11 Kasım 2017 Cumartesi Saat 04:56
Di serdema civaka xwezayî de, ew serdema ku bi wekhevî,
azadî û hezkirinê dihat nas kirin, bi pêşengtiya jinê kilan dihat birêvebirin .
Lê bi derketina Şaman re derbeyeke mezin li jinê ket, rêvebirina civakê ji
destê wê hat birin û ked û êmega wê jî hat dizîn.
Jiyan ji rewşa xwe
ya xwezayî veguherî rewşeke serdestî û
bindestî ango çînî. Jin jî di dema Someran de ji cewherê wê hat
derxistin û dûrxistin, nave bi fahîşetê re hat girêdan. Bi derketina Qaptalîzmê
re jî jin ji pîrozbûna wê hat qut kirin û wekî amûreke bazirganiyê hat
destnîşan kirin û bikaranîn. Jin rastî gelek şikandinan hat, her wiha 104
zagonên ku wê vedîtibû jê dizîn û kirin mal û milkên xwe.
Ev rewş her berdewm kir, heta di dema Cahiliyetê de jî, dema
ku jina ducanî keçek dianî, wekî rûreşiyekê dihat binavkirin û ew zarok bi saxî
dixistin bin axê ango dixistin gorê. Bi Erebî jê re digotin weid el-benat . Bi
derketina ola Islamê re ango di dema serweriya H.Muhemed de jin ji wê rewşê
xilas bû û mafê xwe yê jiyanê bi dest xist, her wiha bi çavên mirovahiyê li hat
nêrîn. Bi taybet jî piştî temeya H. Muhemed dema ku got rifqen bilqewarîr. H.
Muhemed jin bi tiştê herî nazik û nazdar teşbîh kir û temeya her kesî li wan
kir ta ku tu zerar û sitemê nebîne.
Her çiqas ol û tevgerên wekî tevgera Suryalî ,tevgereke
Firansî ya wêje ye, deketin û doza maf û azadiya jinê kirin jî, lê her timî
hêza Qapitalîzmê ji ya wan xurtir bû. Dikarîbû jinê di bin bandora fikir û
felsefeya xwe de bifetisîne, her wiha serweriya xwe li ser wê bimeşîne û wê
wekî tabê xwe bihesibîne.
Lê bêguman bi
derketina Tevgera Azadiyê re jinê ew qalib û sînorê ku Qapitalîzmê jê re
danîbû, şikand. Bi sedan jin berê xwe dan çiyan û hêza xwe ya windayî li nav
wan dar û beran vedît. Jinan çek rakirin
û mil bi mil bi mêran]] re li hember sitemkar û dagirkeran sekinîn û şerkirin.
Wan jinan bi liv û tevgera xwe hêza jina azad û xwedî vîn ên wekî Zenûbya,
Nefertîtî, Meryem,….ji nû ve vejandin. Jinên tekoşer xwe di her qadê de îspat
kirin. Bi ked û hêza xwe her tim riyên asê û girtî vekirin , her wiha di qadên
şer de bûn sembola berxwdan û jiyana azad wekî H.Zîlan, H.Bêrîtan, H. Viyan
Soran, H.Leyla Qasim, H. Arîn Mîrkan,H. Viyan Amara….hwd.
Bi şehadeta her
hevalekê re riyeke nû ji azadî û têkoşînê re vedibû, li pey xwe jî bandoreke
pir mezin dihişt. Jiyana mirî vediguhertin jiyaneke bi wate. Ji tevahî gerdûnê
re ev ragihandin ”jin jiyan e,tu carî dê jiyan bê jinê neyê afirandin ” ,” jina ku civakê perwerde
dike, tu carî nabe amûreke bazirganinê ne jî fahîşe ”
Bi şoreşa 19′ ê
Tîrmehê re hejmareke mezintir tevlî kar û xebatên cuda cuda bûn. Jinê di hemû
qadên jiyanê de bi avakirina sîstema hevserokatiyê jî bi taybet cihê xwe girt.
Kêm zêde jî karê xwe bi awayekî serkeftî derbas dike.
Ji wan qadên ku jinê cihê xwe tê de girt , du qadên bingehîn
in di avakirina her welat û civakekê de ne, ew jî qada parastinê û qada
perwerdê ye. Hejmareke mezin ji jinan cihê xwe di wan herdu qadan de girtin.
sedem jî ew bû ku di avakirina nifşên pêşerojê
û parastina xaka xwe ya pîroz de rolekê bilîzin, xwestin bibin hîmekî
bingehîn di avakirina welatê xwe de.
Lê her çiqasî em di rewşa şoreşê de jiyan dikin û banga
yekemîn azadiya jinê ye, lê mixabin hîn jî hin jin di nava çar dîwaran de
hatiye fetisadin. Karê wan tenê zarokanîn e û firaq şûştin e.
Sedemên vê yekê jî ev in
a-Hîn hin jin negihaştine wê baweriyê ku ew bindest û kole
ne .
b-Hişmendiya zilamê desthiladar.
c-Kevneşopiyên civakê
yên her tiştî ji zilam re rewa dike û di heman demê de ji jinê re qedexe dike.
ç-Tirsa di hundirê jinê de ji nêrîna civakê ,eger hewl bide
ku azad bibe dê wekî jina ji rê derketî bê binav kirin .
Ji ber vê yekê divê
beriya ku em jinê perwerde bikin, em zilam perwerde bikin û bi taybet zilamê ku
cihê xwe di nava sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser de digirin .
Bi rizgarkirina
bajaran û bi berxwedanî û lehengiya ku li tevahî cîhanê deng veda, bi hezaran
jinan ew xof û tirsa di dil û mêjiyê xwe de şikand. Gava yekemîn ber bi riya
azadiyê ve avêtin. Mînakê wê jî di şexsên hevalên YJA Star, YPJ û mamosteyan de
temsîl dibe.
Her çiqasî hejmareke
mezin ji jinan tevlî kar û xebatê bûne jî, lê em nikarin bêjin ku jina civaka me azad bûye û xwe ji kevneşopiyên
civakê rizgar kiriye. Ji ber ku heta niha jî hîn hejmarek mezin li malê dimînin
û ya herî balkêş jî jinên ku heta niha cihê xwe di nava saziyên dewletê de digirin.
Heta vê qonaxê di nava saziyên dewletê de mayîn tê wateya ku koletî û bindestî
li ser xwe heq dîtine û bi taybet dema ku
sîstemeke tam berovajî wê sîstemê
hatibe avakirin ango sîstemeke piransîpa wê ya bingehîn azadiya jinê û
hevjiyana azad be.
Ji aliyekî din ve jî
em dikarin netvlîbûna hin jinan ji sîstema bi hin xalan ravebikin
a-Girtina her kesî
di nava kar de yanî gelek kesên ku ji aliyê civakê ve nayên pejirandin cihê xwe
di nava saziyan de digirin. Li gorî nêrîna civakê , pêwîste ku di dest pêkê de
wan perwerde bikin û ji tevahî civakê re diyar bike ku rêxistina me dikare
kesan biguhêrîne, piştre wan derbasî nav kar bike.
b-Pêwîste kesên ku
şaştiyan bike li gorî rê û rêbazên dirust bên ceza kirin, ji ber ku navê
rêxistina me bûye rêxistina şensan. Yanî kesên ku pêwîste bên ceza kirin divê
bên ceza kirin ne wekî tê gotin dê dema wê bê. Wekî hûn dizan piraniya jinên
ku tevî kar bûne yan dixwazin tevî bibin ji ber ku baweriya wan bi hêza wan
heye ku dikarin dîrokê ji nû ve binivîne. Ji ber vê yekê pêwîste kesên ku kar
dikin hilbijartî bin, ne her kes be, ji ber ku giranî,rastî û girîngiya wî karî
dernakeve û baweriya civakê jî pê nayê.
c-Gelek jinên ku ji
destpêka şoreşê di nav kar de bûn û bê dudilî xebat dikirin, îro li nav çar
dîwaran, li malê rûniştî mane, sedem çi ye tu kes nizane. Rewşên wisa tirsekê
li gel gelek jinan diafirîne. Gelek dibêjin eger bi kesên xwedî ked re wisa tê
kirin,wê rewşa me çi be! ya baş em dûr
bimînin.
d-Jinên ku ji
destpêkê ve bi vê Tevgerê re ne, tirsa wê bêtirî her kesî ye ku rojekê di nava gelê xwe, xwe biyanî bibîne. Her wiha
bê cih û war bimîne.
Di dawî de û li gorî nêrîna min , ji bo ku em karibin jina
azad qezenc bikin, pêwîste civak 100 % baweriyê bi hêz û xebata jinê bîne, her
çiqasî kêm be jî û pêwîste neyê şikandin ji ber ku berê têra xwe êşiyaye. Ji
ber ku mirov hêzê ji derdorê digire û nikare tiştên di hundirê xwe dexînin eger
pişgiriyê nebîne.
Lilith Aşkın
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html