• Latest
  • All
  • Haberler
  • Editörden
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Politik Analiz
  • Dizi Yazı

Amed dê 3 Rojan Bibe Bajarê Jinan

15 Mart 2020

Demokratik Toplum Sosyalizmi ve Öz Savunma

1 Temmuz 2025

Zilan’ın Fedailiği: Özgürlük Aşkının Manifestosu

30 Haziran 2025

Önder Apo’nun Manifestosu Ve Yaşanan Gelişmelere Etkisi

30 Haziran 2025

MİT ve HTŞ, Uyuşturucu Kaçakçılığında Baas Rejiminin İzinden Gidiyor!- HABER ANALİZ

28 Haziran 2025

Küresel ve Bölgesel Hegemonik Rekabetin Bir Yansıması

27 Haziran 2025

Emperyalist Savaşlar Ve Devrim İmkânları

26 Haziran 2025

Efrin’de El Emşat Çeteleri Yeniden Aktifleşiyor- ÖZEL HABER

25 Haziran 2025

‘Niyeti İyi Olan Bir Devlet, Kongre Sonrası İkinci Gün Komisyon Kurardı’

25 Haziran 2025

‘Doğu Kürdistan’da Alternatifi Olan Tek Güç PJAK’tır’

24 Haziran 2025

Şam’daki Kiliseye Yapılan Saldırı HTŞ Üyeleri Tarafından Yapıldı-ÖZEL HABER

23 Haziran 2025

Demokratik Ulusta Demokratik Komün Yaşamı

23 Haziran 2025

Yeni Ortadoğu’nun Kalıcı Kaos Düzeni ve Stratejinin Temel Ayakları

21 Haziran 2025
  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi
  • Anasayfa
No Result
View All Result
Home Bölümler Kadın

Amed dê 3 Rojan Bibe Bajarê Jinan

Lekolin by Lekolin
15 Mart 2020
in Kadın
Reading Time: 3 mins read
A A

24 Şubat 2010 Çarşamba Saat 17:37

Tevgêra Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), starta xebatên 8’ê Adarê, bi dirûşma ”Jin, di sala 100’emîn de, dê bi têkoşîneke hevpar cîhaneke azad ava bikin” da û

0

21

TR

Tevgêra Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), starta xebatên 8’ê
Adarê, bi dirûşma ”Jin, di sala 100’emîn de, dê bi têkoşîneke hevpar cîhaneke
azad ava bikin” da û bernameya xwe diyar kir. Di çarçoveya pîrozkiran de
dê Amed 3 rojan bibe bajarê jinan.

 

Tevgêra Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), bi minasebeta
100’emîn salvegera 8’ê Adarê li Komeleya Jinan a Cerena daxuyaniyek da
çapemeniyê û starta xebatên 8’ê Adarê da. Di daxuyaniya DOKH’ê de Hevseroka
BDP’ê Gultan Kişanak, Endama MYK’ê ya BDP’ê Meral Daniş Beştaş, Nursel Aydogan,
Şaredarên navçeyên Baglarê Yuksel Baran, Gêlê Petek Çapanoglu, Bîsmîlê Cemile
Emînoglu Wekîla Meclîsa Giştî ya Bajar Semra Azîzoglu, Endama Rêveberiya Selîsê
Perîhan Kaya amade bûn. Rêvebera Selîsê Perîhan Kaya, diyar kir ku DOKH’ê îsal
bi dirûşmeya ‘Jin, di sala 100’emîn de bi têkoşîneke hevpar cîhaneke azad ava
bikin.” dê li qadan bin û dê 3 rojan Amedê bikin bajarê jinan.

 

Kaya, anî ziman ku dê têkoşîna xwe li dijî tecrîda li
hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Abdullah Ocalan pêk hatiye bidomînin û wiha got:
“Em dê tekoşîna xwe li dijî nasnekirina nasnameya kurd, qedexekirina
zimanê dayikê, newekheviya cinsiyeta civakê, polîtîkayên înkar, îmha û
qetilkirina xwezayê re bi hêztir bidomînin.” Kaya, di daxuyaniya xwe de bal
kişand ser 100’emîn salvegera 8’ê Adarê û got ku bi vê minasebetê dê Amedê 3
rojan bikin bajarê jinan.

 

Kaya, destnîşan kir ku jin dê li Amedê daxwazên xwe yên wekî
mafên zarok û mirovan, hewcedariya demokratîkbûna siyasetê, qetilkirina xwazeyê
û xizmetên wekhev bikin û wiha axaftina xwe dom kir: “Em li gorî daxwazên
xwe tevdigerin û ev tişt li dijî berjevendiya zîhniyeta serdest e. Li şûna şer
aştiyeke civakê, li şûna kedxwariyê pergaleke edîl, li şûna nîjadperestî, şoven
û yek tîpbûnê pergala demokratîk konfederal dixwazin.”

 

‘Herî zêde jin rastî binpêkirinê tên’

Kaya, destnîşan kir ku herî zêde jinê ji ber şer zirar dît û
ji ber wê jî jin parastina aştî, wekhevi û demokrasiyê dike. Kaya, polîtîkayên
hikûmetê jî rexne kir û wiha axaftina xwe dom kir: “Hikûmeta AKP bi salane
polîtîkayên şer didomîne û niha ligel operasyonên leşkerî, partiyên siyasî
digire, bi sedan aktîvîstên DOKH’ê û siyasetmedarên kurd û bi tevahî hezaran
jortir kes girt. Ligel, şer, kuştin, şewitandina gund, windakirina faîlên van
nediyar, dîsa jî ji rantxurên siyasî û aborî daxwazên aştî hate kirin. Pergala
serdest guhê xwe dengê aştiyê re girt. Bi navê hewldanên demokratîk çareseriyê
ke sûnî pêş xist û xwest kurdên dewletê ava bike. Ji bo aştiya civakê divê
muxatab bên nasîn û nexşerê bê qebûlkirin.” 

 

Kaya, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew bi sala ne
bedêlên mezin dane û di 100’emîn salvegera 8’ê Adarê de bi dirûşma ‘Jin, di
sala 100’emîn de bi têkoşîneke hevpar cîhaneke azad ava bikin.” li dijî
înkar, îmha û polîtîkayên tasfiyeyê li qadan bin.- –DÎHA

Navenda
Lêkolînên
Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.org
–
www.lekolin.net – www.lekolin.info

 

Tags: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Share202Tweet126
Previous Post

Kalkan: Ayaklanmalar Gündeme Gelebilir!

Next Post

Avesta: Kadın Birliğini Sağlamak 100. Yıla Cevaptır

Lekolin

Lekolin

Next Post

Avesta: Kadın Birliğini Sağlamak 100. Yıla Cevaptır

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi
  • Anasayfa
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi