• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

Zêdetir Filistînî li Sûriyê Têne Bicîhkirin!

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi peymanên hatine çêkirin, ji bo zêdetir Filistîniyan li Sûriyê bicîh bikin, du sal berê malpera me diyar kiribû ku li Efrîn û El-Babê kamp hatine avakirin, niha kampên nû lê tê zêdekirin.

Yayınlayan Lekolin
12 April 2025
Kategori: Nûçe
248 8
A A
Zêdetir Filistînî li Sûriyê Têne Bicîhkirin!
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Piştî hilweşîna rejîma Esad, li Sûriyê kart ji nû ve tên kişandin. Dewleta Tirk a dagirker ku li herêmên dagirkirî yên Sûriyê demografyayê diguherîne, di çarçoveya peymanên bi Îsraîlê re hatine çêkirin de, bi piştgiriya Qeterê, ji bo zêdetir Filistîniyan li Sûriyê bicîh bike kampên nû ava dike.

Li gorî agahiyên çavkaniyên Sûrî yên ji malpera Îsraîlî i24NEWS re hatine parvekirin, li bakurê Sûriyê, nêzî sînorê Tirkiyê, du bajarokên konan ên mezin, bi piştgiriya hevpar a Tirkiye û Qeterê, ji bo ji nû ve bicîhkirina bi sed hezaran Filistîniyan tên bikaranîn.

Di nûçeyê de hate gotin ku yek ji van kampan di navbera El-Bab û Exterînê de, ya din jî li rojhilatê Ezazê ye. Ev kamp, di dema şerê navxweyî yê Sûriyê de, ji bo astengkirina çûna Sûriyên koçber li axa Tirkiyê hatine çêkirin.

Malpera me Lekolin.org, plana bicîhkirina Filistîniyan li Sûriyê du sal berê, yanî di 15’ê Mijdar û 30’ê Mijdara 2023’an de, bi du nûçeyên taybet eşkere kiribû. Li gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê, di bin çavdêriya MÎT’ê de kampa dagirkeriyê ya nû ku ji zêdetirî 4 hezar kon û xaniyan pêk tê, hate avakirin. Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker, ku di şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de ji bo Filistînê mîtîngên piştgiriyê li dar dixe lê di heman demê de hevkarî bi polîtîkayên Îsraîlê re dike de, wê koçberên ji Filistînê hatine anîn li vê kampê bicîh bike.

Herwiha, di çarçoveya plana ku bi hevkarîya Îsraîl, Hamas û hin welatên Erebî (Kuweyt, Qeter) hatiye amadekirin de, malbatên ku bi darê zorê ji Filistînê koçber kirine, li kampên ku li El-Bab û li gundê Çeqela yê navçeya Şiyê ya Efrînê hatine avakirin, hatine bicîhkirin.

JI ALIYÊ MÎT Û MOSSAD’Ê VE TÊN RÊXISTINKIRIN

Li gorî nûçeya i24NEWS’ê ku li ser çavkaniyeke Sûrî hatiye avakirin, du rêxistinên Tirk ên bi navê Avaaz û İHH çavdêriya cîbicîkirina vê planê dikin.

Li gorî agahiyên malpera me Lekolin.org ku li ser çavkaniyên pêbawer û bi dîmenan hatiye piştrastkirin, li El-Babê, Weqfa Şexef ku rasterast ji MİT’ê talîmatan digire û bi İHH’ya ku bi dewleta Tirk a dagirker re dixebite re hevkarî dike û herwiha Weqfa Destên Spî ku girêdayî çeteyên Îxwanî ye û Weqfa Jiyana Birûmet ku bi destê MOSSAD’ê li Filistînê hatiye avakirin, bi hev re li vê kampê zêdetirî 150 malbatên koçber ên ji Filistînê hatine, bicîh kirine.

Bi vê plana mezin ku ji aliyê MÎT, MOSSAD, Hamas, Kuweyt û Qeterê ve tê fînansekirin, armanc ew e ku “Bi kevirek li çend çûkan bidin ”. Hem Filistîn ji Filistîniyan were paqijkirin, hem jî demografyaya herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, bi taybetî Efrîn, were guhertin.

Li gorî pêvajoyê, berjewendiyên heyî zêde dibin. Tê îdiakirin ku di peymanên dawî de, bicîhkirina Filistîniyan li van kampan, parçeyek ji peymaneke berfireh e ku bi DYE’yê re hatiye çêkirin, ji bo rakirina ambargoyên li ser Şamê û naskirina rêveberiya nû.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: CelemêDewleta TirkEfrinEl babFilistinîİsrailKuweytMITMOSSADQeter
Önceki yazı

Pirsgirêkên Neteweyî û Meseleya Nasnameya Jêr û Jor

Sonraki Haber

Konvoya Alîkariyê Ya Ji Elewiyan Re Rejîma Şamê Asteng Kir an Dewleta Tirk?

Benzer Haberler

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!
Nûçe

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

19 July 2026
Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ
Lêkolîn

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

16 July 2026
KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!
Nûçe

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

13 July 2026
Sonraki Haber
Konvoya Alîkariyê Ya Ji Elewiyan Re Rejîma Şamê Asteng Kir an Dewleta Tirk?

Konvoya Alîkariyê Ya Ji Elewiyan Re Rejîma Şamê Asteng Kir an Dewleta Tirk?

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    587 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    569 Paylaşım
    Paylaş 228 Paylaş 142
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist