• Latest
  • All
  • Haberler
  • Editörden
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Politik Analiz
  • Dizi Yazı

Av Bisekine Pirovakasyonên PDK Nasekine!

10 Nisan 2021

TC ve HTŞ Dünyanın Gözü Önünde Alevileri Katletmeye Devam Ediyor-HABER ANALİZ

2 Temmuz 2025

Demokratik Toplum Sosyalizmi ve Öz Savunma

1 Temmuz 2025

Zilan’ın Fedailiği: Özgürlük Aşkının Manifestosu

30 Haziran 2025

Önder Apo’nun Manifestosu Ve Yaşanan Gelişmelere Etkisi

30 Haziran 2025

MİT ve HTŞ, Uyuşturucu Kaçakçılığında Baas Rejiminin İzinden Gidiyor!- HABER ANALİZ

28 Haziran 2025

Küresel ve Bölgesel Hegemonik Rekabetin Bir Yansıması

27 Haziran 2025

Emperyalist Savaşlar Ve Devrim İmkânları

26 Haziran 2025

Efrin’de El Emşat Çeteleri Yeniden Aktifleşiyor- ÖZEL HABER

25 Haziran 2025

‘Niyeti İyi Olan Bir Devlet, Kongre Sonrası İkinci Gün Komisyon Kurardı’

25 Haziran 2025

‘Doğu Kürdistan’da Alternatifi Olan Tek Güç PJAK’tır’

24 Haziran 2025

Şam’daki Kiliseye Yapılan Saldırı HTŞ Üyeleri Tarafından Yapıldı-ÖZEL HABER

23 Haziran 2025

Demokratik Ulusta Demokratik Komün Yaşamı

23 Haziran 2025
No Result
View All Result

Av Bisekine Pirovakasyonên PDK Nasekine!

Siltan Rizgar by Siltan Rizgar
10 Nisan 2021
in Makaleler
Reading Time: 4 mins read
A A
Home Bölümler Makaleler

PDK berê û niha jî di nav de ji bo reşkirina partî û aliyên siyasî yê Kurdistanê serî li her rêbaze û şêwazên qirêj dide!

Ji bo reşkirin û bertek avakirina li dijî şoreşgerên Kurdistanê bi rêka çapemenî û ragihandinên xwe re her nûçeyek derew û ji rastiyê dûr bi raya giştî re parve dikin.

PDK ji bo ku partî û aliyên siyasî yê ku li herêmê û bi taybetî jî li Başurê Kurdistanê tên hez kirin reş bike û gel ji wan dur bixe agahiyên ji rastiyê dur dixe rojeva gel. Ji xwe nikare bi awayek ehlaqî û rastgoyane gel ji wan partî û aliyên siyasî yê Kurdistanê durxîne. Lê belê bi agahiyên derew û pirovakasyonan mêjiyê gel tevlîhev dike û gûmana dixe hizrê wan.

Di roja me ya îro de jî mînaka herî ber bi çav ku mirov dikare li ser bisekine mijara reşkirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye ku bi awayek sîstematîk ji aliyê PDK ve tê meşandin.

Bala xwe bidinê di rojê de an jî di seet û deqeyan de nûçe û agahiyên ji rastiyê dûr ku di çapemeniyên PDK de li dijî PKK û şoreşgerên Kurdistanê tên belavkirin, ji nuçe û buyerên ku li tevahî rojhilata navîn tên diqewimin zêdetire. Li gor agahî û hurgiliyên ku di 2020 an hatin belavkirin derket holê ku tevahî pere û derfetên ku PDK ji bo reşkirina PKK dixe xizmeta çapemenî û saziyên xwe yê hewalgirî, ji mûçeyê ku dide mamoste û saziyên Perwerdê ên herêma Hewlêrê 3 qat zêdetire.

Niha me di destpêka nivîsê de xwest hinek rastiyên PDK zelal bikin û rastiyê derxînîn holê. Lê mijarê sereke ku em dixwazin qala wê bikên û bi awayek şênber danin holê ewe ku di dîroka 12 Adara 2021’an de li qada girêdayî Xakurkê, li Boxaza Sîdekanê mayinekî bi erebeyê pêşmergeyan de teqiya bû û di encam de pêşmergeyek jiyana xwe ji dest dabû, pêşmergeyek din jî brîndar bibû. Berê wê buyerê û piştî wê buyerê jî PDK ji bo ku gerîlayên PKK reş bike û Gelê Başur li hember wan bi hêrs bike bi awayek sîstematîk vê buyerê xistiye ser ziman û di bernameyên çapemeniya girêdayê xwe de her roj dibêje “PKK tevahî erdê Xakurkê kiriye mayîn, rêya gundiya mayîn dike, xefkan çêdike, erebeyên pêşmergeya di teqîne” û her wekî din. PDK û çapemeniyên pê re ji bo ku tirs û xof bixin nav gelê Başur, ji bo ku gel neçe gund û nav zeviyên xwe yên di herêmên Gerîla lê hene de û di heman demê de ji bo ku berê wan bide bajaran û wan bike koleyê xwe van derewan belav dikin. PDK ji bo ku gel di berjewendiyên xwe de bide xebitandin, piştî demek jî erd û zeviyê wan bixe ser weqfên xwe û hikumetê li pey lîstokên wisa ye. Ya din jî qad û navçeya wan herêman ji bo dagirkerî û operasyonên Tirkiye amade û vala bike ‘ku pilanê herî sereke jî eve,’ tohmetên ne rast bixe ser PKK û gerîlayê Kurdistanê ber çavê gel reş bike û xirap bide nîşandan. Lê hêj cihê dilxweşiyê ye ku piranî gelê başur û di nav de tevahî gelê kurdistanê zêde gohê xwe nadin wan derew û poropagandayê çapemeniyên PDK. Qismek kem dikevin bin bandoriya wan agahî û derewên PDK. Lê ew jî hêdî hêdî ruyê rastî ê PDK nas dikin ku mîna pîvazê yê deh qalikê wê heye.

Dibe ku PDK’ê diroka xwe ji bîr kiribe! Lê gel ti carî dîrok û nasnameya wê ji bîr nekiriye û nake jî. Gelê Başurê Kurdistanê ji bîr nekiriye ku PDK di şerê li gel YNK de jî (di sala 1994/5/1’an de) heman pirovakasyonê ku niha li dijî PKK dike wê demê jî li dijî YNK’ê dikir. PDK wê demê jî li herêmên ku pêşmergeyên YNK tê de diman bi şev mayîn dikir û  pişt re jî di nav gel de belav dikir ku “dema ku endamên dîplomasi yê YNK  tên gel me ji bo dan û standinê û piştî ku di zivirin cîhê xwe, patîqayên me mayîn dikin.” Lê cîhê mixabiniyê ye ku di encama wê xefka ku ji bo YNK amade dikir de pêşmergeyek xwe da kuştin û yek jî lîng û çavêkê xwe ji dest dabu!

Bila PDK li dîroka xwe mikur neyê, bila jê ders bigre çêtire. Wekî kewê serê xwe dixe bin berfê û wisa fêm dike ku kes piratîkên wê nabîne. Gel ji bîr nekiriye di pêwajoya şerê Eraq û Başur de berpirsên niha yê PDK ku wê demê tenê endamên sade bun û ti mal û milkê wan nebu, diçûn zevî û zarê gel ku kîjan xweş û munasibe bi sedan tabelayê mayînê lêdixistin û pişt re jî ji gel re digotin “wêderê hemî mayînkiriye.” Lewma gel jî ji tirsa nediwêra bi ti awayî nêzê wan erd û zeviyan bibe! Lê ti mayîn, teqemenî û tiştek wisa têde nebû, tenê tabelayê xeter yê mayîna lêxistibun ji bo ku gel nêzê zeviyê xwe nebin. Pişt re jî me dît çi pê kirin. Piştî ku şer qediya, ji siya şehîdên leheng yê Başurê Kurdistanê, ew berpirsên PDK bi hincetê mayînan tevahî wan zevî û zarê gel tapo û dagirkirin.

Lewma PDK çiqas jî pirovakasyon û nerastiyê li rêka çapemeniyên xwe bilav bike, nayê pejirandin û bawerkirin. Gel bi dîroka PDK re jiyan kiriye û nasnameya wê bi başî nas dike. Arşîva PDK di nav mêjiyê gel û civakê de ye.

Siltan RİZGAR

Navenda Lêkolînên Stratejik A Kurdistanê

Tags: PDKXakurkê
Share211Tweet132
Previous Post

3. DÜNYA SAVAŞI: Orta Doğu’da ABD Bölüm-5

Next Post

Mısırdan, İşgalci Türk Devletine: Libya’dan Şartsız Çekil!

Siltan Rizgar

Siltan Rizgar

Related Posts

Kadın

Zilan’ın Fedailiği: Özgürlük Aşkının Manifestosu

by Leyla Egid
30 Haziran 2025
0

30 Haziran 1996, Kürt Özgürlük Hareketi için unutulmaz bir tarih olarak kayıtlara geçti. Zilan, Dersim Cumhuriyet Meydanı’nda işgalci Türk ordusunun...

Read more

Önder Apo’nun Manifestosu Ve Yaşanan Gelişmelere Etkisi

30 Haziran 2025

Emperyalist Savaşlar Ve Devrim İmkânları

26 Haziran 2025

‘Sıra Türkiye’de, Tek Kurtuluş Yolu Önder Apo’nun Çözümünde’

19 Haziran 2025

Kürt Gerçekliğine Bir Kavramsal Müdahale: Judenrat Gerçeği Ve Sömürgeciliğin Ötesi – 1

8 Haziran 2025
Next Post

Mısırdan, İşgalci Türk Devletine: Libya’dan Şartsız Çekil!

  • Anasayfa
  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi
  • Anasayfa
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi