24 Ocak 2018 Çarşamba Saat 09:13
Hemû şer li
ser alîgirî û dijberiya xwezayê ye. civakek xwezayî ye û hemû nakokî û pevçûnên
vê civakê li hemberî xwezaya duyem e. xwezaya duyem li ser esasê dijberiya
xwezaya yekem pêş ketiye. Hemû xweda û çanda xwedayên serweriya xwezayê di
heman demê de dijberiya civaka Kurd e jî. Li gorî vê civakê mirov ti carî
nikare bibe serwerê xwezayê. Ji ber vê jî bawerî û xwedayên pê bawer parçeyekî
vê xwezayê ango ev xweza bi xwe ye. Xwedayên wan ceza nakin tofan û bahozan li
serê wan ranakin. Ev kevneşopî çîroka vî gelî û serdestan vedibêje. Her dem
serdestan xwestiye gelê Kurd û xwezayê binin dijberî hev û wan bikşînin ser bîr
û baweriyên xwe. Di rastiya gelên kevnare Êzdiyan de jî baweriya beruvajî
serdestan vê çîrokê pi xweş pênase dike. mirov dikare bêje, hemû cîhan li
milekê civaka Kurd jî li milekê ye. Di vê sedsala dawî de tirajediyên dixwazin
bînin serê Kurdan ku di rojên sir û seqem û bi bahoz pêk tînin ne ji xwe ye.
15’ê sibatê rojek ji van rojan e. Paşê qetilkirina Sê Jinên Şoreşger jî
domandina vê rastiyê ye. rojên reş demsalên req û sar dixwazin bikin şirîkê
xwe. Lê ev karên wan nafîlene. Wê tîrêjên rojê rojên reş ronî bikin. Di roja 9’ê Çileya 2013’an de dixwestin
tîrêjên rojê ji rûxarên vê xakê qut bikin. Lê di nav wê sir û seqemê de zarokên
vê xakê li cihê herî sar ên welatê me bi tîrêjên rojê xwe germ dikirin û berf û
sermaya vî welatî tîrojên rojê hîn watedartir dikirin. Ji ber ku li vî welatî
ev bawerî hebû sar û serma û roj ne dijberî hev bûn. Dijberî karê mirovan bû.
Baweriya zarokên vî welatî ev bû. Roja me dijî jî rojek wisa bû.
Îro weke roja tofana Nûh berf dibare û çav çavan nabîne. Ev
rojên wisa 15’ê sibatê tîne bîra mirovan. Dema ku mirov di derî de li derve
dinêre çavê mirov ji derveyî spîbûna berf û mijê tiştek din nabîne. Heta
dûrahiya çavên mirov dibîne berf û mij e. Mirov
dibêjî qey xwedê dixwaze erd û esman bigihîne hev. Tenê kêliyek jî
nasekîne ku mirov li der û dora xwe
binêre. Tenê çûkek jî di vê tofana mîna
tofana Nûh de nafire. Hemû heyberî û zîndiyên xwezayê sekinine û li barîna
berfê dinêrin. Berf wisa zû dibare, tu
yê bêjî qey hinek li banda wê ne û
dixwaze tiştek ji mirov re bêje. Gelek rojên zivistanê yên wisa zor û
zehmet li ser me re derbas bûne. Lê ne
bi vê ecêb û sosretê. Mirov qet ji wan rojan aciz û bêzar nabe. Ji ber ku şopên wisa di mirovan de çêdikin mirov hê zêdetir
bihêz dibe. Pê dihese ku li cihê herî zehmet ji bo tişta herî pîroz têdikoşe.
Ji bo wê jî kêliyek tenê jî henaseya mirov teng nabe, hê zêdetir kelecana
jiyanê xwe li dor giyana mirovan dipêçe û mirovan zindî û dilxweş dike. Min di
jiyana xwe de tenê zivistanek ango ji zivistanan rojek wek kabûsan di hizir û bîra min de maye
jiyan kiriye. Zivstana herî bê êş û
zehmet, bêguman zivstana 1999’an 15 de
yê Sibatê bû. Min tenê wê demê sir û seqemek wisa dîtîbû di jiyana xwe de. Min
digot, êdî ti bager û seqemên wisa li dilê me bar nabin. Te xêre,
ma tu dixwazî zivistanê hemûyê di nav
rojekê de zevt bikî û hemû xezeba xwe bi ser me de bibarînî? Ma wek din rojên te nemane, ey hewar hinek
navberê bidê ku em pêşiya xwe bibînin.
Jixwe weke hemû rojan wê cardin perwerde di demjimêr heft û
nîvan de dest pê bike. Lê ji ber barîna berfa zêde hemû riyên me hatine
girtin. Ji bo wê jî divê em berî
demjimêr heft û nîvan bikevin rê û biçin. Ger em wek hemû rojan bikevin ser rê
dibe ku em hinek dereng bigihin dibistanê.
Dar û berên bilind hemû di bin berfê de winda bûne û hemû der wek hev
xuya dike li ber çavên mirov. Daran
bejin û bala xwe bi spîbûna berfê pêçandiye. Ger tenê berf bibare mirov dikare
pêşiya xwe bibîne, lê di ser barîna vê berfa xopan re mijê hemû der nixumandiye
û mirov nikare du gavan pêşiya xwe bibîne.
Her hevalekê gotinek got. Hevalekê got “ pêşniyariya min em îro neçin
dibistanê û em li mangên xwe perwerdeya xwe
bimînin . Hevalek din jî got “
pêşniyariya min em hemû bêrên xwe bigirin û riya dibistanê vekin û biçin
perwerdê . Hevalek din jî got “ gêrîla li hemberî ti zehmetiyan gav paşde
navêje û her dem li derfetek biçûk digere ku xwe tê de perwerde bike. Li gorî
min ev berf nabe sedem ku em nikaribin biçin dibistanê. Yek demjimêr ji be di
vê şert û mercê de perwerde ditîn bi xwe serkeftin û çalakiya herî mezine ji bo
me. Bi van şîret û pêşniyaran hevalan xwe amadekirin ji bo dayîna nav
berfê. Bi van gotin û nîqaşan em hevalên
wargehê çûn me taştêya xwe xwar û me hemûyan xwe ji bo perwerdê amade kir. Hemû
hevalan goreyên xwe kişandin heta ser
çongan. Du hevalan jî bêr xistin destê xwe û bi dorê heta ber deriyê
dibistanê berf li ser riya me avêtin û
rê vekirin. Ew çendî em di nav berfê de ketin û rabûn te digot qey me cilên spî
li xwe kirine. Bi kotekî em gihiştin
dibistana xwe ya ku bilindahiya wê di bin berfê de me ye. Dibistana me ji ti cihan ve xuya nedikir ji ber ku heta deriyê xwe di bin bilindahiya berfê de maye.
Waneya me ya îro “ Dîroka Jin e. Hemû hevalan xwe baş
amadekirine ji bo nîqaş û pirsan. Hevalên jin dibêjin “ em ê îro mala dawiya
zilamê zalim û bêrehim bînin. Em ê zilamtî
û zilambûnê di serê wan de bin ax bikin. Êdî dem hatiye ku hinek tişt
biguherin. Ma heta kengê em ê bi pirsgirêkên zilamê zordest û jina kole re
mijûl bibin. Divê êdî em dawiyekê ji van taybetmendî û karekteran re bibînin.
Waneya me wisa berdewam kir heta nîvro.
Komîsyon navber da perwerdê. Em
hemû rabûn me dîsa di nav wê tofanê de me berê xwe da mangên xwe. Hê em negihiştibûn
nîva rê hevalekê got, ka ez radyo vekim ev dinya gelek bêdenge îro, gelo di vê cîhanê de çi heye. Bi rastî
jî îro dinya pir sar û bêdeng e. Hevala
Adar jî got “ ya heval tu çend ecêb î, ma tu nabînî di vê hewayê de
çûkek tenê jî nafire ma wê çawa
radyo bikşîne. Ma tu nabînî rewşa
hewayê çiqes metirsîdar û bi xof e. Erê, ez dibinim ma çi çêbûye ji bo ku îro
kêmek berf zêde bariye radyo nakşîne.
“Na! Na heval te ez şaş fêm
kirim, min nexwest wisa bêjim. Ji bo
radyoya te şilnebe min xwest tu li mangê guhdar bikî . “Temam, baş e heval ez ê
radyo li mangê vekim û em ê hemû bi hev re guhdar bikin ka di vê dinyayê de çi
heye. Ez jî dixwazim bizanim ka îro di dinyayê de çi heye. Misoger niha li
Bakûr riya bi hezaran gundan hatine girtin û kesek nikare ji derê mala xwe
derkeve. Gelo li Bakûr rewşa hevalan
çawa ye. Herî zêde jî ez mereqa wan dikim. Bila di zivistanan de tiştek li wan
neyê, weke din kes nikare bi tang û topên xwe
wan tine bikin. Hê em wisa bi hev re daxivîn min dît qêrîn bi hevalekê
ket û kete erdê. Min nizanî çi qewimî ez hema beziyam heval û min xwest fêm bikim ka çi qewimiye.
