20 Eylül 2012 Perşembe Saat 09:01
Di 7 mehan de li Hewlêrê 106 jinan xwe Şewtandin
Li bajara Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê de şewtandina jinan, zêde bûye. Herwiha di nava 7 mehên sala 2012’an de li Hewlêrê 15 jin hatine kuştin û 106 jin jî xwe şewtandine an jî hatine şewtandin.
Li Herêma Kurdistanê pirsgirêkek here sereke pirsa jinane. Li Herêmê jinan xwedî pirsek bingehîne û hertim jin bi pirsgirêkên mîna: civakî, ekonomî, paşverotî, qelen (şîrbayî: dema zewace firotina keç bi pare), jin bijinî, nezanîn, xezanî, nebûna hedalet, nelirêtî û mijarê namûsê re rû bi rû dibib. Li gorî detayên fermî ku ji aliyê Rêveberatiya Giştî ya li Dûvçûna Şideta li Beramberî Jinan, di nava 7 mehên sala 2012’an de li bajara Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê de şewtandina jinan û vekirina dozê zêde bûye û 15 jin jî hatine kuştin û 106 jin jî xwe şewtandine an jî hatine şewtandin. 13 jin jî bi şideta seksî re rû birû bûne.
Di 7 mehan de 226 şidet û kuştina jinan
Li bajara Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê, di nava 7 mehan de 15 jin hatine kuştin û 211 jin jî bi şidetên cûda rû birû bûne. Ji vê hejmarê jî ‘ 15 Kuştin, 106 şewtandin, 627 jiber şidetê deoz vekirin, 92 eşkence kirin û 13 şideta seksî’ ku li dijî jinan pêkhatiye, hatine qeyîd kirin.
Di 4 sal û 7 mehan de hezar û 709 şidet û kuştina jinan
Herwiha ji sala 2008-2012, di nava 4 sal û 7 mehên derbas bûyî ya sala 2012 ‘an de, li bajara Hewlêrê 147 jin hatine kuştin û hezar û 562 jin jî bi şidetên cûdare rû birû bûne. 5 hezar û 42 jinan jî jiber şidetê ku li dijî wan pêkhatiye, doz vekirine.
Di 4 sal û 7 mehan de 707 jin hatine şewtandin
Dîsan di nava 4 sal û 7 mehên derbas bûyî ya sala 2012 ‘an de, 707 jin hatine şewtandin an jî jiber şidetê ku li dijî wan pêkhatiye, bi rêya şewtandinê xwestine xwe bikujin.
Benaz qûrbaniya nebûna dadgeriyê!?
Di sala bûrî de xwendevana binavê Benaz Cewad (22), derçûya beşê kargêrî li peymangeha teknîkî ya Hewlêrê, di şeva 28.08.2011an agir berda laşê xwe. Piştî 9 rojan mabûna li nexweşxaneyê, ji ber sedemê zêdebûna rêjeya şewitîn û giraniya birînên xwe, mir. Lê Benaz di dîmeneke vîdyoyî de ku bi rêya mobîlê ji aliyê hevalek wî de li nexweşxaneyê hatbû kişandin, Benaz dibêje hejmara malbatê me pire. Kes nîne debara jiyana rojane ji bom e peyîda bike. Min serlêdan kir ji bona damezrandinê wek memûr li jiber ku wasîteyê min tûnebû min danemezrandin.
Herwiha jina rojnamevan Bêgerd Qelatî jî ji aliyê zilamê wî hat kuştin û kujer jî serbeste!?
Serbaz Siyamend – DİHA
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info