• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

Rêber Apo: Ji Bo Destpêkirina Pêvajoya Hiqûqî û Qanûnî Çi Ji Dest Kê Tê Divê Bike

Rêber Apo: Ji bo pêvajoya hiqûqî û qanûnî destpê bike, ji bo çek û şer bi temamî ji dewrê bê derxistin, ji bo rûpeleke nipînû bê vekirin çi ji destê kê tê divê bike.

Yayınlayan Lekolin
21 July 2026
Kategori: Nûçe
244 11
A A
Rêber Apo: Divê Rapora Komîsyonê Li Gorî Rastiyên Bingehîn Ên Civakê Be
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî hevdîtina ku doh bi Rêber Apo re li Girava Îmraliyê kir, ev daxuyanî da:

“Ji çapemenî û raya giştî re,

Weke Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî demeke dirêj me bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtineke berfireh pêk anî. Di civînê de mijarên; bûyerên siyasî yên li herêmê, avakirina civaka demokratîk, qonaxa heyî ya pêvajoya aştiyê û rê, rêbaz û şêweyê qanûna çarçoveyê bi berfirehî hate nirxandin.

Di hevdîtinê de Birêz Ocalan ev nirxandin kir ku bi raya giştî re bêne parvekirin:

“Biryardariya me dewam dike ku li gorî ruhê banga 27’ê Sibatê gavê biavêje û pirsgirêkê di nava hiqûqa xwişk û biratiyê de çareser bike. Em li ber wê qonaxê ne ku hevgirtin û tifaqa dîrokî ya Kurd-Tirk derbasî ser zemîneke hiqûqî bikin ku ev tifaq li Anatoliyê heqîqeteke dîrokî ye û di hemû qonaxên krîtîk de ji hev cuda nebû. Heqîqeta ‘Eger tu Kurd ji Tirk cuda bike Kurd namîne, eger tu rabe Tirk ji Kurd cuda bike Tirk namîne’ afirandina hiqûqa wekheviyê û jiyaneke hevpar ferz dike.

Dem hatiye ku zemîneke qanûnî bê ava kirin ku hesasiyeta aliyan li ber çavan digire. Em zanibin ku vekirina vê rêyê ya bi sebir firsendeke dîrokî ye nêzîkatiyên ji rêzê, sivik, teng û xizmetê ji paşerojê re nakin biterikînin û bi hev re jiyana hevpar ava bikin. Di çarçoveya rapora ku Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ya li TBMM’ê hate amade kir, ji bo pêvajoyeke qanûnî û hiqûqî destpê bike, ji bo şer û çek bi temamî ji dewrê bêne derxistin, ji bo rûpeleke nipînû bê vekirin çi ji destê kê tê divê bike.

Tifaqa Kurd-Tirk kevirê esasî yê paşeroja hevpar a Anatoliyê ye. Di her gava ku bê avêtin de divê em çanda vê xakê ji xwe re bikin esas. Pêkan e ku bi sererastkirinên qanûnî ev tifaq bi garantiya hiqûqî bê mayindekirin û li komareke demokratîk bi rengekî azad û wekhev bijîn. Divê hiqûqa negatîf veguhere hiqûqa pozîtîf.

Dîrok firsendekê dide me ku em jiyaneke hevpar ava bikin, di nava edalet û wekheviyê de rûpelekî nipînû vekin. Baweriya min tam e ku em ê bi hev re vê firsendê bi kar bînin, binirxînin.”

Weke heyet em vê banga girîng a Birêz Ocalan dîrokî dibînin û careke din destnîşan dikin ku em bi biryar in ku di serî de TBMM bi hemû saziyên pêwendîdar re diyaloga çêker dewam bikin, pêvajoyê ji bo wergirtina encamê bi pêş ve bibin û li ser bingeha hiqûqa xwişk û biratiyê bigihêjin çareseriyeke mayinde.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê

21’ê Tîrmeha 2026.”

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: DemokrasiHiqûqPêvajoRêber APOZagon
Önceki yazı

Li Perava Suriyê Tevgera MÎT: Radar, Ragihandin û Binesaziya Leşkerî- DOSYA TAYBET

Benzer Haberler

‘Qanûneke Ku Ji Rêbertî Heta Bi Şervanan Her Kesî Tevlî Siyaseta Demokratîk Dike, Divê Bê Derxistin’
Nûçe

‘Qanûneke Ku Ji Rêbertî Heta Bi Şervanan Her Kesî Tevlî Siyaseta Demokratîk Dike, Divê Bê Derxistin’

20 July 2026
KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!
Nûçe

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

19 July 2026
Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ
Lêkolîn

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

16 July 2026

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    573 Paylaşım
    Paylaş 229 Paylaş 143
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    503 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

    498 Paylaşım
    Paylaş 199 Paylaş 125
  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    588 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147

Rêber Apo: Ji Bo Destpêkirina Pêvajoya Hiqûqî û Qanûnî Çi Ji Dest Kê Tê Divê Bike

Li Perava Suriyê Tevgera MÎT: Radar, Ragihandin û Binesaziya Leşkerî- DOSYA TAYBET

Hêza Bêdeng a Şoreşê

‘Qanûneke Ku Ji Rêbertî Heta Bi Şervanan Her Kesî Tevlî Siyaseta Demokratîk Dike, Divê Bê Derxistin’

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist