07 Ağustos 2019 Çarşamba Saat 09:56
0
21
:” ”
:””
” “,
:” ”
Ajansa Breit Bart li ser
zarê rayedarên parastinê ên Rojhilara Navîn ku ji rewşê agahdarin diyar
dike, dezgeha îstixbareta MİT’a tirk
asankariyê ji bo vegera çekdarên DAİŞ’ê dikin ji bo ku êriş bikin ser deverên
di destê hêzên Kurdistanî de, zextê bixe ser welatên rojava û metirsiyê li
herêmê zêde bike da ku berjewendiyên xwe li herêmê pêk bîne.
Ajansê da diyarkirin, di
vê çarçoveyê de beşek ji van çeteyên DAİŞ’ê ji kampên li Tirkiyê tên û beriya
ku werin ji aliyê Tirkiyê ve di her alî de tên perwerde kirin.
Hat diyarkirin ku,
berpirsên parastinê şiyarî dane ku ev kar û pêngavên tirkiyê dibin sedema
drustbuna hêzekî nu ya çeteyên DAİŞ’ê ku dikarin li navçeyê aramî û rewşa heyî
xirap bikin û qetliamên nû ru bidin.
Ajansê diyar kir ku,
hefteya borî li Balyozxaneya Ewlekariya Dewletên Yekbuyî panelek li ser mijarê
hatiye li darxistin û pisporekî ku tevlî panelê buye daye zanîn ku, egerek heye
ku DAİŞ cara dawiyê li dilê İraq û Suriyê de ji nu ve derkeve.
Piştî ku çeteyên DAİŞ’ê
li Suriye û İraqê têk çun, tirkiyê careke din dest bi rojevkirina herêma bi
‘’ewle’’ kir. Tirkiye bi hinceta parastina sînorên xwe dixwaze li ser xeta
sînorê rojavayê Kurdistanê bi dirêjahiya 35 km qaşo herêmekî bi ewle ava bike.
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê