16 Şubat 2018 Cuma Saat 09:37
Ji ber vê yekê Serpêhatiya mirovan a lêgerîna bi xwezayê re di
destpêkê de watedayîna xwezayê wiha dest pê dike. Yanê diyalektîka tirs û
kêfxweşiyê bi demê re ji bo mirovan bû qanûn û îdeolojî. Wateya ku mirovan dida
xwezayê gelek reng di nava xwe de dihewand. Lewma dema bi demê re xweza hat
parçekirin û her parçeyek dibû xwedî wateyek, bêguman mirov jî bû yek ji wan
parçeyên xwezayê. Lê bi demê re careke din ev hevsengiya di navbera mirov û
xwezayê de dîsa bi destê mirovan hateyî ber xirabûnê. Ev yek jî dîsa bi destê mirovan hate
destpêkirin. Lewma îro li Rojhilata Navîn a qedîm her ku diçe ev hevsengiya di
nava mirov û xwezayê de ber bi belavbûnê ve diçe. Yanê çendî zana û pêximberan
di çol û çiyan de ketin nava tinêbûnê û ketin xexwleyan, lê belê nekarin
çareserî ji ev şerê di navbera mirov û xwezayê de ji holê rabikin. Ji ber vê
yekê her tim civaka mirovan di nava bê edaletiyeke pir mezin de tê meşandin.
Yanê çawa ku mirov her tim xwe di ser xwezayê re dibînin, bi wî rengî di nava
xwe de jî dabeşkirina mirovan jî hatiye çêkirin. Lewma bi her awayî hewl didin
êrîş bibin ser vîn û kerameta kesên ku dixwazin li hember vê xwezakujiyê serî
hildin û bêrûmetiyê ji holê rakin.
Ji ber vê yekê bi
hovane êrîşî me kirin, êrîşî pêşiyên me kirin û êrîşî bav û kalên me kirin. Ji
gelên çiyayî dest pê kirin heta roja me ya îro jî hîna berdewam dikin. Yanê yên
ku di serada tinekirinê re dihat derbaskirin ne em bûn, di rastiyê de xweza bi
xwe bû. Ji ber em jî gelekî parçeyek ji xwezayê ne hewl didin me jî di serada
qirkirinê re derbas bikin. Belê, ev xwezayîbûneke wisa bû ku bi demê re cewherê
me bi her awayî veguherî cewherê xwezayê û bi wî rengî di nav hev de heliya.
Yanê di her dem û demsalan de weke nûmetên xwezayê me rehên xwe avêt û em bi
pêş ketin. Em biharan vebûn, havînan geş bûn û me payîzan tov da. Her wiha bi
vî awayî tovê me belav bû li ser xaka Rojhilata Navîn. Lewra çaranûsa Kurdan bi
xwezayê re heman tişt e. Her ku xweza li ber xwe dide û zindî dibe gelê Kurd jî
demarên xwe belav dike li ser vê xakê û bi berxwedanê re hîn zêdetir wek hev
dibin xwedî vîn. Lewma pir vekiriye ku şerê bi Kurdan re tê kirin mîna şerê bi
xwezayê re ye.
Belê, miha
Sibatê, gelo çima miha sibatê ango çima qomplo. Ji ber dixwestin di sibatê de
jiyanê biqelînin û qomployek weke ya pênc hezar salan berê niha ku li hember
keda dayîkê hatî kirin, îro jî qomployeke ku dil û mejiyê mirovan bide sekinîn
di vê heman miha sibatê de li hember rûmet û vîna gelê Kurd bidin meşandin.
Çawa ku efêndiyên xwezayê xwestin hebûna di navbera mirovan û xwezayê de tine
bikin, ji holê rakin. Bi wî rengî jî Erdoxanê faşîst û hevkarên wî xwestin di
15’ê Sibatê de di navbera Rêbertî û Gelê Kurd de qotbûnek bidin çêkirin.Yanê
qoploya ku li himber Rêber Apo hatiye çêkirin, di rastiyê de dixwestin hebûna
Kurdan ji nav rûpelên dîrokê rakin. Lê her kes vê baş dizane ku dîrok ti wextî
winda nabe û ji holê ranabe. Lewma felsefeya Rêbertî ji bo gelê kurd û hemû
gelê Rojhilata Navîn bûye rehên jiyanê. Her kêlî ev rehane xwe bi hêz dikin. Ji
ber vê yekê 15’ê Sibatê ev qas di jiyan ango di xwezaya kurdan de hejandineke
kûr daye çêkirin. Yanê 15’ê Sibatê di şaneyên herî kûr ên mejî û bedema mirovan
de bandoriyek mezin daye çêkirin. Ji ber vê yekê heta ku ev qomplo berevajî
nebe û ji holê ranebe ne gengaz e Civaka Kurd dilxweş bibin an jî têkoşîn
rawestînin. Ji ber qomploya 15’ê Sibatê ji bo me hemûyan rojeke ku mirov bikeve
nava muhasaba wijdanê xwe ye. Ji ber ev qomplo li hember vîn û hebûna
mirovatiyê hatiye kirin.
