24 Temmuz 2018 Salı Saat 10:16
Hat diyarkirin ku di 22`yê tîrmehê de
çeteyên Cebhet El-Şamiye 30 sivîl ji
gundê Çeqela ya girêdayî navçeya Şiyê revandin û ji bo serê her mirovekî 3
hezar dolar fidye hat xwestin. Li gor agahiyan 13 kes hatin berdan 17 kes jî
agahî ji wan nayê girtin.
Çeteyên dewleta Tirk OSO her ku diçe zor û
zextê li ser gelê Efrînê zêde dikin. Her carê fesîleyek dikeve nava xebata
dizî, talanî, kuştin, îşkence kirin, xirakirin, tecewiz û şewtandinê. Êdî gel ji kiryarên wan bê zar
bûne. Her tim di nava tirsa kuştin, revandin, îşkence kirin û tecewizê de jiyan
dikin.
Vê carê çeteyên bi navê Cebhe El-Şemiyê li
ser xebatê ne. di 22`yê tîrmehê de bi ser gundê Çeqela ya navçeya Şiyê de
girtin û 30 kes ji jin, ciwan û rûsipyan ber bi aliyên nayên zanîn ve revandin.
Ji malbata her kesekî/ê 3 hezar dolar xwestin. Di encamê de malbatên 13 kesên
ku fidyê dan îro hatin berdan. Lê hat diyarkirin ku malbatên 17 kesên ku
derfeta wan a fidyeyê bidin nine, nehatin berdan û tê gotin agahî ji wan nine û
jiyana wan di xeteriyê de ye.
‘GOTIN YÊ FIDYE NEDIN WÊ BÊN KUŞTIN’
Ji malbata Ehmed Bekir ku bi riya telefonê
ji me re ragihandin, derbarê bûyera revandinê de ev tişt gotin: “Di 22`ê
tîrmehê de di saetên sibehê de çeteyên El-Cebhe El-Şemiyê bi ser gund de girtin
û ji her malekê kesek 2 kes girtin. di nava wan de keçên ciwan jî hene. Me
nedikarî biaxivin ji ber ku çek di destê wan de bûn û em tehdîd dikirin. 30 kes
ji jin, ciwan û rûsipiyên gund revandin û ber bi aliyên nayên zanîn ve
revandin. Piştî revandina wan bi 3 saetan bi riya telefonê ji bo her kesekî/ê 3
hezar dolar fidyê xwestin û gotin kesên ku malbatên wan fidyê nedin emê wan
bikûjin û hun jî wan ji bîr bikin.
Yek ji kesên ku hatine berdan bi navê X. E
ji çavkaniyekî ji herêmê re wiha raghand: “Piştî ku bi ser gund de girtin em
xistin ereban de û çavên me bi paçên reş ta ku em tiştekî nebînin girêdabûn.
Maşîne nêzî saetek û nîv meşiya. Di hundir maşîneyê de telefon û her tiştên bi
me re ji me birin û heya em gihan cihekî ku nayê zanîn li me didan û dijûnên
pir xirap dikirin. Dema em gihîştin çavên me vekirin. Cihê ku em tê de bûn bin
erd bû. Piştî nîv saetê yek ji endamên wan hat û numereyên malbtên me xwestin.
Piştre jî pênc kes hatin û dest bi lêdan û îşkenceya me kirin.
Li gorî ku X.E ragihand, di dema îşkencê de
di saetên destpêkê de Heyder Hec Heyder Momed her dû destên wî şikestin û got
kesên ku heyanî niha li gel wan di bin xeteriya kuştin û tecewizê de ne.
Navên17 kesên hatin revandin û hêj jî
nehatine berdan wiha ne:
1. Ebid
El-Rihmen Xelîl Mustefa
2. Mihemed
Xelîl Mustefa
3. Elî
Daxlî Çûçik
4. Edanan
Daxlî Çûçik
5. Mihemed Hesen Erselen
6. Ehmed Hesen Erselen
7. Hesen Enwer Usmen
8. Bêrem Ebdo Kalo
9. Bedriyê Ebid El-Rihmen Hesûn
10. Bêrem Heyder Xezo
11. Xelîl Tahêr Erselen
12. Ehmed Bekir Mihemed
13. Keça Ehmed Bekir Mihemed
14. Conik
15. Idrîs Ehmed Mustefe
16. Xelîl Ehmed Mustefa
17. Heyder Hec Heyder Momed
0
21
KO
:” ”
:””
” “,” ”
:KO
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,” ”
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html