KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Polİtİk Analİz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
    • Serbest Yazılar
KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster

14 Partiyên Başurê Kurdistanê Li Dijî Êrişên Li Ser Rojava Kombûn

5 May 2020
Kategori: Haberler
246 16
1.5k
GÖRÜNTÜLEME
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

10 Ekim 2019 Perşembe Saat 11:16

NAVENDA NUÇEYAN – 14 partiyên Başurê Kurdistanê li baregeha Komîteya Hizba Şîûya Kurdistanê ya Hewlêrê, li dijî êrişên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê civînek berfireh li darxistin û di civînê de biryar dan ku li Hewlêr çalakiyên protestoyî li dar bixin. Her wiha hat zanîn ku Tevgera Goran bi daxûyaniyekê ji hukumeta Bexda xwestiye ku piştgiriya Rojava bikin.

0

21

TR

:” ”

:””

” “,

14 partiyên ku
tevlî civînê bûne piştî civînê kongreyekî rojnamevanî li darxistin. Li ser navê
hemû partiyan Sekreterê Komîteya Parêzgeha Hewlêr ser bi Partiya Şie ya
Kurdistan Ehmed Şêrwanî di kongreya rojnamevanî de ragihand ‘’Êriş û zextên
Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê li pêş çavê hemû welatên cihanê û saziyên Mafê
Mirovan û Neteweyên yekbûyî pêk tê, weke helwestekî neteweyî li beramberî van êrişên
Tirkiyê nabe ku em bê deng bimînin.’’

Şêrwanî di derbarê
biryarên di civînê de hatîn girtin de axivî û got ‘’Di encama civîna me ya
hevbeş de biryar hat dayîn ku roja şemiyê bi tevlîbûna hemû partiyên Kurdistanî
li pêşberî avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakiyek protestoyî were li darxistin û
daxwaznameyekê pêşkêşî NY were kirin.’’

Şêrwanî da zanîn ku
wan di civînê de çend nêrînên din jî nîqaş kirine û got ‘’Partiyên Kurd wê
amadekarî ji bo çalakiyek li ber deriyê konsulusxaneya Amerîka bikin û alikarî
ji bo Rojava were komkirin.’’

Her wiha di
daxûyaniya hevbeş ya partiyên siyasî de, bang li hemû aliyên siyasî, çîn, hemû
gelên li herêmê, sazî û rêxistinên civakî hat kirin ku li dijî êrişên li ser
rojavayê Kurdistanê, ji bo dengên Kurdan bigihînin hemû cîhanê û bandorî li ser
raya giştî bikin, kom bibin û kar bikin.

 

Partiyên Ku
Tevlî Civînê Bûne Evin

Li baregeha
Komîteya Hizba Şîûya Kurdistanê (Hizba Komunîsta Kurdistanê) ya Hewlêrê Partiya
Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera
Goran, Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê, Hevpeymaniya Nîştimanî, Hizba
Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê, Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê, Bizûtneweyî
Demokrat a Gelê Kurdistanê, Yekîtiya Neteweyî ya Demokrata Kurdistanê, Partiya
Karker û Rencberên Kurdistanê, Xizba Bît Nehrîn, Bijutneweyî Demokratîk a
Aşûrî, Hizba Komunîsta Kurdistanê û Rêxistina Kildanî û Aşûrî ya Hizba Şîûyî
Kurdistanê ji bo li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwest bigirin, tevlî civînê
bûn.

 

‘’Em Êrişên
Tirkiyê Bi Dilgiranî Pêşwazî Dikin’’

Parlemena Herêma Kurdistana
a Federal di derbarê êrişên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê de daxûyaniyek
belav kir û ragihand, ‘’Parlemena Herêma Kurdistanê bi dilgiraniyek mezin
leşkerkêşiya dewleta Tirkiyê ya çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê pêşwazî dikin
û daxwaz dikin ku ev êriş demekî ji ya din zûtir werin rawestandin û bi rêya
diyalog û çareseriyek aştiyane ev pirsgirêk werin çareser kirin.’’

Di daxûyaniya
parlemena Kurdistanê de hat diyarkirin, ‘’Rewşa navçeyê di qonaxekî hestiyar
deye, şerê terorê hêj bi dawî ne hatiye, gelên herêmê di rewşekî bi tirs de jiyan
dikin. Ji ber wê ev leşkerkêşiye nabe çareseriya pirsgirêkan. Em daxwaz ji
komelgeha navdewletî bi taybet Amerîka, Rusya, Fransa û Birîtanya dikin hemû
hêza xwe ji bo rawestan û gûhertina vê rewşê bi kar bînin û hewildanên xwe li
ser esasê danûstandinan bi kar bînin.’’

Di dawiya daxuyaniya
parlemena herêmê de hat diyarkirin ku wê parlemena Kurdistanê şopdarê rewşa
rojavayê Kurdistanê be û civînên giştî li dar bixe.


‘Tevgera Goran
ji hukumeta İraqê xwest ku piştgiriya Rojava bike’

Piştî ku dewleta
Tirk ya dagirker êrişên xwe li ser Rojavayê Kurdistanê berfireh kirin û dest bi
topbarana sivîlan kirin, Tevgera Goran di seatên dereng de li dijî van êrişan daxuyaniyeke
nivîskî weşand. Tevgera Goran di daxuyaniyê de ji Hikûmeta Federal a Iraqê û
Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku piştgirî bidin Rojavayê Kurdistanê.

Tevgera Goran di
daxûyaniya xwe de diyarkir, ‘’Em operasyona leşkerî ya dewleta Tirk a li dijî
Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin bi tundî şermezar dikin û bawer dikin ku
ev xizmetê ji aramiya siyasî ya herêmê re nake, dibe sedema kûrbûna pirsgirêk û
karesatên mirovî. Ev her wiha derfet dike ku şaneyên raziyî yên DAİŞ’ê careke
din serî hildin û bihêzkirina komên terorîst li herêmêye. Her wiha şikandina
îradeya azad a neteweyeke ku bixwîna xwe parastina azadiya xwe kirine.’’

Tevgera Goran di
dewamiya daxûyaniya xwe de da zanîn ku Rojavayê Kurdistanê ku berdêlên mezin
daye ji bo parastina axa xwe ji destê komên terorîst, li dewsa hemû cîhanê li
dijî DAIŞ’ê şer kiriye. Hêjaye ku ew ji aliyê Civaka Navdewletî ve werin
qerebûkirin, ne ku rûberûyê êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiye werin. Di ber vêya
de jî Konseya Ewlekariyê û Neteweyên Yekbûyî, Hevpeymaniya Dijî DAIŞ’ê
berpirsyare û divê ev saziyane rêgirî li dagirkeriya Tirk bikin. Berpirsyarin
di ber parastina gelê Kurd û pêkhateyên din de.

Tevgera Goran di
dawiya daxûyaniya xwe de ragihand, ‘’Em weke Tevgera Goran, hem êrîşa dijminane
bi tundî şermezar dikin, hem jî piştgiriyeke xurt didin xebat û mafê rewa yê
gelê me yê Rojavayê Kurdistanê. Di heman demê de daxwazê ji ji hemû siyasî yên
Kurdistan, Hikûmeta Herêmê û Iraqê, gel dikin ku di vê dema hestiyar de
piştgirî bidin Rojava. Bi hemû şêwazên dîplomatîk, siyasî, medenî û girseyî
piştgiriya Rojava bikin. Divê herêm jî hercûre alîkarî ji bo Rojava bide. Her
wiha li dijî dagirkeriyê daxwaza kampanyeyeke girseyî ya berfireh dikin û divê
alîkariya madî û manewî ya gelê me yê Rojava jî were kirin. Em daxwazê ji
aliyên Kurdî dikin bi hemû şêwazeke medenî xwepêşandan û nerazîbûn bidin
nîşandan û alîkariya lezgîn ji bo Rojava kom bikin.’’


0

21

TR
KO

:” ”

:””

” “,

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html

Partiyên Ku
Tevlî Civînê Bûne Evin ‘’Em Êrişên
Tirkiyê Bi Dilgiranî Pêşwazî Dikin’’‘Tevgera Goran
ji hukumeta İraqê xwest ku piştgiriya Rojava bike’Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

Paylaş204Paylaş127
Önceki yazı

Demokrasilerde Halk Olur Devlet Değil

Sonraki Haber

Öcalan: AKP Oyununu Bozduğum İçin Üzerime Geliyorlar

Son HABERLER

Haberler

‘Önderliğinden Savaşçısına Kadar Demokratik Siyasete Katılımı Sağlayacak Bir Yasa Çıkarılmalı’

Yayınlayan Lêkolîn
20 July 2026
0
1.4k

Hareket Yönetimi, “Rêber Apo ile...

Daha fazla okuDetails

KCK: Rojava Halkımız Kazanımlarını Rêber Apo Çizgisinde Koruyup Geliştirmesini Bilecektir!

19 July 2026
1.4k

MİT’in İran İle İş birliği Ve Aşiretler Üzerindeki Planları- HABER ANALİZ

16 July 2026
1.6k

KCK: 14 Temmuz Direnişçilerinin Özlemlerini Gerçekleştireceğiz!

13 July 2026
1.5k

Öne Çıkan Yazılar

  • MİT ve Parastin’ın Yeni Ajan Ağını Deşifre Ediyoruz!- ÖZEL HABER

    846 Paylaşım
    Paylaş 338 Paylaş 212
  • MİT’in İran İle İş birliği Ve Aşiretler Üzerindeki Planları- HABER ANALİZ

    567 Paylaşım
    Paylaş 227 Paylaş 142
  • Emperyalist Komploya İlişkin Bazı Notlar

    12824 Paylaşım
    Paylaş 5130 Paylaş 3206
  • TC Savaş Suçu İşlemeye Devam Ediyor!- ÖZEL DOSYA

    12762 Paylaşım
    Paylaş 5105 Paylaş 3191
  • İşgalci TC Okulları DAİŞ Eğitim Merkezine Dönüştürdü-ÖZEL HABER

    12621 Paylaşım
    Paylaş 5048 Paylaş 3155

Bir Devrimin Sessiz Gücü

‘Önderliğinden Savaşçısına Kadar Demokratik Siyasete Katılımı Sağlayacak Bir Yasa Çıkarılmalı’

KCK: Rojava Halkımız Kazanımlarını Rêber Apo Çizgisinde Koruyup Geliştirmesini Bilecektir!

19 Temmuz Devrimi: Bir Halkın Hafızası, Kazanımları ve Geleceğe Dair Dersler

Demirtaş: Önder Apo’nun İçinde Olmadığı Her Türlü Gelişmeyi Kuşkuyla Karşılarız

Kalkan: Barışın Kilit Noktası İmralı, Siyasetin Önü Açılmalı

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç