12 Ekim 2010 Salı Saat 05:48
Cihgirê Serokê Giştî yê BDP’ê û parlementerê Êlihê Bengî Yildiz, da zanîn ku, wan amadekiriya çêkirina formula çareseriya pirsgirêka Kurd dikin, her wiha “ di nava vê sîstemê de Kurd li Kurdistanê, di Kurdistana Xweser de wê zimanê wan weke zimanê yekemîn bi karbînin. Yekemîn zimanê wan yê fermî wê Kurdî be, zimanê wan yê duwemîn jî wê Tirkî be
Tevgera Perwerdeya Zimanê Kurdî TZP-Kurdî ku kampanyaya perwerdeya zimanê kurdî dabû destpêkirin û di vê kampanyayê de 4 hezar îmze hatibûn komkirin, piştî ku we îmze dan Muduryeta Perwerdê ya Netewî, cihgirê Serokê Gruba BDP’ê û Parlementerê Êlihê Bengî Yildiz daxuyaniyek da û da diyarkirin ku, wan jibo çareseriya pirsgirêka Kurdan formulek amade kirine.
LI KURDISTANÊ ZIMANÊ YEKEM KURDIYE
Yildiz da diyar kirin ku formulasyona wan “Tirkiyeyek Demokrat, Kurdistana Xweser Yildiz wiha axivî: “ Tevgera me , Tekoşîna me jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd formulasyona ku pêşniyar kirî eve Tirkiyeyekî Demokratîk, Kurdistana Xweser û tevahiya Tirkiye belavî herêmên xweser bibin. Rayeyên Rêveberiya Navendî di rêjeyek mezin de belavî herêmên xweser bibin. Şêweyek yê rêveberiya ku gotin û biryar bikevin destê gel û herêman. Di vê sîstemê de jî Kurd li Kurdistanê, di Kurdistana Xweser de zimanê xwe weke zimanê yekemîn wê bi karbînin.
ZIMANÊ DUWEMÎN WÊ TIRKÎ BE
Yildiz gotînên xwe wiha berdewam kirin “Zimanê yekemîn wê Kurdî be, zimanê duwemîn jî wê Tirkî be. Yanî wê hem Kurdî hem jî Tirkî fêrbibin. Pêwîste em vê bi vî awayî bi pejîrînîn. Raste li tevahiya Tirkiyeyê zimanê fermî Tirkiye lê li gorî me pêwîste zimanê Kurdî jî weke zimanê duwemîn bê fêr kirin. Ev sîstem pêwîst erdnîgariya Kurd neke cihê helandinê û dest ji vê siyasetê berde. Waliyê wê Kurdî nizane, qeymeqam nizane, emniyeta wê nizane, mamostayê wê nizane û hun dibêjîn ‘emê we bi rêvebibin’. Ewên ku zimanê vî gelî ne zanîn, ew pirsgirêkên vî gelî jî têna gehin. Ji xwe êdî daxwazek wek zimanê zikmakî rewa nikarin paşde bidin û ji ne dîtî ve bên.
4 HEZAR DAXWAZNAME HATIN DAYÎN
Yildiz anî ziman ku, Kurd bi awayek pir zelal daxwaz perwerdeya bi zimanê xwe dikin. “ Îro raya giştî ya Tirkiyeyê, rewşenbîrên wê vê pirsgirêkê nîqaş dikin û didin diyarkirin ku perwerdeya bi zimanê zikmakî daxwazek rewaye û hûqûqiye. Rewatî û hûqûqa zagonên wan tuneye, her wiha dan diyarkirin ku, pêwîste rewatiya zagona jî li gorî van bên guhertin. Kurdan bi destpêkirina dibistanan re zarokên xwe ne şandin dibistanan. Her wiha bi vî awayî berdewam kir, îro jî hevalên me 4 hezar daxwazname dan muduryeta perwerdeya netewî. Kurd dixwazin perwerdeya bi zimanê xwe bibînin. Emê daxwaznameyên xwe bi şînin meqamên fermî.-ANF
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info