30 Haziran 2019 Pazar Saat 06:23
0
21
:” ”
:””
” “,
:” ”
Dewleta Tirk a dagirker demeke êrişên xwe
li ser xaka Başurê Kurdistanê zêde kirine û sivîlan hedef digire. Her ku diçe
helwesta gelê Başur li hemberî bêdengiya hukumeta herêma Kurdistanê û êrîşan, mezin
dibe. Hat diyarkirin ku Asayîşa Zaxo di 23’ê Hezîranê de, bi ser navenda
polîsên bajêr de girt û polîsê bi navê Harwîn Silêvaneyî li ser kar binçav kir.
Harwîn, ji ber sedema di tora civakî de li ser malpera xwe bi tundî
desthilatdariya PDK’ê û Hikumeta herêmê rexne kiriye, hatiye girtin.
Hat zanîn ku dema ku Harwîn binçav dikin li
bingehê polisan dest danîn ser çek û telefona wî û ew ji bo cihekî ne diyar
birine. Li rexmê hewildana malbatê heftiyeke tu agahî ji Harwîn nayê girtin.
Harwin Silêvaneyî, yek ji çalakvanên li
herêma Behdînan ku hertim li dijî gendelî û dagirkeriyê xwedî helwest buye.
Hevalê Harwîn Silêvaneyî ku ne xwest navê
xwe aşkere bike diyarkir ku, ‘’li herêma Kurdistanê derfeta jiyan û mafê
azadiyê ne maye. Her kesê ku rastiyan tîne ziman û hukumetê rexne dike weke
Harwîn tê girtin û wenda kirin. Hukumet ji serhildanekî nu ya weke Şêladizê di
tirse. Ji bo wê jî kiryarên wisa dike’’
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê