24 Mayıs 2011 Salı Saat 08:52
Herêma Kurdistanê Şêx Mehmûd Berzincî di salên şerê cîhanê ê yekê de, ji bo avakrina dewleteke serbixwe xebitî. Di roja 23’ê Gulana 1919’an de li dijî Înglîsan serhildan da destpêkirin û di dîrokê de bo cara yekemîn dewleta serbixwe ‘Hikumeta Kurdistanê’ îlan kir, xwe jî qiralê dewletê nîşan da. Serhildana li gelekek deran belav bû.
Şêx Mehmûdê Berzencî kurê Şêx Seîd, Kake Ehmedî Şêx, Şêx Marifê Nodêyî, Şêx Hîsa ya Kurê Baba Alî Hemedanî ye. Berzincî di sala 1878’an li gundê Berzince ji dayîk bûye. Piştî ku bavê wî Şêx Seîd û birayê wî Şêx Ehmed di sala 1913 de bi giştî 50 kes ji aliyê Osmaniyan ve hate kuştin, Berzincî dewsa bavê xwe girt. Şêx Mehmûd Berzincî yan jî Şêx Mehmûdê Hefîd ji Şêxên rêya Qadirî bû, zimanên Kurdî, erebî, tirkî, farisî xweş dizanî. Gelek helbest jî nivîsandiye.
Berzincî di salên şerê cîhanê ê yekê de, ji bo avakrina dewleteke serbixwe xebitî. Bi vê armancê, bi kurdên Îranê re tifaq danî û li hember Îngilîz û Ereban şer kir. Sê caran dewleta serbixwe ‘Hikumeta Kurdistanê’ îlan kir, xwe jî qralê dewletê nîşan da. Berzencî destelatiya di bin saya Îngilîzan de nepejirand û bi taybetî zimandirêjiya Major Soane ê ku dixwest hêzên kurdî mîna milîs ji bo xwe bi kar bîne. Berzincî li hember êrîşên ereb û îngilîzan heta sala 1932ê li ber xwe da. Şêx di 9’ê Kewçêrê sala 1956’ê de çû ber dilovaniya xwe.
YEKEMÎN DESTHILATDARIYA ŞÊX MEHMÛDÊ BERZENCÎ
Piştî têkçûyîn û hilweşîna Împaratoriya Osmanî, pêl bi pêl gelên bindest li çareya serê xwe digerin. Piştî têkçûyîn mîrnişîna Baban di sala 1851’an de, carek din kurd karîn bigihîjin astekê deshilatdayiyê.
* Di roja 1’ê mijdara 1918’an di merasîmek giştî de ku li Berdekê Sera ya bajêrê Silêmaniyê pêk hat de, ji aliyê Mêcer Noyîlê Îngilîzan bi fermana Dadgerê giştî yê Brîtanya yê Iraqê Wilson ve Şêx Mehmûd Berzincî wek Desthilatdarê Kurdistanê hate hilbijartin. Brîtanya ev ferman di 11’ê mijdara 1918 bi awayek fermî belav kir.
Lê hin ser re derbas nebû Îngilîz ji sozên xwe yên dabûn kurda poşman bûn. Roja 23’ê gulana 1919 serhildana Şêx Mehmûdê Berzencî li dijî înglîzan dest pê kir û ev serhildana li gelekek deran belav bû. Di encama şerê ‘Derbendî Baziyan’de ji kurdan 300 kuştî û 500 birîndar çêbûn, Berzincî jî bi birîndarî dîlî dikeve destê Înglîzan. Wê çaxê Berzincî li bin kevirekê mezin berxwedaniyek hêja kir, loma navê wî kevirî kirin “Berdê Qareman (Kevirê Qehreman) . Gelek leşkerên Înglîz hatin kuştin, 4 Tank û 19 alavên leşkerî yên Înglîzan hatin şewitandin.
