Di 2021/01/19’an de wezîrê parastinê yê Dewleta Tirk Hilûsî Akar û Serfermandarê artêşa Tirk Yaşar Guler biserlêdanek derbasî axa Eraq û pişt re jî Hikumeta Heremî Ê Kûrdistanê bun.
Dêstpêkê bi Serok Wezîrê Eraqê Mistefa El-Kazimî re civiyan. Di derbarê hevdîtinên xwe de naverokek zelal yan jî berfireh bi raya giştî re parve nekirin! Tenê peyvê kû Kazimî anî ser ziman ew bu ku got; Iraq hemû gef an jî çalakiyên terorîstî yên ku ji axa Eraqê destpêdike û Tirkiyeya cîran dike hedef red dike û emê di Danûstandinên meşq û rahênanên Leşkerî de bi hevre hevkarî bikin!
Wezîrê Parastinê ê Dewleta Tirk Hilûsî Akar û heyeta pê re piştî serlêdanz Eraqê derbasî Hikumeta Herimiyê Kûrdistanê bun û li gel rayedarên Başûr jî hevdîtinan li dar xistin. Tiştê ku berpirsên Eraqê û Kazimî bi Tirka re gotûbêj kiribun heman tişt jî rayedarên Başûrê bi uslubek hinek cuda dubare kiribun û di nav de giraniyê herî zêde dabun ser mijara Şengalê û PKK’ê ku wekî astengiyê sereke ya pêk nehatinê wê lihevkirinê dabun nîşandan.
Şayenê behse kû PDK’ê Partiya Dimokratê Kûrdistan niha di vê pêvajoyê de ji her demek ji aliyê aborî siyasî û pêgehê stratejîk de lewaz û bêbandor buye!
Di serî de ji hemiya girîngtir ewe kû Yekêtiya Nîştimanî a Kûrdistanê (YNK) demek zêdeye daxwaza Piroseyê la merkezî xistiye devreyê û zextek zêde xistiye ser PDK’ê. Bicîbicêh buna wê piroseyê PDK’ê pir teng û Mehdud dibe. Di serî de di nav Parlemento û Siyaseta Eraqê de lawaz dibe. Hejmara kursiyên wê li Parlementoya Eraqê kêm dibin û nikare bandoriye li ser siyaseta Eraqê bike. Hejmarê Kûrsiyên Partiyê YNK’ê li Parlementoyê Eraqê 18, kûrsiyên PDK’ê jî 25 kursiye. PDK berê bi hevkariyê YNK û partiyên wekî Goran û hinek ji endamên Komaleya Îslamî û bi parvekirina posteyên nan, Hikumetê di navber xwe de karîbu balans û pêgeyê Hikumetê herêmê li Eraqê heya astek bi bandor rabigre. Lê niha dema kû YNK bigêje armanca La merkezî û di heman demê de qismek ji Endamên Goran jî bi YNK’ê re hev fîkirin, ew jî bi daxwaza la merkezî re û di nav de Komelê Îslamî jî tewlî wê piroseyê la merkeziyê dibin. Ji xwe hinek Partiyên Opozisyon jî di nav Hikûmetê de hene kû ji destpêka pêkanînê kabîneya 9’an bi berpirsiyartiyê Mesrûr Barzanî ve Mûhalîf û dijberê Siyasetê Feşelê wê kabîneyêne.
Bi cibicîh kirina La Merkeziyê ji bo Sûleymaniyê û di heman demê de qût bûna parlementarên YNK û Goran ji Hikûmetê Herimî dibe sebeb kû hejmarê Kûrsiyên PDK’ê kêm bibe û tê texmîn kirin kû wê demên pêş bigêje 14 an jî 16 Kûrsiyan di nav Parlementoyê Eraqê de. Di nav wêyêkê de jî niha hejmarek ji Parlementerên Kurdan, Komek nû bi nav Partiyê Hîva li nav Parlementoyê Eraqê dane Ava kirin û her roj jî hejmarê wan zêde dibe kû PDK’ê û Hikûmetê Herêmê Başûr wêyêkê jî bi astengiyek mezin li wê mijarê dinêre û bi lawaz bunê xwe li hember Hikûmetê Eraqê dizanin!
PDK wisa texmîn dike ku ger partî û aliyên Eraqê li Parlementoyê Eraqê bigêjin wê encamê kû li gor destûr û yasayê Eraqê Fêderal, ji ber nebuna hejmar û kûrsiyên têrker ên PDK û qût buna Silêmaniyê ji Hewlêrê tê wê manayê kû Parlemana Eraqê û destûra Fêdêralî ji nû de piroseyek Siyasî, Leşkerî û Stratejîk ji bo Herêmê Kurdistanê were ava kirin û piratîze kirin!
Çima Tirkiye Ji Bo Necatê PDK’ê Wisa Ketiye Liv û Tevgeran!
Tirkiye man û nemana xwe a di nav axa Başûrê Kûrdistanê de, di mayîna PDK’ê de dibîne. Neman û lewaz bûna PDK bi wê watayê kû Tirkiye li nav axa Eraqê de lawaz dibe, nema dikare bi hêsanî êrişê herderê ji axa Eraq û Herêma Kurdistanê bike. Tirkiye nemana PDK bi xûrt bûna PKK û xûrt bûna PKK jî bi nemana Dîktatoriya xwe dibîne. Tirkiye li Başûrê Kûrdistanê piştgiriya PDK û li Rojavayê Kûrdistanê jî ENKS dike heya kû astengiyan ji gelê Kûrd û Tevgerê Azadiyê re derbixînin. Çeka stratejîk a Tirkiye Di serî de PDK’ê pişt re balefir û teknîkên leşkerî ne. Lewma lewazbûn û nemana PDK wek pirisgirêkê esasî ê xwe dizane.
Hinek aliyan di derbarê seredana Hilûsî Akar ji bo Eraqê dibêjin kû Tirkiye dixwaze di demek kin de li Eraqê operasyonek pir berfireh bide destpêkirin û Eraq jî pê re hevkar be!
Lê hinek çavdêrên Siyasî yên din di vê baweriyê de ne kû operasyonek wisa li axa Eraqê de gengaze. Şîrovekarên siyasî wisa dinirxînin kû ger Kazimî jî bi pilanek wisa yê Tirkiyê razî be jî, zehmete kû aliyên Şîa û berpirên siyasî yê Eraqê razîbûnên xwe nîşanê vê yêkê bidin! Eraq di cîhê xwe de alozî û pirisgirêkên siyasî û civakî jiyan dike. Rewş û pêşeroja Hikumeta Başûrê Kurdistanê ne diyare bi tevî wan pirisgirêkên siyasî, civakî û aborî wê çi were serê wî. Di heman demê de Tirkiye xwe bi hêz nîşan dide lê ew jî di her alî de di bin zexta derve û hûndirîn de ye.
Şirovekar her wiha dan xwûya kirin kû ger jî Tirkiye nikarî ji bo êrişkirina ser kûrd û tevgera azadiyê destur ji wilatên derdor bigre û hema bi şêwazek zoremilî bikeve nav şerek wisa niha di wê pêwajoyê Rojhilata navîn de bibe zirarmendê yêkem. Wê carê dibe kû hêzên Kûrdî jî ji bo parastina gel û destkeftên wê, bersiva êrîşê Tirkiye bi êrîşek ji ya wî berfirehtir (ji Sînorên Rojava heta Başûrê Kurdistanê) bidin!
Gelo Niha Astengiya Piroseyê Lihevkirina Şengalê PKK’ye an Mijar Cûda Ye!
Eger kû em hinek berfirehtir li vê mijarê binêrên wê hin rewş zelaltir bin. Giraniya kû Partiyê Dimukratê Kûrdistanê dide mijara Şengalê, wisaye; Emerîka, Îsraîl û di nav de Tirkiye, PDK qanalîze dikin ku zextê li Hikumetê Eraqê bike û ger pêwîst kir hinek şantajan jî li Bexdayê bike ku bikaribe herêma Şengalê ji nûve bixe destê xwe. Bi cîh buna PDK li Şengalê ji nû de wekî wêye kû Emerîka, Îsraîl û Tirkiye di Şengalê de bi cîh bibin. Di serî de dixwazin Heşdî Şabî li vê derê nemîne û di nav de hêzên ji Kurd û gelên Şengalê pêk tê YBŞ kû PDK’ê û Tirkiye wan wekî şervanên PKK binav dikin. PDK û welatên ku di meseleya Şengalê de piştgiriya wê dikin xwasteka wan ewe kû ne tenê şervanên YBŞ, belku ti hêzek girêdayê Heşdî Şabî û Eraqê li vê derkê nemînin. Welatên kû di mijara lihevkirina Şengalê de bi israrin wisa îddea dikin ku qaşo Heşdî Şabî şervanên Îranê û YBŞ jî şervanê PKK ne.
