31 Temmuz 2011 Pazar Saat 14:47
Ciwanên Kurd li bajarê Heleba Sûriyeyê bi meşekê daxwazên xwe ya ji bo Xweseriya Demokratîk anîne ziman û diyar kirin ku: “ Em ciwanên Kurd şagirtên Mazulm Dogan nin.
Li bajarê Helebê, li taxa Şêx Meqsûd li qada mizgefta El Mahrof Komeleya Ciwanên Rojavayê Kurdistanê (KCRK) meşeke bi girseyî li dar xistin. Meşa ku bi beşdariya Partiya Yekîtya Demokratîk (PYD), Yekîtiya Star û bi beşdariya Saziya Malbatên şehîd û girtiyan dest pê kir. Ciwanên beşdarî meşê bûn dirûşmên weke ‘bijî Xweseriya Demokratîk’, ‘Em Ciwan şagirtên Mazlum Dogan nin’, ‘Bijî Yekîtiya Gelê Kurd û Azadî Azadî’ qêriyan.
Meş bi beşdariya bi hezaran ciwan, pîr, zarok û jin pêk hat. bûne. Bi pankartên li ser ‘Em Ciwanê Apocî dixwazin Xweserî, Em êrîşên komara Îranê li ser Qendîlê şermezar dikin û Berxwedana gerîlayan silav dikin’ nivîsandî hildan.
Meşa ku bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi rengên kesk, sor û zer, alên Tevgera Civaka Demokratîk (TCD) hat xemlandin. Bi dirûşmên ‘An azadî An azadî’ li qada Mizgefta Mezinya Şêx Meqsûd Şerqî bi dawî bû.
Hêjayî gotinê yên piraniya beşdaran keçên ciwan yên bi cil û berên xwe yên netewî bûn.-ANF
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info