16 Nisan 2010 Cuma Saat 15:36
0
21
TR
:” ”
:””
” “,” ”
” ”
“Ev tişt bi çekan nabe. Hûn nikarin xilas bikin lêgerîna
guherandina polîtîkayê hate nîqaşkirin. Serfermandarê Giştî Îlker Başbug bi
gotina, “Me nekarîn pêşiya çiyan bigirin. Lazim e di aliyê civakî de jî hind
tişt bên kirin hate ziman
Hikûmeta AKP’ê ku berî bê ser kar di bernameya xwe de îdia
dikir ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk dixwaze piştî di sala
2002’yan de hate ser kar, yekemîn nîşaneya polîtîkaya xwe da. Serokwezîr R.
Tayyîp Erdogan di gera xwe ya Rusyayê de bi bersiva dayî karkerek kurd a wekî,
“Hûn pirsgirêka kurd nefikirin dê pirsgirêk tune be peyama berdewamkirina polîtîkaya îmha û înkarê da.
Di îktîdara AKP’ê de jî operasyonên leşkerî bi berfirehî
berdewam kirin û pergala OHAL’ê bi gotinê hate rakirin, cardin di bin navê
‘Herêmên Ewlehiya Bilind’ de cardin hatin îlan kirin. Di deşîfrebûna polîtîkaya
AKP’ê de operasyonên leşkerî yên di sala 2005-2006’an bûn mîladek. Piştî
Newroza 2006’an a bi milyonan kes beşdar bû û bi coşek mezin hate pîrozkirin, operasyonên
leşkerî hatin zêdekirin. Di encama operasyona li Şenyaylaya Mûşê de 14 endamên
HPG’ê jiyana xwe ji dest da û hate daxuyandin ku li hemberî HPG’yiyan çekên
kîmyewî hatine bikar anîn.
Serhildana li dijî polîtîkayên AKP’ê: Serhildana 28’ê
Adarê
Krediya kurdan ji bo AKP’ê vekirî, di encama polîtîkayên
AKP’ê yên durû de ji ber operasyonên leşkerî diqediya. Gelê Amedê ku cenazeyên
4 HPG’yiyan li Amedê pêşwazî kirin, di dema merasîma cenazeyê de bûyerên
hefteyekê dom kirin berdewam kirin. Bûyer li tevahiya bajarên Bakûrê Kurdistanê
belav bûn. Piştî gotina Erdogan a wekî, “Jin bin jî zarok bin jî dê leşker û
polîsên me tiştek pêwist bikin di mudahaleyên li hemberî girseyê de 14 kesan
jiyana xwe ji dest dan.
Her wiha piştî van bûyeran AKP’ê “Zagona Têkoşîna bi Terorê
re guherand û riya darizandina zarokên kurd vekir ku îro bi sedan zarokên kurd
bi dehan sal in tên darizandin û di girtîgehan de ne, hate vekirin. Li ser vê
yekê nerazîbûna gelê kurd a li hemberî AKP’ê zêde bû, AKP’ê bi manevrayên cuda
hewlda cardin îmaja xwe di nav kurdan de sererast bike û li hemberî daxwaza
leşkeriyê ya operasyona dersînor Erdogan berî hilbijartina 22’yê Tîrmeha
2007’an gotina, “Di hundir de 5 hezar kes hene. Me ev qedandine ku em biçin
derveyî sînor cardin serî li polîtîkaya xwe ya dû rû da.
Li aliyekê li dij derdiket li aliyê din amadekarî dikirin
Bes piştî hindê derket holê ku dema Erdogan ev gotine bikar
aniye Abdullah Gul ku Wezîrê Karên Derve yê demê bû, ji bo operasyona dersînor
bi Serfermandarê Giştî Başbûg re peyman çê kiriye. Erdogan cardin bi îfadeyên
din jî li Kurdistanê di hilbijartina 2007’an de dengên dixwestin girtin. Piştî
hilbijartina di 17’ê cotmehê de AKP’ê bi beşdariya MHP û CHP’ê teskereya
destûra operasyon dersînor ku dide TSK’ê ji Meclisê derxist. Tenê DTP’ê li dijî
teskereyê derket. Piştî hilbijartinê Erdogan, parlementerên DTP’yî wekî hedef
nîşan da û diyar kir ku heta ji PKK’ê re nebêjin terorîst bi wan re hevdîtinê
nake. Berî operasyona dersînor jî operasyonên li Bakûrê Kurdistanê derxistin
asta herî jor. Li hemberî vê yekê HPG’ê bi serdagirtinên Oremar û Bêzelê
darbeyên mezin li dewletê xistin. AKP’ê ku li aliyekê ligel bûyera Şemzînanê,
kuştina Ugur Kaymaz û kuştin û girtina zarokên din ên kurd polîtîkaya îmhayê
meşand li aliyekê demogojiya, “Em dixwazin ji bo çareseriyê peyda bikin lê
artêş nahêle binve meşand. Bes rastiya vê polîtîkayê bi operasyona Zapê ya li
ser li hevkirina Erdogan-Başbûg a di 5’ê mijarê û hevdîtina Erdogan û Bush a di
heman hefteyê de derket holê.
Zapê psîkolojiya dewletê xirab kir
Piştî mehekê bi dehan car bi dehan balefir Herêma Parastina
Medya hate bombebarankirin, di 21’ê sibata 2008’an li hemberî Herêma Parastina
Medya operasyona dersînor hate destpêkirin bes ji Zapê derbas nebû. Ji ber ku
dewlet bi neçarî di nav hefteyekê de vekişiya muhalefet, artêş û îktîdara tirk
pevçûn. Encama Zapê ji devê Gul, “Berxwedanek mezin heye û ji devê
Serfermandarê Giştî Yaşar Buyukanit bi gotina, “Em wekî mû ji rûn bikişînin
paşve kişiyan. Yên li dijî vekişiyanê derdikevin bila biçin 24 seatan li wir
bimînin. Kîmyaya me xirab bû hatibû îtîrafkirin. Berxwedana kurdan a li Bakûr,
Başûr, Rojhilat û Rojava jî bi tevahî îflasa polîtîkaya dewletê raxistibû ber
çavan.
Başbûg: Me nekarî em pêşiya çiyan bigirin
Piştî vê rewşa Tirkiyeyê hem di rayagiştî ya navxweyî hem jî
derveyî peyama, “Ev tişt bi çekan nabe. Hûn nikarin xilas bikin lêgerîna
guherandina polîtîkayê hate nîqaşkirin. Ev yek jî ji devê Serfermandarê Giştî
Îlker Başbug ku hate ser kar bi gotina, “Me nekarî em pêşiya çiyan bigirin. Lazim
e di aliyê civakî de jî hind tişt bên kirin hate ziman. Di encama li hevkirina
AKP û TSK’ê de polîtîkaya nû ji hêla tevgera kurd ve bi tespîta, “Bi şidetê
nekarî berxwedana kurd. Niha dixwazin bi polîtîkayên nermtir tasfiyeyê di nav
demê de bi cih bînin hate deşîfrekirin. Li ser vê polîtîkayê AKP û TSK’ê ji
serkeftina AKP’ê ya di hilbijartina 29’ê Adarê de hemû derfetên dewletê
serferberkirin. Heta MHP, CHP û gelek partiyên din binve binve li Kurdistanê
banga piştgiriya AKP’ê li alîgirên xwe kirin.
Polîtikaya durûtiyê cardin di dewrê de ye: TRT 6
AKP’ê ku berî hilbijartina 22’yê Tîrmeha 2007’an bi gotina,
“Ma me 5 hezar kesên li hundir qedandin em biçin derveyî hundir dengên kurdan
girtin, vê carê bi TRT 6 û gotina, “Em li pişt gotinên xwe yên di 22’ê Tîrmeha
2005’an de li Amedê kirîn in deng ji kurdan xwestin. Erdogan Amed û Dêrsim
wekî kelehên bên xistin nîşan dan. Bes ligel hemû hevkarî û seferberiya dewletê
jî ev hewesa Erdogan şeva hilbijartinê bi gotina, “Ez ji bo Wan û Sêrtê gelek
xemgîn bûm bi encam bû. Dewleta dît DTP’ê 56 şaredariyên xwe derxistin 99’an
bi gotina Berdevkê Hikûmetê Cemîl Çîçek a wekî, “Îdir standin heta sînorê
Ermenan çûn. Lazim e hemû partî vê yekê wekî mijarek neteweyî bigirin dest
tirsa dewleta kûr a li hemberî serkeftina kurdan da nîşan.
Kurdan mafê gotina ‘Êdî bes e’ dan
Gelê kurd jî di vê pêvajoyê de berxwedan li gel hemû
zordariyan bilind kir. Di dema îktîdara AKP’ê de li hemberî Rêberê PKK’ê
Abdullah Ocalan polîtîkayek taybet hate meşandin. Di serî de kêmkirina seatên
hevdîtinê, heta cezayên dîsîplînê, jêkirina pora Ocalan hemû polîtîkayên îrade
şikandinê hatin meşandin. Herî dawî li hemberî bûyera jehrî kirina Ocalan sebra
kurdan bi dawî bû. Li ser vê yekê gelê kurd bi hamleya, “Êdî Bes e bersiv a
domdirêj, bêwest û bêrawest da polîtîkaya îmha û înkarê. Li aliyekê berxwedana
Ocalan a li girtîgehê û li aliyê din berxwedana gel asta rêxistin bûn û
sazîbûna gelê kurd derket asta herî jor. Bi milyonan kurdên li hemberî
polîtîkayên îmha û înkarê derketin û gav bi dewletê paşve dan avêtin.
Ji bo çareseriyê ji KCK’ê biryara bêçalakbûnê
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ku ji bo hilbijartinê 29’ê
Adarê di atmosferek demokratîk de pêk bên biryara bêçalaktiyê dabû, ji bo
şansek bide çareseriya demokratîk û aştiyane di 13’ê nîsanê de biryara
bêçalaktiyê heta 1’ê Hezîrana 2009’an dirêj kir. Her wiha Serokê Desteya
Rêveber Murat Karayılan bi mulakata dayî Nivîskarê Rojnameya Mîlliyetê Hasan
Cemal daxwazên gelê kurd ên rewa rêz kirin. Li ser vê yekê nîqaşên derbarê
çareseriya pirsgirêka kurd dest pê kirin, piştgiriyek mezin ji rayagiştî ya
tirk, kurd û cîhanê girt.
Bi girtina siyasetmedarên kurd bersiva agirbestê da
Rojek piştî îlana dirêjkirina agirbestê AKP’ê di 14’ê nîsanê
de êrîşa heta niha di dîroka têkoşîna legal a kurd de pêk hatî li hemberî DTP’ê
pêk anî, cîgirên hevserokan, endamên PM’yê û serokên bajaran jî di nav de 52
siyasetmedar û bi dehan qadroyên DTP’ê binçavkirin û girtin. Gelê kurd li
hemberî vê yekê bertekek tund nîşanda û çalakiyên xwe yên du sale bênavber
dimeşînin, bilind kirin.
Azadiya Welat- Ertuş Bozkurt
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info