No Result
View All Result
  • Anasayfa
  • Anketler
  • Hakkımızda
  • home page
  • İletişim
  • Test
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi

10 Xwendekara Parastina Xwe Bi Kurdî Kir

Lekolin by Lekolin
15 Mart 2020
Reading Time: 1 mins read
A A
Home Bölümler Gençlik

08 Nisan 2011 Cuma Saat 11:19

Di rûniştina doza ku li Mêrsînê derbarê 107 xwendekaran de bi hinceta li dijî zagona meş û xwepêşandanan tevgeriyane hatiye vekirin de,

Di rûniştina doza ku li Mêrsînê derbarê 107 xwendekaran de bi hinceta li dijî zagona meş û xwepêşandanan tevgeriyane hatiye vekirin de, 10 xwendekaran, bi rêya wergêran, parastina xwe bi kurdî kirin.

Derbarê 107 xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê ku par tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûne de, doz hatibû vekirin. Rûniştina duyemîn ya doza ku bi îdîaya ‘li derveyê zagona civîn û xwepêşandanan ya hêjmar 2911 tevgeriyane’ hatiye vekirin, li 10’emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Mêrsînê pêk hat. 70 xwendekar, bi parêzerên xwe Sebahat Gençtarîh û Eyup Sabrî el re tevli rûniştina dozê bûn. Parêzer Gençtarîh, diyar kir ku,
tewanbariyên li hemberî muwekîlên xwe qebûl nakin û bibîr xist ku meş,
civîn û xwepêşaOncndan mafê herî bingehîn yê makezagonî ye û ev maf bi peymanên navneteweyî, hatiye misogerkirin.

Her wiha Gençtarîh, ji bo muwekîlên xwe beraet xwest. Xwendekaran jî tewanbarî red kirin û diyar kirin ku, pîrozbahiya lidar xistine, mafek e. Di rûniştina dozê de 10 xwendekaran jî gotin ku dixwazin bi zimanê zikmakî parastina xwe bikin. Dadger ev daxwaz qebûl kir û wergêr ji bo wan peyda kir. 10 xwendekaran parastina xwe bi kurdî kirin. Rûniştina dozê taloqî 23’yê gulanê hat kirin.-ANF

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info
   

Tags: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Share199Tweet125
Previous Post

İstanbul’da 13 Araç Ateşe Verildi

Next Post

IRAK DAVUTOĞLU’NU DİNLERSE MUSUL’U KİM KURTARACAK

Lekolin

Lekolin

Next Post

IRAK DAVUTOĞLU’NU DİNLERSE MUSUL’U KİM KURTARACAK

  • Anasayfa
  • Anketler
  • Hakkımızda
  • home page
  • İletişim
  • Test
  • Tüm Yazılar
  • Yorum İlkesi
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi