08 Ağustos 2018 Çarşamba Saat 06:58
Çeteyên Feyleq El-Şam a girêdayî dewleta Tirk zarokên Êzidî yên gundê Basûfanê ya girêdayî navçeya Şêrawa bi darê zorê rê dikin
mizgeftan. Her wiha çeteyên bi navê Ketîba El-Hemzet jî dibistan û hin malên
sivîl ên Elewî yên navçeya Mabeta dikin mizgeft û dibistanên Şerr`î (Şerîat). Hat
ragihandin ku yê vê yekê qebûl nakin jî tên girtin, revandin û îşkence li wan
tê kirin.
Çeteyên OSO yê girêdayê dewleta Tirk kiryarên guherandina demografî
û asîmilekirina gelê Efrînê berdewam dike. Çeteyan ku ji destpêka dagirkirina
Efrînê û vir ve hemû cih û warên dîrokî û pîroz ên Êzidî û Elewiyan tarûmar
kirine, niha jî ji bo tevahî asîmilekirinê misilmantiyê li ser Êzidî û Elewiyên
di herema Efrînê tê ferzkirin. Ji
aliyekî ve çeteyên Feyleq el Şam a girêdayê dewleta Tirk zarokên Êzidî bi darê
zorê dişînin mizgeftan, li aliyê din ve jî çeteyên Ketîba El Hemzet jî dibistan
û hin malên Elewî dikin mizgeft û dibistanên Şerr’î (şerîat).
Feylaq El-Şam zarokên Êzîdî bi zorê dibin mizgeftan
Li gor agahiyên ku çavkaniyekê heremê bi me re parve kir, diyar
kirk u çeteyên koma bi nave Feyleq El Şam a girêdayê dewleta Tirk, li gundê
Basûfanê ya navçeya Şêrewa zarokên Êzidî ji malan derdixin û bi zorê dibin
mizgeftê, li ser misilmantiyê ders tên dayîn û Quran fêr dikin. Çavkanî
destnîşan kir ku kesê bi navê X.K ku nexwest zarokên xwe bişîne mizgeftê li
gund rastî îşkenceya çeteyan hatiye. Hat ragihandin ku çeteyan jineke ciwan a
Êzidî navê wê nehat zanîn hatiye revandin û agahî jê tuneye.
Malên Elewiyan dikin mizgeft û dibistana Şerr’î
Kiryarê asimilasyonê ne tenê li ser Êzidiyan, heman demî li ser
Elewiyên herêma Efrînê jî tê meşandin. Çeteyên koma bi nave Ketîbeya El-Hemzet
jî dibistana gundê Kaxrê ya girêdayê navçeya Mabeta zivirandine dibistaneke
Şerr’î (Şerîat) û tenê dersa ola Îslamî tê dayîn. Her wiha li gor agahiyan
çeteyan mala kesê Elewî yê bi nave Henan Ereba jî zivirandine weke mizgeft û tê
de dersê îslamê tê dayîn.
Hat destnîşankirin ku di heman heremî de 3 xaniyên aîdê Elewiyan ên
ji heremê hatine derxistin jî ji bo bizivrînin mizgeft an jî dibistana Şerr’î,
amadekarî tên kirin.
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,” ”
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
0
21
KO
:” ”
:””
” “,” ”
:KO
Feylaq El-Şam zarokên Êzîdî bi zorê dibin mizgeftanMalên Elewiyan dikin mizgeft û dibistana Şerr’îNavenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanêwww.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html