16 Ağustos 2018 Perşembe Saat 10:18
Komên OSO yên girêdayên dewleta tirk, ji bo
talaniyê dikaneke telefonan û yek jî buroya dovîzê yên li ser riya Raco ya
Efrînê gulebaran kirin.
Ji roja ku dewleta tirk û çeteyên wê OSO Efrîn
dagirkirine şûnde, welatiyên ku di Efrînê de mane her kêlî bi kiryarên dizî, talanî,
kuştin, îşkence, revandin, tecewiz, tacîz, şewtandina bax û baxçeyan re rû bi
rû tên. Li gor agahiyan çeteyên OSO ji bo talaniyê pêşî esnafên li ser riya
Raco tehdît kirin û piştre jî gulebaran kirin.
Çavkaniyekî ji herêmê ragihand ku duh di saetên sibehê
de çeteyên OSO dikandarên li ser riya Raco bê hincet bi girtinê tehdît kirin û
piştre jî dikaneke telefonan û yek jî buroya dovîzê (dan û standina pereyan)
gulebaran kirin. Çavkanî anî ziman ku
çeteyan ji van dikandarên ku gulebaran kirine pere xwestibûn û li ser vê yekî
jî gulebaran kirine. Çavkanî da zanîn ku di gulebaranê de kesekî di buroya
dovîzê de birîndar bûye.
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,” ”
0
21
KO
:” ”
:””
” “,” ”
:KO
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanêwww.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html