Înglîz di roja 22’ê Tîrmeha 1919’an derebasî nava bajarê Silêmaniyê bûn û xirabeyek mezin pêk anîn. Şêx Letîfê Hefîd kurê Berzencî di bîranînê xwe de ku ji zar devê Şêx Mehmûd daxive, dibêje: “ Înglîzan benzîn bi laşê kurdên hatbû kuştin de kirin û li ber çavê me şewtandin. Min nikarî li ber xwe bidim û min mudaxele kir. Lê piştre dest ji laşê hin kuştiyên nehatbûn şewtandin berdan. Berzincî girtin û rêkirin Bexdayê û sewqî dadgehê kirin. Di roja 25’ê Tîrmeha 1919’de Berzincî di dadgehek leşkerî de ku hate dadgehîkirin, bi wan du xalane hate tewanbarkirin:
1- Serîhildan û rabûna li dijî Birîtaniya ya Mezin û rijandina xwînek zêde.
2- Daxirtina Ala Birtîtaniya ya Mezin û hildana Ala Kurdistanê li şûnê wî.
Di encamê dadgehê de fermana darvekirinê ji bo Berzincî û Şêx Muhemed Xerîb re hat dayîn. Bêyî ku di dadgehê de amade be fermanê zindanîkirina ebedî ji bo Mehmûd Xanê Hewramî hate dayîn. Fermana 3 sal girtgehê jî ji bo Mehmûd Xanî Kanî Sanan re birîn. Ev jî jiber vê yekê bû ku alîkarîya Şêx Mehmûdê Berzincî kiribûn.
Ji ber domkirina çalakî û nerazîbûna gel pişt re cezayê10 sal girtgehê li Şêx Mehmûd Berzincî û Şêx Muhemed Xerîb hat birîn û ji bo girava Endaman ya Hindistanê hatin dûrxistin, heyanî sala li wêderê 1922’an li wir hatin hiştin. Li dijî vê yekê swareyên Kurda (pêşmergeh) şerê xwe yê çiyayî dijî Îngilîzan berdewam kirin. Di wê demê de malbata Berzincî ji aliyê Înglîzan ve rastî êriş û neheqî tên û neçar man derbasî Rojhilata Kurdistanê dibin. Li wê derê jî Simkoyê Şikakî gelek caran alîkarîyê malbata Berzincî dike.
Bi vî awayî di dewreya yekemîn ya desthilatiya Şêx Mehmûdê Berzencî 8 meh û 3 heyîv ji 1’ê Mijdara 1918 heya 22’ê Tîrmeha 1919’an dom kir.
DÛWEMÎN DESTHILATDARIYA BERZENCÎî
Berî vegerandina Şêx Mehmûd ji bo Silêmaniyê, îngilîzan desthilatiyeke erebî ya ajan û girêdayî li Iraqê çêkiribûn, lê dizanîn, ku bê razîkirina Kurdan wê dewleta Ereban bi ser nekeve. Di wê demê de her ku diçû hêrsa gel li dijî Înglîzan zêdetir dibû. Ji ber vê yekê ew neçar man Şêx Mehmûdê Berzencî ji Hindistanê ji bo Kurdistanê vegerînin. Ev yek jî bi 3 qonaxan pêk hat:
1- Roja 27-28’ê Çileya 1922 Berzincî ji Hindistanê anîn Kuwêt.
2- Roja 12-13’ê Rezbera (îlon) 1922 Berzincî ji Kuwêt anîn Bexdayê.
3- Roja 20-30’ê Rezberê 1922 Berzincî ji Bexdayê anîn Silêmaniyê.
Tevgera ku di bin pêşengiya Şêx Mehmûd Berzincî de xurt bibû. Li dijî statûkoparêzî, berjewendperestî û dagirkeriya Brîtanya yê Berzincî roja 31’ê Rezbera 1922’de dewleta serbixwe ‘Hikumeta Kurdistanê’ îlan kir, xwe jî qralê dewletê nîşan da. Berzincî di Hikûmeta Kurdistanê de saziyên mîrî yên rêvebirinê, saziyê xebatê çapmenî, dibistanan û arteşê saz dike. Salih Zekî Sahêbqiran û Macîd Mûstefa wek Fermandarên leşkerî û şêwermendê xwe destnîşan kir. Reşîd Zekî Kaban jî wek nûnerê têkeliyên derve yê Hikumetê hat hilbijartin.
Tîxûbê dewletê dikete Kurdistana Bakûr, ango hemî Başûrê Kurdistanê dadigirt. Paytexta wê Silêmanî, Zimanê fermî Kurdî û Navê artêşê jî ‘Artêşa Netewî ya Kurd’ bû.
A- Ava kirina saziyên mîrî yên rêvebirinê:
Navê Serokwezîr û Wezîrên Hikumeta Kurdistanê wiha ye:
1- Serokwezîr (supa salar): Şêx Qadirê Şêx Sehîd Hefîd
2- Wezîrê Navxweyî û Wezîrê Tenrûstî bi wekalet: Şêx Mehmûd Xerîb
3- WezîrêAborî: Abdulkerîm Elyas Alaka yê (File)
4- Wezîrê Perwerde (Meharîf): Mîr lîwa Mistefa Paşayê Yamolkî
5- Wezîrê Şerih (ol) û Dadê: Mele Seîdê Kerkûlkî
6- Wezîrê Gumirg :Ehmed Begê Fetah Beg (Hemdî Sahêbqiran yê şahîr)
7- Wezîrê Eminî (asayîşa giştî): Seyîd Ehmedê Berzincî
8- Lêkolerê Giştî (Serperiştyarê giştî yê saziyên dewletê): Mîr lîwa Sedîq Qadrî Paşa
9- Wezîrê Xizmetkirin (Nafîhe): Mihemed Axa Abdûlrehman Axa
B- Ala Hikumeta Başûrê Kurdistanê:
Ala Hikumeta Başûerê Kurdistanê, di wî demê de bi van rengan bû: Kesik di hindir wê de bi giloverî rengê sor hebû, di hindir rengê sor de jî heyveka sipî hebû.
C- Poste û gihandin
Ji boyî poste 2 corên pûleh çap kirin, liser wê de dû xencer hebûn û (Hikumeta Başûrê Kurdistan)ê hatbû nivîsandin.
D- Saziyê çapemanî:
Di şoreşa Berzincî de gelek rojnameyên heftane û mehane wek organa Hikumeta Kurdistanê derketine û weşan kirine, mînak:
1- Bangî Kurdistan: Rojnameyek zanistî, civakî û edebî bûye. Hejmara yekemîn di 2’ê tebaxa 1922 derketiye û hejmarê herê dawî di 8’ê Pûşpera 1923 derketiye. Paşî di sala 1926 de çend hejmarên din jî lê hatine çapkirin. Berpirsiyar û xwediyê rojnameyê Mustefa Paşayî Yamolkî bûye.
2- Rojî Kurdistan: Rojnameyek wêjeyî, siyasî û civakî bûye. Hefte carek derketiye. Hejmara yekemîn di 10’ê Kewçêra 1922 derketiye û tenê 15 hejmarê lê hatiye çapkirin. Jimara dawî roja 3’ê Adarê 1923 derketiye.
3- Bangî Heq: Rojnameyek siyasî, edebî û civakî bûye. Hejmara yekemîn di 8’ê Adara 1923 derketiye û tenê 3 hejmarê lê hatiye çapkirin. Ev rojname di dema herî tengasî de di şikefta ‘Casane’ya Navçeyê Surdaşa Silêmaniyê derketiye. ‘Bangê Heq’ di warê dîrokî de di tevgera kurdî heya niha wek yekemîn rojnameya ku li çiyê derketiye tê zanîn.
4- Umêdî Istiqlal: Rojnameyek çandî û civakî bûye. Her hefte carek derketiye. Hejmara yekemîn di 20’ê Rezbera 1923 li bajêrê Silêmaniyê derketiye. Heya hejmara 25 dewam kiriye.
E- Avakirina dibistanan:
Di Hikumeta Kurdistanê de 4 dibistan hatin vekirin, mînak:
1- Dibistana Navendî yê Mehmûdî: 6 mamosteyên wî hebûye.
2- Dibistana seretayî yê Qadirî: 3 mamosteyên wî hebûye.
3- Dibistana seretayî yê rûfî: 3 mamosteyên wî hebûye.
4- Dibistana seretayî yê Letîfî: 3 mamosteyên wî hebûye.
F- Avakirina Artêşa Netewî ya Kurd:
Melîkê Hukimdariya Kurdistanê ‘Artêşa Netewî ya Kurd’ava kir. Ev arteş pêkhatiya wî jî wiha bû:
1- Yekîneyek nû: Serokê Erkanê wî Tofîq Wehbî bû, ji 9 fermandaran pêk hatbû.
2- Ev 6 zabitên ku ji (Lîvî) mabûn tevlî arteşê bûn.
3- Ev 5 zabitên ku ji Tirkan cîh mabûn û vegeriyan ji bo nav Artêşa Netewî ya Kurdî.
Ji ber ku tevgera Kurd di gelek xalan de bi ya Brîtaniyan nedikir û sazûmaniya dagirkerî nedipejirand ji mêj ve Brîtaniyan êrîş birin ser dewleta Kurd û şerekê têr bi xwîn û hovane pêk hat. Balafirên Brîtaniyan bajar û gundên Kurdan dan ber gulebaranan. Bi hezaran mirovên sîvîl hatin kuştin û bi hezaran kes hatin windakirin. Seranserê başûr bû gola xwînê.
Serokên Kurdan Şêx Mehmûd Berzincî, Simko yê Shikakî û Mîrza Taha yê Nihrî bûn. Ji wan tenê Mîrza Taha hatin xapandin û êrişî ser Rewandizê kir, ew bajarê ku wê demê dîsa ketibû destê Tirkan. Lê êrişa wî di hewa de çû û gelek Kurd hatin kuştinê. Îngilîzan dît, ku ewan nikanin zora Tirkan bibin û nikarin Berzincî jî bixapînin, dest bi pîlaneke dijî gelê Kurd kirin. Bi sermîriya erebî ya Bexdayê re daxweyaniyek derxistin, di biryarê de gotin: “ Mafê Kurdan di hevjînê û avakirina sermîriyekî kurdî de di hindir sînorên Iraqê de heye. Herdu sermîrî hêvîdar in, ku Kurd di nava xwe de bigihin peymanekê li ser rêbazê sermîriyê û li ser sînorên, ku bo sermîriya xwe divên. Lê dîsan jî Şêx Mehmûd nehate xapandin û seriyê xwe ji Îngilîzan û ji dûvikên wan re danexist.
Berzincî têkiliyên xwe bi Şêx û serekên (şiî) re li başûrê Iraqê û bi taybetî li Kerbela û Necef xurt kirin, bi mebesta şoreşeka kurdî erebî dij serdestiya Îngilîzan û Bexdayê. Di wê demê de jî xwe amade dikir bo avêtina ser bajarê Kerkûkê. Bi ser de jî têkiliyên xwe bi malbat û serokên Kurdan re yên li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê fireh dikirin.
BERZINCÎ JI RUSİYA RE NAMEYA ALÎKARIYÊ ŞAND
Şêx Mehmûd Berzincî wek Melîkê Başûrê Kurdistanê roja 30’ê çileya 1923 nameyek bi Reşîd Efendî û nunerê wî Arif Efendî ji bo konsulê Rusiya (Soviyet) yê li Tewrêzê şand. Berzincî di nameyê de dibêje: “ Gelê kurd daxwaza mafê xwe ji Birîtaniya kir. Lê ew bi êrişên hovane, bi top, balefir û sipayê êrişî welatê me kir. Gelek derên me wêran kirin. Ji bo me derket holê ku ji bilî dewleta Rusiya yê sosyalistî tû kesên din nikarin alîkariyê me bikin. Ji ber vê em ji we daxwaz dikin ku îtraf bi Hikumeta me bikin… Pêwîstiyê me bi çek heye ji bo ku em dijmin bitirsînin.
Ev jî bo Îngilîzan mîna amadekirina serhildanekê dijî dagîrkariyê bû, biryara tunekirina Berzincî û dewleta wî dan. Di Reşemeha 1923’ê de ji Berzicî xwestin, ku bi xwe re teviya endamên hukmetê xwe bîne û were Bexdayê. Berzincî guh neda xwesteka wan û zanîbû, ku wê bi darê zorê bide gêrkirin û şikandin. Hema di cî de têkilî li gel hêzên Tirkan yên, ku li Rewandozê bûn çêkirin. Îngilîzan 20 balafirên (Air Royal Force) şandin ser Sileymaniyê bo hilweşandina baregehên dewleta kurdî, lê piraniya wan firokan di mij û dûmên de wenda bûn. Di 3’ê Adarê 1923’de hêzên xwe li gel balafirên (Air Royal Force) careka dî şandin ser bajêrê Sileymaniyê û bombe lê barandin, ji bombeyên ku neteqiyane, yek 250 kg bû.
Berzincî ji bajêr derket û serokatiya leşkerê xwe bir ‘şikefta Casane’ya Navçeyê Surdaşê li bajêrê Silêmaniyê li wê şikeftê rojnameyekî nû yê bi navê ‘Bangî Heq’ derxist, tê de banga cîhad û berxwedana netewî kir. Hêzeka Îngilîzan bi top û tang ber bi Koye (Koyîsenceq) çûn û ya din jî ber bi Rewandozê çû, bi mebesta tirk û kurd bi hev re alîkariyê dijî Îngilîzan nekin. Kolonêl Ozdemir (Alî Şefîq)ê, ku berpirsiyarê hêza tirkî bû li wir, di 22’ê Avrêlê 1923ê de ji Rewandozê vekişiya û wilo Berzincî bi tenê xwe ma. Li hember leşkerê Îngilîz, leşkerê Ereb ên ku bi wan ve girêdayî, Caş (Cerdevan), Axa û maldarên dinên, ku ji ber hinde tişên xwe yên kesanî, bûn dijminên gelê xwe. Leşkerê Îngilîz yê fêrkirî û gelek çekdar û hêz, bi şer û pilan berxwedana kurdî şikand, di dawiya meha Avrêlê de Rewandoz stand û di 16’ê Gulana 1923’de ket hindirê Sileymaniyê.
SIYEMÎN DESTHILATIYA BERZENCÎ
Ji ber ku berxwedana netewî ya Kurdan berdewam kir, Îngilîzan dev ji bajêr berdan û komîtiya, ku dana bûn şûn sermîriya Şêx Mehmûd, di 14’ê Pûşpera 1923’de ji kar derxistin. Lê berî ku ji Sileymaniyê bi derkevin hinek guhartinên mîrî yên ji bo wan giring bûn pêkanîn. Teviya bajarên Raniya û Keladize ji bakur, Qeredax û Helbçe ji başûr, Çemçemal ji rojava ji Silemaniyê cuda kirin û dan dest sermîriya erebî ya li Bexdayê bo wan ajanî dikir.
Lêdana dî ya, ku li piştê Şêx Mehmûd ketiye ji dervey Kurdistanê hat, di 22’ê Tîrmeha 1923’de peymana Lozan giha biryarekê, ku “Mafê gelê kurd di dewletekî serbixwe de nîne”, ew mafê, ku di peymana Sêver (sévres) de berî 3 salan di nav netewan de bi amadebûna Tirkiye û nûnerên Kurdistanê hatibû pejirandin. Ev biryar rê da herdu dewletên Tirkiye û Brîtaniya Mezin Kurdistanê li gor daxwaz û berjewseniyên xwe parve bikin.
Di 16’ê Gelawêjê 1923’de firokên Îngilîzî careke dî êriş birin ser bajêrê Sileymaniyê û bombe bi ser baregehên Berzincî de barandin. Berzincî hêzên xwe kişandin navçeya Berzence û pişt re çû Penciwînê û ji wir de êriş heyanî tixûbên Sileymaniyê anîn. Dawî ji ber ku firokan gelek bombe barandin ser hêzên wî û dijî gelê kurd ramyariya sohtina erd û zeviyan, gund û çiyan derketibû, Şêx Mehmûdê Berzincî hêzê xwe kişand ji bo Qelaçolan ji navçeye Şarbajêr û herêdawî jî çûn Iranê.
Di dawiya meha pûşpêra 1924’de malbat û Efserên Berzincî ji Parezan ve ber bi navçeya Hewraman hatin veguhastin. Serokê kurdan Berzincî leşkerê xwe di 4 baskan de ber bi Silêmaniyê rêkir. Serokê hemû hêzan jî Macîd Mûstefa bû, 4 baskê hêzan jî wiha hatbûn belavkirin:
1- Hêzeke Siwarî bi sererokatiyê Seyîd Mûhemedî Cebarî, ber bi Sengaw û cebare ya Kerkûkê rêkir.
2- Hêzeke bi sererokatiyê Kerîm Begê Fetah Beg, ber bi Derbendê Baziyan û Navçeya Çemçemal rê kir.
3- Hêzeke bi sererokatiyê Xelîfe Yunis, ber bi Şarezûr rê kir.
4- Hêzeke bi sererokatiyê Şêx Mûhemedî Seyîde Biçkol, ber bi Navçeya Qeredax rêkir. Heya k udi her alî de êrişî dijmin bikin û wan dorpêç bikin.
Hêzeke Piyade jî bi sererokatiyê Abdullah Adîl, Remzî Abdulkerîm Qeredaxî, Yunis Efendî û Hîkmet Efendî, li Şarbajêr, Şarezûr û ber bi ‘Derbendê Baziyan’ û Navçeya Çemçemal rê kir. Hêzek din jî di bin sererokatiyê Şêx Reşîdî Bax, li Navçeya Serçinar û Surdaş bi alîkariya Cafan li wî derê bi cîh kir û berpirsiyaretiya wan deran danedestê wan. Şêx Mehmûd Berzincî jî bi xwe li Navçeya Şarezûr dihat û diçû, rewşê derketibû çavdêrî dikir.
Lê Îngilîzan ji Silêmaniyê xwe ber bi Kerkûkê paş ve vekişandin. Bi wî awayî di meha Kewcêa 1924’de Berzincî carek din vegeriya Silêmaniyê û bo cara 3’mîn destê xwe danî ser şahnişîna xwe û bizava xwe bo berxwedaneke mezintir kir. Berzincî biryara jêbûrîn (hefû kirin) jî ji bo wan kurdan derxist ku bi Înglizan re bûn. Berzincî ferman da ku her kesê poşman be dikare vegere Silêmaniyê û serbest e.
Di 16’ê Mijdara 1925’de Koma Netewan sînorên di nava Tirkiyê û Iraqê de pejirandin û bi wî awayî Bakur û Başûrê Kurdistanê ji hev birîn û gelê kurd ji hev cuda kirin. Lê berxwedana netewî dijî Îngilîzan û sermîriya Iraqê berdewam kir.
Berzincî di Tîrmeha 1926’de dîsa di sînorê re derbas dibe û herêma Pişder hêzên Îngilîzî, Iraqî û Iranî bi hev re dijî Şêx Mehmûd şer dikin, lê nikarin zora wî bibin. Berzincî firokvanekî Îngilîz jî êxsîr girt. Lê ji ber ku firokên Îngilîzan her dihatin ser bajêr, hêzên wî û zirar di dan wan. Îngilîzan rêyên çûyîn û hatinê li hêzên kurdî birîbû. Polîs jî ên gerok li herêmê de belav kiribûn.
Berzincî dît ku çare nîne li hember her 3 dewletan şer bike. Jiber vê yekê rê neda ku li ser daxwazên Tirk, Ereb û Eceman Brîtanî komkujiya Kurdan bidomîne. Cara yekemîn bû ku artêşa Brîtanyayê çekên kîmyayî li dijî Kurdan bi kar dianî. Loma di Berfanbara 1926’de, li gundê Xormal li gel Îngilîzan rûnişt û xebatê diplomasî da meşandin. Lê dîsan tû feyde nebû.
Îngilîzan ji wî xwest, ku ew dev ji xebata siyasî berde û kurekî xwe bişîne Bexdayê bo xwendinê. Berzincî ev nepejirand û bersiva Îngilîzan da û got: “ Qedera min a xweyî ji min re ne giring e, lê ez nikarim bibînim, her tiştê ku min bo gelê Kurd hêvî dikir û jîna xwe jê re qurban kir wisa hilweşe.
Îngilîzan xwesteka Şêx Mehmûd ên ramyarî û netewî nepejirandin. Berzincî jî berxwedana xwe berdewam kir û di bin zora firokan de vekişiya Iranê. Di salên 1927 û 1931 de , Şêx Mehmûd carna bi qehremanî şer dikir û carina bi diplomasî diçû Îngilîzan, lê çi caran wan daxwaza gelê Kurd nepejirand.
Di Pûşpera 1930’de peymana Îngilîzî- Iraqî hat mohrkirin, a ku tê de Îngilîzan serxwebûna Iraqê pejirand, lê hemû tiştê dewleta nû xistibû bin lepên xwe, ji boyî ku Iraqê mîna biryargehek li ser rêya Hindistanê bihêle.
Di 20’ê Adarê 1925’de Şêx Mehmûd Berzincî gelek daxuyanî û belavok û gilî kirin, tê de xwe mîna Qiralê Kurdistanê diyar kir û daxwaza ‘Vîna kurdî ya serbixwe’ kir. Name ji boyî Koma Netewan jî daxawazên xwe bi rê kirin.
Şêx Mehmûd şerê reşnîzamî (partîzanî) li rojhilatê Sileymaniyê, bakurê Helebçe, li Qeredax, Kifrî û heyanî çemê Diyalî şer kir. Di gundê Awbarîk de li bakurê Tozxirmato hêzên wî û yên neyaran bi hev çûn û demeke dirêj berxwedan kir û li dawiyê leşkerê erebî û yê Îngilîzî şikestin. Şêx ber bi cihê xwe li gundê Pîran di rojhilatê Kurdistanê de çû. Lê gava bihîst ku wê leşkerê Faris jî ji paş ve li wî bide, sê rojan bi Îngilîzan re danûstandin çê kir.
Berzincî li hember êrîşên ereb û Îngilîzan heta sala 1932ê li ber xwe da. Şêx di 9’ê Kewçêrê sala 1956’ê de çû ser dilovaniya xwe.
Di dawiyê de, di 13’ê Gûlana 1932ê de xwe da dest Îngilîzan û li penahiyê jiyana xwe bi birçîbûn û belengazî borand, heyanî 9’ê Kewçêrê sala 1956’ê li Nexweşxaneyek Begdadê çû ser dilovaniya xwe. Gora wî anîn û li mizgefta Gewre ya Silêmaniyê li kêleka bapîrê wî Kake Ehmedî Şêx e.-ANF
Serbaz Sıyamend/Abdullah Ramazan
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info