17 Nisan 2016 Pazar Saat 05:52
Di van rojan de dewleta Turk xwe amade dike
hinek qanûnên nû bixe rojeva parlemenê û bide erê kirin. Qanûnên Erdogan yên nû
hatin, yên Ataturk û Înûnû yên kevn jî xelatin…! Çine ev qanûn?
• Qanûnên
rewakirina komkujiyên li ser gelê Kurd…
• Qanûnên
parastina kujer û talankerên Kurdistanê…
• Qanûnên
bi hêzkirina xayîn û nokerên Kurd…
• Qanûnên
nûkirina sîstema dagirkeriya li Kurdistanê û bi hêzkirina wê…
• Qanûnên
şehitandin û lawazkirina çand û nasnameya Kurdistanê…
• Qanûnên
destwerdana li tevnên mîmariya kevneşop û kevnar ya li Kurdistanê…
• Qanûna
valekirina gund, navçe û bajaran qanûna guhertina demografî…
Gelik aliyên din yên van qanûnan hene. Ev
hinek xalên sereke ne. Dîroka çêkirin û pêkanîna van qanûnan hene. Hinek ji van
dîrokan heta bi dema Asuran diçin. Mînak, valekirina Kurdistanê ango guhertina
demografiya Kurdistanê yekem car di dema Asuran de pêkhatiye. Medan piştre
xwastiye tekbîra vê bigrin û gelik herêmên Kurd jêhatibûn nefîkirin, dubare bi
şêniya Kurd dan dagirtin.
Bi hatina Turkan ya li vê xakê re êdî
guhertina demografî bo karek gelik rojane û ji rêzê. Xakên Mezopotamya û
Anatoliya hemabêje ji niştecihên wan hatine vemaliştin. Gelên Ermen, Asur,
Suryanî, Rom û hinek gelên weke Laz jî niha tenê bi awayek gelik heşifî hebûna
wan heye. Li cihê wan Turk hatin bi cihkirin.
Di van du sed salên dawî de ev qanûn
hemabêje gihan lûtkeyê. Sultan Evdilhemîdê II. yê Osmanî, formên bi hêz yên van
qanûnan xist meriyetê. Alayiyên Hemidiye newayek yekem ya nizama xayîn û
nokerên Kurd bû di destê Osmaniyan de. Bi destê wan alayiyan gelên weke Kurd,
Ermen, Rom û hwd hatin qetilkirin û jinavbirin.
Lûtkeya van qanûna bi avakirin û
damezrandina Komara Turk re derket holê. Mustafa Kemal û xelefê wî Îsmet Înûnû
ji bo tinekirina gelên vê axê tiştek nema kû nekirin. Di sedsala 20. de
Serhildana Dersim, Agirî, Koçgirî, Şêx Seîd û hwd wekû bertek û berxwedana li
beramberê vê polîtîkayê derketin holê. Yekem car bi resentiya qanûna îro dewlet
dixwaze derbixe kû qanûna mafê komkujiyan dide leşker û bûrokratane, di dema
van serhildanan de hatin derxistin. Hemî kujerên leşker û siyasetvanên komarê
bi van qanûnan hatin parastin. Cerdevan û xayînên Kurd jî heta dawî ji van
qanûnan sûdmend bûn. Ka em li van qanûnan û dîroka wan temaşe bikin:
Plana
Reforma (Islahat) Rojhilat
– Di
dadgehên rêkûpêk û leşkerî de dadgerên sîvîl û leşkerî yên ‘herêmî’ nikarin kar
bikin.
(Rê nadin Kurd di van saziyên dewletê de
cih bigrin ango dewlet bes ya Turkane. Gotina ‘herêmî’ ya li jor qala
Kurdistanê dike.)
– Li
cihên kû Ermenî jê hatine derxistin an kû li rojavayê xeta di navbera Wan û
Mîdyatê de wê penaberên Turk werin bi cih kirin. Serwet û samanê kû ji
Ermenîyan hatîn destxistin nayên firotin, heta ji Kurdan re ‘bi kirê’ jî nayên
dayîn. Li gel Turk û Ernawûtiyên ji Yugoslavya tên, koçberên ji Îran û Qefkasya
wê bên, di destpêkê de wê li dola Murad ya di navbera Elezîz, Erxanî, Amed,
Palû, Kixî û Mûş’ê de, herwusa li xeta rojhilat û başûrê Çiyayê Çewlik, dolên
Xinis-Murad, Deşta Mûş’ê, Gola Wan’ê, di navbera Amed, Garzan û Bidlîs’ê de
werin bi cih kirin.
Ji derveyê vê, gelên xwecihên Rîze û
Trabzonê, xwecihên bakûrê Erzerûmê ger bixwazin û şertûmercên wan werin bi cih
anîn, dikarin li dora robarê Xinis, geliyê Murad û Gola Wan’ê werin bi cih
kirin.
Ger ew bi vî awayî li Rojhilat bi cih
bibin, wê dewlet barkirina wan, heqê rêyên wan, ji bo salekê xwedîkirina wan,
çêkirina xaniyên wan, dabînkirina pergal û amûrên çandiniya wan bigre ser xwe û
pêşwazî bike.
Mal û milkên Ermenîyan kû Kurd di destên
xwe de digrin, bi çi awayî dibe bila bibe, divêt ji destê wan were derxistin û
ger Kurd bixwazin dikarin li taxên rojava kû dewlet destnîşan bike bi cih
bibin. Dema Turk li ser erdên Kurdan werin bi cih kirin jî ji bo li rasta
êrişên Kurdan neyên wê ‘parastinek baş’ li Turkên hatîn bi cih kirin were
kirin. Di sala 1925’ê de herî zêde wê 50 hezar şênî were koçberkirin. Di nava
10 salan de wê ji Yugoslavya, Bulgarîstan, Qefqasya û Ezerbaycan’ê 500 hezar
koçber werin anîna Kurdistanê û werin bi cih kirin.
– Li
wê herêma rojhilat mulk û zevî bi lez wê ji aliyê wezareta darayiyê ve werin
derbazkirina mulkiyeta dewletê. Wê di sala 1926’ê de li Rojhilatê Turkiyê an kû
li Kurdistanê serjimêrî were kirin.
– Mezaxtina
ji bo şkandin û tinekirina serhildanên li rojhilat çêdibin, wê ji gelê herêmê
were berhevkirin û pêşwazîkirin. Gundên li herêmê yên tevlê serhildanan
nebûyîn, wê bacê nedin. Ew gund jî ji berê de hatine kifşkirin.
– Kesên
serhildan gurrkirîn, meşandîn, herwusa xizim, derdor û eşîra wan kesan wê li
taxên rojava kû dewlet nîşan bike bi cih bibin.
– Mal
û mulkê di dema koçberiyê de li dûv xwe dihêlin wê ji aliyê hukûmetê ve werin
kirrîn yan jî li herêma rojava kû lê bi cih dibin, li şûna yên bi cih hiştîn wê
heman nirxî de mal yan pere were dayîn. Kesên di dema serhildanê de xizmet,
sedaqet û alîkariya dewletê kirîn, koçberiya wan wê were paşdaxistin yan jî
betalkirin.
– Ji
bo parçekirina avana eşîrê wê bi lez hêzên zêde yên leşkerî werin şandina
herêmê. Di heman demê de li herêmê ji bo karmendiya herî ji rêzê ya dewletê jî
divêt Kurd neyên damezirandin li damûdezgayên dewletê.
– Kesên
kû di damûdezgayên dewletê û şaredariyên li Meletî, Elezîz, Amed, Bidlîs, Wan,
Mûş, Riha, Erxenî, Hozat, Ercîş, Adilcewaz, Xelat, Palû, Çarsancak, Çemîşgezek,
Ovacik, Xisnimansûr, Behisnî, Arga, Hekîmxan, Bîrecîk, Çermûk û li gelek cihên
mîna vana de, li dibistan û bazaran ji derveyê Turkî zimanek din bikarbînin, ji
tawanê dijberî û binpêkirina fermanên hukûmetê û şaredariyê wê were cezakirin.
Weke li jor jî bi awayek gelik zelal
diyare, armanca van qanûnan valekirina
Kurdistanê ji Kurdan û dagirtine ji Turkan. Ji seranserê welatên kû Turk
lêjiyan dibin xelkek tênin li Kurdistanê bi cih dikin, mal û mulkê Kurdan didin
wan, dixin mulkê dewletê. Ji bo bikaribin vê bikin ango Turkan bînin
Kurdistanê, li rexmê alîkariyên madî herwuha parastinek leşkerî jî ji wan re
dikin.
Ji qanûnên li jor jî diyar dibin kû her ji
avabûna Komara Turk heta niha ji bo Kurdistanê zagon û qanûnên taybet hatine
pêkanîn. Ji bo Kurdistanê plansaziyên pir kûr yên veguhertinên demografîk hene.
Ji Qefqasya bigre heta Azarbeycanê, ji Asya Navîn bigre heta ji Îranê, Balkanan
anîna Turkan û wane li Kurdistanê niştecihkirin, yekem armanç û plansaziya
Turkan bûye. Bişavtina Kurdan, qedexekirina ziman, çand û nasnameya Kurdan,
guhertina navên cih û deveran, pêşxistina sîstema nokertî û xayîntî û ji bo vê
razandinên mezin yên madî û manewî hatine pêkanîn. Gava mirov temaşe dike, li
deverên kû herî zêde ev qanûn hatiye pêkanîn heta niha jî bizava siyasî ya Kurd
nekariye têkeve van herêman. Mînak Meletî, Dîlok, Elezîz kû navendên van
pêkanînan bûn, hêjta niha jî di hêjmarek gelik mezin de Kurd nikarin xweyî li
hebûna xwe ya etnîkî derkevin. Divêt
sedê sed girêdana vê bi van qanûnan ve bêt berçav girtin.
Herwuha herêmên din yên weke Mereş, Sêwas,
Erzîngan, Qers jî yekem navendên Turkkirinê ne û îro jî bi awayek gelik kûr
bandora vê yekê li berçavane. Asta bişavtinê gihaye rêjeyek wusan kû Kurdek
nikare hebûna xwe ya etnîkî, mafên xwe yên xwezayî, jiyanî û gerdûnî bilev
bike, ne bes evqas, herwuha li pêşiya vê dibe asteng û xwe Turk pênase dikin.
Ev yek hemî di encama sîstema bişavtin, koçberkirin, helandin, rizandin û
hilweşandina kû encamek ya van qanûna ye de derketiye holê. Îro hatiye rewşek
wusan kû li van cihên mijara gotinê Kurdek xwe Turk dizane, Elewiyek xwe Sunnî
dizane û hertişt berevajî bûye. Nimûneya tîpîk ya vê Kemal KILIÇDAROGLU ye. Ji
bilêvkirina gotina “Dersim ditirse. Ji anîna ser ziman ya gotina “Kurdistan
dibehice! Turkbûn û xizmeta Komara Turk kirin, ji bo wî ya bingehîne. Netewtî,
çand, ziman, dîrok, ehlaq, civakbûyîn û nasnameya Kurdbûyînê li nik wan sedema
biçûkbûnê ye. Ji ber kû wuha hatine perwerdekirin, hatine bişavtin, bûne noker,
hevkar û xayînên kû di oxira text de gel û welatê xwe difiroşin. Kesên weke
Efkan ALA, Galib ENSARÎOGLU, mehmet METÎNER û hwd divêt wuha bêne destgirtin.
Ji aliyê din ve, îro gelik mirovên
karbidestên vê dewletê kû li ser navê Turkbûnê şerê Kurdan dikin, wan didin
koçberkirin, mal û mulkên wan desteser dikin, zulmên mezin didin meşandin jî
kesên “berhevkirî ne. Çima berhevkirî? Ev kesane ji gelên cuda, ji ziman û
çandên cuda, ji coxrafyayên cuda anîne, perwerdekirine, qayilkirine û xaka
Kurdistanê pêşkêşî wan kirine. Ji ber kû ev elît jî di wê zanebûnê de ye kû
Kurdistan ne niştîmane ji wan re, bi domdarî dixwazin bi komkujiyan Kurdistanê
vale bikin û cihên valebûyî ji xwe re bikin war. Di dîrokê de gelik kesayetên
wuha yên berhevkirî bi vî awayî di komkujiyên mezin yên li Kurdistanê de cih
girtine. Yekem nimûneya vê kesayeta Turk ya berhevkirî kû li Kurdistanê komkujî
pêkanî Fermandarê Turk Avşîn bû. Binxistina serhildana Mazdek û komkujiyên
pêkaniyî di dîrokê de navdare. Niha jî di Komara Turk de kesayetên mîna Receb
Tayîb Edogan (Gurcî ye), Ehmed DAvutoglu (Yahudiye), Bekir BOZDAG (Qerece),
Yalçin AKDOGAN (Ernewute), Generalê Turk yê li Cizîr komkujî pêkanîyî Hudutî û
hwd kû bi nijad ne Turkin, lê di valekirin û komkujiyên li Kurdistanê de rol
dileyizin hene. Bi gotinek din, ev şer ne bes şerê li hemberê Turkane. Şerek
berfireh yê li hemberê nokerên Kurd, berhevkiriyên ji gelên cuda û hêzên
emperyalên sermayadar û yekdestdarin.