Çima Tenê Li Ser Şengalê Lihev Dikin!
Şengal ji aliyê erdnigarî û sînoran ve heya astek berbiçav cîhek stratejîke û di heman demê de sînorê welatên Eraq û Sûriye jî bi hevre girê dide.
Şengal stratejîke lê ne ji PDK’ê re!
Her kes dizane kû Kerkûk û navçeyên girêdayî wê ji PDK’ê re ji lihevkirina Şengalê girîngtire. Lê çima naçe li ser Kerkukê bi Eraqê re lihev bike? Kerkûk û navçeyên kû PDK piştî Piroseyê Referandomê ji dest daye ji aliyê aborî û cemaweriya gel ve damarên sereke yê PDK bun kû %51 ji axa herêma Kûrdistanê pêk dianîn.
Lê niha PDK tevahî wan cîhên din li pişt gohê xwe xistiye lê bi israr û zexta hinek welatan, tevahî giraniya xwe daniye ser navçeyê Şengalê. Tiştê kû xwuya ye di piroseya lihevkirina Şengalê de PDK tenê amureke ku ji bo armancê wilatên di wê lihevkirinê de bi israrin. Tirkiye bi xeyala Rojavayê Kûrdistanê ji PKK û Başûrê Kurdistanê qût bike, Emerîka û Îsraîl jî dixwazin Heşdî Şabî ji Sûriye û serweriyê wî li wan navçeyên stratejîk bê bandor bikin.
Niha lihevkirina kû PDK li ser Şengalê bi Rayedarên Eraqê re pêkaniye ji ber kû ne gelê Şengal û ne jî asayîşa xwecîhî û ne jî Heşdî Şabî vê herêmê ji PDK re vala nakin kû PDK bi dehan saziyên îstixbaratî ê wilatên din derbasî wêderê bike. Ger pirisgirêka cîbicîh nebuna Şengalê tenê endamên Asayîşa Yezîdxanê ba, ji mêj ve bi firokeyên Tirk û hevpeymanên wê re tevahî Şengalê bomburdiman dikirin û çiqas gel jî şehîd buya jî wê ne di xema wê de ban. Lê pirisgirêka sereke ê PDK û welatên pêrene Heşdî Şabî ye û ger bixwazin êrîşek berfireh li dijî Heşdî Şabî bikin pêwîste bi tevahî hêzên Eraqê re bikevin nav şerek mezin! Ev jî niha di wî pêwajoyê de mijarek gengaze.
Niha mijara Heşdî Şabî jî li Eraqê wesaye ku PDK û Wilatên pêre bixwazibin an jî ne xwazibin Heşdî Şabî li Eraqê ji aliyê leşkerî, siyasî û cemawerî de hêza yekeme û bandoriya wê li tevahî Eraqê de heye. Di heman demê de jî niha Heşdî Şabî xwe gihandiye herêmên Kurdan jî û di vê çarçoveyê de jî demek berî niha li Kerkukê hêzek binavê Heşdî Kûrdî bi pêşengiya fermandeyên berê kû di nav PDK de bun, dan ava kirin!
Heşdî Şabî li Eraqê girêdayî partî û aliyê Şîa yên Eraqêye. %70 rûnîştvanên Eraqê, gelê Şîa pêk tîne. Di nav parlementoya Eraqê de partiya a yêkem Sayêrun (54 Kûrsî), 2-Êtilafê Fetih (53 Kûrsî), 3- Êtilafê Nesir (22 Kûrsî), 4- Alhikam (19 Kûrsî) û çend aliyên din yên kû kûrsiyên wan jî komê ser hevdû bibe hejmarê wan digêje nêzî 47 Kursiyan . Ji bo wêyekê jî ne tenê Serokwezîrê Eraqê Kazimî, belku ti kes nikare bê hevahengî û bê pilanê wan partî û hêzên Siyasî û Şîa ti gavek bavêje. Ger piratîkek jî dijberê wan hêz û dûr ji çavê wan aliyan bike, wê demê pêş wan hêzan jî bi awayên cur bicur bersiva wê bidin. Lewma Kazimî jî nikare bi serê xwe her tiştî bike.
Lewma mirov niha dikare bi wê şêwazî li rewşa Eraq û Herêmê Kûrdistanê û di nav de liv û tevgerên Tirkiye binêre.
Siltan RİZGAR
Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê