• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

Piştî Helebê, Başurê Sûriyê Bi Torên Têkiliyê Tê Dorpêç Kirin – NÛÇE TAYBET

NAVENDÊ NÛÇEYAN - Ji sala borî ve dewleta Tirkiyê hewl dide hebûna xwe li Helebê mayînde bike, niha jî hewl dide Başurê Sûriyê bi torên ragihandin û têkiliyê ve dorpêç bike.

Yayınlayan Lekolin
16 May 2026
Kategori: Nûçe, Rastiyên MIT
258 6
A A
Piştî Helebê, Başurê Sûriyê Bi Torên Têkiliyê Tê Dorpêç Kirin – NÛÇE TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Piştî ketina rejîma Esad, dewleta Tirkiyê di hemû aliyan ve dest bi liv û tevgerê kiriye. Me di nûçeya xwe ya taybet a 16’ê Puşber 2025’an de diyar kiribu ku dewleta Tirk di bin navê “ji nû ve avakirinê” de li deverên di bin kontrola Hikûmeta Demkî ya Şamê de hewl dide aboriya herêmê bi temamî bi dest bixe û li saziyên ragihandinê sîxuriyê dike.

Bi heman awayî, di 14’ê Tîrmeha 2025’an de me di nûçeya xwe ya taybet de bi hûrgilî dabû ku hevsengiya hêzê li Helebê ji operasyonên leşkerî wêdetir ber bi binesaziya dîjîtal ve diçe, û tîmeke teknîkî ya girêdayî MÎT’ê bi navbeynkariya Walîyê Helebê Ezam Xerîb, li taxa Nû û taxa Hemdaniyê sîstemên Deep Packet Inspection (DPI) û IMSI Catcher saz kirine.

Di çarçoveya peymana 29’ê Sibatê de, bi hemahengî xebatên entegreasyonê yên didomin, îstîxbarata HTŞ’ê bi piştgiriya MÎT’ê li deverên Rojava berê xwe daye Qamişlo û Hesekê; li van bajaran IMSI (baz istasyonên sexte) danîne û niha jî bi planeke firehtir hewl dide Bakurê Sûriyê bi torên ragihandinê ve dorpêç bike.

Dewleta Tirkiyê li qada Sûriyê li deverên herî hesas û stratejîk, bi taybetî li Başûrê Sûriyê, ji bo garantîkirina bandora xwe ya demdirêj li hember Rûsya û Îsraîlê planên cuda bi kar tîne. Me di Dosyeya Taybet a 13’ê Mijdara 2025’an de çalakiyên MÎT’ê yên ku ji Helebê ber bi herêmên peravê ve zêde dibin, bi firehî ragihandibû. Belgeyên ku gihiştine destên me jî vê qonaxê piştrast dikin.

Li gorî belgeyên ku gihiştine malpera me Lekolin.org; Wezareta Veguhastin û Binesaziyê ya Komara Tirkiyê, di çarçoveya xurtkirina hevkariya aborî û teknîkî de li herêma Lazikiyê ya Başurê Sûriyê, ji bo dorpêçkirina binesaziya dîjîtal û torên ragihandinê bi Hikûmeta Demkî ya Şamê re peymanek îmze kiriye.

Ev peyman avakirina torên telekomûnîkasyon û navendên daneyan, amadekirina binesaziya fiber optîk ji bo înternetê di nav xwe de digire. Sazkirin û xebitandina binesaziyê dê ji aliyê veberhênerên ku dewleta Tirkiyê hilbijartiye ve were kirin, û di dema peymanê de milkîyeta xebitandinê jî li ser van veberhêneran be.

Her wiha biryar hatiye stendin ku ev şirket bi konsorsiyûmeke ku ji Turkcell,Türk Telekom û Vodafone Turkey pêk tê, werin birêvebirin.

Di belgeyên ku gihiştine destên me de plana binesazî û telekomûnîkasyonê ya ji bo Bakurê Lazikiyê jî heye; tê dîtin ku tenê ji bo Bakurê Lazikiyê 22 kuleyên ragihandina mobîl wê werin sazkirin.

NAVENDÊ HEVPAR EWLEHIYA SÎBER

MÎT bi navê “ewlehiya sîber” ve bi îstîxbarata HTŞ’ê re dixwaze navendên îstîxbarata hevpar ava bike. Di madeya 9’an a peymanê de biryara avakirina navenda ewlehiya sîber a hevpar hatiye danîn. Weke tê zanîn, di heman demê de bi êrîşên li ser Rojava re, gelek hesabên medya civakî yên ku navnîşana wan Sûriye û Rojava bûn hatine astengkirin an jî sînordarkirin.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: Başurê SurîHELEBhtşIMSILazqiyeMITSamTIRKIYE
Önceki yazı

Karayilan: Neteweya Ku Nikaribe Zimanê Xwe Biparêze, Nikare Hebûna Xwe Jî Biparêze

Sonraki Haber

Gelo Hunermend Mem Ararat Dixwaze Çi Bike?

Benzer Haberler

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ
Lêkolîn

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

16 July 2026
KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!
Nûçe

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

13 July 2026
Tevgera Azadî: Gavên Yekalî Hatin Avêtin, Desthilatdariyê Bersiv Neda
Nûçe

Tevgera Azadî: Gavên Yekalî Hatin Avêtin, Desthilatdariyê Bersiv Neda

10 July 2026
Sonraki Haber
Gelo Hunermend Mem Ararat Dixwaze Çi Bike?

Gelo Hunermend Mem Ararat Dixwaze Çi Bike?

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    587 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    567 Paylaşım
    Paylaş 227 Paylaş 142
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

Andok: Em Qanûnek Yek alî Qebûl Nakin

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist