21 Eylül 2011 Çarşamba Saat 13:08
Li gorî nûçeya televîzyona Dewletê ya Suriyeyê û ajansa nûçeya fermî Sanayê ku spartiye “mexdûrên tecawizê, di wargehên li Tirkiyeyê hatine damezirandin de jin rastî tecawûz û îstîsmara zayendî tên. Mexdûran îdîa kir ku leşkerên tirk tecawuz li jinan kiriye. Wezareta Karê Derve jî bûyer red kir.
Li gorî Sanayê jinekî ji Suriyeyê ya bi navê Fatma êrîşên ku li wê hatine kirin ji televîzyona dewletê re ragihand. Li Suriyeyê raperîna ku 15’ê adarê destpê kiribû hêj didome û heta niha bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest daye. Kesên ku ji ber bûyeran jî reviyan li Tirkiyeyê di wargehên li ser sînor hatine avakirin de hatin bicihkirin.
Jina bi navê Fatma, wiha got: “Ji Tirkiyeyê 2 otobus anîn Hurbatulcavzê û em bi van otobusan birin wargehên li Tirkiyeyê. Pêşiyê baş li me mêze dikirin. Xwarinên baş didan me. Lê piştî şeş rojan dest bi muameleya xerab kirin.
Ji ber ku rayedarên tirk destûr nadin rojnamevan û heyetên serbixwe têkevin wargehan tu agahiyên zelal ji wan deran nayên girtin.
Wezareta Karê Derve mijar bi zimanek tudn red kir û wiha hat gotin: Ji ber ku em dewleta hiqûqê ne wê vê mijarê lêkolîn bikin. Em agahiyên nasnameya Fatmayê dixwazin.
TECAWUZ KIRIN
Fatma ev tişt gotin: “Kesên bi navê Samer Asfur û Muhamet ku ên ji Suriyeyê hatin konê me û xwestin bi min re bi axivin. Ez jî bi wan re çûm. Samer êrîş min kir û xwest tecawuzê min bike. Min li berxwe da yên li wê derê jî kincên li ser min çirandin. Roja din jî gazî min kirin, lê ez neçûm. Ew bi du kesên din re hatin û ez bi zorê birim. Li wê derê cardin tecawuzî min kirin.
GEF
Fatma wiha didomîne: “Min ji Samer re got ku ez dixwazim vegerim Suriyeyê. Ji min re got ku bi telefona destan dimênên min ên tecawuzkirinê di destê wan de ye û ger gotina wan nekim dê heman tiştî bînin serê keçê min ên 13 û 3 salî jî.
ÎDÎAYA LEŞKERÊN TIRK JÎ TECAWUZ KIR
Fatma ku dibêje leşkerên tirk jî tecawuzîn wan kiriye wiha dibêje: “Piştî 5 roj derbas bûn, Samer ji min re got ku leşkerên tirk ên berpisyarên wargehê dixwazin bi min re biaxivin. Samer ez radestî leşran kirim û ji wan pere girt. Piştre jî eynî wekî Samer hin tirkan tecawuz li min kir… Li wargehê zêdetirê 70 keçikên biçûk rastî tecawuzê hatin. Hemû zarokên li wargehê niha nexweş in. Heta du zarokan ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dan.
Televîzyona Suriyeyê cih da gotinên dayikek ku tê îdîakirin rastî tecawuzê hatiye jî. Dayîka mijara gotinê ev tişt anî ziman: “hin leşkerên tirk ên li wargehê li ber çavê min tecawuz li cîrana me Fatma û keçên min Fatma û Vefayê kirin. Her wiha dema ku tecawuz dikirin jî dîmenên wan dikişandin. Gotin eger em gotina wan nekin, dê dîmenan belav bikin.
EM FIROTIN TIRKAN
Keça dayîka ku hat îdîakirin rastî tecawuzê hatiye Fatma ev tişt gotin: “Li wargehê hin kesên bi çek tecawuz li me kirin û firotin tirkan. Bi zorê hin derman bi me dan xwarin û dîmena me kişandin. Û gotin wê dîmanan belav bikin. Me xwest em vegerin welatê xwe lê nahêlin.
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info