07 Ağustos 2018 Salı Saat 08:27
Hate ragihandin ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve ji bo riyeke
leşkerî ya di navbêra Hatay û Efrînê çêbikin, hemû xanî û darên fêkiyê yên
gundê Hemamê ya girêdayê navçeya Cindirêsê ya Efrînê ku li ser sînor e, hatin
hilweşandin.
Dewleta Tirk guhertina demografî û hilweşandina Efrînê berdewam
dike. Li ser axa ku dagirkiriye pilan û pirojeyan bi pêş dixe û pêk tine. Li
kêleka hemî kiryarên çeteyên OSO yên girêdayî dewleta tirk yên dijmirovahî û
hovane derheqê Efrîn û gelê wê de weke
şewitandina bax, baxçe, zevî û daran dewleta tirk bi leşker, amûr û karkerên
xwe li ser guhertina demografî û xirakirina erdnigariya Efrînê dixebite.
JI BO RIYA LEŞKERÎ XANÎ Û DAR JI KOK VE TÊN RAKIRIN
Hate ragihandin ku dewleta tirk bi amûr û karkerên xwe di navbera bajarê
Hatayê ya Tirkiyê û gundê Hemamê ya girêdayî navçeya Cindirêsê de riyekê bi firehiya
40 metre vedikin. Li gorî ku çavkaniyekî ji herêmê diyar kir ev rê weke riyeke
leşkerî dê were bikar anîn.
Hat diyarkirin ku dewleta tirk ji bo vê riyê
vebike, hemî malên ku dikevin nava nexşeriya projeya rê ji binî ve xira dikin û
di heman demê de hemî darên zeytûnê û fêkiyan ên ku bi salane ji aliyê gelê
Efrînê ve tên xwedîkirin bi wesayît û amûrên kar ji kokê ve tên rakirin.
0
21
KO
:” ”
:””
” “,” ”
:KO
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,” ”
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanêwww.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html