Nimûneya herî berçav û têt zanîn ya qanûna
komkujiyên li Kurdistanê, “Yasaya Dersimê ye. Bi avabûna Komara Turk re û bi
destpêkirina pêvajoya înkar û tinehesibandina gelê Kurd re, pêlek mezin û bi
hêz ya serhildanan li Bakurê Kurdistanê destpê bîbû. Evane Serhildanên Koçgirî,
Serhildana Agirî, Serhildana Şêx Seîd, Serhildana Dersimê bûn. Bi van
serhildanan re dewlet ketibû di tengezarî û qeyranek mezin de. Sîstema Komarê
ketibû rewşek êdî nexebite. Jixwe ev sîstem li Kurdistanê zêde bi cih ne bîbû.
Lê hatina vê sîstemê bo Kurdistanê pirr bi xwînawî çêbûye. Birîna herî kûr û
xedar ya vê Komkujî an jî nijadkujiyê ya li Dersimê ye.
Herêma Dersim hem wek coxrafîk hem jî weke
çand û bawerî herêmek xweser û cihêwaz ya Kurdistanê ye. Bi dirêjahiya dîrokê
bi van taybetmendiyên xwe derketiye pêş û hatiye naskirin. Li Kurdistanê di
nava dewletan an jî mîrekan de jî be, herdem wuha hatiye naskirin, rêz hatiye
dayîn, rengek giranbuha daye nirx, çand û coxrafya Kurdistanê. Ji ber van û
gelik sedemên din, dewleta Turk bi caran xwastibû vê herêmê jinav bibe. Her ji
dema Osmaniyan ve gelik sefer û êriş li ser vê herêmê pêkaniye, bi taybet li
ser navê “Qizilbaşiyê!
Sîstema netew dewletê sîstemek yekpereste.
Sîstemek miliyetpereste. Ji ber van taybetmendiyên xwe sîstemek ya nexweş û
metirsîdare. Miliyetperestî dibe sedema korbaweriyê. Yekpereste û bê wujdane.
Nijadkujiya li Dersimê jî ji bo avakirina vê yekperestiyê bû. Gotinên heroj
Erdogan li meydanan bilêv dike, sojeya raman û bîrdozên Komara Turk ya di wan
deman de ye. Gotinên “Yek Al , “Yek Ziman , “Yek Dewlet , “Yek Welat di rastî
de fikrên Kemal Ataturk, Îsmet Înûnû û paşhatên wanin. Zêhniyet heman
zêhniyete. Bi vê nijadperestiyê û yekperestiyê tiştên Mustafa Kemal û Îsmet
Înûnû ji bo Komara Turk kirin, îro jî Erdogan, Bahçelî û Kiliçdaroglu jî bi
heman zêhniyetê li Kurdistanê didin meşandin. Îro jî bi heman awayî ne bes gund
û navçe, bajar jî dubare têne valekirin û nefîkirin. Çawa duhîn Dersim bi
komkujiyan dihat valekirin û jinavbirin, îro jî bi heman awayî Şirnex, Cizîr,
Amed û Mêrdîn têne valekirin û jinavbirin. Ev jî têt wateya kû sîyaseta Komara
Turk ya li ser Kurdistan û gelê Kurd hemane, nehatiye guhertin, bi reng û cûrên
cuda domdare. Çawa duhîn ji bo valekirin û tinekirina Dersimê qanûnan
derdixistin û kujer û dagirkeran rewa dikirin, diparastin, zirxên qanûnî li ber
wan dikirin, îro jî heman tişt dikin û qanûna parastina leşkeran û kujeran
derdixin û wan diparêzin. Yasaya Dêrsimê, ji bo ji holê rakirina xwesertiya
herêma Dêrsimê, Turkkirina herêmê û bi desthilatdariya dewleta navendî ve
girêdana wê, têt li darxistin. Ka em berê xwe bidin “Yasaya Dersimê û
zêhniyeta wê û bi roja me re berewurd bikin:
Yasaya
Dêrsimê
– Valekirina
gundan û ji aliyê dewletê ve destdanîna li ser wan,
– Parçekirina
eşîran û koçberkirina wan ya ber bi herêmên dûr yên welat ve,
– Destdanîna
li ser hemû erd, mal û mulkên kesên tên koçberkirin, derbederkirin û di dawî de
jî dabeşkirina beşek yê van destkeftiyan li ser koçerên Tirk yên ji Qefqas û
Balkanan tên anîn. Beşa dimîne jî derbazkirina li ser sermaya taybet ya
dewletê,
– Ji
aliyê malbatên efser û burokratên Turk, herwusa saziyên dewletê ve
desteserkirina taybet keç, lê kûrên Kurd jî û helandina wan,
– Ji
talanê re vekirina kan û kanzayên li herêmê.