Lewma divê em ti
carî ji bîr nekin ku ev êrîşek namerdane bû ku ji bîra me ya dîrokî re hatibû
kirin, ji ber di meha destpêkê ya demsala biharê de ango di despêkirina jiyanê
de ev qomplo hatibû pêkanîn, bandora wê ya hejîner li ser wijdanê mirovatiyê
hîn mezintir kiriye. Ji ber xwestin jiyanê di zayîna wê ya destpêkê de ji holê
rakin, tine bikin. Lewma qomploya 15’ê Sibatê jî bi welidandina jiyanê re
pêkanîn. Lê em baş dizanin ku ev qomplo bê ehlaqiya herî mezin e di civaka
Kurdan de hatiye despêkirin e, lewma ne gengaz e ku ti ferdek yê vê civakê
bikaribe vê bê ehlaqiyê li ser vîn û baweriya xwe qebûl bike.
Ji ber em baş
dizanin ku qebûlkirina qomployê, qebûlkirina tinebûna vîn û hebûna xwe ya
mirovatiyê ye. Lewma di her kêliyekê de li her qadê, her ferdek yê civaka Kurd
dibêje qomploya li hember Rêbertî hatî pêkanîn, li hember vîna min hatiye
pêkanînin. Ji ber vê yekê ye ku her kêlî tê gotin têkbirina qomployê wê bibe
têkbirina hemû faşîzmê. Yanê çawa ku dewletên faşîst xwestin jiyanê di destpêka
zayina wê de tine bike û ji holê rake, divê civaka Kurd jî careke din jiyanê di
dsetpêka zayîna wê de zindî bike û bigihîne ji nû de welidandinê. Yan na wê ti
kêliyek yê vê dîrokê me efû neke. Ji ber ku em hemû di ciyek de berpirsê vê
qomployê ne.
Bêguman tecrîda
ku di roja îro de tê meşandin jî sedema xwe ji bêberpirsyartiya me ya li
hemberî qomployê ye. Ji ber lewaziyên ku di çalakî û bêberpirsyartiya me ya li
hember qomployê, dihêle ku her rojek ji roja din hîn zêdetir tecrîda li ser
Rêbertî were girankirin. Lewma divê her yek ji me di vir de kesayeta xwe bêxe
nava lêpirsînê. Ji ber em baş dizanin her lewaziyek me dibe sedema girankirina
tecrîdê. Yanê ev tecrîda li ser Rêbertî tê meşandin ne ku ji hêzbûna dijmin ne,
berevajî ji lewaziyên me ne. Ji ber vê yekê divê em berpirsyartiya xwe ya li
hemberî vê tecrîdê pir bi detayan bigirin dest û xwe bêxin nava lêpirsînan.
Lewma her çendî hem di bajaran de hem jî di çiyan de çalakî hebin jî, lê wer
diyar dibe ku têrê nekiriye ku tecrîdê ji holê rake. Ji bo vê divê heta ev
tecrîd ji holê ranebe wijdanê me jî rihet nebe û em her kêlî wijdanê xwe bêxin
nava mihasebê. Yanê dijmin dixwaze bi şêwazên zirav me fêrî tinebûna Rêbertî
bike, lê divê em bi çalakiyên xwe vê yekê nîşanê her kesî bidin ku kes nikara
ango hêza kesê dê têrê ne ku bi qasî kêliyekê jî me fêrî tinebûna Rêbertî bike.
Lewma divê em vê nîşanê her kesî bidin cîhanek bê Rêbertî em ê di serê wan de
hilweşênin û cîhan li wan bikin zîndan.
Jixwe ev erk û
berpirsyartî yê her ferdeke ku dibêje ez xwedî vîn û rûmeta xwe me. Yanê vîn û
rûmeta her ferdeke kurd di destpêkê de rakirina tecrîdê ye. ji ber ku vîn û
rûmeta me hemûyan ji berê her tiştî Rêberê me ye, ger em di sêrî de vê tecrîda
li ser Rêbertî ranekin tê wê wateyê ku em nikarin xwedî li rûmeta xwe jî
derbikevin. Lewma erka me ya sereke pergela Îmraliyê hilweşandin û Rêber Apo
azadkirin e. Yanê em nebêjin azadkirin, jixwe Rêber Apo her tim azad e, em
bêjin Rêber Apo ji nava çar dîwaran derxistin. Yanê em pergala Îmrali
hilweşênin Rêber Apo ji nava çar dîwaran derbêxin. ji ber vê ji bo ku em vê
pergala Îmrali ji holê rabikin, ev erk di sêrî de dikeve ser milê her ciwanek
kurd. Her wiha divê her ciwanek kurd bibe weke atomek di dil û mejiyê dijmin de
weke volqanan biteqe. Divê her ciwanek, her mirovek bibêje kes nikare roja me
tarî bike. Yê ku destê xwe dirêjî roja me bike em ê wan destan bişkênin. Yanê
bi şiyara kes nikare Roja me tarî bike rabin ser piyan.
Jiyan Bihar
Navenda Lêkolînên
Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,” ”