Kêliya ku ez gihiştim gel heval, min dît
radyo di destê wê de ye û hema dide ber
qîran. Dema ku ez gihiştim gel heval hê dengê radyoyê dihat û digot, “ sê jinên
şoreşger li paytexta Firansa Parîsê hatine qetilkirin! Ez tam gihiştim vê
hevokê û navber ket bernama radyo. Min xwest hevala xwe ji erdê rakim û
bipirsim çi çêbû heval tu ji ber çi wisa qîr dikî. Ez runiştim gel û min radyo
ji destê wê girt. Dema ku min radyo ji destê wê girt, nû fêm kir ku kesek li
gel wê ye, hema ez girtim hembêz kirim û ji min re got heval, heval şehîd
ketine, min hema dengê xwe bilind kir û got, ka bêje li ku heval şehîd ketine,
hê min ji hevala xwe dipirsî min dit bernama radyo dubare bû û got, “ Li
paytexta Firansa Parîsê endama
damezrandina PKK’ê Sakîne Cansiz, Rojbîn
endama bîroya diplomasiya komala Kurd û endama Ciwana Leyla Şaylamez hatin qetilkirin. Her piştî çend gotinan ev hevok
dihat dubarekirin. Me tam nizanî ev behsa çi û kê dike. Dema ku hevalan em wisa
dîtin û qîrên me bihîstin hemû heval bi me ve hatin û wan jî bêyî ku ji me
bipirsin bi xwe ji radyoyê bihîstin. Ez tam nizanim an ez nikarim vê hesta di
wê kêliyê de vebêjim, an jî hest û êşa di wan kêliyan de nayên vegotin. Lê di
wê demê de ez tenê dizanim ez ker û lal bûm û dilê min parî parî bû.
Vî zemanî çiqasî bê
rehim dikin heval! Carinan tu nizanî wê dil û mejiyê te rastî êşek
çawa were. Carinan mirovan kor dike û
carinan jî mirovan lal û ker dike. Ji
barîna vê berfê diyare ku ev berf ne ji xêrê
dibare. Zaliman careke din dixwestin me xwezayê bîin dijberî hev du.
Serpêhatiyên zivistanên me ji me re bikin dijmin. Diviyabû ku me bi xwe zaniba ku rojên wisa ne
berfê, xezeba zaliman dibarîne. Ji ber ku dema zivistanan berf dibare mirov her
dixwaze ji xwe re li reng û şemala barîna berfê
binêre. Ji ber ku mirovan qet nacemidîne. Heta mirov bi demjimêran di nav berfê
de yariyan dike. Ne dest û ne jî lingê kesê nacemide. Lê îro xêre kes naxwaze biçe nav berfê.
Hemû heval dibêjin îro dinya pir sar e, dest û lingên me dicemidin. Lê ez nizanim ev sermaye ji kîjan milî ve tê.
Ev serma ji êşa kezeba dilê azadîxwazan dibare…
Lê ka werin kîn û nefreta di dilê min de bibînin. Em wek Tevgera Azadiyê
bi ti darbeyan kêm û lewaz nebûne. Her
ku çû em hê zindî û mezinbûn li her çar aliyê Kurdistan û cîhanê. Êşa her
hevaleKê li êşa me zêdetir bû û hêrsa me bû hê zêdetir mezin û bê hempa bû.
Pergala fasît û qirker hê hêrsa jinên Kurd nedîtiye ku çawa li himberî wan
radibe û wan tine dike. Her çendî wan êrîşî me kiribe em hê mezintir û bihêztir
bûne. Ti êrîş û derbeyan em bi qasî kêliyekê jî lewaz û kêm nekirine. Em bi
qasî misqalekê ji armanc û hedefên me dûrnexistine. Windahî û şehadeta her
hevalekê erk û misyona me girantir kirine. Me ti caran tola hevalên xwe li erdê
nehiştiye. Ger çiqasî Sakîne û herdu hevalên li gel wê şehîd ketin li gel me bi
nirxbin, zivistan, berf û bahoza me jî li gel me bi nirx e. ger dijmin dest
avêtibe her duyan ev ji nirxa wan tê. Sakîne demsala vî welatiye, Rojbîn rûyê
berfê û ciwantiya hevala Ronahî pêla dijwariya bahozên vî welatine. Heta ev
nirxên me hebin em ê her biserkevin.
Bihar Denîz
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
0
21
TR
:” ”
:””
” “,” ”