÎRÊ
Navê xwe bi Erebî ye û tê wateya “girav ê. Di navbera çemên Dîcle û Firat de ye û li ser nexşeya cografîk jî wek giravekê diyar e. Li rojhilatê xwe navçeya Endîwerê heye ku ciyekî dîrokî ye û di dema xwe de navendeke dîrokî bû (strana bi navê “Endîwerê paytext e jî wateyek xwe dîrokî heye) û niha jî bermayiyên dîrokî hene. Yek ji wan jî “pira Romanî ye. Endîwer cîranê Cizîra Botan e û berê xwe li çiyayê Cudî ye. Ji Endîwerê ber bi hêla rojava ve li pey hev bajar û navçe weha rêz dibin: Dêrik, Girkê Legê, Rimêlan, Çelaxa, Tirbespiyê, Qamîşlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê. Ji derveyî van li aliyê Başur jî bajarê Hesekê (Cezîrê fermî bi vî navî tê nav kirin) û navçeya Tiltemir heye. Kantona Cezîrê ji her alî ve dewlemend e. Erdeke xwe ya rast û berhemdar heye. Ji aliyê çandinî û berhemên xwe ve ne tenê Rojava lê Suriyê jî têr dike. Mînak, salane genimê ku ji axa Suriyê tê rakirin % 40’î xwe berhemê ji Cezîrê û herêmên din yên axa Rojava ye. Bi giştî çandinî jî digihêje ji % 45 yê giştiyê Suriyê. Cezîrê bi petrola xwe jî dewlemend e. Petrol zêdetirî xwe li navçeyên Dêrik (Rimêlan) û Tirbespî heye û beriya bûyer li Suriyê derkevin hilberîna rojane ya petrola vî welatî ji % 60’î xwe dîsa ji axa Cezîrê bû. Li hêla din Cezîrê ji xwe di aliyê dîrokî de li Mezopotamya Bakur e û di nav “Hîlala Zêrîn de ye. Hema bêje her aliyê Kantona Cezîrê dîrokî ye. Endîwer, Herêma Aliya (Ji Dêrikê heta Tirbespî), Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê û Serêkaniyê ji demên kevnare ve warê jiyanê ne. Serêkaniyê bi navê xwe yî dîrokî “Waşukanî (xweşkanî) beriya zayînê ji 1500 şun de bûye paytextê Mîtaniyan. Şopên vê dîroka kevnare îro jî bi hemû dewlemendiya xwe (civak, çand, ziman, bawerî û hwd.) dijîn. Lê li ser Cezîrê ji sala 1962 û şun de hindek siyaset û stratejiyên kûr yên dewleta Suriyê hatin meşandin. Siyaseta Erebkirin û asîmîlasyonê destpêkê bi projeyên polîtîk (Kembera Erebî), ji sala 1973 şun de jî bi pratîkî hate meşandin. Sîstemê bi van projeyan xwest Cezîrê ji gelê Kurd vala bike. Di encama van siyasetan de li Rojavayê Kurdistanê bi dehan gundên Ereb hatin ava kirin û piraniya erd û axa Kurdan ji wan hate standin. Îro serhejmariya Kantona Cezîrê tevî koçberên şer nêzîkî mîlyonek û nîv e.
KOBANÊ
Kantona di navbera Cezîrê û Efrînê de ye lê ji her duyan jî dûr e. Bi navê Şêxler û Sirrîn, 2 navçeyên mezin û 300 gundê xwe hene. Serhejmariya Kantona Kobanê bi koçberên şer ve ji 250 hezarî zêdetir e. Dikeve hemberî Pirsûs a Ruha yê. Kanton piraniya xwe Kurd in. Li hindek gund û navçeyan gelê Ereb jî dijî. Li rojhilatê Kobanê Girêspî (Til Ebyad) û li rojavayê wê jî Cerablus heye. Ev Kantona Rojava jî ji aliyê ser erd û bin erd ve gelekî dewlemend e. Bi taybetî jî ji aliyê genim, ceh, nîsk, nok, pembû, kuncî û îsot ve berhemdar e. Wekî din gelê Kobanê di kolana bîrên avê de jî bi nav û deng in. Makîneyên bi navê “Hefara , ne tenê li Kobanê lê li piraniya deverên Kurdistanê li ser kar in. Kobanê ye ku nêzîkî çemê Firat e lê ava xwe bi kolana bîran peyde dike. Li Kobanê di aliyê civakî de eşîretên kevnare hene û yek ji wan jî bi rengekî konfederasyon eşîreta Berazî ye. Ji hêla din ve Kantona Kobanê jî dîrokî ye. Li çiyayê Miştenûr gelek ciyên dîrokî hene ku yek ji wan Şikefta Qîzikan e.
EFRÎN
Kantona ku li rojavayê Rojava ye. Heft navçeyên xwe yên bi navê Şêrawa, Cindirêsê, Mabata, Reco, Bilbilê, Şiyê û Şera hene. 365 gundê xwe hene û li gor hindek nêrînan ji bo her roja salekê gundek hatiye ava kirin. Efrîn bi hemû navçe û gundên xwe ve Kurd in. Li navenda bajarê Efrînê hejmareke kêm ji gelê Ereb hene. Wekî din li navçeya Mabata Kurdên Elewî û li derdora Qestel Cindo û çend gundê din ku nêzîkî Ezazê ne Kurdên Êzîdî dijîn. Piraniya Efrîniyan di heman demê de li Helebê jî malen xwe hene. Lê ji ber ku taxên weke Eşrefiyê û Şêx Meqsud yên Helebê ku piraniya nişteciyê xwe Kurd in, ji şer bandoreke neyînî ya mezin dîtin û berê xwe dane Efrînê. Ji ber vê yekê jî serhejmariya Efrînê ku berê nêzîkî nîv mîlyon bû, niha li derdorê 700 an jî 800 hezarî ye. Di Efrînê de şopa eşîreta zêde xuya nake û eger gotin di cî de be Kantona Efrînê di aliye civaknasî (sosyolojî) de “Kurmancî ye. Efrîn bi çanda xwe ve di Kurdistanê de xweser e û di aliyê dîrokî de kevnare ye. Li Efrînê li gelek navçeyan berhemên dîrokî yên Hurî û Romayiyan hene. Ya herî bi nav û deng Kela Hûriyan e. Ji hêla din ve dema Efrîn tê gotin zeytûn tê bîra mirov. Dema mirov ji bilindahî li Efrînê dinêre baxên zeytûnan yên ku darê xwe rêz bi rêz in wek dîmeneke xweşik xuya dike. Berhema zeytûnan ya Suriyê ji % 30 zêdetir ya Efrînê ye. Ji bilî zeytûnan gelek cûreyên fêkî û keskayî jî tê hilberîn.
Wek encam, her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê di aliye civakî, çandî, dîrokî û aborî de xwedî dewlemendiyeke bilind in. Îro her çiqas şerekî qirêj û pir alî li ser Rojava tê meşandin jî li hemberî wê berxwedaneke dîrokî jî tê nîşandan. Gelê Kurd tevî hemû dorpêça siyasî û aborî jî, ne tenê xwe lê koçberên ku ji herêmên din jî tên dihewîne, diparêze û xwedî dike. Ji ber vê yekê jî wek sîstemeke civakî, demokratîk û însanî, “Xweseriya Demokratîk ji niha de serkeftina xwe mîsoger kiriye. Lê bêguman hîn jî ked û berxwedanê dixwaze…
Akif Roj
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.comwww.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info