Ne ecêbe kû îro jî li Cizîr, Silopî, Sur,
Nisêbîn û hwd heman tiştên li jor bi awayek pir eşkere têne pêkanîn. Malên
xelkê Kurd tên talankirin, cihên xaniyên wan tên guhertin, bajar ji cihên wan
tên veguhestina bo cihên cudatir. Biryara guhertina cihê bajarên Colemerg û
Şirnexê nimûneya vê yekê ye. Ango dewleta dagirkera Turk herdem li gora
plansazî û hesabên gelo ka çawa dikare pitir Kurdistanê ji xwe re bike mal û
mulk, wuha tevger dike, bername û plansaziyan rêkdixe. Gava vê dike jî ti
nirxek çandî, dîrokî anjî coxrafîk yê Kurdistanê berçav nagire. Hiştina gelik
herêmên dîrokî yên wek Newala Çorî û Hesenkeyfê di bin avên bendavan de,
talankirin û hilweşandina Sura Amedê û dîroka wê, hilweşandina dîwarên Birca
Belek û hwd nimûneyên zelal yên vê yekê ne. Ango li vê derê şerek bîrdozîk yê
xwe pesartî çand, dîrok, nirx û raboriya Kurdistanê heye. Dîroka Kurd ji holê
radike û li şûna wê ya xwe dide ferzkirin. Çanda Kurd paşvemayî lanse dike û ya
xwe modern û bi pêwîst dide ferzkirin. Ango komkujî ne bes bi fîzîkî lê bi
çandî, civakî, siyasî, dîrokî û demografîke jî.
Di rewşa heyî de dewlet wusan bawer dike kû
ew dikare bi heman rêbazên li Dersimê Tevgera Azadiya Kurdistanê têk bide. Lê
di berxwedanên Cizîr, Silopî, Sur, Nisêbîn, Hezex û gelik navçeyên din de
derket holê kû ev yek ne pêkane. Navçeyek mîna Surê dikare ji 100 rojan zêdetir
li rexmê hemî teknîka pêşketî şerê duyem mezintirîn artêşa NATO yê bike! Ev
rastî dewletê ji hundur ve dihejîne.
Xalek din ya girîng ewe kû di dema şerê
çekdarî yê nêzîkê 30 salan de yekem car gel şer dike li hemberê dewletê. Ango
şerê hatî kirin di vê werza zivistanê de şerê gel bû. Gotina dawutoglu ya
dibêje “hebûn nebûna dewletê mijara gotinê ye! vê yekê baş radixe li berçavan.
Ev têt wateya kû bi rastî jî Turk û dewleta Turk êdî nikare weke berê jiyan bike
û bide jiyandin.
Dewleta Turk ji bo pêşî li vê yekê bigre û
nehêle statuya heyî xirab bibe, hemî xefik û bêbextiyan dide kirin û pêktîne.
Êrişên li ser Rojava vedanek cuda ya vê tirsê ye. Bi hemî hebûna xwe dixwaze
pêşî li statuya Kurdan bigre. Ji bo vê
jî hemî grubên terorîst digre aliyê xwe, wan fînanse dike, bi xwe û artêşa xwe
ve palpiştiyê ji wan re dike û ya herî girîng jî bi qanûnan wane diparêze û
mertalan ji wan re çêdike.
Gotinek pêşiyên Kurdan heye dibêje: “Ti
feyda tirsê ji mirinê re nîne! Ya rastî
jî wuha ye. Ji Kurdistanê derxistina Turkan di rastî mirine ji bo wan. Jixwe
tirsa wan jî ji vê yekê ye. Lê êdî di rewşa heyî de ti feydeyek ya vê tirsê jî
nemaye. Ji ber kû bi komujiyên dewleta Turk li Cizîr û Hezexê pêkanî re êdî pir
hatin avêtina avê. Êdî ne pir ne jî baz nemaye!
Sedema evqas bi hovitî êriş dikin jî, ji vê
bêçaretiya wane. Xwe rapêçana wan ya li DAIŞ, El Nusra û komên terorîst têt wê
wateyê kû bêderfet mane. Mîna mirovek bikeve behrekê û xwe li mar werbîne, êdî
Erdogan û dewlet hema diperpitin. Derxistina van qanûnan û parastina leşker,
bûrokrat, cerdevan û xayînên kû komkujî pêktînin jî qaşo ji wan re çareyeke.
Herî dawî fişar û gefên li ser
parlementerên HDP’ê jî weke duyem çare di destê xwe de didin bikaranîn. Lê pir
vekiriye kû li Meclîsa Turk bûyîna wan zêde ne dilkêş û hestek germe. Jixwe li
wê derê bûyîn jî êdî zêde tiştek vegotin nake. Ew meclîsek ya biryara bi dehan
komkujiyan li ser gelê Kurd û gelên din yên li Turkiyê dayî ye. Ji lewra ne
ciheke zêde bayex pê bêt dayîne. Wê parlemenê mubalexekirin jî bê wate ye. Di
vê êdî Tevgera Azadiya Kurd bide hîskirin kû ew her kêlî dikarin wê benê navokê
yê navbera me de heyî dikarin biqetînin. Ev yek dikare bibe duyem têkçona
Turkan ya li Kurdistan û herêmê. Tenêhiştina Turkan ji bo wan mirine. Êdî ne li
Surye, ne li Îranê, ne li Êraqê nikarin gotina xwe bidin guhdarîkirin. Ger Kurd
bikaribin vê yekê baş bikarbînin, êdî Turk wê bikevin pêvajoya têkçon û
paşveçonê mîna Roma, Hîtît, Asur û gelik xedarên din yên van coxrafyan ew jî
wê ji dîrokê biçin. Rojava yekem gave ji bo vê.
Wek encam, qanûn û yasayên şer tenê dikarin
rewşa heyî hêj pitir ber bi kaosê ve bibin. Nimuyên van yên dîrokî hene. Yên
duhîn li Agirî, Zîlan, Dersim, Botan hatibûn qetilkirin, îro pitir bihêz li ser
linganin. Ev jî delîlek ya vê rastiyê ye. Şerê li dijberê Turkan ger heta niha
tenê li Bakur bû, êdî li Rojava bi awayek cudatir û bi bandortir ev şer têt
meşandin. Ji bilê behrê, hemî aliyên Turkan bi Kurdan hatiye dorpêçkirin. Ev
dorpêç nefesa wan teng dike, wan dide goşeyekê û di encama vê de evqas hov û
har dibin. Lê bila bêt zanîn “du zebeş bi destek nayêt girtin! êdî biratiya
musulmantî û xayintiya komkujiyan bi hevdu re nabe. Tevgera Azadiya Kurdistanê
êdî ewqas bihêze kû dikare vê bi vekirî bide hîskirin û ferzkirin.
Şanstêr
Memê
Kürdistan Stratejik
Araştırmalar Merkezi
www.lekolin.com –
www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info – www.navendalekolin.com
:” ”
:””
” “,” ”
:” ”
Plana
Reforma (Islahat) RojhilatYasaya
DêrsimêŞanstêr
MemêKürdistan Stratejik
Araştırmalar Merkeziwww.lekolin.com –
www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info – www.navendalekolin.com