• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

Piştî Kerkûk û Hewlerê Niha Jî Zaxo- NÛÇEYA TAYBET

DUHOK – Piştî bûyerên şewitandina sûk û kargehên li Kerkûk, Hewlêr û Duhokê ku derketibû holê ji aliyê komek taybet a MÎT û Parastin ve hatibûn kirin, niha jî heman şêwazî dixwazin li navçeya Zaxo bixin meriyetê.

Yayınlayan Lekolin
26 September 2024
Kategori: Nûçe
256 8
A A
Piştî Kerkûk û Hewlerê Niha Jî Zaxo- NÛÇEYA TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Di çend mehên dawî de bûyerên şewitandina bi taybet Sûka Ehmed Axa ya Kerkûkê, Sûka Lengê ya Hewlerê, Sûka Çelê ya Duhokê û bi giştî gelek bûyerên suîqastkirina endam û berpirsên partî, hêzan derketibû hole ku ji aliyê komek taybet a MÎT û Parastin ve hatibû amadekirin pêk hatibûn. Nav û kiryarên wan endamên koma taybet a ku di biriyara civîneke taybet a endamên MÎT, Parastin û serkirdeyên PDK’ê de hatibû girtin, wek e malpera lekolin.org hatibûn deşifrekirin. Niha heman rê û rêbazî û bi heman endamên vê koma taybet a MÎT û Parastinê li navçeya Zaxo ya Duhokê jî pêk tînin.

FABRIQEYA ÇÎMENTOYÊ BI OBUSAN HAT TEQANDIN Û GOTIN PKK’Ê KIRIYE!

Li navçeya Zaxo yê ku navçeya herî zêde û her cûre bazirganî lê tê kirin, ev koma taybet a MÎT û Parastinê destpêkê di 8’ê tîrmeha 2024’an de şerîkeyek (kompanya) çîmentoyê ya di navbêra gundê Çemsirmo û Zaxo de bi obusek lêdan û şewat derket. Di encamê de gelek zirarê madî pêk hat. Balkêş e ku hêj seatek ser bûyerê de derbas nebibû hemû malperên PDK û MÎT’ê ku ji trollan pêk dihat, belav kirin ku PKK’ê bi obusan êrîşên kargehên sivîlan dikin.

Ev koma taybet û trolên MÎT û Parastinê vê plana xwe ya qirêj bibin serî, navçeya Zaxo û derdora wê, seyare û kargeh hatin şewitandin û piştre jî bi kesên rûyên wan girtî xwediyê dikan dihatin sekinandin û ew li ser navê PKK’ê gef û tehdît dikirin. Xwediyê dikanê kel û pel ên tomarî firotinê dike ku bakurê Zaxo dikeve û ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe aşkere bike, diyar kir ku komek ji 3 kesan rûyê wan girtî, di ketina navçeya Zaxo’de pêşiya wî qût kirine û gotine, “Yek ji wan xwe bi navê Amed wek e berpirsê Zaxo li ser navê PKK’ê da naskirin û ji min re got eger hûn pere nedin me, em ê her dikanan bişewitînin”. Piştî bûyerê trolên MÎT û Parastinê li ser tora civakî belavkirine ku PKK ku di şer de tengav bûye hemwelatiyên sivîl tehdît dikin. Piştî rojek ev hesabên trollan a tora civakî vê parvekirinî jê birine.

PLAN GAV BI GAV PÊK TÎNIN

Li ser van kiryarên vê koma taybet, di bin navê ewlekariya hemwelatiyan, bi leşkerên dewleta Tirk a dagirker re, Hêzên Zêrewanî, çeteyên Roj, MÎT û Parastin, di noqteyên lêgerînan a navbêra Zaxo û Duhokê de dest bi kontrolkirina seyare û nasnameyan kirin.

Di nava çend mehên dawî de ev koma taybet a ji aliyê MÎT û Parastin ve hatibû avakirin, bi taybet Sûka Ehmed Axa ya Kerkûkê, Sûka Lengê ya Hewlerê, Sûka Çelê ya Duhokê û gelek bûyerên lokal a di ser kolan û navçeyên van herêman de pêk anîbûn û kiryarên van bûyeran wek e Tevgera Azadiyê nîşan didan. Rûxmê wek malpêra Lekolin.org nav û kiryarên vê koma taybet a MÎT û Parastinê deşifre kiribû û li ser vê nûçeyî parlementerên serbûxwe ji bo kiryarên van bûyeran werin dîtin, pêşnûmeyê pêşkeşê Komîsyona Lêpirsînê ya Parlementoya Iraqê kiribûn jî hêj tu encam an jî daxuyaniyek nehatiye dayîn.

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER A LI SER ZAXO NEHATINE JIBÎRKIRIN

Di 20 Tirmeha 2022`an de gundê Perex yê Zaxo ku herêmek geştiyariyê ye hate topbaran kirin. Di encama topbaranê de 9 hemwelatiyên Ereb jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 20 kes jî birîndar bûn. Dewleta Tirk ya dagirker bû sedema hêrsek mezin ya gel û aliyên siyasî yên Iraqê û heta Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî jî neçar mabû biçe cihê bûyerê. Lê PDK’ê ya ku bi her awayî xwe radestê dewleta Tirk a dagirker bûye, wek her carê Tirkiye ji agirê hêrsa raya Iraqê û Başûrê Kurdistanê xilas kir. Rûxmê bi awayek vekirî û bi şahidiya sedan kesan ku bi awayek vekirî balafirên F-16 bombebaran kiribû jî, PDK’ê êriş xiste ser gerilayên azadiyê ku qaşo bi sedema hebûna PKK’ê li deverê êriş pêk hatiye. Li ser daxwaza Tirkiyê Mesud Barzanî zu kete tevgerê û ev êrîş wisa da xuyakirin ku PKK’ê kiriye.

Dîsa di 20’ê Tebaxa 2021’an de welatiyên bi navên Ahmed Şakir û Yusif Amir di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser bajarokê Batifa ya Zaxoyê de hatin qetilkirin. Di vê êrîşê de jî bi hinceta di heremê de gerîlayên Tevgera Azadiyê hene pêk hatiye, dan nîşandan.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: Dewleta Tirk a dagirkerDuhokGerillahewlerKerkukMITParastinPDKPKKzaxo
Önceki yazı

Sîxûrê Sîxûran a Dijminê Kurdan: ENKS-DOSYA 3

Sonraki Haber

Em Faşîzma Tirk Bi Hevokên Kurdî Bifetisînin

Benzer Haberler

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!
Nûçe

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

19 July 2026
Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ
Lêkolîn

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

16 July 2026
KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!
Nûçe

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

13 July 2026
Sonraki Haber
Em Faşîzma Tirk Bi Hevokên Kurdî Bifetisînin

Em Faşîzma Tirk Bi Hevokên Kurdî Bifetisînin

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    587 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    568 Paylaşım
    Paylaş 227 Paylaş 142
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist