28 Ekim 2019 Pazartesi Saat 07:57
0
21
TR
:” ”
:””
” “,
Piştî êrişên
dewleta dagirker a Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, komek ji ciwanên Başurê
Kurdistanê destpêkê li ser tora medya civakî dest bi boykot kirina hemû berhemên
Tirkî kirin û di demekî kurt de 250 hezar kes beşdar bûn. Ciwanan piştî wê li
tevahiya bajar û navçeyên herêma Kurdistanê bi hezaran belavok çap kirin,
daketin kolanan û mal bi mal geriyan û daxwaza boykot kirina berhemên Tirkî
kirin.
Dikandar û
xwediyên marketên mezin berhemên di dikanên xwe de şewitandin
Piştî ku kampanya boykotê
li hemû bajar û navçeyan belav bû xwediyên dikan, market û bazirganên ku
berheman ji Tirkiyê distînin weke helwest tevlî pêngava boykotê bûn. Li Hewlêr,
Silêmanî, Kerkuk, Kifrî, Kelar, Dûkan, Germîyan û gelek bajar û navçeyên din bi
dehan dikandaran, berhemên Tirkî ji bo kompanyayên wan paşde vegerandin û yên
ku ne karîn paşde vegerînin jî şewitandin.
‘Naxwazim bi pereyê min çek were kirîn, xuşk
û birayên min pê were qetil kirin’
Dikandar Elî
Mihemed Reşad kêfxweşiya xwe ji bo pêngavê anî ziman û got ‘’Helwestekî
nîştimanî û welatperweriye. Dibe ku em zererên maddî bibînin ev ji bo me cihê
dilgiraniyê nîne. Ez êdî bi tu awayan malê Tirkî nagirim. Naxwazim bi pereyê
min çek were kirîn, xuşk û birayên min pê were qetil kirin. Hêvîdarim ku hemû
xelkê Kurdistanê tevlî vê pêngavê bibe û em bi hevre aboriya Tirkiyê
hilweşînin.’’
Her wiha bi heman
armancê Kompanya Dwkane Force ya ku karê dekorasyonê û derî dikir hemû
girêbestên xwe yên li gel kompanyên Tirkî dan sekinandin.
Welatiyan geşta
ber bi Tirkiyê jî boykot kirin
Di çarçoveya
kampanyaya boykota berhemên Tirkiyê, gelek kampanyayên geştuguzare yên Herêma
Kurdistanê gelek geştên xwe ji bo welatên ji derve dan sekinandin.
Li gorî agahiyan
piştî berfireh bûna kampanya boykotê li herêma Kurdistanê rêjeya geştiyarên ku
diçin Tirkiyê ji sedî 85 kêm bûye.
Hat zanîn ku di
dîrokên 19, 20 û 21’ê cotmehê de sê seferên balafirên li balafirgeha Silêmaniyê
ji bo Stenbolê betal bûne, bi vî awayî her roj seferek ya ber bi Tirkiyê ve tê
betal kirin. Geştiyar, seferên xwe yên ber bi Tirkiyê ve betal dikin û diçin
welatên din.
Her wiha li navçeya
Çoman a girêdayî Hewlêrê ofisa firotina bilêdan ji bo seferên derve, firotina
bilêdan ji bo Tirkiyê boykot kir û alaya Tirkiyê ji rêza alên welatên din
derxist. Li Silêmaniyê kampanyaya geştiyarî ya bi navê Serko Travel ku salane
638 hezar û 400 dolar bilêd ji bo çûyîn û hatina Tirkiyê di firot, tevlî
kampanya boykotê bu.
Çanda Tirkiyê jî
hat boykot kirin
Demekî dirêje ku bi
rêya rêzefilmên Tirkî li Başurê Kurdistanê çanda Tirkiyê tê bilav kirin, gelê
Başur di çarçoveya kampanya boykota berhemên Tirkî de weşandin û temaşe kirina
rêzefilmên Tirkî boykot kirin.
Malpera bi navê
Kurdsubtitle ku bi zimanê Tirkî jêr nivîsa filman werger dikir xebatên xwe dan
rawestandin. Malperê li ser tora civakî belav kir ku li hember êrişên li ser
xuşk û birayên me weke helwest, êdî ew bi tu awayan wergera bi zimanê Tirkî
nakin.
Piştî belavbûna boykotê
bazara berhemên navxweyî geş bûye
Piştî dest pê
kirina kampanyaya boykotkirina malên Tirkî, bazara berhemên navxweyî geş bûye û
welatî êdî li şûna kirîna berhemên Tirkî û Îranî berhemên navxweyî distînin.
Welatiyên herêmê
daxwaz ji hukumetê dikin ku divê li xalên sînoran rê li hatina berhemên Tirkî
were girtin û ji bo geşbûna bazara malên navxweyî kampanyaya boykotê weke
derfet bi kar bîne û giringiyê bide malên navxweyî.
Heya niha bi zelalî
zererê ku gihiştiye aboriya Tirkiyê nayê zanîn lê, tê gotin ku bi milyon
dolaran zerer çêbûye.
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
Dikandar û
xwediyên marketên mezin berhemên di dikanên xwe de şewitandin‘Naxwazim bi pereyê min çek were kirîn, xuşk
û birayên min pê were qetil kirin’Welatiyan geşta
ber bi Tirkiyê jî boykot kirinÇanda Tirkiyê jî
hat boykot kirin Piştî belavbûna boykotê
bazara berhemên navxweyî geş bûyeNavenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê