15 Eylül 2019 Pazar Saat 05:46
0
21
TR
:” ”
:””
” “,
Hat diyarkirin ku Partiya Demokrata a Kurdistanê (PDK) di
gelek civîn û goftugoyên xwe li gel rayedarên hûkumeta Bexda de daxwaza
baregehên xwe yên li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên bi nakok ji hûkumeta
Bexda dike, lêbelê hêzên ewlekariyê yên İraq û grupên Heşdî Şeebî amade nînin
ku van baregehan careke din radestî PDK’ê bikin.
Hat zanîn kû di civînên navbera Hukumeta Bexda û PDK’ê de
yek ji mijarên herî sereke kû nîqaş li ser tê kirin, radestkirina baregehên PDK’ê
yên li Kerkûk û navçeyên bi nakok in. Lê hukûmeta İraqê heya niha jî li ser vê
mijarê tu bersivên erênî ne dane PDK’ê.
Endamê Encûmena Rêveberiya PDK’ê yê navçeya Germiyan Ednan
Kerkukî li ser mijarê ji bo Dengê Amerîka ragihand ‘’Me nav û navnîşanên
baregehên xwe yên li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên bi nakok radestî hûkumeta
İraqê kirye ku careke din radestî me bikin, lê heya niha jî radest ne kirine.’’
Endamê Encûmena parêzgeha Kerkûkê Kameran Kerkûkî da zanîn,
‘’Hûkumeta İraqê diyarkiriye kû hinek ji baregehên PDK’ê milkê dewletê ne. Hemû
partiyek mafê wê heye ku baregehên wan hebe, ji ber wê eger PDK’e bejdarî
hilbijartinên parêzgehan bibe dikare bibe xwedî baregeh.’’
Li Kerkûk û herêmên bi nakok bi giştî ji 10’an zêdetir
baregehên PDK’ê hene kû di 16’ê Cotmeha 2017’an de ji aliyê PDK’ê ve hatin
valekirin û hêzên İraqê û Heşdî Şeebî têde bi cih bûne.
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanêwww.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html